Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelPêşveçûnek li Fransayê?
Nächster ArtikelSerdema Paş-Heqîqetê

Mubhemkirina Kuştina Kurdan û Hişyarîya Arendt

Tecrubeyên dîroka jêrdest û mêtingehan raberî me dike ku, mubhemkirin û muxlaqkirinên bi vî rengî, hesasîyet û şîyarîya kes û civakên di hedefa êrişên sîstematîk de ne kêm dike û rê li ber xetereyên mezintir vedike. Wekî encam, kurdên ku nikarin bi nasnemaye xwe bibin kirdeya jîyana xwe, nema dikarin bibin kirdeya mirina xwe jî. Tişta di jîyan û mirinê de, ji me re rewa tê dîtin bes objebûn e!

Pergala serwerîya tirk bi dehan salan hebûna kurdan înkar kir  û peyva ”kurd” qedexe kir. Piştî ku neçar ma hebûna kurdan qebûl bike jî hewl da ku kurdan bênav bike û bi vê armancê gelek peyv çêkirin û xistin merîyetê. Di çarçoveya vê polîtîkayê de di şûna peyva ”kurd” de peyvên wekî ”Doğulu”, ”Anadolulu”, ”Bölge halkı”, ”Kürt kökenli” û hwd hatin bicihkirin. Ev peyvên îdeolojîk di qada sîyaset, çapemenî, akademî û hwd. de  bi awayekî sîstemîk tên bikaranîn.

Lê li dijî vê polîtîkaya mubhemkirinê; kevneşopîya sîyaset, çapemenî û civaka kurdî bi giştî di peyva ”kurd” de israr kirin. Ev israrkirin, him di warê mafan de, him di pênasekirina pirsgirêkan de, him jî di binavkirina êrişên de derbasdar bû. Yanê, mafên kurdan ên hatine xespkirin wekî mafên neteweyî û êrişên li ser kurdan jî wekî êrişên li dij nasnameya kurd hatin binavkirin. Lê di salên dawî de di qada sîyaseta bakur de jî angaştên polîtîkaya mubhemkirinê bi argumentên curbicurr ketîye merîyetê. Argumentên sereke ên mubhemkirina nasnameya ”kurd” jî ev in: gel (halklar), karker (işçiler), jin (kadınlar), demokrasî û hwd…

Ev argument hem di pênasêkirina pirsgirêkan de, hem di warê mafan de û bi taybet jî di pênasekirina êrişan de tên bikaranîn. Mafên kurdan ên neteweyî û welatî wekî mafên mirovan û mafên demokratîk tên pênasekirin. Ji alîyê din ve êrişên nijadperest û mêtinkar ên li ser kurdan jî wekî êrişên dijî gelan, karkeran, jinan û demokrasîyê û hwd tên lansekirin. Bi vî rengî hem motîvasyon û çavkanîya êrişan, hem jî civaka ku dibe hedefa êrişan tên mubhemkirin.

Wekî mînak: Dema di sala 2019an de cara duyem qeyûm hat danîn ser şaredarîyên bajarên kurdan, hevserokê HDPê Sezaî Temellî weha digot: ”Ev êriş li ser hemû gelên Tirkîyeyê ye. Her çiqas qeyûm tayinê şaredarîyên Dî-yarbekir, Wan û Mêrdinê kiribin jî tayînkirina qeyûma êrişkirina hemû hilbijartîyên Tirkîyeyê, ev yek êrişkirina Stenbol, Edene û Orduyê ye jî…”

Lê a rast qeyûm tenê li ser bajarên kurdan hatine danîn û êriş ne li hember gelan; li hember mafê xwebirêvebirina kurdan e. Û qeyûm jî di eslê xwe de walîyên mêtingehan e û bi hiqûqa metinkarîyê hatine tayînkirin. Daxu-yanîya Temellî tenê hedefa êrişê (kurd) mubhem nake, di heman demê de çavkanîya êrişê û pergala mêtinkar jî tarî dike. Ev herdu xal di zik hev de ne: Dema nasnameya mexdûran were mubhemkirin, fail û pergala êrişkar a birêkûpêk jî tê şêlîkirin.

Dîsa, di îlona 2020î de malbateke kurd ku ji bo berhevkirina findiqan çûbû Sakaryaya Tirkîyeyê dûçarî heqerat û êrişa nijadperestan mabûn û hatibûn lînckirin. Wek tê zanîn nijadeperestî nîzameke rê-xistî ye. Li Tirkîyê jî pergala nijadeperest bi rêya sîyaset, perwerde, medya, wêje, sînema û hwd. li dijî kurdan birêkûpêk nijadperestîyê li dar dixe û kurdan dike objeya nefretê. Pergal bi vî awayî di civaka xwe de hişmendîyeke nijadperest û dij-kurd ava dike. Mirov dikare bêje ku civaka tirk di warê nijadperestîya dij-kurd de hema bibêje bi hişê dewletê re bûye yek. Ji ber ku  kurd bi hemû amûrên îdeolojîk tên dermirovkirin û şeytanîkirin, civak jî êrişên li dijî kurdan rewa dibîne. Piranîya civakê çi rasterast çi jî bi erêkirin û bêdengîyê dibe failên êrişên nijadperest. Ji lew re jî êriş û êrişkar hem di ”wîjdanê civakê” de, hem jî bi zagonî nayên mehkûmkirin. Loma jî ev yek motîvasyona êrişkirinê vediguherîne çerxeke nizamî û domdar!

Lê piştî vê êrişa nijadperest jî bi argumenta ”karker/çîna karkeran” nasnameya kurd a ku rastî êrişê hatîye hat mubhemkirin. Wekî mînak, li ser navê HDPê daxuyanîya fermî ji alîyê berpirsa Komîsyona Kedê Şazîye Köse ve hat dayin. Ev tercîh bixwe nîşan dide ku pirsgirêk wekî pirsgireka qada ”ked”ê hatîye nirxandin. Jixwe Köse di daxuyanîyê de dibejê, ev êriş li hember çîna karkeran pêkhatîye û ew şîmaq li hemû karkeran ketîye!

Bi vê şewazê cardin bi mubhemkirina nasnemeya kurd, pergala nijadperest, tê tarîkirin û bi manîpulekirina rastîyan, motîvasyon û çavkanîya êrişan jî bincil dibin.

Dîsa, di 17ê hezîrana 2021ê de li dijî avahîya HDPê ya Îzmîrê êrişeke çekdarî pêk hat û di encama êrişê de jina kurd a bi navê Deniz Poyraz bi awayekî hovane hat qetilkirin. Piştî vê êrişê jî gelek kes, sazî û derdor li ser medyayê bi argumentên curbicur polîtîkaya mubhemkirinê derpêş kirin an jî bi nezanî bûn amûrê vê polîtîkayê. Hin kesan got êriş li dijî hemû gelan û biratîya gelan e, hin kesan got li dijî demokrasîya Tirkîyeyê ye, hin kesan jî got li dijî jinan e û hwd… Helbet Denîz jineke ciwan bû lê wekî kujer jî di îfadeya xwe de îtiraf kirîye ku, wê gavê çi jin çi mêr kî li avahîyê bûya ew ê hemû qetil bikira! Heta li ser torên civakî taştêya wê ya nîvçemayî û ne mukelef, xizanîya malbata wê bûn amûrên romantîzmeke apolîtik û hûmanizmeke pûç. Heke yekî bîyanî ew dîmen û peyaman bidîta dê bigota kujer derketîya nêçîra kesên xizan û kesên taştêya wan ne mukelef!

Lê belê, pir eşkere ye ku motîvas-yona bingehîn a êrişê kuştina kurdan e. Li gor hin şiroveyan tenê kesek an çend kes jî ji ber nijada xwe an nasnameya xwe ya neteweyî bi awayekî rêkûpêk werin kuştin, ev yek dikeve çarçoveya sucê jenosîdê. Lê bûyer û planên ewqas cidî, ji ber mubhemkirina nasnameya mexdûr û  kuştîyan ji rastîyên bingehîn tên  qutkirin.  Tecrubeyên dîroka jêrdest û mêtingehan raberî me dike ku, mubhemkirin û muxlaqkirinên bi vî rengî, hesasîyet û şîyarîya kes û civakên di hedefa êrişên sîstematîk de ne kêm dike û rê li ber xetereyên mezintir vedike.

Wekî encam, kurdên ku nikarin bi nasnemaye xwe bibin kirdeya jî-yana xwe, nema dikarin bibin kirdeya mirina xwe jî. Tişta di jîyan û mirinê de, ji me re rewa tê dîtin bes objebûn e!

Sîyasetzana cihû Hannah Arendt ku pêvajoya jenosîda cihûyan tec-rube û analîz kirîye dibêje ”mirov ji ber kîjan nasnameya xwe rastî êrişê tê divê mirov bi wê nasnameyê xwe biparêze” û di şexsê cihûyan de hemû jêrdestên di bin xetereyê de weha hişyar dike:

”Ger yek ji ber cihûbûna xwe bê êrişkirin divê ew wekî cihû xwe biparezê; ne wek alman, welatîyekî dinyayê an parêzvanekî mafê mirovan!”

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar