Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Mijareke berxwedanê

Nijad ne jêdereke bîyolojîya mirovî ye (berevajîyê nefes standinê an jî zêdebûna bi awayê cinsî); ew herweha, ne ramanek e jî (wekî nirxê) ku karibe jîyaneke bi tena serê xwe bimeşîne. Ya mijara gotinê îdeolojîyek e û ew ji dîyardeyek e ku sedemên wê dikarin bên îzahkirin, li kêlîyeke dîrokî ya dîyar derdikeve holê. Ji ber vê yekê ew ji ber heman sedeman jî bi pêş dikeve.

Vîrjînyaya sedsala XVIIemîn werçerxeke destpêkirinê ya baş e ji bo pêşkêşkirina vê dîrokê û herweha ji bo ya civaka cotyar a li Amerîkaya Bakur a Brîtanyayê. Dewletê, ku di destpêka xwe de bi hilweşînê tehdît dikir, qabîlîye-ta xwe ji salên 1620î ve keşf kir: çanda titûnê. Dewletên Yekbûyî yên paşerojê wê hingê biketana nava pêşketina xwe ya yekemîn, bi xwespartina zêdetir li ser milên «xizmetkarên bi peymana îngilîz»(1) li şûna ku xwe bispêrin yên koleyên afrîkî. Ev îngilîz ên «azad hatine dinê» dikaribûn bên kirîn û firotin wekî sewalan, dikaribûn bên revandin, dizîn û di maseyên qûmarê de li ser wan were lîstin. Karsazên çavbirçî, piştî gelek salên wan ên xizmetê, xwarina wan ji wan kêm dikir û ew ji berdêla azadîya wan (freedom dues), hetta ji azadîya wan bi xwe bêpar hiştin. Xizmetkar dihatin lêxistin, seqetkirin û gelek caran dihatin kuştin jî bêyî ku tu kes ji ber vê yekê were darizandin û cezakirin. Ji ber îfadekirina nêrînên xwe yên li dijî walî an jî konseya meclîsê, zilamek du milên wî hatin şikandin û zimanê wî bi şûjinê hate qulkirin û kesekî din jî guhê wî hat jêkirin û neçar hat hiştin ku peymaneke duyem a ji bo heft salên xizmetkarîyê îmze bike.

Vîrjînîya dişibîya şirketeke bazirganîyê û ne mimkin bû ji çandina titûnê bi rêbazên demokratîk qezenc bihata bidestxistin. Tenê ev ên ku dikaribûn bi darê zorê hejmareke zêde kesan ji bo xwe bidin xebitandin di dema geşedana titûnê de derfeta zengînbûnê bi dest xistin. Ne çermê wan ê spî, ne statuya wan a aîdbûna qralîyeta brîtanî têrê nedikir ku bibin star û parêzgeh ji bo xizmetkaran û ji lêdan û kedxwarinê bên rizgarkirin. Yekane rewşa rezîl a ku xwe jê xelas kirin, koletîya berdewam bû ji bo wan û zarokên wan, qedera bextreş a afrîkîyan.

Pispor carna îdîa dikin ku, eger xizmetkarên bi peyman nebûn xwedî heman aqûbeta afrîkîyan, ji ber ku, têkildarî zexta li ser wan a ji ber rengê wan, ewropîyan xwe di nava hin sînoran de radigirtin. Lê belê di rastîyê de, eger ew ji çîrokên wisa bawer dikin, tenê ji ber ku ew bi xwe jî ketine nava atmosfera tarî ya nijadê. Tam li vê derê ronahîya rojê ya ku ew pê tiştan baştir dibînin xwe nîşan dide. Ew ferq dikin ku yûnan û romenan kesên ji rengên xwe kirine kole. Ew wekî din dibînin ku ewropîyan ewropî jî wekî kole an jî xizmetkar radigirtin û herweha li Îngilistana Tudoran, bi qanûnan koletîya serserîyan ferz dikir. Ew herweha tê derdixin ku îngilîzan li pêşberî tu hovîtîyê paşde gav nediavêtin, dema ku efûkirina xwedêgiravî hovîtîya îrlandî mijara gotinê bû, tevî ku ew jî spî bûn. Oliver Cromwell vemahîyên ji komkujîya Drogheda wekî kole firotin Barbados(2) û li giravên Antîl, ajanên wî zarokên îrlandî bi îhaleyan difirotin. Ji Peterloo heta Santiago ya Şîlîyê, ji Kwangju ya Koreya Başûr heta meydana Tian’anmen û barrioyên San Salvador, mirovahî ji nû bênavber keşf dike ku rengekî çerm an jî neteweyek ên hevpar nabin asteng û rizdeyeke xweber li pêşîya zextê. Di encamê de, yekane tiştê ku wê radiwestîne, berxwedana kêm zêde mezin e ku li dijî wê tê arastekirin.

Berxwedan, di heman demê de dibe encama dîrokî ya têkoşîna ku mimkin e demeke dirêj berê rû dabe, hê berîya ku li gorî adetan pêk were an jî bi qanûnê were naskirin. Azadîyên îngilîzan ên sinifên jêrîn û yên, hinekî din kêmtir, yên îngilîzên jin ên dîsa sinifên jêrîn ne xelatên sinifa esîl a îngilîz bûn ku di wateya eleqe nîşandanê de ji bo kesên xwedî heman rengî an jî heman neteweyî dihatin bexişandin. Ew encamên têkoşînên rojane yên sedsalan in û çi bi awayên eşkere çi jî qaçax, bi çek an jî bê çek, bi şîdet an jî bê şîdet, ji bo dîyarkirina lîmîtan ew hatine meşandin. Di çarçoveya pêşbazîyeke kulman a berdewam de, her zêdebûneke nû ya azadîya ku sinifên jêrîn wekî destkeftekê dinirxand, dibû encama wextî ya raûnda berê û dihişt ku giranîya raqîban di dema raûnda şûnde were tesbîtkirin.

Li raûnda ku li Virjînîyaya kolon-yal a serdemên pêşî rû da, xizmetkar bêpar hatin hiştin, ji beşeke mezin a tiştê ji bo hemkarên wan ên îngilîz di mijara rêzgirî, refah û rehetîyê de hatibû bexişandin. Lê ne ji her tiştî. Daxistina asta koletîyê ya xizmetkaran bi awa-yekî girseyî wê têkoşîna herdemî hilkişanda asteke dijwar û ev ê bibûya hewldaneke xetere eger were bîra me ku xizmetkar baş hatibûn çekdarkirin, bi hejmara xwe ji efendîyên xwe pir zêdetir bûn û şerê ku bivênevê rû bida wê derfet bida xwecihan ku li himberî dijminên xwe biserketana.

Ji bilî vê, nûçeya koletîya ji bo koçberan veqetandî, wê dawîya dawî gihîştibûya Îngilîstanê, ev jî wê bibûya xetereyeke ziwakirina koçberîya ji wir û şûn ve. Hetta, tefecîyên herî çavbirçî û herî kêm terbîyekirî jî wê karibûna di pêş de bidîtina felaketa ku wê bibûya encama sîyaseteke wisa. Ji ber leza zêde ya mirina mirovan li Virjînî-yayê, xebata ji bo tevahîya jîyanê bêguman, li cem piranîya koleyan, wê pir kurttir bibûya ji dirêjahîya heft salan a xizmetkarîyê (di navbera 1625 û 1640î de, hejmara şênîyan ji hezar û sê sed kesî bi zehmetî derbasî heft an jî heşt hezarî bû, tevî hatina panzdeh hezar koçberî jî).

Jixwe ne pêwist e were gotin ku reklama xirab ji koçberîya bi darê zorê zêdetir, koçberîya li ser dilxwazîyê radiwestand.  Jê jî hê girîngtir: Afrîkî û Afro-karaîbî nedibûn parçeyekî dîroka dirêj a muzakere û xirecirê ku di navê re îngilîzên sinifa jêrîn şekl û şemal dabûn têkilîyên xwe yên li gel sinifên bilind. Ji ber vê yekê, adet û qanûn, ku berhema dîrokeke wisa bûn, li hemberî wan nehatin bikaranîn. Bi awayekî din mirov bibêje, gava xizmetkarên îngilîz hilkişîyan ser rînga Vîrjînîyayê, ew ne bi tenê bûn. Li gel wan hemû nifş hebûn, nifşên ku berîya wan têkoşîyabûn; awa û şertên têkoşîna demê xwe dispartin ser encamên têkoşînên borî.

Afrîkî û Afro-karaîbî bi tenê derketin ser rîngê. Hingê ji ber vê yekê pêkanîna koletîya berdewam li hemberî wan  ji pêkanîna li hemberî xizmetkarên îngilîz hêsantir bû. Vîrjînîyan dikaribû wan wekî kesên ji bo bikaranîn û xizmetê,  ji mêj ve hazirbûyî bikirin; û tiştê ku wan kir jî ev bû di destpêka dotinê de. Demeke pir dirêj şûnde  hê nû ev ê bibe meseleyeke ku îro em wekî «nijad» bi nav dikin. Tevî hebûna virde wirde ya koleyên afrîkî ji sala 1619an û vir ve, qanûn berîya sala 1661ê, dê destûrê nede şertê koletîya berdewam. Di rastîyê de, koleyên afrîkî, di navbera salên 1619 û 1661ê de, ji mafên ku reşên azad ên sedsala XIXemîn jî wê nikaribûna bidestbixin, sûd werdigirtin.

Di vê mijarê de tişta ku dibû hêza biryarê, pratîk bi xwe bû. Berîya ku koletî bibe sîstematîk, pêdivî bi nasnavekî (kodekî)  koletîya sîstematîk tunebû. Û koletî nikaribû bibe sîstematîk heta ku koleyekî afrîkî yê ji bo hetahetayî du caran bihatir bûya ji xizmetkarekî îngilîz yê bi peymaneke ji bo pênc salan dihat ragirtin û rîskeke mezin hebû bimira berîya ku ev pênc sal temam bibûya. Tu tişt wê neguherîya di nava vî hesabê rezîl de heta salên 1660î, tevî ku di wê pêvajoyê de gelek tiştên din guherîbûn. Fîyeta titûnê jî û herweha hejmara xizmetkarên îngilîz ên ji Amerîkayê hatibûn. Temenê Afro-amerîkîyan têra xwe dirêj dibû, bi wê çendê ku wê feyde jê bihata wergirtin bi veguhestina wan a li koletîya hetahetayî û temenê Ewro-amerîkîyan jî têra xwe dirêj dibû ji bo ji wan re hem azadî were bexişandin hem jî tazmînata azadîyê, erd jî di navê de û ew dibûn xwedî mafê xwerizgarkirina ji peymana xizmetkarîyê.

Vê rewşa dawî bi awayekî xwezayî kesên ku serweta wan xwe dispart karê xizmetkaran, dixist nava livûtevgereke wergirtina dij-tedbîran. Yek ji van tedbîran desteserkirina tevahîya erdên li peravan bû, da ku tu tercîheke din nehêlin ji bo xizmetkarên azadbûyî ji bilî kirêkirina erdên efendîyan (û bi vî awayî dewamkirina xebata ji bo zengînkirina wan) an jî bicihbûna li herêmên ser sînor, dûrî her wesaîta veguhestina deryayî û rûbirûmayîna bi xetereya êrişên xwecihan re ku van bi awayekî xwezayî bi çavekî baş mêze nedi-kirin li vê binpêkirina nû ya bîya-nîyên ku berê ew jî ji peravan qewirandibûn. Di salên 1670î de, rêveberên Virjînyayê rastî pirsgirêkeke ku her diçû xeteretir dibû hatin: gelek ciwanên (spî) azadkirî yên bê erd, bê jin, ne bextîyar û di ser de jî çekdar. Tofanê jî ji vir û şûn ve dest pê kir.

Di 1676an de, beşek ji van ciwanên azadbûyî, tevî hin xizmetkar û koleyan, bi talankirina malên zengînan, şewitandina paytext, serhildana herî mezin a gel a dîroka Amerîkaya kolonyal dan destpêkirin, û walîyê qralgir û alîgirên wî neçar hiştin ji bo demekê li Perava Rojhilat a Vîrjînîyayê xwe veşêrin. Serhildan ji nişka ve bi dawî bû, bêyî pêkanîna -ne jî hewldana pêkanîna an jî pêşnîyarkirina- tu guhertinê li nava sîstema desthilatî û rêveberîya di merîyetê de bû. Tiştê ku pê hat bidestxistin, di hişê zengîn û desthilatan de hişyarkirina guman û tirsa beramberî çîneke jêrîn a spî ku her diçû mezin dibû. Anîna her û her zêdetir girseyî ya koleyên afrîkî hingê derfet afirand ji bo misogerkirina pêdivîyên çandinîyên bi hêza des-tan, bêyî pêkanîna xetereya barê teqîner ê bi gewde dibû ji ber xebitandina îngilîzên çekdar, ên hêrsbûyî ji ber bêparmayîna ji mafên xwe yên girêdayî welatîbûna îngilîz, lê hê jî xwedî derfetên madî û sîyasî ji bo danhîskirina xeyd û kîna xwe ya li dijî serdestan.

* Dîrokzan û civaknas li Zanîngeha Kolumbîyayê. Nivîskarên Racecraft. An jî gîyana newekhevîyê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Agone, Marsîlya, 2021, ku ev tekst jê hatîye wergirtin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) NDLR. Xizmetkarên ji Brîtanyaya Gewre hatî, bi peymana îngilîz (indentured servants) dihatin girêdan û ji bo xwedîyekî erdan gelek salan dixebitîn (giştî di navbera pênc – heft salan de), di encamê de jî an hinek pere werdigirin an jî dibûn xwedî parçeyek erd.

2) NDLR. Serketîyê qralgiran di dema şoreşa pêşî ya îngilîz de (1642-1651), Oliver Cromwell di tebaxa 1649an de diçe fetha Îrlandayê. Di îlonê de, artêşên wî dest bi seferê dikin li dijî bajarê Drogheda, ku teslîmbûnê red dike; bi hezaran şênîyên katolîk tên qetilkirin.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar