Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Meriv çawa borîya gazê sabote dike

Gelo dîplomasîya lûleyan berê çêtir bû? Di salên 1970yî de, danûstendinên gazê di navbera Ewropaya Rojava û Yekîtîya Sovyetê de sedema kêfxweşîyê bû. Ev danûstendinên stabîl û domdar bi rêya xeta lûleya gazê pirek di navbera du blokên reqîb ên Parzemîna Kevn de ava kir. (1) Dema ku ew hinek gav pêş ve diavêjin, ev yek rastî nerazîbûna amerîkîyan tê. Di sala 1982an de, Serokê Amerîka yê demê, Ronald Reagan gelek şirketên ewropî yên ku di avakirina xeta lûleya gazê ya Euro-Sîbîryayê de cih girtibûn bi mueyîdeyan re rû bi rû dihêle. Li gor wî, ev proje wê ewropîyan tabi’î Yekîtîya Sovyeta  berê bike. (2)

 Lê belê deh dewletên endamên Teşkîlata Aborî ya Ewropayê ambargoyê red dikin û di heman demê de Fransa ji şirketekê teleba birina malzemeyan ji bo Sovyetan dike. Li hemberî vê yekê, çend meh şûnde Waşîngton neçar dimîne û gav bi paş de diavêje.

Ji hilweşîna dîwarê Berlînê (1989) û vir de, binesazîya gazê di navbera dewletên endamên Yekîtîya Ewropî de dibe sedema alozîyan. Ew xerabûna têkilîyên bi Rûsyayê re, cihêrengîbûna berjewendîyên jeopolîtîk yên di navbera neteweyên ku di teorîyê de hevalbend in, bêhêzîya wan a li hember Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destnîşan dike. Qedera projeya xeta gazê ya bakur- Nord Stream 2, ku Rûsya û Almanyayê bi rêya Deryaya Baltik ve girêdide, di bin sîya van nakokîyan de xetereyan radixe pêş çavan.

Dorpêçkirina Ûkraynayê

 Sazkirina vê xeta ji 1230 kîlometreyê pêk tê ku xwedî malîyeteke 9,5 milyar ewro ye, di sala 2019an de hema bêje ku li ber qedandinê bû, ji ber sedemên mueyîdeyên amerîkî û dengê nerazîbûnên ji ewropîyan bilind dibûn, vê projeyê di nav tengasîyê de hişt. Gelo çawa dibe projeyeke ku ber bi dawî ve hatîye, nakokîyan di nav yekitîya Ewropayê de derdixe holê û di navbera Waşîngton û Berlînê de dibe sedema yek ji krîzên dîplomatîk ên herî giran ên piştî Şerê Cîhanî yê Duyem ?

Lêbelê, di destpêkê de, gelemşeyên li ser vê projeyê pir kêm bûn. Di nîsana 2018an de bi hevkarîya pênc şirketên gazê yên ewropî (OMV ya Avusturyayê, Uniper û Wintershall-Alman, Engie ya Fransî û Shell a Anglo-Holandî), şirketa rûsî Gazprom teahuda du qat zêdekirina kapasîteya Nord Stream 1-ê didin.

Ev xeta ku salê 55 mîlyar metrekup gaz di navbera bajarê Vyborgê, nêzîkê Saint Petersbûrgê û bajarê Greifswald- German-Mecklenburg-Western Pomerania-Dewletek Almanyayê de vediguhêze, di sala 2012an de hate vekirin. Rêgeha vê projeyê, li hesabê stratejîk ya Kremlînê tê. Bi vî awayî dorpêçkirina Ûkraynayê ku ji nîvî zêdetirê îxracata gaza metan ya Sîbîryayê ber bi Ewropayê diçe pek tê.

Moskova Kîevê bi îstîfadekirina ji heqê xwe zêdetir bo derbasbûna xeta gazê, girtina beşek ji herikînê û bi nedana deynên xwe tawanbar dike. Di navbera salên 2005-2009an de ji ber pirsgirêkên teslîmatê gelek pevçûn rû dan. Ji “şoreşa Ûkraynayê” ya sala 2014an û vir ve, ku ji alîye Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ve piştgirî distend û di heman salê de îlheqkirina Qirimê ji hêla Rûsyayê ve, bêtir li hev sor bûn. Nord Stream 1 û 2 xerabûna têkilîyên Rûsî-Ûkraynî bi awayekî du alî radixe pêş çavan. Projeya yekem (Nord Stream 1) piştî salekê “Şoreşa Porteqalî-révolution orange” ya 2004an ku ji hêla Rojava ve jî tê piştgirîkirin dest pê dike; projeya cêwîya wê (Nord Streat 2) jî demek kurt piştî krîza Ûkraynayê ya 2014an dest pê dike.

Rûsya ji ber berjewendîya serwerîya xwe di îxracata gazê de ji ber krîzên sîyasî yên cîranê xwe dikeve nav liv û tevgerekê. Di sala 1994an de ji sedî 91ê îxracata wî ya ber bi Ewropayê ve li ser vî welatî derbas dibû, di sala 2018an de ev yek daket ji sedî 41ê. Herîkîna Bakur-Nord Stream 2 û wekheva wê ya li başûrê Ewropayê, Projeya Herikîna Enerjîyê ya Tirkan -Turkish Stream- ku niha tê avakirin (li nexşeya rûpela 7an binêrin) wê destê Gazpromê bi hêztir bikira.

Xetên lûleyên gazê di navbera welatan de pevgirêdanekê ava dike. Di mînaka Berlîn û Moskovayê de ev yek tê dîtin. Ji destpêkê ve, Nord Stream 2 bi koalîsyoneke dijber ku serê wê Amerîka dikişîne rû bi rû ma, dewletên wekî Ûkrayna, Polonya û Welatên Baltîk “ji ber sedemên îdeolojîk dij-Rûsî “ wekî ku di raporeke parlementoya fransî de bi awayekî eşkere dihat naskirin. (3)

Dîsa jî ev xet, di 2018an de ji bo alîgirên projeyê ku ji hêla Almanya û serokwezîrê wê yê berê Gerhard Schröder dihat birêvebirin, tetmînkar nebû û wekî lobbyîstekê ji hêla serokê gazpromê ve dihate rexnekirin. Ji bo Berlînê ku serfkarê sereke yê gazê li Ewropayê ye, xeta nû (Nord Stream 2) pir girîng e. Lewra Serokwezîr Angela Merkel di dawîya 2022an de terkkirina nukleerê û di 2038an de jî terikandina komirê pêjirand ev yek jî girîngîya vê xetê derdixe holê.

Heta ku enerjîya venûker were astekê, «veguherîna enerjîtîk» bi têkçûnan re rû bi rû dimîne: ji bo santralên termîk ên ku bi linyîtê dixebitin û dibin sedema gaza serayê bikevin dewrê hewayek sar, hewa ewrayî û bê ba têrî vê yekê dike. Wekî ku di sibata borî de qewimî vê rewşê raxist pêş çavan. (4)

Ji ber vê yekê hewceyî bi gazek ku ji komirê hindiktir hewayê qirêj dike û garantîya bihayeke stabîl dide heye. Ji terefê Almanyayê, her çiqas têkilîyên di navbera wê û Rûsyayê ku ji 2014an û vir ve xirab dibe jî stratejîya berdewamîya têkilîyan li ser vî esasî dimeşe. Angela Stentê ku pisporê têkilîyên di navbera Waşîngton, Berlîn û Moskowê (5) û ku (nêzî Amerîkî) ye bi bîr dixe: Almanya “li pey çûyîna berjewendîyên xwe yên aborî wekî nîşana talî ya serketina sîyaseta xweya derve dibîne”.

Rûguherîna bi lez a Emmanuel Macron

Helwesteke bi şêwazeke kaotîk ku ji hêla Donald Trump ve pêk tê, dê projeyê ji holê rake. Ji bo Waşîngtonê, hedefgirtina projeya Nord Stream 2 xwedan avantajên bazirganî û hem jî jeopolîtîkî ye. Bi saya piştgirîya Komîsyona Yekîtîya Ewropî, piştevanîya bazara gaza xwezayî ya şilkirî ya amerîkî (LNG) li şûna xetên lûleyê gazê yên rûsî û ji ber piştgirîya welatên Atlantîst yên Yekîtîyê (Polonya, Danîmarka, û hwd.), Waşîngton ne tenê astengkirina planên Moskowê, lê herweha firotina gaza xweya şilkirî jî li ser bazara Ewropî ferz dike. Û di vê navberê de, Almanyayê ji hêla bazirganîyê de tengezar bike. (6) Hemû hesabên dîplomatîk yên Dewletên Yekbûyî li ser vî esasî dimeşe. Trump, ji roja ku hat ser kar û vir ve, Ewropayê bi mueyîdeyên gumrikî tehdîd dike, di tîrmeha 2018an de qapîtulasyon -imtîyaza Brukselê- bi dest dixe. Li gor vêya Yekîtî, sîyaseta xweya gazê li leha GNLê “azadîyê” (ya ji hêla Trump ve tê gotin)  li ber çavan re derbas dike û ev yek zirarê dide xeta gazê ya “totalîter”. Dîrektîfên nû yên ji bo gazê, ku sala li dû de dikeve merîyetê, Nord Stream 2ê asteng dike. Ev yek tê astek wisa ku dîzaynirên wê neçar dimînin ku hêla wê ya qanûnî û bazirganî ji nû ve bifikirin.

Ev metn bêyî piştgirîya serokkomarê Fransî, di sibata 2019an de ji hêla Konseya Ewropayê ve dê nehata pêjirandin. Herweha piştgirîya dewletên wekî (Almanya, Fransa, Avûstûrya, Hollanda, Belçîka, Yûnanistan û Qibris) jî bandorek mezin li vê biryarê kir. Macron vê yekê ne ji bo “pevgirêdana bi Rûsyayê ve zêde bike» (7) lê belê dibe ku wî vî gavî avêt da ku Berlînê neçarî projeya qebûlkirina reformkirina Yekîtîya Ewropayê bike.

Piştî hişyarîyê, wekî ku birayara sîyaseta enerjîyê ya Ewropî li Waşîngtonê bi awayekî eşkere bê girtin, parlamenterên amerîkî yên her du alîyan di kanûna pêşîn a 2019an ji bo “qanûna parastina ewlehîya enerjîya Ewropa” deng dan. Kongreya Amerîka her-weha “mueyîdeyên betalkirina vîzeyan û mueyîdeyên li ser hebûnên kesên bîyanî ku di avakirina xeta gazê de cih girtine ku orîjîna wan (borîyan) Almanya an jî li Tirkîyê» xulase dike.

Van tedbîrên derveyî-welêt, ku li gor qanûnên navneteweyî tu bingeheka xwe nîne tavilê bû sedema sekinandina projeya Nord Stream 2ê. Salên pêş ji bo şirketan bêtir dij-war û berfirehtir dibe. Di encamê de piranî şirketên di warê teknîkî û sîgortayê de xebat dimeşandin keştîyê terk kirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi munasebeta jiholêrakirina alîkarîya fînansî ji bo Rûsyayê, di tîrmeha 2020î de projeya Nord Stream 2yê di çarçoveya qanûna 2017an bi navê «Li hember dewletên reqîb bersivdayina bi mueyîdeyan» ku di esasê xwe de Rûsya, Îran û Koreya Bakur hedef digre xiste merîyetê. Vê carê, tawanbarên ku gefa qutkirina ji sîstema dolar li wan tê kirin ji nav şirket û hemwelatîyên Almanyayê ku welatekî endamê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) û alîgirê herî bihêz ê Dewletên Yekbûyî yên di nav yekîtîya Ewropayê de têne hilbijartin.

Sê parlementerên amerîkî di nameyek 5ê tebaxa 2020î de, ferman dan rêveberên du lîmanên almanî da ku dev ji tevlêbûna projeya Nord Stream 2yê berdin. An na ew bi “tunekirina fînansî ya şirketên wan» û «Hilweşandina nirxa hîsedarê wan «herweha bi blokekirina heyînên wan û bi qedexeya pê li axa Amerîka kirinê gefê xwarin. Ev pîvan û qaîde bi gelemperî ji bo Venezuela an Kubayê jî derbasdar e.

Li hember biçûkxistineke bi vî rengî, wezîrê karên derve yê Alman, Heiko Maasê sosyaldemokrat, weha tîne ziman: “Em Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di salên dawî de, ji ber du qat zêdekirina îtxala petrolê ji Rûsyayê rexne nakin. Ew mafên xwe yê sîyasetek enerjîyê ya serbixwe bikar tînin. Em jî wisa». Frank-Walter Steinmeier, serokê Komara federal, piştgirîya xwe ya bidawîkirina vê projeyê destnîşan dike û vê projeyê wekî: «yek ji pira dawî yên di navbera Rusya û Ewropayê de» bi nav kir û «zêdeyî 20 mîl-yon qurbanîyên Sovyetê yên Şerê Cihanê yê Duyemîn» bi bîr xist. (8)

Lê bi tevahî, rêveberên almanî profîlek qels nîşan didin. Ger hêzên sîyasî bi piranî piştgirîyê bidin projeyê, wê rewş biguhere. Yekîtîya Demokratên Xirîstîyan piştgirîya xwe hertim nîşanî projeya Nord-Streamê dide, wekî din Partîya Sosyal Demokrat (SPD), Die Linke (Partîya Çep) û Alternative für Deutschland (rastê ekstremîst) jî piştgirî didin vê projeyê, lê belê demokratên xiristîyan ên dij-rûsî, di bin serokatîya Manfred Weber, serokê Partîya Gel li Parlamentoya Ewropayê, daxuyanîyên fitnekar dide. Di hinda lîberalan de, ew di destpêkê de ji alîyên aborîyê ve hesas tevdigerîyan, bi bûyera jehrîn a dijberê rûsî Alexeï Navalny re hejîyan û niha daxwaza muhletê dikin.

Dijbertîya Keskan a li dijî Nord Stream 1, ji bo xetek gazê ya nû jî berdewam e. Nerazîbûna wan bi biryarnameyek li dijî xeta gazê ya ku di 21ê kanûna paşîn de li Parlamentoya Ewropayê derbas bû, bi seferberîya komeleyên hawîrdorê û bi helwesta dij-rûsî ya çapemenîya rojavayî re geştir dibe. Populerbûna hesta hawîrdoran bi bandora amerîkî digihîje astekê û ev yek hikûmeta almanî ber bi tawîzan ve dibe.

Ji sala 2019an û vir ve, serokwezîra Alman-yayê bi şertê ku Waşîngton astengîyên li ser projeya Nord Stream 2yê rake, ew amade ne ku du termînalên veguhestinê yên LNG li peravên xwe fînanse bikin.

Jehrîkirina Navalny di havîna 2020î de, dûre hepiskirina wî di sibata 2021ê de (9), xwedî derketina Berlînê li mixalifê Rûs Aleksey Navalnyê destê wan kesên li dij projeya Nord Stream derdiketin xurttir dikir. Ji Varşovayê heta Parîsê ji wir jî heya Brukselê, rayedar ji serokwezîr xwestin ku li dijî Moskovayê digel mueyîdeyan projeya xeta lûleya gazê jî rawestîne. Hatina Biden ya Qesra Spî, endîşeya lîberalan ya hatina ser pozîsyona Trump ji holê rakir. Di derheqê Nord Stream 2yê de rêveberîya nû jî xuya ye ku wekî ya berê difikire.

 Lê belê destana merî hêjî berdewam e. Keştîyên Rûsî ji nû ve dest bicih kirina lûleyan li bin Baltikê kirin. Almanya hêvî dike ku Qesra Spî di warê projeyê de qanî bike. Ji bo ku hêza mueyîdeyan bişkîne li Mecklenburg-Western Pomerania (SPD) ji bo parastina klîma û hawirdorê weqfek ku di nav armancên wê de temamkirina xeta lûleya gazê jî heye hat avakirin. Îronîya di vir de, dema bidawîbûna xeta lûleya gazê, îhtimala lê rasthatina avakirina koalîsyoneka hikûmetî ya piştî hilbijartinên Almanyayê ya 26ê îlonê heye. Keskên ku di anketan de xwedî rêjeyeke girîng in û ku di raya giştî de cih digrin.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

__________

1) Thane Gustafson, The Bridge: Natural Gas in a Redivided Europe, Harvard University Press, Cambridge, 2020.

2) Binêrin li nivîsa Claude Julien, « La paix selon M. Reagan », Le Monde diplomatique, sibat 1983.

3) Rapport d’information déposé par la commission des affaires européennes sur l’indépendance énergétique de l’Union européenne, Assemblée nationale, Parîs, 24 hezîran 2020.

4) Odile Tsan, «Nord Stream 2. Pourquoi Berlin a besoin du gazoduc de la discorde», L’Humanité, Saint Denis, 2 adar 2021.

5) Îqtibas : Thane Gustafson, The Bridge, op. cit.

6) Binêrin li nivîsa « De Varsovie à Washington, un Mai 68 à l’envers », Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2018.

7) Süddeutsche Zeitung, Munich, 7 sibat 2019.

8) RND, Hanovre, 17 octobre 2020 ; Rheinische Post, Düsseldorf, 6 sibat 2020.

9) Binêrin li nivîsa Hélène Richard, « Alexeï Navalny, prophète en son pays ? », Le Monde diplomatique, adar 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar