Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Mem û Zînê

Di nivîsareke înternetê ya ji alîyê «Le Journal du dimanche» ve 7ê gulana 2021ê hat weşandin, sefîrên Avustralya û Hindistanê yên li Fransayê ji ber lihevgihandina «dingilê hîndo-pasîfîk» û meşandina tatbîkatên leşkerî yên li gel welatên wan û herweha li gel Japonya û Dewletên yekbûyî, serokomar Emmanuel Macron pîroz kirin. Lê belê çarçoveya vê hevalbendîyê şîlo dimîne û her yek ji wan hedefên xwe dişopîne.

 

 

 

 

 

 

 

Sala 1988an kopîya ҫapeke Mem û Zîna Ehmedê Xanî (1650-1708) bi dest min ket. Berî wê jî min di kovara Hawarê de hin beşên wê xwendibûn. Kêfa min ji roja roj de ji wêjeya me ya klasîk re tê. Herweha wêjeya klasîk ya cîhanê jî bala min dikişand ji ber ku cûre wêje ew di bêjinga demê re gihaye ber destê me û deqên payebilind û bi kalîteyeke edebî yî gelekî hêja ne.

Kopîya Mem û Zînê li Helebê sala 1947an bi piştgirîya rehmetîyê Şêx Beşîrê Haşimî ҫap bûbû. Ew bi xwe kopîyeke ji ҫapa 1919an ya Stenbolê bû. Hemzeyê Muksî pêşgotina wê nivisîbû.

Min wê demê bi coşeke mezin Mem û Zîn xwend. Lê ji min ve teksteke girtî û bîyanî xuyabû. Hin malik dihatin famkirin lê piranî dûrî têgihiştina min bûn. Paşê min dît bavê min î mele jî dibêje ku Mem û Zîn zehmet e. Wê demê min biryar da ku ez Mem û Zînê şirove bikim, bikevim pey peyvên bîyanî, pey fikr û hizrên kûr ên ku zelalkirinê dixwazin, bikevim pey wan nav û têgehên ku di ferhengên kurdî de nebûn. Ez mecbûrî gelek jêderên zimanzanîyê, felsefe, mentiq, asronomî, mûzîk, mêjû û hwd. bûm ku bikaribim Mem û Zînê nêzîkî têgihiştina nûjen bikim.

Bi erebî û kurdî şiroveyên min ҫap bûn. Cihê pêşwazîyeke germ bûn ji hêla xwendevanên ereb û kurd jî. Bi erebî heft caran ҫap bû, li welatên ereban, Misir, Şam, Urdun, Lubnan ҫapên cuda derketin. Her bi ҫapekê re ҫavên min hem li hinek ҫewtîyên min diketin, hem jî hizrin nû dihatin bala min ku ez bi xêra wan nêzîktirî mebestên seydayê mezin Ehmedê Xanî dibûm.

Lê dîsa jî hin hevok hebûn, hin peyv hebûn ku dilê min li werger û şirovekirina wan rihet nedibû û hîn jî nebûye.

Yek ji wan hevok û peyvan, peyva “qirtasîye” ye ku di du malikên pêşgotinê de hatîye [bikaranîn].

Di malika 263an de:

Sifrê xwe ê xef me eşkera kir                    

Qirtasîye bû, me lê du`a kir.

Bi kurdîya îro:

Sifrê xwe yê veşartî me xuya kir

Ew kaxez bû min li ser dua kir.(1)

Herweha Xanî di malikên 272, 273 an dibêje:

Qirtasîyeya me bêpenahan                     

Bê zerbê qebûlê padişahan

Me`mûl e li ba gelek `elîman                   

Meqbûl e li ba gelek hekîman

Bi kurdîya îro min wisa wergerandine ew herdu malik:

Nivîs û xêzên me perîşanan

Bê piştgirîya şah û sultanan

Gelek zana wan dipesinînin

Gelek şareza dipejirînin (2)

Li gor lêkolînan, li gor ҫapên li ber dest, wekî ҫapa Nûbiharê. Amadekirina Huseynê Şemrexî. 2009, ҫapa Spîrêzê. Duhok 2007 Perwîz Cîhanî, dîsa ҫapa Spîrêze 2008an ya ku Tehsîn Ibrahîm Doskî amade kirîye û li gor gotina wî ji ber destxeta ku sala 1165ê koҫî hatîye nivîsîn wergirtîye. Ҫapa Bexdadê ya ravekirina Emînê Osman 1990, ҫapa Stenbolê 1990 Mehmet Emîn Bozarslan, ҫapa Enstîtûya Parîsê, Hejar 1989 û yên din jî, kesekî wateya peyva “qirtasîye“yê bi awayê rasteqîn nenivîsîye. Ҫapên ku min bi xwe weşandin û xebat li ser kir jî wisa bûn: her ҫendî ku min û camêrên li ser Mem û Zînê xebat li dar xistine, “qirtasîye“ di ҫapên xwe de nivîsîne û wateya wê jî wekî, kaxez, danîne, lê ez qet li wan şiroveyan rihet nebûm û dilê min lê rûnenişt.

Sebebê ku hişt dilê min li şiroveya min û şiroveyên birêzên din rûnene ew bû ku peyva “qirtasîye“, qet bi atmosfera malikên ku behsa pûl û pere û diravan dikir nediket. Xanî li gor ku ez wî nas dikim, hîҫ gotinekê vala û ne di cihê xwe de danayne. Ҫi bibêje bi wate ye, armanceke wî heye û helbet ji bo ku mirov tê bigihîje divê hişê xwe bixebitîne. Lê min kir û nekir, ez negiham rastîya peyva “qirtasîye“yê. Peyv bi xwe tê fêmkirin lê di wan herdu malikan de qet cih nagire.

Berî demekê dîsa ew peyv hate bîra min. Ji xwe gava dilê min li şiroveyeke min rûnenê her di bala min de dimîne, zingînîya wê her li ber guhê min û heta ku ҫareser nebe ez nikarim rihet razêm.

Ez ҫiqasî di ferhengên klasîk û nûjen de gerîyam her “qirtasîye“ bi wateya kaxezê bû û hîҫ pêwendîyek wê li gel diravan nebû. Nexwe şaşîyek heye! Wisa lêkolînerî dibêje. Gava te peyvek di destxetekê de nas nekir divê tu gelek ihtimalan deynî. Bi gelek awayan divê mirovê lêkolîner forma peyvê bi kar bîne heta ku bigihîje rastîyê.

Lê ez bêhêvî nebûm.

Li ba min destxetek Mem û Zînê heye, nivîsîna bi destê Taha Ebûbekrê Ervasî ye. Ev destxet piştî xebatên min î li ser Mem û Zînê bi dest min ketibû. Ez ji bo fêmkirina peyva “qirtasîye“yê lê vegerîyam.

Wekî ku ҫavên min li gencîneyekê vebin.

Li herdu cihan jî li şûna “qirtasîye“yê peyva “qursa sîyeh“ hatîye nivîsîn. Di perawêzan de jî, “qirtasîye“ heye anku di hin destxetan de “qirtasîye“ ye.

Mixabin Tahayê Ervasî beyan nake ka destxeta xwe ji ber kîjan destxetê wergirtîye. Lê ҫawa be, ya ku wî nivîsîyê bêtir nêzîkî rastîyê ye. “Qursa sîyeh“ yanî zîv e, kurmanc dibêjin filan tişt yan filan kes wekî zîvê qurs e. Qurs bi xwe sêlik e, her tiştê girover e. Li vir zîvê qurs yan qursa sîyeh, anku zîvê reş e ku di derbxaneyan de diravan jê dirust dikin. Êdî wate zelal dibe:

Qursa sîyeha me bêpenahan                  

Anku zîvê reş yê me kesên ku em bêxwedî ne.

Li vir dîsa zîvê reş mebest jê zimanê kurdî ye.

Lê ka ҫima ev ҫewtî peyda bûye û bala kesekî di dirêjîya sedan salan de nekişandîye? Di destxetan de, yan di destnivîsîyê de hin xeletîyên nivîsînê ji lezandinê yan ji ne fêmkirina nesixkaran ya ji peyvan re peyda dibin. Gelek peyv bi forma xwe dişibihin hevûdu. Wek:

 Qirtasîye: û Qursasîyeh .

Bi taybetî jî di alfabeya erebî de ku tekstên orîjînal yên Mem û Zînê pê hatibûn nivîsîn. Li vir dibe ku nesixkar bêhemdî xwe xeletîyê bike, yan jî tew ji ber xwe ve peyva rast fêm nake, rabe li dewsa wê peyvek bi forma xwe nêzîkî wê deyne û kesên li pê werin û ji ber bigrin her wê xeletîyê berdewam bikin.

 Ji bo fêmkirina teksta Mem û Zînê û herweha hemî tekstên me yên klasîk ne bes zimanzanî lazim e, lê mentiq jî berî her tiştî lazim e. Divê lêkolîner, wan tekstan ji hev bixin, bidin pey her peyvekê, bi gelek awayan rave bikin, ji gelek perspektîvan de lê binêrin heta ku bigihîjin rastîyê.

 

___________

1)-Mem û Zîn Ehmedê Xanî. Şirove û kurdîya îro Jan Dost. R. 147-148 Avesta. Istanbul 2010

2)-Jêderê berê. R 148

-Nota redaksiyona LMD kurdî: Di çapa Mem û Zîna Ehmedê Xanî ya sala 1968an de (Gün Yayınları, Istanbul)  ku M. Emin Bozarslan amade kiriye, wî ji bo peyva “qirtasiye“ weha nivisîye:

Sifrê xwe yê xef me eşkera kir

Qirtasîye bû, me lê dua kir (r. 64-65)

Qirtasîye: Kaxiz, rûpel; bi mana mecazî ji paxirê [sifir] saya ra hatîye gotin (r. 524)

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar