Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Malbata Dedeoğlu

Li cihê ku maf û edalet lê heyî, tenê bi naskirina kesên cuda, bi bihîstina wan, bêyî ku ew bên guhertin û mafên wan ji destên wan bên stendin, zemîneke adilane dikare bê avakirin. Her zemîna bi polîtîkaya “bûna tiştekî” tê ferzkirin, civaka kurdan bi fetîşa birînê ya ji bo dane-bawerîya êşa xwe mehkûmî serdestî dike, dê bibe navekî din yê heman pergalê.

Sara Ahmed, di kitêba xwe ya bi navê The Cultural Politics of Emotion (Polîtîkaya Çandî ya Hestan) de wextê analîzeke berfireh ya hestên mirovî yên mîna êş, evîn, nefret, şerm, kerixînê dike, yên ku hev înkar nakin, têkilîya van hestan ya bi “kesên din” re jî dide xuyakirin. Lê wextê vê têkilîyê rave dike dibêje ku; êş dîyardeyek bi tena serê xwe şexsî ye, tenê ew kesê wê dijî dikare wê fêm bike û ew êş bi rengvedanê wateyeke civakî li xwe bar dike. Di vê babetê de, Susan Sontag bi berhema xwe ya berceste Regarding The Pain of Others (Nihêrîna Li Êşa Kesên Din) berdewamîyê lê dike û ji me dipirse; empatî çi ye? Û qena’eta “empatî fikrîna li şûna kesê din e” pûç dike û dîyar dike ku, empatî bi wê demê pêk tê ku em bixwazin li şûna kesê din bin.

Hêza van her du tezan ya ku hev temam dike, bi qetilkirina malbata Dedeoğlu ya li Konyayê, li cihekî derveyî sîyaseta rojane derdikeve meydanê.

Li meydanê êşek hebû. Xwedîyê/a wê kî bû? Xwedîyekî/e wê hebû gelo?

“Nirxa êşê ya civakî” li ku derê bû ya ku Ahmed destnîşan dikir?

Ji xeynî qelebalixîya miletê kurd ku dizane li welatekî dagirker wekî mêtîngehekê dijî û tenê li televîyonê temaşe nake, ew 80 milyona yek nefes li ku derê bû ku jê hêvî dihate kirin cenazeyê li gorî adaba wî ji meydanê rake?

Belkî me civakîbûna êşê nedît lê me berterefkirina wê êşê dît. Kontrol dikir!

Bi înkar, apolîtîkkirin û hewla nexuyakirinê ew manîplasyona qerase ya civakî derket pêşîya me. Nefret û êş, her du hestên mirovî, pîvana hevûdu ya civakî bûn. Her wekî Ahmed gotî, li cihê ku kirasekî civakî li xwe nekirî wateyeke wê jî nedibû.

Bi kurtasî, êşeke din a bi serê miletê kurd hatî, ji ber ku derneket derveyî sînorên xwe, li cihekî derveyî xwe nebû xwedî wateyek. Nehat naskirin!

Dibe, mimkin e helbet, her tim weha bû, ya rast heya vê radeyê kêşeyek nîne. Lê li gorî wan daneyên ku ew êşa deng-venedayî pêşkêşî me kirî, daxwazeke polîtîk derdikeve meydanê. Her wekî bi hezaran caran çêbûyî. Wekî sîyasetmedarên ku vê daxwaza polîtîk bi hin hincetên rojane nikarin bidin xuyakirin, em jî tenê ewqas têkoşîna hebûnê didin ku tenê vê êşê li lîteraturê zêde dikin.

Ev têkoşîn nebe, em jî nînin, êşa me jî qet çênebûye!

Wextê em ew tiştên ku Sara Ahmed di kitêba Polîtîkaya Çandî ya Hestan de vedibêje, di konteksa hevşibîna neguherbar ya zanistên civakî de bixwînin, em baştir fêm dikin ka bi awayekî kamil çi bi serê malbata Dedeoğlu hatîye.

Ev dibe sebeb ku em bi awayekî eşkere bibînin ka çawa mimkin dibe êşek bandorê li temamîya civakê bike. Em bersiva pirsên mîna, “em êşa kê dibînin?, êşa kê li xwe bar dikin?, em dikarin mil didin ber êşa kê?”, distînin.

Di nedîyarîya kesekî de ku em nas nekin, derbarê wî/wê de tiştekî nezanin, dengvedana êşê jî ne mimkin e. Ma em dikarin li hemberî êşa kesekê/î hesta empatîyê hîs bikin ku ji layê civakî ve zimanê wê/wî, çanda wê/wî, polîtîkaya wê/wî û hebûna wê/wî nas nakin?

Di vê babetê de rastîyeke eşkere heye, ew jî ew e ku em pêşîyê didin xwedîya/yê êşê.

Di vê rewşê de, li rastîyê nagunce ku em êşa kesekê/civakekê hîs bikin ya ku em hebûna wê paşguh dikin.

Di hevpeyvîna ligel akademîsyen Umut Şah de, ku berhema Sara Ahmed Polîtîkaya Çandî ya Hestan û têgeha aştîyê ya li Tirkîyeyê di meqaleya xwe de pêkve dinirxîne, min ev pirs jê kiribû;

“Em dixwazin êşa kê fêm bikin?”

“Em dixwazin êşa wan kesan fêm bikin yên ku em girîngîyê didin wan, rêzê li wan digirin an em wisa difikirin ku ew “rêzdar” in, em dikarin li hemberî wan xwedî empatî bin. Hindî ku girîngîya “kesên din” ji bo me (şexsî yan civakî) nebe, daxwazeke me ya ji bo fêmkirina êşa wî/wê jî nabe. Lewra em dikarin bibêjin ku di qadeke dîyar ya civakî de êşa kesên din zêde nayê hîskirin, nayê dîtin ku derveyî wê qadê dimînin. Lê êşa bikerên normatîf (yanî yên dikarin bi hêsanî di nava qadê de ji xwe re cihekî peyda bikin, ji layê civakî ve xwedî ‘nirxek’ê ne) di qada civakî de dikare bi awayekî hêsantir bê hîskirin.”

MA EM MECBÛR IN ÊŞÊN XWE EŞKERE BIKIN?

Rastîyeke din a em ew kesên nayên naskirin û bi awayê herî berbiçav civaka wan dibe mêtîngeh û li her derê dinyayê maruz dimîne, ew e ku divê em êşên xwe eşkere bikin, bi vê êşê cedela qanihkirinê bidin û dîsa vê êşê hin caran bi rêya tiştekî dîtbarî xurttir bikin û mohr bikin. Ev çend tam jî wê rastîya neguherbar dîyar dike ya ku Ahmed di bin serenavê “fetîşîzma birînê” de bi cih dike.

Çiqas teqabilî wî wêneyê Roboskîyê dike yê ku me di mejîyê xwe de rêz kirî, Lokmanê li pey panzerê hatî kaşkirin, Hrantê xwîna wî tevlî xwîna me bûyî…

Lê ma civakek ji bo ku çanda xwe, zimanê xwe, polîtîkaya xwe ava bike mecbûr e êşa xwe nîşan bide? Ma mecbûr e bi birîna xwe qanih bike, hincetekê bo êşa xwe nîşan bide?

Rastîya ku divê êş olana xwe li cem kesên din hebe, yek ji fetîşên civaka mêtîngeh e û naguhere. Ev guherîn, qanihkirin û hewla dana-bawerkirinê; heke bi nîşandana birînê biguhere, dibe ku hêvîyeke me jî hebe.

Rastîyeke civakî ya ku bersiva wê di nava wê de ye; heke em bikarin kesek din bi xwîna xwe, gora xwe û şîna xwe qanih bikin, dê çiqas wateyeke wê ya rasteqîn hebe?

Tu daxwazeke mafî nîne ku ji bo hebûna xwe ya siruştî hincetan nîşan bide û di têkoşîna azadîyê de serbikeve.

Hindî ku pergaleke civakî ya ku em bizanin ew mafê me ye û em bi xwe lê bawer, neyê sazkirin, ev pêk nayê.

Em wê rastîyê dizanin ku, mîzaneke ewil pala xwe nede mafê jîyanê, di polîtîkaya evro de bersiveke xwe nabe. Felsefevanê sîyasetê Judith Butler di kitêba xwe Precarious Life (Jîyana Hesas) de pirseke wisa dike ku em bersiva wê baş dizanin; “Jîyana kê wekî jîyan tê qebûlkirin? Çi ye ya ku jîyanekê dike hêjayî şînê?”

Heke mirovahî bi hîyerarşîyeke wisa hatibe sazkirin ku em bikarin wê kategorîze bikin, bêxin rêzê, heke bi pêlekanên “mirov û kêmtir mirov”, hatibe pênasekirin, wê demê şîna jidestdanê jî li gorî van qaîdeyan tê dîyarkirin.

Ji ber ku malbata Dedeoğlu li herî jêra van pêlekanan û kêmtir mirov hat hesibandin, bikerê qetliamekê ye yê ku şîna wê bi heqî nehatî girtin û em nikarin rengvedana vê êşê ya civakî bibînin.

Tam li vêrê em berê xwe bidin wê rastîyê ya ku Butler dîyar dike ku ji ber “kêmtir mirovbûnê” êş hevpar nabe. Di navbera gotina Christoph Columbus ya berîya 500 salan ji bo niştecihên Amerîkayê gotî, “ew ne mirov in, heywanên wehşî ne” û “kurd tirkên çîyayî ne, prîmîtîf in” mixabin ji xeynî 500 salan borî çi ferqeke xwe nîne…

 

MOHRKIRINA HAFIZEYÊ

Civaka Tirkîyeyê tam jî ew pergal e ya ku evro civaka kurdan mecbûrî nîşandana êşa xwe dike, ezmûngerîya wê bi vê çendê dike û bi ser vê re tedbîqa daxwazên wê yên polîtîk dide zorê. Feqet, di vê babetê de Sara Ahmed destnîşan dike ku, bêyî ku birîna xwe bike fetîşek jî ew birin dikare li hafizeya civakî kûr bibe.

Mîna daxwaza maf û edaletê ya Dayîkên Şemîyê yên ku ji 20 salan zêdetir e, di orta bajarekî de, li ser lingan, navê xwe li wê meydanê dinexşînin, mîna malbat û dostên Hrant yê ku navê xwe li wî cihî nexişandî yê ew lê ketî, mîna agirê bênavber yê Enfalê…

Êşeke neşibe xwe, ne ji xwe be, neyê nasîn, neyê bihîstin, nayê parvekirin jî. Zemîneke ku êş tê de hevpar nebûyî, ji nava xwe aştîyê dernaxe.

Ji bo ku êş rengvedana xwe hebe û wateyeke civakî zeft bike, hewla şibîna bo xwe, hewla îsbata ku ji nava xwe ye, ligel ku ruhê klasîk yê mêtîngerîyê ye, ji piştevanîya neqilkirina travmaya civakî bo nifşên dahatuyê wêdetir, ne tiştek e.

Temamîya polîtîkayên ku bi bawerîya aştîya bi qaîdeyên beloq yên serdestîyê kurdan bêmal dihêlin, berîya her tiştî aştîyê manîple dikin, “derfeta aştîyê” ji meydanê radikin.

Bi vê polîtîkaya bêmalkirinê tiştekî teqez heye, ew jî ew e ku, em banga “carek din were” li gelek êşan, birînan dikin yên ku mîna qetliama malbata Dedeoğlu bersiveke xwe ya civakî nîne, nayên bihîstin.

Li cihê ku maf û edalet lê heyî, tenê bi naskirina kesên cuda, bi bihîstina wan, bêyî ku ew bên guhertin û mafên wan ji destên wan bên stendin, zemîneke adilane dikare bê avakirin. Her zemîna bi polîtîkaya “bûna tiştekî” tê ferzkirin, civaka kurdan bi fetîşa birînê ya ji bo dane-bawerîya êşa xwe mehkûmî serdestî dike, dê bibe navekî din yê heman pergalê.

Di dawîyê de, ziman, çand, polîtîka, daxwaza edaletê û têkoşîna hebûnê ya her civakekê ewqas bi qîmet e ku bo wijdana dewletê nayê hêlan.

Wergera ji tirkî: Cumhur Ölmez

1) Gelek afxan bê paşnav in. Yên paşnavên wan hene jî bi giştî navê bavê xwe kirine paşnav an jî navên xwe dubare kirine.

2) Ew Meclîsa Gel (250 kesên ji bo pênc salan di hilbijartina giştî de hilbijartî) û ya rûsipîyan jî (102 endamên ji bo çar salan, ku ji sêyan duduyê wan ji alîyê konseyên wîlayetê ve û ji sêyan yekê wan jî ji alîyê serokkomar ve hatine hilbijartin) dide ber xwe.

3) Texmînên Daîreya Navendî ya Statîstîkan a Afxanî.

4) Binêrin li nivîsara Antoine Ory, «“Harkis”ên Kabûlê», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar