Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Mafîa, sedemên kokvedanê

Kêmtir naskirî ji Cosa Nostra li Sîvîlyayê an jî li Camorra ya Napoîyê,’Ndrangheta, Mafia kalabrayî, li gel vê yekê yek ji yên herî tirsnak e. Ji ber meşandina desthilatîya xwe li ser aborî û sîyasetê, û ji ber kontrolkirina bi vî awayî xakên berfireh, ew îro bi dozeke dîrokî re rû bi rû ye. Lê belê zext nikare wê ji holê rake eger kokên vê sûckarîya rêxistinkirî hedef neyê girtin.

“Maxiprocès-Mezindoz»a ku 13ê çileya paşîn a îsal li dadgeha Lamezia Terme, li eyaleta Katanzaro, li Kalabrayê, herêma herî xizan a Îtalyayê pêk hat, vexwendineke lêhûrbûnê ye li ser Mafiayê û pêkhateyên wê yên cihêreng ‘Ndrangheta (mafiaya Kalabrayê), lê herweha Cosa Nostra (Sîcîlya), Kamorra (Napolî) û Sacraya taxa yekbûyî (Pouilles).

Sehneyeke bi heybet: 250 bersûc, 438 îdîaname, 600 parêzer, 30 alîyên sîvîl; rojnamevanên cîhanê giş dilezînin li nava navenda qirase ya bangê ya 3300 metrekare a veguherandine dadgeheke zêde bi girêdank û ewlekirî. Li vê şanogeha abîdeyî ye ku dadgeh, di şexsê dozger Nicola Gratterî de, dixwaze ronahîyê bide ser têkilîyên ‘Ndrangheta yên li gel derdora sîyasî, Masonan -ku dişibe pireke ji bo pêkanîna danûstandinan li gel bijartên xwecihî- û cîhana kar. Tewanbarî têra xwe hene: rêxistina sûc, kuştin, desteserkirin, sextekarî, pakkirina pereyan, dizîna malê gelemperî… Ev doza, serencama çar salên rapirsînên li nava gefên mirinê li dijî dozger (ê di bin parastineke îlawe de dijî), wekî «Rinascita-Scott» rinascita, «jinûvebûyîn-renaissance» hat binavkirin, bi hêvîya ku herêm karibe ji Mafiayê rizgar bibe; û «Scott» ji bo rêzgirîya li Sieben William Scott, ajanê Federal Bureau of Investigation (FBI) ku di 2015an de mir û di wextê xwe de derfet danî ber M. Gratteri ji bo ji hev derxistina têkilîyên navbera kartêlên madeyên hişber ên kolombî û ‘Ndrangheta.

13yê vê çileya paşîn a dozger serê sibê zû dest bi rojê kir. Saet li 8 û 30yî li pêşberî kamerayan, balê dikşîne pêwistîya çûna bi lez (nexasim ji bo pêşîgirtina reçeteyê) û ji raya giştî dixwaze dadgeran û endamên hêzên emnîyetê wekî «kesên pêbawer» bibînin. Lê belê, dema ew wisa diaxive, dinyayek tişt tên bîra mirov. Bêhejmar bûyerên tarî û tevlîhev, statîstîk, raporên parlamenteran (yê ku cara pêşî ji Mafiayê re hatîye veqetandin dirêjî sala 1876an dibe), pêşangeha mirovên curbicur, a lehengan, sûcdaran û dadgeran; gelek parçeyên dîroka îtalî, welatê ku komîsyona parlamenteran a li dijî mafiayê lê bicih bûye û gelek kursîyên ji bo bûyeran veqetandî (li zanîngeha Pavie, ya Roma …).

Em wekî din dikevin nava fikirîna li ser dîmenên «maxiprocès» yekê din, doza Cosa Nostra a li Palermê ya 1986-1987an, cureyê pêşî ê ji bo şahidîya vîneke ji dil a destwerdana dewletê, ku bi cezakirinên giran bi encam bû (bi tevahî 2265 sal cezayê hepsê). Axirî, em careke din dîmenên kabosî yên bersiva Mafiayê ya di vê heman dozê de dabû tînin bîra xwe: beşek ji otobana sîcîlyayî ya bi 500 kîlo teqemenîyê hilweşandî, 23yê gulana 1992yan, bi suîkasteke ku bû sedemê mirina dadger Giovanni Falcone, jina wî û sê parêzvanên wî. Ev trajedî wekî bûyera ku mora xwe li dîroka îtalî daye di hişê mirovan de maye. Piştî vê «êrişa mezin-maxi-attentat»yê, dewletê bi awayekî berbiçav têkoşîna li dijî mafiayê dijwar kir. Cosa Nostra li stratejîya xwe ya zêde bi şîdet û bi heybet peyderpey dawî anî û li serdema «patronê» nû Bernardo Provenzano (1995-2006), ê ku bû xelefê Salvatore «Toto» Riina, stratejîya xwe ya kûr da destpêkirin: noqbûyî, li nava kûrahîyan tevbigere.

Eger rûyê der-adetî yê van dozan hêza dewletê û biryardarîya wê ya bicihkirina çerxa zextê radixe pêş çavan, ew pê re dibe sedemê bi gewdekirina gelek pirsan jî: çawa û kengê wê biqede ev doza Rinascita-Scott? (ya Palerme bi qasî pênc salan dewam kir.) Çend sûcbar wê di dawîyê de werin cezakirin û bi cezayên çawa? Encamên vê yekê yên aborî û sîyasî wê çi bin? Lê belê nexasim: çi ye Mafia?

Ji bo Giuseppe Pitrè, «wateya ku li vê peyvê herî dawî hat barkirin êdî hema hema ne mimkin e were tarîfkirin(1)». Ev pisporê kevneşopîyên gelêrî yên sîcîlyayî îşaret bi «hesasîyeta mafiayê» dike, ango balê dikşîne vîzyoneke jîyanê, rêzikên livûtevgerê, awayê belavkirina edaletê li derveyî hiqûq û dewletê. Di pirtûka bi navê Le Jour de la chouette-Roja kundê, di 1960î de, nivîskar Leonardo Sciascia Cosa Nostra weha pênase dikir: «pergaleke ku berjewendîyên sinifeke (…) em dikarin wekî bûrjûwa pênase bikin birêve dibe; ew ne di valahîya dewletê de, lê di nava dewletê de dizê û bi pêş dikeve. Mafia, bi kurtî, bûrjûwaya kojer (parazît) e, bûrjûwazîyeke bê însîyatîf lê bes kedxur e» -dema li cîyekî din- vê «hesasîyeta mafiayî» tarîf dike(2).

«Mafia çîyayekî ji gû ye!» Ev hevoka çendîn caran hatîye qîrîn an jî nivîsandin li ser dîwarên bajaran, şermezarkirineke rewa îfade dike. Lê belê şermezarkirin wê têrê neke ji bo zeftkirina xwezaya dîyardeyê û şerkirina li dijî wê. Eger mafia çîyayek be, berî her tiştî çîyayê malê firotinê ye -cixare, berhemên sexte, madeyên hişber, çek, pere…- ku karîye bi taybetî bi navgîna şîdet û gendelîyê ji xwe re tedarîk bike. «Mafiayeke xwedî însîyatîf»(3)  a pir jêhatî ji demeke dirêj ve ye bi pêş ketîye û zane birêve bibe, bi rêxistin bike, kom bike û di navê de her kes xwedîyê meqamekî ye: patron-rêveber, çavdêr, hevpar, hevalbend, hilberîner, tedarîkvan, mişterî, berxur. Mafia qanûnan çêdike û wan dide pêkanîn, tawîzan dide, muzakereyan pêk tîne, navbeynkarîyan dike. Wekî dewleteke duyemîn a ku wê bizê û bi pêşkeve di nava qelşên a yekemîn de.

Ji ber vê yekê divê «sedemên mafîayê» werin têgihîştin(4). Îfadeya ku carna mirov pê kêfxweş dibû dikaribû bibe sedemê sosretan. Li gel vê yekê, têkoşîna bi tesîr li dijî rêxistineke sûcê hin pêwistîyan jî ferz dike: nasîna sedemên kûr ên hebûna wê, nirxên wê, gerdûna wê ya sembolî, nîzama wê ya hiqûqî; bi yek gotinê, çanda wê.

Her tişt bi zayîna neteweyê dest pê dike. Di 1861ê de, Yekîtîya îtalî «pirsgirêka başûr» anî rojevê. Paşdemayîna başûrê welêt (Mezzogiorno) vê herêmê bi awayekî fiîlî dixe nava pozîsyona jêrdestîyê di nava dewleta nû de. Ev şikestina orjînal ji destpêka yekîtîyê ve dibe nakokîyeke beloq, cudahîyeke li pêvajoya pêşxistina aborî, sîyasî û civakî ya neteweya ciwan, wekî ku her du organîzmayan her yekê dikaribû bi tena serê xwe rêya xwe bişopînin. Pir zû, bûrjûwazîya bakur, ku herêmên wê yên dewletî aborîya xwe bi pêş xistibûn bi danûstandinên li gel welatên cîran re, dibe serdest.

Li başûr, ku aborî û binesazî di rewşeke zehmet de ne, sinifa xwedî «milk» ditirse ku bi serhildanan û raperînên gundîyan desthilatîya wê di bin gefê de ye. Ji ber vê yekê pir xwezayî ye ku ew vedigere ber bi mafiaya ku hingê bi gelek komên çekdar rêxistinkirî ye, ji bo parastina xaka xwe û zeximkirina serdestîya xwe. Van komên krîmînel jixwe berê jî li dijî «bavê niştiman»a îtalî, Giuseppe Garibaldî ku soz dida gundîyan axê ji nû ve li wan belav bike, şer kiribû: Mafia hingê bû mîna baskê çekdar ê latifundistan (kesên xwedî milkên mezin) û pêşî li belavkirina axê girt. Di dema yekîtîyê de, başûr di navbera latifundistan û mafîyayê ji alîyekî ve, gundîyan û xwedî milkên biçûk de ji alîyê din ve, bûbû du parçe. Dewleta hê nû bû sedema nerazîbûnan bi ferzkirina bacê û wezîfa leşkerî, ku bi vî awayî malbatên xizan bêpar dihiştin ji milê wan ê hêja yê karê li zevîyan. Dewleta ku îmtîyazên xwe yên nû piştrast dikirin, bi şandina hêzên karabanî, ku ji kesên bîyanîyên çanda xwecihî pêk dihatin, hewl da dijberan îqna bike. Vê yekê giş bi xwe re mafia hê xurtir kir û rewabûna wê ya li cem beşeke civakê jî zêdetir kir.

Li ayîna pêşî ya ku her endamê nû yê rêxistina krîmînel divê bîatê bike, îdealeke nû tê peydakirin, kalîteyên cihêreng tên destnîşankirin: Qelenderî, şahanebûn, hêjabûn, wêrekî, fezîleta sincî, cihêrengî, rûmet(5). Çanda mafiayî xwe dispêre pîvanên mîna nirxên kevneşopî û gelêrî yên pir bicihbûyî li başûrê welêt û dîroka wê digihîje demên pir dûr. Ew van nirxan li gorî realîteya xwe û armancên xwe diguherîne û bi kar tîne.

‘Ndrangheta ku rehên wê digihîjin xakeke arkaîk di pêvajoya dehan salan de, wekî gelek çandan û bin-çandan, tûşî guherînê hat. Parastî bi labîrenta asê ya li nava gîyayên hejik veşartî, wê heta salên 1980yî debara xwe bi bac û xeraca bi darê zorê dikir. Bi madeyên hişber re, ew veguherî holdîngeke navneteweyî ya sûc û bazirganîya kokaînê, bêyî ku rêzik û nirxên xwe biguherîne. Ew ji ber vê yekê xwe wekî warê bi hev re jîyanê, arkaîzm, nûjenî, kevneşopî û nûbûn, ayînên kevnar û çanda dezgehî dide nasîn. Ayînên wê yên endamtîyê eynî wekî xwe mane (carîkirina cih, formulên hema hema nepenî, pevguheztina xwînê), lê belê personelê wê, li gel vê yekê, «nûjen» e: ji bo komkirina fêkîyên çalakîyên xwe yên li ser înternetê, ew li enîyên pêş ên teknolojîya dîjîtal cih digire(6).

Di çanda mafiayî de, girtîgeh xwedî roleke navendî û stratejîk e. Wekî cihê ezmûnê, ew herweha qada perwerdeyê ye jî ku li wir pugnali, cuteddi e bastuni («kulm, kêr û dar») tên fêrkirin, rutbeyên ku dihêlin meqamên fermandarîyê bên fetihkirin tên bidest-xistin. Peyva «‘Ndrangheta’» (an jî «‘Ndrangheta’») bi peyva grekî anér agathόs re tê têkildarkirin: rêxistin xwe weke komeleya «mirovên bêkêmasî», ku xaka ‘ndrine («qebîle» an jî «malbat») dide ber xwe dibîne. Lê belê tevahîya paradoksa rêxistina Kalabrayê ku heta bi navê xwe jî bi çanda maço tê sûcbarkirin, ew e ku fîgura sembolîk a dayikê, faktora hevgirtina malbatê, qebîleyê ‘ndrina’yê têde xwedî roleke navendî ye. Şefê qebîleyê wekî «il mamma santissima», «dayîkê pir pîroz» tê binavkirin, ango kesê destekê dide komê. Berevajîyê Cosa Nostra an jî Camorra, jixwe Ndrangheta pir kêm «hevkarên dadgerîyê» an jî îtîrafkar ji navê derdikevin. Wekî din, bi valakirina bajaran û gundan ji beşeke mezin a niştecihên wan ên mêr, pêlên koçberîya berdewam ji başûr -bêhtir jî li Kalbrayê- di eslê xwe de desthilatîya rêxistinkirina qada civakî, di cot valahîya bavan û dewletê de, li jinan hatîye spartin. Ha ji we re nifteyek fêhmkirina kûrahîya rehên Ndrangheta û şaxên wê yên lihevpêçayî û linavhevketî.

Têgihîştina ji vê realîteyê rêya xwe xilaskirina ji xeyalsazîyên qalib ên hêsan vedike: Mafia bi sûc re têkildar e û li hemberî wê pêwistî bi çerx û aksîyonên nîzama emnîyetî û dadgerî heye; Mafia dîyardeyeke bi temamî bîyanî ye ji bo vîna girseyan, ji ber ku gel baş e, li gorî cureyekî neoromantîzmê ku di wateya rexneyî de zêde nabe alîkar; Mafia nexweşîyek e, ango qederek e, di vî warî de tiştekî ku mirov karibe bike tune, hwd. (7)

Gelo ev mesele wê bi dawî bibe? Pirsa esasî ne ew e ka mafia wê dawîya dawî ji holê rabe an na, ji ber ku wekî ku dadger Falcone îdîa dikir, bi tesbîteke ku îro êdî meşhûr e, «Mafia dîyarderyeke mirovî ye; wekî hemû dîyardeyên mirovî, ew xwedî destpêkek e, dû re ew bi pêş dikeve û di encamê de, ew ê jî bi dawî bibe». Lê belê, kengê, çawa? Tiştekî ne realîst e xeyalkirina ku ew ê bi navgîna dozan û girtinan, çendî pêwist û bi feyde bin jî, ziwa bibe. Falcone herweha digot: «Eger em bixwazin şerekî bi tesîr bikin, divê em wê veneguherînin cinawirekî. Ew ne axtapotek e ne jî penceşêr e. Divê em li xwe mikur bên ku ew dişibe me.» Têkoşîn nexasim ji astengkirina berfirehbûna wê pêk tê. Bi vê bergehê, perwerde dikare bibe xwedî roleke dîyarker, ji ber ku dibistan cihê îdeal e ji bo birêxistina «berxwedanê». Li gorî dozger Gratteri, berî her tiştî afirandina «daxwaza» xwedûrgirtina ji mafiayê ye, nîşandana «nirxên» mafiayî wekî xirabîyeke mutleq e. «Eger ciwan biketana nava hewldana paşguhkirina nirxên wê, Mafiaya hêzdar û razdar wê wekî kabosekê winda bûbûya», li gorî Paolo Borselino, dadgerekî din ê sîcîlyayî ku di 1992an de hat qetilkirin. Ev jî bi awayekî xwezayî tê wateya dewleteke xurt û bêkêmasî, dewleteke parêzvan, zêdetir nêzî welatîyan ji ber ku mafia, bi xwe, alîkarî û destekê dide, ji alîyê aborî ve jî, malbatên endamên xwe yên girtî an jî yên di zehmetîyê de ne. Bi rêjeya ji sedî 20,1ê bêkarîya li Kalabrayê (ji sedî 9,2 li Îtalyayê)(8), wezîfeya dikeve ser milê dewletê zêde zehmet xuya dike.

«Li gorî we mirov çawa dikare li dijî mafiayê têbikoşe?», wisa pirsî xwendekarekî ji nivîskar Saverio Strati. Û nivîskar ev bersiv dayê: «Ez dixwazim çavdêrîyeke ku bi min re jî têkildar e, bikim. Ez bawer dikim ku em, mirovên ji başûr, em tev xwedî feraseteke mafiayî ne, ji ber ku her yek ji me tenê bi karên xwe yên biçûk ve, bi qebîla xwe û malbata xwe ve mijûl e. Her yek ji me, gava tiştekî divê -ji dezgehekê, ji esnafekî-, dixwaze hema di cih de were bicihanîn. Em hê fêr nebûne bikevin dûvê dorê. Em fêrî vê pratîka besît a civakî û welatîbûnê nebûne. Ev dibe ku wekî detayekê xuya bike, ne wisa, lê belê heta ku em fêrî ketina dûvê dorê nebin, mafia wê bi pêşkeve.»(9)

* Serokê Beşa Alto Crotonese ya Ensîtûya Kalabrayê ya Raffaele Lombardi Satriani ji bo Lêgerîna Folklorî û Civakî, şaredarê berê yê Petilia Policastro (Kalabra).

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_____________

1) Giuseppe Pitrè, La Mafia e l’Omertà, Edizioni Brancato, Catane, 2007.

2) Leonardo Sciascia, Le Jour de la chouette-Roja kundê, Flammarion, coll. «GF», Paris, 2015.

3) Pino Arlacchi, La Mafia imprenditrice. L’etica mafiosa e lo spirito del capitalismo- înîsîyatîfvanê mafiayê. Sincê mafiayê û gîyana sermayedarîyê, Il Mulino contemporanea, Bologne, 1983.

4) Collectif, Le Ragioni della Mafia. Studi e ricerche di « Quaderni calabresi – Sebebên Mafiayê. Xebat û lêgerînên «Defterên kalabreyî», Jaca Book, Milan, 1983.

5) Li ser ayînên destpêkê, cf. Enzo Ciconte, Storia criminale. La resistibile ascesa di Mafia, ‘Ndrangheta e Camorra dall’Ottocento ai giorni nostri- Çîroka sûc. Bilindbûna bêhempa ya mafia, Ndrangheta û Camorra yên Sedsala XIXemîn, Rubbettino, Soveria Mannelli (Catanzaro), 2008.

6) Cf. Nicola Gratteri et Antonio Nicaso, Fratelli di sangue. La ‘Ndrangheta tra arretratezza e modernità : da Mafia agro-pastorale a holding del crimine- Destebira. ‘Ndrangheta ya di navbera paşvemayînê û nûjenîyê de: ji Mafiaya çandinî-gundewarî ber bi holdîngên sûc, Luigi Pellegrini Editore, Cosenza, 2006.

7) Luigi M. Lombardi Satriani, «serketina mirinê-Il trionfo della mortificazione», û Francesco Tassone, « xwendinên cuda- Le letture separate », di xwendinên Mafiayê de – Le letture della Mafia, Qualecultura – Jaca Book, Vibo Valentia – Milan, 1989.

8) Enstîtûya Statîstîkan ya Neteweyî (ISTAT), Rome, 2020.

9) Collectif, Strati a Petilia, Stampa Due L, Mesoraca, 2014.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial