Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ma vegera ji Rojava sûc e?

Bi bahaneya têkoşînkirina li dijî şervanên îslamîst, Parlamentoya Fransî îmza xwe danî bin gelek qanûnên «dijterorîst» ên dihêlin nîyet li şûna delîlan were bicihkirin. Wekî lûtkeya fehşîtîyê, ev tekst ji bo şopandina kesên xwestine li dijî cîhadîzma li Sûrîyeyê şer bikin, îro wekî bingeha qanûnî tên bikaranîn. Hilgirtina çekan li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî DAÎŞê ji bo çerxa polîs dibe hêmaneke sûcbarîyê.

8ê kanûna 2020î, Rêveberîya Giştî ya Ewlekarîya Hundirîn (DGSI) li Dordogne, Val-de-Marne û Ille-et-Villaine şeş zilaman û jinekê dide girtin. Pêşkêşkirî wekî endamên «çepa tundrew» û gumanbarên amadekirina çalakîyên şîdetî li Fransayê, ew kes bi pêkanîna «komeleya sûcên terorîst», ku sûcekî cezayê wî sî sal zîndan e, tên sûcbarkirin. Hin medya cih didin «çavkanîyeke nêzî jêpirsînê» ya îdîa dike ku van kesan hucreyeke veşarî ji bo êrişbirina ser polîsan saz kiribû. Le Point sernav: «Sûrîye, SDF, dosya S: profîla endîşedêr a şefê koma çepa tundrew» (13 kanûna pêşîn 2020).

Lê belê formulên sansasyonel têra rûpoşkirina hesasbûna dosyayê nakin. Hêmanên desteserkirî di dema serdegirtinan de di esasê xwe de berhemên wisa nin ku dikarin di çêkirina teqemenîyan de bên bikaranîn, lê belê tiştên gelemperî ne (ava bi oksîjen, asetona klorîk) çifteyeke nêçîrê, demançeyeke sexte ya Airsoft, kaskeke CRS… Ji van hêmanên ku ji raya giştî re heta îro hatine eşkerekirin yek tenê jî nîyetên sûcbar an jî projeyeke zelal a derbasbûna çalakîyê îspat nake. Dadgeha têkoşîna li dijî terorê, li ser mijarê tu agahî nedan û dozgerê ji lêpirsînê berpirsîyar jî red kir bersivê bide pirsên me.

Sûcbarîya esasî ya li «şefê» qaşo yê grûbê tê kirin: ew li Sûrîyê tevlî têkoşîna li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (RDÎ – DAÎŞ)ê bûye. Careke din, DGSI hewl dide mîlîtanan ji ber tevlîbûna wan a nava hêzên erebo-kurd ên Sûrîyeyê, Hêzên demokratîk ên Sûrîyeyî (HDS) sûcbar bike, tevî ku ev hêz ji alîyê Rêveberîya Giştî ya Ewlekarîya Derve (DGSE) ve tên destekkirin… Di navbera 2015 û 2019an de, bi qasî sî ciwanên fransî ji bo şer wê çûbin Rojava, li gorî hesabekî aktîvîstan. Bi tevahî çil û heft beşdarên dildar ên navneteweyî hene (yanzdeh ji wan amerîkî, heft brîtanî, pênc alman û sê fransî) li nava bi qasî sî hezar şervanên (bi piranî kurd, lê belê herweha ereb, êzîdî, suryanî, û hwd.) jîyana xwe ji dest dayî di dema parastina herêma xweser de. Li nava dildarên ji Fransayî leşkerên berê an jî kesên armanca wan têkoşîna li dijî cîhadîyên DAÎŞê ye, hebûn. Wekî din, çend mîlîtanên marksîst, azadîxwaz an jî dij-faşîst ên nêz an jî dûrî rêxistinên çepa dijkapîtalîst li ber çavan diketin û wan jî dixwest pêvajoya şoreşger a berdewam a li bakurê Sûrîyeyê biparêzin(1). Piştî vegerîyan Fransayê, ev mîlîtan hema hema giş di pratîkê de ji alîyê DGSÎyê ve hatine vexwendin û şopandin.

Di çîroka xwe de,(2) M. André Hébert ji raya giştî re li bin navekî çêkirî xuya dike da ku ewlekarîya xwe biparêze û şerekî kolektîf veneguherîne yê ferdî. Piştî mayîna du caran li Rojava, ev mîlîtanê marksîst niha êdî, wekî gelek hevalên xwe, wekî «S» hatîye fîşkirin, ango li nava dosyaya kesên şopandî wekî xetereyeke potansîyel li dijî ewlekarîya dewletê tê nîşandan. Di kanûna pçşîn a 2016an de, polîsên DGSIyê dest danîn ser parasort û nasnameya wî ji bo ku nikaribe ji welêt veqete. Polîsan pala xwe dida qanûneke bi navê «dij-terorîst» a di 2014an de derxistî ya ji bo pêşîgirtina li ciwanên fransî ên dixwazin tevlî nava refên cîhadîyan bibin(3).

Mîrasa mîlîtanên dij-frankoîst

Li gorî danezaneke wezareta karên hundir, eger M. Hébert «karibûye ji nû ve xwe bigihîne nav refên şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), vegera wî ya ser xaka neteweyî wê bibe gefeke bi taybetî xedar ji bo nîzama gelemperî, ji ber tecrubeya xwe ya operasyonel li qadê ku dikare li dijî berjewendîyên fransî di çarçoveya çalakîyên şîdetî yên çepa tundrew a şoreşger de bi kar bîne». Di adara 2017an de, dadgeha îdarî ya Parîsê biryara wezareta karên hundir xira kir. Parêzerê M. Hébert, Me Raphaël Kempf sedema vê yekê weha îzah dike: « Dadgehê çîroka ji alîyê DGSÎyê ve çêkirî xira kir, ji ber ku ev çîrok xwe naspêre tu delîleke ku karibe îspat bike ku aktîvîteyên YPGê xwedî karaktera terorîst in. Dadgeran jî qebûl kir ku ew ji bo ewlekarîya gelemperî di dema vegera xwe ya Fransayê de tu rîskekê teşkîl nake

Lê belê DGSIyê dev ji mîlîtanên bi Rojava re têkildar bernedan û hê jî çîrokên teşqele yên ji alîyê beşeke medyayê ve tên bikaranîn li pey hev rêz dike(4). Di kanûna paşîn a 2021ê de, M. Laurent Nuñez, koordînatorê neteweyî yê îstîxbarat û têkoşîna li dijî terorîzmê, bal dikişand ser mîlîtanên vegerîyayî yên «pijîyayî» yên bakurê Sûrîyeyê û ew dixistin heman kategorîya derdoreke «çepa tundrew» a tevlî gelek çalakîyên şîdetê yên «tundîya nizm» bûne -ku beşeke wan a mezin li dijî bikaranîna telefona ne-. Li gorî wî, van mîlîtanan «li gel tevgerên panafrîkî, bi şermezarkirina şîdeta polîsan û li gel hawîrdorparêzan an jî li dijî îslamofobîya dewletê» wê têkilî danîbin û armanca wan wê «hilweşandina sazîyên komarî» be.(5) Kolektîfa şervanên jin û mêr ên fransîaxêv ên Rojava (CCFR) bi bêminetkirina pergala sîyasî ya li Fransyê bi rêyên din ên derveyî çalakîyên şîdetê bersiva wî da: «Bi vegera malê, em ne li bendê ne ku xelata rûmetê (Légion d’honneur) ji we wergirin, ne jî em dixwazin ji alîyê çi kesî ve spasîya me were kirin, lê belê me nikaribû xeyal jî bikira ku em ê wekî dijminên hundirîn werin destnîşankirin û muameleya cîhadîyan ku me li dijî wan şer kiribû wê bi me re were kirin (6

1-Hébert dilsozîya xwe tîne ziman ji bo xeta mîlîtanên navneteweyî yên şoreşger ên di 1936an de li nava refên komargerên spanî. Berhema kolektîf a ku wî lê tevkarî kirîye(7) wekî referans pala xwe dide Le Hommage à la Catalogne (Spasdarî ji bo Katalonyayê), pirtûka ku têde George Orwell di dema şerê Spanyayê de têkoşîna xwe ya li kêleka mîlîsên Partîya Karker a Lihevgihandina Marksîst (POUM, dij-stalînî) vedibêje. Ji bo nivîskarên Hommage au Rojava (Spasdarî ji bo Rojava), herweha girîng e were vegotin ev têkoşîna li dijî DAÎŞê û şahidî were kirin ji bo tecrubeya «komunalîst» a berdewam, ku xwe dispêre sosyalîzmê, laîsîteyê, wekhevîya navbera mêr û jinan û herweha navbera komên etnîk û olî. «Ji bo destekkirina vê şoreşê em bi rê ketin, wisa vedibêje M. Hébert. Em mirovên ji rêzê bûn û li kêlîyeke jîyana xwe, me her tişt li pey xwe hişt, bi awayekî zelal û bêserhişkî, ji bo em têbikoşin li kêleka gelên Kurdistana Sûrîyeyê. Lê belê, ji 2016an ve, DGSI biryarê dide ka kî dildarekî baş ê YPGê ye û kî dildarekî xirab e. Kesên polîtîze nebûbûn endîşe nedikirin, lê belê kesên xwedî profîleke mîlîtan tên şopandin û fîşkirin. Servîsên polîs di atmosfera tengezar a sîyasî de me wekî batirsok, wekî reşikên bostanan bikar tîne.»

Li bin bombebaranên tirkan

Dawîya 2016an, hema piştî wergirtina lîsansê li zanîngehê, mîlîtanê ku xwe wekî Sîyah bi nav dike ji bo sal û nîvekê çû Rojava. Ew di sibata 2019an de dîsa vegerîya wê derê, vê carê jî ji bo heşt mehan. Ew tevlî gelek pevçûnên li dijî DAÎŞê bû, lê belê herweha pevçûnên li dijî artêşa tirk û mîlîsên wê yên îslamîst jî, li dema dagirkirina beşekî Rojava di adara 2018an de, dûre di çirîya pêşîn a 2019an de, li tenişt hêzên Demokratîk ên Sûrîyeyê HDS, ku hingê ji alîyê M. Donald Trump û welatên rojavayî ve bi tenê hatin hiştin. Li dirêjahîya bombebaranên balafrên tirk li ser Efrîn û Serê Kanîyê, gelek hevalên Sîyah ên kurd, ereb û navneteweyî jîyana xwe ji dest dan. Çawa vegerîya Fransayê, di cih de DGSIyê gazî wî kir: «Wan bi saetan îfadeya min girt li ser dilsozîya min a bi Rojava re, lê belê herweha li ser tevahîya rabirdûya min a mîlîtanî li Fransa û Ewropayê, wisa tîne ziman Sîyah. Li hemberî îradeya min, bi min dan fêhmkirin ku feyda min têde ye ku ez bi wan re hevkarîyê bikim. Lê belê çarçoveya wan a destwerdanê ne qanûnî bû, ji ber ku çûna Sûrîyeyê ji bo têkoşîna li kêleka hêzên kurd hê jî ne sûc e… Ji niha û pêve ez êdî bi “S” fîşkirî me û ev yek gelek pirsgirêkan ji bo min bi gewde dike li balafirgehan gava ez gerûgeştê li Ewropayê dikim. Polîs wekî ku ez îslamîstek bim li hemberî min tevdigirin.»

Sîyah balê dide ser helwesta hevnegirtî ya Dewleta Fransî ku hewl dide dildarên navneteweyî krîmînalîze bike lê di heman demê de jî hêzên xwe yên taybet şandine ji bo ku destekê bidin hêzên kurd. «DGSI pir baş zane ku YPG ne tevgereke terorîst e. Dewleta fransî di rewşeke nexweşîya derûnî ya nevrozê de ye. Polîsên wê, berdêl çi dibe bila bibe, hewl didin taahuda me ya li wir û ya vir bi hev re têkildar bikin. Demeke dirêj e ew hewl didin tevgerên şoreşgerî li Fransayê krîmînalîze bikin. Wan qafê xwe xwarîye bi serhildarên gel re, bi “êlekzeran” re, bo zadîstan, black blokan û li ser çepa tundrew û şaneyên wan ên veşarî ji xwe re xeyalan saz dikin.»

Servîsên dewletê biryarên qanûna ceza yên li ser navê têkoşîna li dijî terorîzmê hatine derxistin, ji bo kontrolkirina livûtevgerên sîyasî an jî civakî bi kar tînin. Me Kempf rewşê weha şîrove dike: «Ev dikare wekî tiştekî ecêb xuya bike ku wezareta karên hundir bi bikaranîna biryara îdarî ya li gorî qanûna antîterorîst a sala 2014an nahêle mîlîtanê çepgir André Hébert, biçe şerê DAÎŞê bike. Lê belê pirsgirêk ev qanûn in, qanûnên ku îhtîmala wergirtina tedbîrên bi zorê beramberî hin welatîyên me li ser bingeha gumanên besît ferz dikin. Jêdera van jî servîsên îstîxbaratê ye û ew tenê xwe dispêrin “notên spî”, belgeyên ku gelek caran bê tarîx, bê nav in ku bûne rapor li gorî agahîyên ku servîsên îstîxbaratê îdîa dikin ku kom kirine.» Di pirtûka xwe ya bi navê dijminên dewletê de(8), Me Kempf koka kelepora hemdem a ji qanûnên azadîkuj bigirin heta «qanûnên xirab» digihîne yên di dawîya sedsala XIXem de ji bo perçiqandina anarşîstan hatine derxistin û bikaranîna wan pir zû berbelav bûye. Li gorî parêzer, qanûnên awarte yên ji bo têkoşîna li dijî terorîzma îslamîst hatine derxistin, ji niha û şûn ve li dijî kesên wekî misilmanên «zêde» bi bawerî, ekolojîstên «zêde» radîkal, xwepêşandêrên «zêde» çalakger û heta li dijî muxalîfên sîyasî jî wê bên bikaranîn. Mîlîtanên angajeyî Rojava jî êdî li ser heman lîsteyê ne.

Emsaleke berê, doza Tarnac

Sûcbarkirina «komeleya sûcdaran» li ya duyemîm a sê «qanûnên xirab» ên di 1893 û 1894an de hatine derxistin, hat bicihkirin. Li vê qanûnê îfadeya «terorîst» di qanûna 22yê tîrmeha 1996an de hat zêdekirin û bi vî awayî pêkanîna wê berfireh dibû, berîya ku ceza werin girankirin bi qanûnên din ên salên 2004 û 2016an. Sekreterê giştî ya sendîkaya dadgerîyê, dadgera jêpirsînê Sarah Massoud muxelefeta berê ya rêxistina xwe beramberî vê sûcbarîyê bibîr dixe: «Ji bo me, ev sûcên biçûk ên nîyetê bûn. Ew bi awayekî şîlo di nava hêmana xwe ya madî an jî nîyetî de hatine tarîfkirin. Em êdî li derbasekê nagerin ji bo em bikevin nava livûtevgerê û em ê li wêdetirî hêmanên nîyetî nenêrin ji bo em bibin xwedî nîyetên jidil. Ev tarîfa sûcbarîyê xetere ye, ji ber ku ew qanûneke ceza ya plastîk ku çarçoveya wê têra xwe vezelînok e, diafirîne(9)».

«Rêxistina sûcê terorê» li dijî mîlîtanên azadîxwaz an jî dijkapîtalîst du caran hat bikaranîn. Doza pêşî ya di 2007an de têkildarî aktîvîstan bû. Dihat îdîakirin ku wan madeyeke sotîner a ku neteqîyabû li bin erebeya wesaîtkêş a polîs bicih kiribûn. Ji şeş mehan heta salekê cezayê hepsa giran li wan hat birîn. Doza duyemîn a bi navê «de Tarnac», têkildarî sûcbarîyeke di 2008an de li dijî heşt mîlîtanan bû. Ji wan guman dihat kirin ku şaneyeke wan a «nexuyayî» hebû û «armanca wan şerê çekdarî» bû û xetên rê yên TGVê sabote kirine. Piştî deh sal gerîna polîsan, dadgeha ceza ya Parîsê 12ê nîsana 2018an biryara berdana bersûcan da. Ev fîyaskoya edlî zêdegavîyên qanûna dij-terorîzmê nîşan dide, nexasim ew gav ji bo armancên sîyasî tê bikaranîn. Lê belê sûcbarkirin didome û ew di nîvê vê kanûna pêşîn a borî de jî li dijî heft kesên binçavkirî hat bikaranîn.

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_____________

1) Binêrin li nivîsa Mireille Court û Chris Den Hond, «Utopyayek li nava dilê kaosa sûrîyeyî», Le Monde diplomatique, îlon 2017.

2) André Hébert, Heta Reqayê. Li gel kurdan li dijî Daîşê, Nameyên xweşik, coll. «Bîranên şer», Paris, 2019.

3) Loi n° 2014-1353 du 13 çirîya paşîn 2014.

4) Matthieu Suc û Jacques Massey, «Ev vegerîyayên ji Rojava yên servîsên îstîxbaratê dixin nava endîşeyê», Mediapart, 1ê îlona 2019an.

5) Jean Chichizola û Christophe Cornevin, «Laurent Nuñez: “Li gel 170 sabotajên pêkhatî ji adar 2020î ve, çepê tundrew dibe desthilatdar”», Le Figaro, Paris, 13 kanûna paşîn 2021.

6) «Operasyona dij-terorîst a 8ê kanûnê. Trîbuna kollektîf a şervanên jin û mêr ên fransîaxêv li Rojava destekê didin hevalê xwe yê girtî», Sibeya duşemê, 2 sibat 2021, https://lundi.am

7) Collectif, Spasdarî ji bo Rojava. Şervanên navneteweyî şahidîyê dikin, Libertalia, Montreuil, 2020.

8) Raphaël Kempf, Dijminên dewletê. Qanûnên xirab, ji anarşîstan ji bo terorîstan, La Fabrique, Paris, 2019. Binêrin li nivîsa Raphaël Kempf, «Vegera qanûnên xirab», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2020.

9) Florence Blisson, «Rîsk û xetereyên komeleya sûcên terorîstî», Délibérée, n° 2, Paris, 2017.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial