Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Lîstika GO ya Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî

Li pey M. Donald Trump, gelek şirovekar texmîn dikin ku Çîn ketîye nava pêvajoyeke hilweşandina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî. Her çendî zehmet be jî pîvandina tesîreke berbelavbûyî, daneyên hejmarî yên li ber destan nîşan didin ku heqîqet û ev xeyalsazî pir dûrî hev in. Bi armanca bazirganî an jî rewakirina livûtevgera xwe, Pekîn vê gavê, dixwaze tenê hin şaxên rêxistinê bike hedef.

“Karmendên çînî yên payebilind li Neteweyên Yekbûyî bi tilîyên destekî dikarin bên jimartin. Tevî vê jî ev yek ne ji ber kêmbûna meqamên berpirsîyarîyê ye.” Em di sala 2005an de bûn. Birêz Wang Jingzhang, dîplomatekî çînî yê ku niha xanenișîn bûye, ku demeke dirêj sekreterê komîteya mueyîdeyan a li dijî Iraqê bû, di çapemenîyê de gilîyê welatê xwe dike(1). Koma piçûk a karmendan ku ji alî Pekînê ve hatibûn șandin New Yorkê, di eslê xwe de, bitenê ji wergêr û nivîskaran pêk dihat. Yên ku ne zimannas bûn “li servîsên teknîkê û giștî dihatin belavkirin û bi vî awayî bi pêș diketin.” Li gor wî, ji heșt rêveberîyên Sekreterîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY), bitenê beșê Lijneya Giștî û rêveberîya konferansan, ku ji birêvebirina civînên pir mezin, gelek caran ji karmendekî çînî yê ku karibûna bigihîștana dereceya cîgirê sekreterê giștî re dihatin hiștin. Çînî dibêjin qey ew tekerê pêncem ê erebeya RNYê ne. 

Piștî panzdeh salan, tablo bi awayekî balkêș guherî: niha gelek ji wan li meqamên reveberîyê bicih bûne, wekî minak li Dîwana Dadmendîyê ya Navneteweyî (ICJ) yan jî li Yekîtîya Teleragihandinê ya Navneteweyî (ITU)  ew hene. Hin șirovekerên peywendîdar bawer dikin ku pir kêm welatek dikare di demeke ewinde kêm de bandoreke ew çend mezin bike. Hinekî wekî ku, dotirarojê ya vexwarineke dûvdirêj a pîrozkirina “dawîya dîrokê”, di 2020î de Rojava bi serxweșîya ji êvarî de mayî șîyar bibe û bibîne ku, li ser maseya Neteweyên Yekbûyî, Çînê taștê hazir kirîye.

[emember_protected]

Kêm-temsîlîyeta li nava çerxên Neteweyên Yekbûyî

Tevî vê jî, berhevkirina șahadetîyên di derbarê encamên vê pêșketinê de ne hêsan in: li gor peymanê, ji ber ku divê girêdayî berpirsîyareke ihtîyatî bin û binpêkirina vê yekê dikare bibe sedema ku karê xwe ji dest bidin, karmendên RNY tim divê hay ji xwe hebin; dîplomatên ku ji xeynî xezeba Çînê tiștekî din ê ku jê bitirsin tuneye jî weha ne. Çibigre hemî jî naxwazin ku navê wan eșkere bibe. M.P.F., ku dîplomatekî fransî yê li New Yorkê ye, vê yekê weha șirove dike, “Çîn, bi awayekî pir organîze û sîstematîk, kiryarên xwe li gor demê pêk tîne. Awayê xebata civata çînî, plankirina her tiștî ye û ev yek di nêzîkbûna wê ya navneteweyî de jî weha ye.”

Komara Gelêrî ya Çînê, ku li șûna Taywanê, di 1971ê de kete RNYê, tevî ku xwedî statuya endama daîmî ya Konseya Ewlehîyê jî bû, demeke dirêj li kêlekê ma. Ji bo ku bi birêz Shi Jiuyong, serokayetîya Dîwana Dadmendîyê ya Navneteweyî (ICJ) bigirtana, divîya xwe heta 2003yan ragirtana. Pașê karwan bi rê ket. Di 2007an de, Margaret Chana honkongî hate ser rêveberîya ajansa yekem a pispor, Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (WHO) ya NYê. Ev çepereke weha bû, ku bi taybetî jî piștî maweya hilbijartina wê ya cara yekem bi salekê, di 2018an de, dê pizîșkîya gelêrî ya çînî derxista asta pîvanên navneteweyî. Di dema ya dawîn de, piștî hilbijartina Xanim Tsai Ing-wen, seroka Partîya Demokrat a Pêșeng a Serxwebûnparêz, di 2016an de, wekî seroka giravê, berîya ku di bin zexta Çînê de ji karê xwe bê bidûrxistin, Taywan di meclîsa giștî ya WHOyê de kir endama çavdêr.

Di sala 2007an de, herweha birêz Sha Zukang dê bibûna serokê Dezgeha Karên Aborî û Civatî (DESA) ya stratejîk, ku hivdeh “Objektifên pêșketina domker” ên ku meclîsa giștî, di 2015an de qebûl kiribûn, pêș dixistin. Di heman salê de, bêyî ku bêtir balê bikșîne ser xwe, Çînê jixwe çar ajansên pispor kontrol dikirin. Îro jî hîn rewș weha ye, lê dîmen guherî û endîșe zêde dibin.

Tevî vê jî, rewșa heyî biqasî ku xuya ye pir seyr e, reqemên heyî nîșan didin ku Çîn di nav çerxên Rêxistinê de hîn jî wekî pêdivîye nayê temsîlkirin(2): Di 2018an de, di nav 37 505 kesên ku wekî karmend ji alî sekreterê giștî bitenê ve hatibûn tayînkirin (hêzên kumșînên aștîyê ne têde), bitenê 546 karmendên çînî hebûn, ku piranîya wan wergêr (132) bûn, Mandarînî yek ji șeș zimanên fermî yê RNY bû. Çîn li pey Hindistan (571), Iraq (558) an Qralîyeta Yekbûyî (839) dihat. Ew ji Fransayê (1 476) yan jî Dewletên Yekbûyî (2 531) pir dûr bû. Heke meriv hemî herêm û beșên (kumșîn ne têde) NYyê tevlîhev bike, jimara çînîyan di navbera 2009 û 2019an de pêșketîye, li hember vê ya amerîkîyan kêm bûye, lê hîyerarșî herwekî xwe maye. Hêza karkirinê ya Çînê ji % 1,2yê jimara tevayî ye (li hemberî reqema ku berî bi deh salan bi zorê xwe digîhand ji % 1ê) û yê Dewletên Yekbûyî ji % 5 (li hemberî ji % 5,8ê)(3). Îcar zor e ku meriv îdia bike bêje wê Rêxistin dagîr kirîye.

“Berevajîya hinek welatan, ku amadebûneke wan a hem berfireh û hem jî pir belav heye, çînî li ser hin hêlan konsantre dibin, M. P. F. ravedike, li ser meqamên serekî israr dikin, hergav ne di asta pir bilind de, lê li ser pozîsyonên ku çarçaveyeke wan a dîyarker an ku di karîgerîya rêveberîyê de tayinker in, rediwestin. Baș dizanin wan destnîșan bikin.” Mînakeke tîpîk: DESAya girêdayî sekreteryayê, bi sê rêveberên li pey hev, ji çardeh salan vir de bûye keleha çînîyan. Ev beșê ku baș nayê naskirin, dîsa jî nivîskarê serekî yê hemî wêjeya NYê ye: raporên wê û rênîșandanên wê bikêrî xweșkirina bingeha gotûbêjan û xebatên ragihandinê yên Meclîsa Giștî û herweha jî yên Konseya Aborî û Civatî (Ecosoc), organa șêwirmendîyê ya RNYê tên. Weșanên wê yên salane yên li ser armancên pêșxistina pêșketina berdewam an “Dîmenên wê yên aborîya cîhanî” ku bi awayekî berfireh, ji korîdorên NYê dûr, li her dera cîhanê wekî nimûne tên bikaranîn.

“Piranîya para biryaran û pêngavên girêdayî van organên [DESAyê] ne yekser bi alî berjewendîyên Çînê de diçin, yan jî di her hal û karî de li dijî wan dernakevin, dîplomat dibêje û dibilîne. Ev stratejîyeke helwestgirtinê ye ku xwe, herweha, li ser metnan jî konsantre dike. Biryarek li ser mijareke baș dîyarkirî ku hêmanên zimanî yên metnekî bikartîne dê ji alî hiqûqî ve bandorekê li ser awayê sinordarkirina dewletan û li ser destûra bipîvan a pêș bike.” Di metnên ku ji alîyê vê departemanê ve hatine afirandin de, meriv dikare “modêla serketina aborî ya çînî(4)” helbet pesindana wê jî- yan “peyana kember û rê” (Belt and Road Initiative, BRI), projeya mezin a Pekînê, ku wekî navgîneke “hevkarîya ji bo pêșketina berdewam(5)” tê nîșandan jî bibîne.

Bi awayekî neyînî, Çîn hewl dide ku bi saya destdanîneke ser, an bikêmanî kontroleke li ser axaftinê îmaja xwe biparêze. Bi vî awayî, “karebûna wê ya ku xwe di nav armancên giștî, yên wekî armancên pêșveçûna berdewam de tomar bike, birastî jî tu carî nehate minaqeșe kirin, dîplomatê me diranên xwe dișidîne û dibêje, hîn ku em nikarin bêjin ku pîșesazîya çînî bibe ya herî kêm hewayê gemarî dike, ne jî ku sozê ji alî Xi Jinping ve li ser hawîrdorê hatine dayîn pir bi bandor bûn. Di gel vê jî, Çîn li her derê wekî parêzereke hawîrdorê, cihêtîya bîyolojîk û hwd. tê zanîn. Di warê axaftin û îmajê de, bandor îknaker e.”

Ev yek stratejîk e, DESA jî weha ye, li gor gotina wî, “yek ji xalên ketina nav Rêxistinên Civata Sivîl [RCS] ku ji xwe re li statuyeke șêwirmendîyê li gel Ecosocê digerin. Bi piștgirîya xwe ya Komîteyên RCSyan, ew rêberîya [wan a] di warê awayê bêșdarîya herî baș ê xebatên Konseyê de dike(6)” Û ji ber ku pirsên girêdayî “gelên xwecîh” jî dikevin nav berpirsîyarîya DESAyê, rêveberîya wê ya Çînî, hema ku çalakîyeke Tîbetî yan Ûygur ya ku ew nexwaze dest pê bike, ew di rêza pêșî de ye da ku rê li ber bigre…

Bi vî awayî, di 2017an de, sekreterê giștî yê wê demê birêz Wu Hongbo, bi lîstina karta șubheya terorê ferqa xwe nîșan da û çalakvanê Ûygur, Dolkun Îsayê ku ji bo beșdarîya rûniștina daîmî ya salane ya pirsa gelên xwecîh a Neteweyên Yekbûyî hatibû, bi hêzên ewleyîyê ji welêt der kir. Birêz Wu, pașê ev jest di televîzyona dewletê ya Çînê de girte ser xwe. Sala piștî wê, șûngirê wî, birêz Liu Zhenmin, dîsa xwest heman tiștî bike, lê ji ber midaxeleyên misyonên dîplomatîk ên alman û amerîkî bi ser neket.

Siyaseteke bazirganîyê

Rapora dawîn a Rêxistina Netewe û Gelên Temsîlnekirî (UNPO)(7), ku RCSyeke ne fermî ye, lê herweha bi awayekî rêkûpêk him hikûmeta katî ya Eyaleta Savoy û him jî Kongreya Cîhanî ya Ûyguran anîn cem hev, hemî teknîkên rêgirtinên burokratîk ên li dijî milîtanan, ji alî dîplomat û karmendên li DESAyê, li Ecosocê yan jî li Konseya Mafên Merivî bikitekit ravedike: pêvajoya pêbawerbûnê ya ku bizanebûn tê dirêjkirin, çavtirsandin, destdanîna ser dema axavtinê. Ji her welatî bêtir, Çîn bi awayekî nîzamî xwe dide kêleka Rûsya û Îranê û naxwaze ji wan biqete. Di adara 2018an de, biryareke usûlê (ku jê re 9 dengên bê veto pêdivî bûn) da ku derfetê bide Komîseryaya Bilind a Mafên Mirovî ku li Konseya Ewlekarîyê, li ser binpêkirina mafên merivî li Surîyeyê agahdarîyan bide, piștî ku Perava Qîlêfîl li dijî wê deng da hate redkirin. Gelek kesan ev yek wekî encama zexteke nehênî ya Pekînê dît. Di çirîya pêșin de, her çend ku hinekî bandora xwe îsal wenda kiribe jî, Çînê karibû biryareke Konseya Giștî ya li dijî çewisandin û binpêkirina mafên ûyguran bi pêncî û heft dengan (ku dengên Erebistana Siûdî û Mîrekîyên Ereb ên Yekgirtî jî di nav de bûn) red bike: sîh û neh welatan di lehê vê biryarê de deng dan, jimara van welatan berî bi salekê tenê bîst û sê bû.

Hilbijartina birêz Qu Dongyu ya di 2019an di -tûra yekem- de, ji bo serokayetîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Xurek û Kiștûkalîyê (FAO) wekî nîșaneke din a vê bandorê hate dîtin. Li gor hin șirovekeran îhtimaleke mezin ji bi șûn de kișandina namzetê Kamerûnî, li hemberî têbuhurîna 70 milyon dolar deynî, Pekînê îstifade kirîye(8).Lêkolîner û pisporê sîyaseta kiștûkalî ya Çînê li Afrîkayê, Jean-Jacques Gabas, di vê hilbijartinê de, ji nîșaneke rastîn a ber bi xwe ve kêșana Çînê bêtir, dengdaneke cezayî ya welatên afrîkî li dijî Rojavayê dibîne. Ji bo van welatan tișta mijara bahsê ew bû, ku desthilata xwe ya bazarkirinê di qada navneteweyî de bihêztir û alîkarîyê bêtir bikin, herweha veberdêrîya yekser a Çînê û bazirganîya wê xurttir bikin. “Heta șewbê dest pê kir, ji me re ravedike, tiștê ku ji axavtinên Qu Dongyu derdikeve, kirpandineke bihêz a li ser teknolojîyên nû, 5Gyê û daxwaza firotina modêleke bihêzkirî ya tîpîk “șoreșa kesk” e, wekî ku me di salên 60î de jî dîtibû, bi toximên pêșxistî, dermanên kurmik û kêzikan û hwd. Zêde cih ji bo kiștûkalîya ekolojîk û curbicurîya bîyolojîk tunebû. Rêveberê giștî yê nû rola lîdertîyê da Çînê.” Sîyaseteke ji dirustbûnê bêtir ticarî, ku mebesta wê dîtina xalên firotinê ji bo hatinîya kiștûkalî bû. Çîn yekem berhemhênera cîhanî ya fosfatê ye. Ji krîzê bi vir de, Gabas ferq kir ku li vir pirsên refaha civatî û berhênerîya herêmî xwe nîșan didin. “Dînamîkeke nûjen heye. Qu Dongyu dide pey meyla ku ber bi lêpirsîneke pratîkên berê ve diçe û axavtinên gelek welatên afrîkî li hemberî bandorên neyînî yên Covid-19ê dubare dike.”

Modêla pêșketina kiștûkalî ya ku ji alî Pekînê ve tê pêșnîyarkirin bi rastî jî ji bo gelên afrîkî, ku ji alî demografîyê ve pir mezin dibin û ku bi awayekî giștî dê heta 2050î li gundan bijîn ji cazîbbûnê dûr e. Wê gavê, ev guhertina axavtinê gelo ji ber daxwaza guhdarikirina van welatan e yan darbeyeke ragihandinê ye? Ji her ku ev șewb derketîye, çapemenîya Çînê îmtihaneke baș neda: șahidîyên afrîkîyên li Kantonê, di nîsana çûyî de, ji alî polîsan ve hatibûn avêtin kolanê, li kișwerê bû sedema hêrsbûneke mezin û gazîkirina îfadê ya balyozê Çînê ji alî karbidestên nîjeryayî ve(9).

Meqamekî din ê interesan ê NYê: Yekîtîya Teleragihandinê ya Navneteweyî (ITU), ji 2015an vir de qralîyeta birêz Houlin Zhao ye. Ew bi rêveberîya spêleya frekansan di asta cîhanî de, parvekirina rêgehên peykan (her kî ku bixwaze peykekê bișîne fezayê divê ji wê destûrê bixwaze) herweha jî bi Internetê, ku di salên 2000î de ketibû nav qada wê -berfirehkirina biwara wê ya pisporîyê bûbû mijara devjengîyê ya kiryarê mijûl dibû(10).

Şik ji Pékinê tê kirin ku pîvanan li gor kêfa xwe eyar dike. 5Gyê demeke dirêj bû mijara têkoșînekê di navbera Dewletên Yekbûyî (frekansên bilind ên li dor 28 GHzê tecrcîh dikirin) û Çînê (di bin 6 GHzê de) de, ji bo ku meriv zanibe çi frekansê jê re di spektrumê de tahsîs bike. “Torên teleragihandinê û kompîturê pîvanên navneteweyî divên ku ekîpman karibin bi hev re bikevin danûstendinê, profesorê Télécom Parisê û École Politechniqueê Marceau Coupechoux ravedike. Çiqasî pir pîvanek (an standardek) ji alî jimarek pir ekîpmanan ve bê parvekirin, ew çend tor ji bo bikarhênerê xwe interesantir dibe. Şerê di navbera welat û șîrketan de, ji ber vê yekê, bi awayekî berfireh di sazîyên standardkirinê de pêk tê. Divê meriv lê șaș nemîne ku hêzên mezin, Çîn jî di nav de, hewl didin bandora xwe li ser wan bi kar bînin.»

Lê, li wir jî, pîvana mezinahîya wê zor xuya ye. Birêz Gilles Brégant, rêveberê Ajansa Neteweyî ya Frekansan (ANFR), ku nûnerayetîya Fransayê li UIT-Ryê dike, ku ew sazî jî ji plankirina pîvanên navneteweyî yên radyoragîhandinê berpirsîyar e, dixwaze xwe nîșan bide: “Berhêner dixwazin bi komên cîhanî re li hev bikin. Xebata harmonizekirinê ya ITUyê ji peydakirina xalên hevbeș ên ku derfetê bidin, wekî mînak, ku telefona we ya fransî li Dewletên Yekgirtî jî bixebite û berevajîya wê jî mimkin be, pêk tê. Li armanca mușterek a ku divê em bighêne mucadele tuneye, ne jî hewldana ji bo ferzkirina komên hevbeș ên ku ji alî Amerîka yan Çînê ve tên pâraztin heye.” Ji bo peykan jî dê qet problemên stratejîk ên taybetî tunebin: “Ew li gelek welatan hene û ev sîstemeke bêtir ‘kișwerî’ ye: Frekansên li ser Ewropayê divê herwekî yên li Tirkîyê bin, lê heke ew ji yên li ser Sichuan [li Çînê] cihê bin ne ewinde girîng e… Rewș ji bo komikên peykan bêtir tevlîhev e, lê belê, îro, megakomikên Çînê yên di heman asta yên Amerîkî wekî OneWeb yan SpaceXê tunene.” Li gor birêz Brégant, bitenê rêveberîya berpirsîyar a bernameyên ji bo welatên ku hîn pêș dikevin, ITU-D, dikare teknolojîyên Çînê bide naskirinê. Lê ew jî rêvebera wê êdî Amerîkî ye…

Li hemberî vê, Daîreya Operasyonên Parastina Aşitîyê (DPKO) ya bi sekreterîya Neteweyên Yekbûyî ve girêdayî, xuya ye ji alî Pekînê ve heta niha hatîye îhmalkirin. Helbet Çîn, dîsa jî ji her çar endamên daîmî yên Konseya Ewlekarîyê bêtir, bi yekîneyên xwe beşdarîyê di vê departmanê de dike(11). Şik tê tuneye ku ev amadebûna bi girseyî derfeta çavdêrîya veberdêrîyên xwe, bi taybetî jî li Afrîkayê dide Çînê, ku li wê derê şeş ji sêzde operasyonên aştîyê yên di 2020î de tên birêvebirin pêk tên. Tevî vê jî, bandora wê ya di nava vê departmanê bixwe de qet nakeve serê kesekî. “Yek ji pirsên serekî jî ev e, ku li vir her kes ji xwe dike, yek ji karmendên Afrîkayî yê DPKOyê Birêz M. B. S. ji me re dibêje. Lê Çîn bi taybetî jî hewl nade ku roleke desthilatê misoger bike.” Ev daîreya ku mesrefê wê ew çend negiran e, di bin desthilata Fransayê de ye û ew ji 1997an de serkirdayetîya wê dike. “Bi hatina António Guterres [sekreterê giştî yê RNYyê ne, ku di 2016an de hate hilbijartin] bi rastî jî gotegotek belav bû, dibêjin çînîyek ber pê de çûye, lê bêtir bêhna mayoneza rojavayîyan jê dihat, ji bo berê herkesî bidin Pekînê”. Di encamê de, bê surpriz, Jean-Pierre Lacroixyê Fransiz ji bo serokayetîyê hate tayinkirin.

Heke em bên ser jêderên darayî, Çînê hîn niha ew bi dest nexistine. Tevî ku beşdarîya wê ya (mecbûrî) di budçeya RNYê de, berî niha bi panzdeh salan ji % 2yê giştî derbas nedibû, îro ew bitenê, di gel Dewletên Yekbûyî, bi pareke kotayê ya du reqemî derdikeve pêșberî me: ji % 12, li hemberî ji % 22yê Wașîngtonê(12). Ew beșdarvana yekem a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêșketina pîșesazîyê (Onudi) ye, ku ji % 19,8ê jêderên xwe(13) têne dide vê rêxistinê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Perwerde, Zanist û Çandê (Unesco), bi ji % 15,49(14) du ajansên ku Dewletên Yekbûyî, bi dorê di 1996 û 2018an de dev ji wan berda bû. Bi ser de jî, ew ji deynê xwe re sadiq e, di wext û saeta wî de dide: hîn biharî, wê hemî para xwe ya butçeya 2020î berê dabû.

Tevkarîyên bi dil ên sînorkirî

Lê mistewaya van parên kotayê di derheqa stratejîya wê de tu agahdarîyê nade. Birastî jî, ev pay bi awayekî giștî ji alî rêzikên zorker ên di Şartê Neteweyên Yekbûyî de tomarkirî ne ve tên dîyarkirin, ku hemî dewletên endam beșdarî wê dibin û yekser girêdayî hatinîya navxweyî ya nesafî (HNN) ya her neteweyî ye. Tevde tên dayin û ji bo mesrefên taybetî nayên veqetandin.

Bitenê beșdarîyên minêkar ên ji bo mesrefên taybetî, dikarin di derheqê tercîhên Çînê de îșaretekê bidin. Piștî Birêz Donald Trump, gelek kesan Pekîn bi ji însafa xwe ya dravî re hiștina WHOyê tawanbar kir. Tevî vê jî, heke beșdarbûna wê ya mecbûrî -bi nisbet HNN û nifûsa wê- girîng be (ji % 22yê giștî), beșdarîya wê ya minêkar kêm e (ji %1,4). Yên ku bêșa herî girîng didin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Weqfa Bill û Melinda Gates, Qralîyeta Yekbûyî, Almanya û Japonya ne(15).

Lêkolînerê Enstîtuya Lêkolînên Navneteweyî ya Şangayê, Mao Ruipeng, li ser mehaneyên ku ji Systema Neteweyên Yekbûyî ya ji bo pêșxistinê (UNDS) re, ku bi taybetî jî ji berpirsa armancên pêșketinên berdewam re hatine șandin lêgerînê dike(16). Li gorî wî, vê sermayeyê dê derfet bidana Çînê ku bêtir bixwestana têkeve nav BRÎyê. Jixwe, di nav Neteweyên Yekbûyî de, UNDS organa yekem e, ku di 2016an de, di derheqa BRÎyê de zebteke lihevkirinê îmze kirîye û meșrûtîyeteke ku Pekînê xeyal dikir daye projeyê. Mao Ruipeng îdia dike, ku ev departmana taybetmendîyeke wê ya ketina çi bigre hemî organên NYê heye, Çîn dê jê îstifade bike ku bi awayekî bêmesref endamtîya BRÎyê ya sêzdeh ajans û bernameyan wê bi dest bixe, ku FAO, DESA, WHOya NY û Komîseryaya Bilind a Penaberan jî di nav wan de ye. Lê lêkolîner sînorên xebata xwe jî qebûl dike: “Fînansmanê UNDSyê yê ji alî Çînê ve, li gor rêjeya bexșkerên gerdișî ango adetî kêm e.” Bi gotineke din Rêxistina Hevkarî û Pêșxistin Aborî (OECD), ku welatên kapîtalîst ên pêșketî têne bal hev.

Bi kurtayî, bêșdarîyên minêkar ên Çînê ewinde kêm in, zor ku meriv bi awayekî giștî encama ku Pekîn sazîyan dikire jê derxe. “Almanya gelek pere bi awayekî minêkar dide û mesrefeke bêdawî ji ya Çînê bêtir dike, karmendekî payebilind ê ku di komisyona pêncem a civata giștî de dixebite û berpirsîyarê pirsên girêdayî butçeyê ye, ji me re rave dike. Di vê merhelê de, butçe, ji bo vî yê dawîn, navgîneke xwe nîșandanê, meșrûkirinê ye, lê ne ya bandor ango nifûzê ye. Lê ev nayê wê maneyê, ku ev yek dê di maweya çend salan de pêș nekeve û neyê guhertin.” Dîplomatê Çînî û karmendê berê yê Unescoyê, Birêz Xu Bo bawer dike ku “zêdebûna bêșdarîya mecbûrî ya Çînê ji xwestinê bêtir duçar bûne. Di DNAya çînî de heye, em pir hez nakin pere bidin; em dixwazin perê xwe ji bo ji hejarîyê derxistina Çînê bixwe hilînin.”

Ji alî temsîlê ve kêmbûna jimara karmendan, sedema sînordarkirina di civînên ku berjewendîyên bazirkanî tê de tên lîstin û hindik bikaranîna piștgirîya butçeyê ye. “Meriv dikare bêje qey ku hebûna li RNYê ji bo xwe nîșandanê ye, têkilîya wê bi aborîya wê yan jî nifûsa wê tuneye, M. P. F. dest nîșan dike. Lê divê meriv ji bîr neke ku Çîn gelek caran xwe di çarçoveya G77ê de îfade dike, ku komeke welatên di rewșa pêșketinê de ne û ew tê de serperiștîya pakête 150 dengî dike. Pirê caran, ew li paș biryareke dayî nexwîya ye, lê dema ku ev welat, li ser mijarên ku têkilîya wan yekser pê ve tuneye dengê xwe didin, ew motora wan e.”

Misyona dîplomatik a daîmî ya Çînê ya li navendê, li New Yorkê, bersiva daxwazên me neda. Lê birêz Xu Bo ev fikra dengdana bi wekalet û daxwaza serdestkirinê qebûl nekir: “Hema ku rûbirûbûnek hebe, meriv bahsa êrîșa çînî dikin ku dixwaze nîzama dinyayê biguhere. Ev yek derew e. Heta ku amerîkî rola cendirmetîya cîhanî bigrin ser xwe, Çîn dê baca xwe bide û dê bi awayekî berfireh ji hebûna sazîyeke wekî RNYê îstifade bike. Ev helwest ya serok Xî Jînpîng tîne bîra meriv, ku dîsa careke din li Civata Giștî ya RNYê, di 22yê îlona bûrî de, parastina “piralîtî”yê da ser xwe. Ev versîyona piralîtîya çînî ku wî pir baș bi ser xist…

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

[/emember_protected]

_________

1) Wan Jingzhang, «La vie secrète des employés chinois de l’ONU / Jîyana nehênî ya karmendên çînî li RNYê», Radio Chine International, 20ê kanûna pêșîn a 2005an, http://news.cri.cn

2) «Composition du Secrétariat: données démographiques relatives au personnel: rapport du secrétaire général / Pêkhatina Sekreteryayê: doneyên demografîk ên personelî, A/74/82», Assemblée générale des Nations unies, New York, 22ê nîsana 2019an, https://undocs.org

3) «Chief Executives Board for Coordination / Konseya rêveberên serekî ya hevkarîyê », ONU, 31ê çileya pêșîn a 2009 û 2019an, www.unsystem.org

4) «Le modèle chinois de réussite économique / Modela aborî ya serketî ya Çînê», DAES, ONU, 23yê sibata 2012an.

5) «Jointly building the “Belt and Road” towards sustainable developments goals», ONU, 16ê tebaxa 2016an.

6) Li «Bureau de l’appui aux mécanismes intergouvernementaux et de la coordination / Buroya piștgirîya mekanîzmayên navhikûmetî û hevkarîyê» binêre, DAES, www.un.org

7) «Compromised space: Bullying and blocking at the UN Human Rights Mechanisms», Unrepresented Diplomats Project, Bruxelles, 15ê tîrmeha 2019an, https://unpo.org

8) Valérie Segond, «Les étranges pratiques de la Chine pour conquérir la FAO / Pratîkên seyr ên çînê ji bo ku FAOyê têxe bin destê xwe», Le Figaro, Paris, 21 hezîran 2019an.

9) Martine Bulard, «À Canton, les Africains confinés à la matraque / Li Kantonê, afrîkî bûne girtîyên kotekî», Planète Asie, 14 nîsan 2020, https://blog.mondediplo.net

10) «European Parliament warns against UN Internet control», BBC News, 22yê çirîya pașîn a 2012an.

11) «Pays contributeurs en soldats et policiers», DOMP, 31ê tebaxa 2020îhttps://peacekeeping.un.org

12) Résolution adoptée par l’Assemblée générale de l’ONU / Biryara ji alî Civata giștî ya RNYê ve hatîye girtin, le 22yê kanûna pêșîn a 2018an.

13) «Scale of assessments for the fiscal period 2020-2021», Onudi, Vienne, 1-3yê tîrmeha 2019an, www.unido.org

14) «Contribution to Unesco’s regular budget», Unesco, Paris, 1ê kanûna pașîn a 2020îhttps://teamsnet.unesco.org

15) «Contributors – Financial Flow», OMS, Genève, 2019, http://open.who.int

16) Mao Ruipeng, «China’s growing engagement with the UNDS as an emerging nation: Changing rationales, funding preferences and future trends», Deutsches Institut für Entwicklungspolitik, Bonn, 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial