Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Lîse û dibistanên navîn ên bi forma Pronote*ê

Nermalava rêveberîya jîyana dibistanê (karên xwendekaran) Pronote, ku di zêdetirî du ji sê dibistanên navîn de pêdivî ye, ji malbat û civatên perwerdehîyê re, nemaze ji bo bi nûtirîn reformên lîseyê re derxistina serî gelek xizmetan pêşkêş dike. Lê, bi kirina acîlîyetê wekî pîvan, ew di heman demê de pîşeyan ji bingehê de, herweha jî têkilîyên di navbera dêûbav, xwendekar û mamosteyan de diguhere.

Xwendevanekî lîseyê di destpêka dersa matematîkê de heke negihê ser xwendina navan? Mamosteyê wî qutîya ”neamabûnê” ya di nermalava Pronotê de nîşan dike. Li nivîsîngeha jîyana dibistanê, alîkarekî perwerdeyê tavilê agahdar dibe û yekser peyamekê ji dêûbavên xwendekar re dişîne. Heger mamosteyê dîrokê pûanên ezmûna paşîn di Pronoteê de tomar bike? Danezanek xwendekarên lîseyê û dêûbavên wan şîyar dike. Dersa bê li kîjan dersxaneyê pêk tê? Zû, li bernameya demê ya di Pronoteê de binêre. Sipartekên malê yên ji bo sibê çi ne? Bersiv di deftera nivîsê ya Pronoteê de ye. Bi kurtî: “Pronote? Em wê her roj bi kar tînin!”, xwendekarên dibistana navîn û lîseyê, mamoste, serekên sazîyan, şêwirmendên serekî yên perwerdeya sereke (CPE), alîkarên perwerdeyê bi yekdengî dibêjin.

Heta bi xwendekarên ku nermalav hindik bi kar dianin jî naçar bûn ku ji destpêka şewba Covid-19ê ve wê tim bi kar bînin. Di demên fêrbûna ji dûrî ve de, wan jî hemî agahdarî, spartekên ku divîya li malê çêkin, girêdana platforma ku ji hêla her mamosteyî ve hatibû bijartin da ku dersên xwe bi vîdyokonferansê bidin û hwd. li wir dîtin. “Amûrên dîjîtal di perwerdeyê de cîhekî bi tevahî bêpîvan girtine, Olivier Cuzon, mamosteyê fîzîk û kîmyayê li Brestê şirove dike. Xwendekaran xwe neçar dîtin ku wan bi kar bînin. Yên ku nikaribûn xwe bigihandana wan, xwe ji beşek hînbûn û ragihandinê bêpar dîtin.”

Pronotea ku di sala 1999an de ji hêla pargîdanîya taybet Index Éducationê ve hatibû pêşvexistin, di sala 2020î de ji hêla koma La Posteê ve hate kirîn, ne nermalava rêveberîya jîyana dibistanê ya heyî ku bitenê ye, lê ew pêşbazîyê dipelixîne. Niha ew li ji % 68ê dibistanên navîn û lîseyên fransizî, ku zêdetirî 10,000 sazîyan dike, tê bikaranîn. Di sala 2019an de, wê 1.2 mîlyar girêdan tomar kir; di sala xwendinê ya 2020-2021ê de jî, ku fêrbûna ji dûrî ve mohra xwe lê xist, ev jimar çibigre sê caran (3,4 mîlyar) zêde bû. Di demên gîrtîmana li malê de, serîlêdana sepanê rojane gihîşt 22 mîlyon girêdanî; ev jimare niha rojane di navbera 16 û 18 milyonî de ye.

Li ser malpera xwe, Index Éducation xwe wekî “hevkara yekem a dîjîtal a perwerdeya neteweyî” nîşan dide. Hatinîya wê ya sala 2020î gihaşt 21.5 mîlyonî, ku tê de rêjeya Pronoteê nêzîkî ji % 30î bû. Bi vî rengî di raporeke Dîwana Mihasebatê, di sala 2019an de, dîyar dike ku “wezareta perwerde ya neteweyî çi bigre bitevayî girêdayî nermalava rêveberîya jîyana dibistanê ye(1) û pêşnîyar dikir ku rayedarên giştî “desthilatdarîyê dîsa bigrin destê xwe”. Sendîka daxwaza netewebûneke bitevayî û belaşbûna nermalavê dikin.

Biryara nûkirina abonetîya salane ya Pronoteê di destê serokê dibistanê de ye û kêm caran di nav ekîbên perwerdehîyê de tê minaqeşe kirin. Biha li gor mezinahîya sazîyê diguhere: di sala 2021ê de, hemî bac tê de (TTC) ew ji 647,94 ewro ji bo formula “30 mamoste”yî gihaşt heta 1,186,74 ewroyî ji bo formula “mamoste bêsînor”. Di destpêkê de, Pronote li ser daxwazeke rêveberên dibistanê derket holê. Otomasyona sêwirana bernameya demê ji hêla nermalava bernameya demê / EDT ve, ku di sala 1992an de hate çêkirin, ew çend dem dabû, kar kiribû ku wan ji Index Éducationê xwest ku amûreke rêveberîya karneyên notan jî biafirîne. Pargîdanîya weşangerîyê piştî wê hingê her gav karîye Pronoteê li gorî pêdivîyên bikirên xwe adapte bike. Peyamguhêz, deftera nivîsê… Wirde wirde her ku taybetmendîyên nû xuya bûn, nermalav di asta her sazîyeke bikir de, ji bo civata perwerdeyê bû cîhekî navendî yê dan û standinê.

«Emê êdî nikaribin bêyî wê bijîn»

Birêz Philippe Vincent, rêveberê Lîseya Vauvenargues li Aix-en-Provenceê û sekreterê giştî yê berê yê Sendîkaya Neteweyî ya Karmendên Rêveberîya Perwerde ya Neteweyî (SNPDEN-UNSA, piranî) demên destpêkê yên Index Éducationê dît û pesnê “şîyana xwe adaptekirinê” ya pargîdanîyê da: “Wan xizmeteke ku hertişt zelal kir pêşkêş kirin. Îro, ez navendeke CPE (Şêwirmendê serekî yê perwerdeyê) nas nakim ku Pronoteê bi kar nêne. CPE û mamoste bipiranî amûrê pratîk û pêbawer dibînin. “Me nikaribû bêyî wê bikira”, “Ez nizanim min ê bêyî wê çawa bikira”, gava em nêzî mijarê dibin hevokên ku tên dubarekirin ev in.

Mamosteyên ku pirs ji wan hate kirin bi yekdengî dibêjin: reforma lîseyê bêyî Pronoteê nedihate parastin. Ji dema pêkanîna wê ya di destpêka sala xwendinê ya 2019an de, ”zincîr” di berjewendîya pisporî û vebijarkên ku xwendekarê lîseyê rêbiwarîya xwe ya perwerdeyê ji wan pêk tîne winda bûn. Di hin sazîyan de, carinan bi sedan lihevanînên pêkan hene. Di encamê de, xwendekarên di heman polê de pir kêm bi hev re dersan dibînin. Mamoste rûbirûyî lîseyîyên ji polên cihê, li gorî pisporî û vebijarkên ku wan hilbijartine dibin. Wekî mînak, mamosteyek dikare dersê bide komek xwendekarên ku ji şeş polên cihê hatine. Ji ber vê yekê divê ew bi şeş mamosteyên sereke re bipeyive û beşdarî şeş konseyên polên cihê bibe. Û ev guherankarî ji bo her derseke wî yek e. Her mamoste xwe di rewşeke ku divê bi gelek mirovên cihê re dan û stendinê bike de dibîne ku wextê wî yê biçe her yekî ji wan bibîne namîne. Pronote xwe li wir jî wekî navberkareke ku nebe nabe ferz dike.

Bi xweferzkirina xwe re, sepan, ji weşangerê xwe re nûvekirina salane ya peymanên abonetîyê, şertê berdewambûn û berfirehbûna nermalavê misoger dike. Lê di navbera ferzbûn û dagîrkirinê de, tenê gavek heye. Pronotea ku ji niha û pêve bûye navenda jîyana sazîyên dibistanî, pîşeyan ji binî de diguherîne.

Mebesta destpêkê ya birêz Olivier Calderon, Serokê rêveberê giştî / CEOyê Index Educationê, ew bû ku rê bide mamosteyan ji bo bêtir wextê peyde bikin da ku ew çêtir karibin xwe bidin rêberayetîya xwendekaran. Mamosteyê berê yê matematîkê, ku xwe bi ‘’heyranê mamosteyan’’(2) bi nav dike, “zexta mezin a li ser wan”, “sextîya pîşeyî” destnîşan dike û balê dikşîne ser “kêmbûna wextê ji bo alîkarîya xwendekarên di tengasîyê de ne”. Tevî vê jî, bîst û du sal piştî afirandina nermalavê, mamosteyên ku zêdebûna karên îdarî yên ku nermalav çêdike tesbît kirin, pir in. Ravekirina naveroka dersa ku di Pronoteê de pêk tê êdî çibigre bi qasî qedandina xebatê bi xwe girîng e. Mamosteyekî fransizî ji Center-Val de Loireê, ku naxwaze bê naskirin, weha bawer dike ku formalîteyên sekreterîyê yên bi Pronoteê ve girêdayî, bûne “yek ji erkên bingehîn ên xebata [wî]”: “Ez di Pronoteê de navan kontrol dikim, ez xebata li polê tê kirin û spartekên malê jî dixim Pronoteê. Ma wekî mamoste karê ku divê ez bikim ev e? Ne ji ber ku deftera nivîsan tijî nebûye, divê meriv derseke bi kalîte çênake.”

Pronote alîkarîya îzolekirina mamosteyan jî dike. Xanim Alice Rodrigues, mamosteya dîrok û erdnîgarîyê li Val-de-Marneê, wekî mînak dagirtina karneya notan dide. Berê, ew li ser defterên mezin ên li odeya mamosteyan dihatin tomarkirin. Bi hatina vî cihê hevpar re demên gotûbêja civatî pêkan bû. Îro, her mamoste encamên xwendekarên xwe li ser komputera xwe ya taybetî tomar dike. Xanim Rodrigues bi kurtebirî dibêje ku “Pronote her kesî dişîne mala wî”.

Lê gava diçin mala xwe, heke ew ji hevkarên xwe dûr bin, mamoste dîsa jî li ber dilovanîya daxwazîyên nû dimînin. Pronote karîgerîyên pir cihêreng cihekî bitenê berhev dike. Bi vî awayî, mamosteyekî ku ji bo tomarkirina notên xwe an jî deftera xwe ya nivîsê tije bike bikeve internetê dikare bibîne ku agahîyeke ji peyamguhêza wî dîyar dibe, ku radigihêne peyamên li hêvîya wî ne hene. Di rewşeke weha de, xwendin balkêş dibe. Ji mamosteyên ku hevpeyivîn bi wan re hatîye kirin, yekî jî guh neda minaqeşeyên li ser betalkirina pêkan a peyamguhêza hindurîn a Pronoteê ya piştî saet 8ê êvarê û dawîya hefteyê li dibistana xwe.

Ji bo CPEyan û alîkarên wan, Pronote bi rastî jî wextê dide qezenckirin. Guhertina herî berbiçav, di warê otomatîkkirina vegirtina bersiva bangên ji alî mamosteyan ve yên ji bo fêrbûna xwendekarên neamade tên kirin de ye. Berî niha, alîkarekî perwerdeyê neçar bû li hemî polan bigere, ku kaxezên bangan ên ji hêla mamosteyan ve hatine dagirtin berhev bike, û paşê wan ji jîyana dibistanê re rapor bike, ku armanca berhevkirina wan jî ew e.

Bi awayekî gelemperî, Xanim Lyse Matray, CPEya li komplekseke dibistanê ya li herêma Lyonê şirove dike û dibêje, ”çavdêrîya xwendekaran yek ji karên me yê serekî ye. Pronote derfetê dide me ku em di derbarê xwendekarî de bibin xwedîyê nêrîneke giştî: deftera wî ya nivîsînê, mercên her bûyerê, hwd. Me di heman demê de bi tîma hînkirinê re ji bo her polê rêze minaqeşe pêk anîn ku agahdarîyan parve bikin. Ew alîkarîya hevahengîya perwerdeyê dike. Lêbelê, CPE destnîşan dike ku bikaranîna nermalavê “berevajî têkilîyeke fizîkî zêde wext dixwaze”. Ew di derbarê vê yekê de bitemkin dimîne ku “ev ne amûrek e, ku qalîteya ragihandinê misoger bike”. Li Bordeaux, birêz Jean-François Ferbos, CPEyê li lîseyeke navenda bajêr, bi heman rîyê de diçe: “Ev amûrek pir pratîk e, lê ew navgînek e, ne armancek e.” Heke em bahsa birêz Olivier Cuzon, mamosteyê fîzîk û kîmyayê bikin, bi bawerîya “ku seyr e, meriv di dawîya salê de hemî demjimêrên hatina mecbûrî ya dibistanê ji dervî saetên dersê, yên dereng manê, agahdarîyên xwendekarekî ji serê salê ve bibîne”, ew “mafê jibîrkirinê” diparêze. Heta derfeta gihîştina me ya daneyên sala berê jî heye.”

Xwendekarên dibistana navîn û lîseyê ya îroyîn ji destpêkê de Pronoteê nas dikin, dêûbavên yekser ji nebûna an derengmana wan, berî ku ew ji dibistanê werin malê ji notên wan tên haydar kirin. Berevajî mezinên ku refeqeta wan dikin, carinan ji bo wan dijwar e ku xeyal bikin ew dikarin bi aweyekî din bin. Ji bo birêz Ferbos, “yek ji fêdeyên dibistanê ji bo xortên nûgîhayî ew e ku ji malbata xwe veqete. Dibistana navîn û lîse cihên ku mirov dikare ji civatîbûna malbatê rizgar bibe ne, ku ev di avabûna kesayetîya xortên nûgîhayî de tiştê bingehîn e.” Lêbelê, bi Pronoteê, her tiştê ku li dibistanê rû dide tavilê ji dêûbavan re tê veguheztin. “Ew têkilîyeke pir seyr di navbera dêûbav û zarokên wan de ava dike, Xanim Anne Thiéry, dayika xwendekarekî ya pabendî Federasyona Şêwirmendîyên Dêûbavên Xwendekaran / FCPEyê, ku demek dirêj kodên Pronotea xwe winda kirine, gazinên xwe dike. Li ser têlefona gelek dêûbavan sepana Pronoteê heye û pê agahdarîyan digrin. Ew dikarin nota zarokê xwe, berî ku ew ji dibistanê were malê bizanibin.” Ji bo Xanim Thiéryê, ev awayê xebitînê xwendekar ji berpirsîyarîyê rizgar dike: “Fêrbûna pejirandina ragihandina nota xirab jî pêvajoyeke fêrbûnê ye”. Bi awayekî sîmetrîk, “êdî pêdivîya bi zarokê xwe bawer bûna” dê yan bavekî ku pir girêdayî internetê ye nemaye, ji ber ku derfeta wî ya yekser gihîştina her tiştekî ku li sazîya dibistana wî rû bide heye. Lêbelê, “dîtina kamilbûna xweserîya zarokê xwe, beşek ji pêvajoya hînbûna dirêj a dêûbav pêk tîne.”

”Divê em ji nepenîtîyê li dibistanê çi bikin?”, birêz Cuzon dipirse. Dema ku xwendekarek pênc deqîqe dereng dimîne, dêûbavên wî/wê tavilê têne agahdarkirin. Lê xwendekarek dikare ji ber ku wî li hewşê kesek xirîndibe dereng bimîne, ev beşek ji mîkro-bûyerên jîyana lîseyê ye.” Ev mamosteyê ku çalakvanê plansazîya malbatê ye, wî gelek caran rêberîya xwendekarên sazîya xwe kirîye û ew ji bo jiberbirinê birine nexweşxanê. Ji sala 2001ê vir ve, qanûna Aubry-Guigou destûrê dide keçên nûgîhayî, ku ew bêyî destûra dêûbavên xwe, bidilê xwe dawîyê li ducanîbûna xwe bînin (xwe kurtaj bikin). Lê, dîsa jî divê keçika ciwan di gel “mezinekî referans”, ku ew bixwe hilbijêre re biçe nexweşxanê. Birêz Cuzon gelek caran ev rol lîstîye. Ciwana di vê rewşê de nîv rojê ji lîseyê dimîne. Midûrê dibistanê, yekane endamê din ê civata perwerdeyê ye, ku ji vê yekê haydar e, ew bitenê diçe nivîsîngeha jîyana dibistanê ku qerta wê ya neamadebûnê bi şûn de bigire. Îro, birêz Cuzon gazinên xwe dike û dibêje, “ev rê êdî li ber me nemaye. Teknolojîya ragihandinê / IT me dixe tengasîyê. Dê û bav tavilê têne agahdarkirin. Û ji dilê min nayê ku ez ji hemî mamosteyan re bêjim bê çi bûye…”

Stresa îlawe

Hemî dêûbav bi Pronoteê ve ne girêdayî ne. Lê, bi çavê dêûbav an bêyî vê, awayê karkirina nermalavê bandora xwe li ser têkilîya lîseyîyan bi cîhana dibistanê re dike. Berîya Pronoteê, xwendekar di demên dersên xwe yên têkildar de notên xwe fêr dibûn. Ji niha û pê ve, notên wan dikarin di her kêlîyê de li ser ekrana têlefona wan xwîya bikin. Ji bo wê, tenê divê ku mamoste wan biguhêzin ser xeta înternetê. Ev demildestî streseke zêdetir çêdike û zexta nirxandinê hîn bêtir dikudîne. Pronote bi vî rengî beşdarî hingofa performansê dibe. “Dema ku kaxeza wan a ezmûnê li wan tê vegerandin, xwendekar jixwe nota xwe dizanin û guh nadin axaftina ku ji bo wê tê kirin, mamosteyê me yê fransî li Center-Val de Loireê bixemgînî dibêje. Tevî ku heman nirxandin ji bo du xwendekarên cihê nayê heman wateyê.”

Pronote bi gelemperî xwedî bandoreke rakişandina têkilîya di navbera mamoste, xwendekar û dêûbavên wan de ye û alîkarîya ku lezgînîyê bike norm dike. Ev ew xwendekar e, ku hîn nû ji pola xwe derketîye û ji ber ku hîn wî belgeya di polê de soza wê hetibû dayin li ser platformê nedîtîye, şaş dimîne. Ev ew dêûbav in ku roja înê di demjimêr 21.00ê de, ji bo noteke xirab daxuyanîyekê dixwazin. Li vir jî metirsîya ji berpirsîyarîyê bêpar kirina xwendekarî heye. Mamosteya fransî ku vê çavdêrîyê ji serpêhatîya xwe derdixîne jêre dibêje: “Têkilîyeke me ya hîn bêtir yekser bi dêûbavan re heye”, mamosteya fransizî ya ku vê tesbîtê ji tecrûbeya xwe derdixe weha dibêje: “Berî, xwendekar di navenda têkilîya dêûbav û mamostayan de bû. Xwendekar di deftera nivîsan de peyaman dibînin. Îro dora wan hatîye pêçan.” Di temenê ku divê otonomîya wan mezin bibe de, miameleya zarokan dibînin û di bin zextê de ne, zarokên Pronoteê dê bibin mezinên çawa?

* Nermalava destpêkê ya jîyana dibistanê

**Rojnamevan

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr

 

___________

1) ”Xizmeta giştî ya dîjîtal ji bo perwerdehîyê. Konsepteke bêstratejî, seferberîyeke temamnebûyî ye”, Cour des comptes, Parîs, tîrmeha 2019an.

2) Hevpeyvîn li ser xetê di Edtech France podcastê, 21ê çirîya paşîn a 2019an de, hate weşandin.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.