Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Lîbyaya duserî Biajo, tu tiştekî dîtinê tune.

Yekşem 23yê gulanê, ber bi saet 20an. Ez li odeya xwe ya hotelê me, li gel jina xwe ya ku li Waşîngtonê ye, bi telefonê diaxivim. Li derîyê min dixin. Ez çawa derî vedikim venakim, komek zilamên çekdar dikevin hundir. Yek jê devê debançeyekê datîne ser enîya min, ez dengê qarewara: «Xwe li erdê dirêj bike!» dibihîzim. Kapîşonekê didin serê min, dû re bi pehînan, bi kulman li min dixin û pêl serê min dikin, berîya ku min bi erdê ve kaş bikin bi du parsûyên min ên şikestî û gurçikên birîndar.

Di heman demê de, ekîba min a nûçegihandinê di erebeyekê de ye, li ser rêya rêstoranteke nêzî hotêlê, gava ku pîkabeke spî li erebeya li pêşîya wan dixe ji bo rê bixetimîne. Bi qasî 6 kesên rûpoşkirî, di destê wan de çekên nîv-otomatîk, şofêr ji erebeyê derdixin û bi qontaxa debançeyên xwe lê dixin. Dû re, çavên hevalên me digirin û bi wan re diçin.

Em hemû li hola jêpirsînê ya zindaneke veşarî careke din tên ba hev. Dema ku li min dixin bêyî ku bi ser min de biqîrin, ez dikarim gefên ku li hevalên min dixwin bibihîzim. «Cinsên kûçikan! » wisa diqîre zilamek bi ser wênekêşê me ve dema ku heta jê tê sîleyeke dijwar lê dixe. Yekane jina di ekîba me de mafê wê heye provokasyonên cinsî yên bi pistepistê di guhê xwe de bibihîze: «Tu dostikekî lîbyayî dixwazî?» Piştî çend saetên din, me dibin hucreyekê, helbet berîya me bibin, dest datînin ser kemer, gustîlk û saetên me.

Revandêrên me îdîa dikin ku ew girêdayî «servîsên îstîxbaratê yên Lîbyayê ne». Ez ê paşî fêr bibim ku ew girêdayî teşkîlateke têkoşîna li dijî terorîzmê û sîxurîyê ya ser bi Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî ne, lê belê di eslê xwe de ev teşkîlat ji alîyê mîlîsên bi navê tûgaya Nawasî ve tê birêvebirin.

Roja din û hemû rojên şûnde, min dibin hola jêpirsînê ji bo bi saetan pirsan ji min bikin. Zilamek bê rawestan van gotinan tekrar dike : «Em zanin ku tu ji bo Navenda Ajansa Îstîxbaratê (CIA) kar dikî. Li Lîbyayê, sîxurî bi mirinê tê cezakirin.» Carna debançeyekê datîne ber min, ser maseyê, gava ku berê devê wê nade ser serê min.

Baş bû ku, jina min destpêka êrişê di dema axaftina me ya bi telefonê de bihîstibû û derfet dîtîye rayedarên amerîkî haydar bike. Zextên li ser serokê Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî hatin meşandin ji alîyê departmana dewletê û wezareta karûbarên derve ya hollandî (welatîbûna endameke ekîba me) dawîya dawî bi kêr tên û di encama pênc rojên binçavbûnê de, kesên em revandibûn qebûl kirin me berdin. Berîya ku bihêlin em biçin, ew me neçar dihêlin em îmza xwe deynin ser belgeyên «îtarafê» yên bi erebî nivîsandî li ser pelekî bi anteta «Departmana têkoşîna li dijî dijminan». Dema em dipirsin ka çi heye di van îfadeyan de, ew devê xwe qîç dikin û bi me dikenin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.