Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Lîberalîzma ultra û gazincên ji “xayinan”

Piştî despêkên bi êş ên li pey şerekî navxweyî (1991-1993), dû re jî pevçûnên li dijî Osetan û Abxazan, derbeyeke leşkerî (kanûna paşîn 1992), hatina ser deshilatîyê ya wezîrê karê derve yê berê yê YKSS Edûwar Şevardnadze (1992-2003) û nîhayet, «şoreşeke pembeyan» (2003) a bi destê ultralîberal Mîhayl Sakşvîlî ve hat kirin (ji 2003 heta 2012an desthilatdar), Komara Kafkas a ciwan vê salê 30 salîya xwe di hewayeke aram de pîroz dike. Gurcistan qonaxeke pêşî ya bê şidet di 2012an de derbas kir, li gel hatina desthilatîyê bi rêya hilbijartinan a milyarder Bidzîna Îvanşvîlî, ku partîya wî Xewna Gurcî, di hilbijartinên 2016an de, dû re jî di 2020î de li pey hev dîsa bi ser ket.

Yekane sîya tengezarker: encamên vê hilbijartina dawîn nehatin venasîn ji alîyê terefên windakirî ve, ku van îdîa dikir ku li ser hilbijêran zext hebû. Ji çirîya paşîn a 2020î ve, 45 wekîlên muxelefetê parlamenê protesto dikin û çerxa sazîyan dixetimînin. 19ê nîsanê, li bin hîmayeya Konseya Ewropî rêyeke lihevhatinê hat dîtin: Eger Xewna Gurcî nikaribe di hilbijartinên xwecihî yên çirîya pçşîn a bê de ji sedî 43yê dengan bi dest bixe, hilbijartinên giştî bi awayekî pêşwext divê di destpêka 2022yan de pêk werin. Lê belê, dawîya tîrmehê, Xewna Gurcî ev lihevkirin şermezar kir û îhtîmala krîzeke sîyasî ya berdewam zêde kir.

Ev deh sal in, li meydana sîyasî ya gurcî du partî serdest in: Xewna Gurcî û Tevgera Neteweyî ya Yekbûyî (MNU), a ji alîyê M. Saakachvilî (Saakşvîlî) ve hat avakirin. Saakachvilî  ku di 2014an de bi dizîya fona gelemperî, xirab bikaranîna desthilatê û şîdetê hat sûcbarkirin, revîya Ukraynayê û li vir ji xwe re mafê welatîbûnê û wezîfeyên girîng ên sîyasî bi dest xistin. Ev rewş li pêşîya wî nebû asteng ji bo hêvî bike ku ji nû ve li welatê xwe bibe desthilatdar bi saya serketina MNU,  ku hê jî ji dûr ve wê kontrol dike

Her du alî li ser pirsgirêkên dîyarker ên welêt li hev dikin: sîyaseta aborî û têkilîya bi Rûsyayê re. Ji dema ku hatîye ser hikûmetê, di 2012an de, Xewna Gurcî plana reforman a ji alîyê Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF)ê ve hat xwestin didomîne -Gurcistan ji alîyê Bankaya Cîhanî ve wekî welatê heftemîn ê xwedî hawîrdoreke pir musaît ji bo karsazan tê dîtin-(1). Di tercîhên xwe yên sîyaseta derve de, ew berdewam dixwaze bibe endama Yekîtîya Ewropî û herweha endameke Rêxistina Hevpeymana Atlantîk a Bakur-NATOyê.

Ji hingê ve, pevçûnên sîyasî, carna bi şêweyekî qebe, digihîjin sînorê hev sûcbarkirinên bi «ajantîya Moskovayê». « Evtengezarîya îxanetê ji dema serxwebûnê û vir ve reng û mohra xwe li gotara sîyasî ya gurcî dixe, li gorî analîza Nutsa Batiashvili, profesora antropolojîyê li dibistana zanistên civakî li Zanîngeha Azad a Tiblîsê û nivîskara lêkolîne li ser «şertûmercên piştî kolonyalîzmê» ku Gurcistan di navê de dijî.(2) Di xeyalsazîya me ya kollektîf de, em neteweyekî biçûk ê pir wêrek in û em her tim neçar mane li dijî hêzên cîran, moxol, tirk û rûsan şer bikin, lê me her dem jî ji ber hebûna xayînên di nava me de, winda kirîye.»

Gelo M. Ivanişvilî tevahîya serweta xwe li Rûsyayê bi dest xist? «Hê jî berjewendî hene, ji ber vê yekê ew newêre bi biryardarî li dijî dagirkerîya hê jî didome dijberîyê bike!» M. Saakaşvilî di tebaxa 2008an de gelo dest bi dijminahîyan kir, bi pêşkêşkirina ji bo rûsan îhtîmala bicihbûna bi awayê leşkerî li Osetîya Başûr? «Wî lîstika rûsan xist dewrê, ji sedîsed ew pereyan didinê!» M. Levan Vasadze, rûyê nû yê rasta tundrew, gelo ji «adetên rojavahî yên li ber hilweşînê gazinan dike» bo nimûne ji homoseksuelîyê an jî xwedanenasîyê«Vîdeoyeke wî heye dema li Moskovayê li restorantekê rûniştîye û li gel Aleksandr Dûgîn firavînê dixwe. [Ronakbîr û sîyasetvanê rûs ê ultrakevneparêz], ew ajanekî Pûtîn e!» Mirov dikare van nimûneyan zêde bike, wekî ku di her gotûbêjeke sîyasî de tên rojevê. Bo nimûne ya têkildarî bendava Namaxvanî, li bakurê Kûtaysî, livûtevgera herî girîng a welatîyan ji dema serxwebûnê û vir ve.

Di çirîya pêşîn a 2020î de, çend niştecihên gelîyê Rionî, çemê mezin ê gurcî ku dadikeve Kafkasyayê ji bo xwe bigihîne Derya Reş, dest pê kirin serî hildan li dijî avakirina ji alîyê şirketeke tirk ve ya vê binesazîya qirase ku, eger were lêkirin, wê gelek gundan bide ber xwe, tevî yê Tvîşî, ku li vir trîyekî ku li devereke din peyde nabe heye -Gurcistan ku welatê xwedî dîrokeke şeraba bi hezaran salan e, 540 cureyên trî lê hene-. Tevgerê berê xwe fireh kir, li gel kampên mîlîtanan ên bi şev û rojan hemû rêyên diçin şantîyeyê asê dikin, gava peymana îmzekirî ya navbera hikûmetê û şirketa tirk Enka hat eşkerekirin, di sêyê sibatê de: Enka tu lêçûnê nake û tawîzeke ji bo nod û neh salan bi dest dixe li ser  çem û bi qasî 600 hektar qada li derdorê. Di berdêla vê de, şirket pêvajoya panzdeh salan li ser fîyeteke mijara guftûgoyê wê elekterîkê bide Gurcistanê.

Niştecih xirakirina gundan (bi qasî çend sed xanî), bêparmayîna ji vî cureyê trî yê bêhempa li cîhanê, zirarê li hawîrdorê bibe û hwd. red dikin. Lê belê bi taybetî, Mme Gvantsa Berelashvili, xwendekara hatî li vê derê hêrseke hevpar a tevahîya muxetebên seranserî welêt îfade dike, li dij derdikeve «hikûmetê wêrî beşeke xaka gurcî bifiroşe bîyanîyan»: «Me ji niha ve ji sedî 20ê xaka xwe winda kirîye, ma ev têra wan nake?» Şaşûgêşbûyî li himberî nerazîbûneke ku li derveyê tevahîya partîyên sîyasî tê îfadekirin, hikûmetê gundîyên ji alîyê Rûsan ve tên destekkirin wekî dij-niştiman pênase kirin -madem ku ev bendav xwedê giravî girêdana Gurcistanê bi îtxalata elektrîka ji cîranê Bakur tê kirin wê kêmtir bike-. Di gulana dawî de, M. Irakli Kobakhidze, sekreterê giştî yê Xewna Gurcî, bi vî awayî xwest lêkolînek were kirin ji bo dîyarkirina çavkanîya fonên ji alîyê muxelefetên vê projeyê ve hatîye bikaranîn.(3) «Ev sûcbarîyeke wisa ye ku kenê mirov tîne!, wisa heyfa xwe tîne yek ji pêşengên tevgerê, M. Varlam Goletiani, bi hejandina namilên xwe. Ne xema me ye ka avakar tirk e, fransî ye an jî yûnan e. Li gel vê yekê, eger ew rûs bûya, ez nikarim bibêjim ku tevahîya Gurcistanê wê berê xwe bida kolanan

Her çendî xizanîya zêde ya bi hilweşîna YKSS re derket holê hê çareser nebûbe jî -li gorî Bankaya Cîhanî, ji sedî 20ê nufûsê  li bin derçikê xizanîyê yê neteweyî dijî-, gelek Gurcî bi xêra xizm û derdora xwe û bostanên xwe ji birçîna namirin, xanenişîn mehê 2020 larî (55 ewro) meaş distînin, bêkarî banê ji sedî 20 difirikîne, hemû karker û karmendên em rastî wan hatin mehê ne zêdetirî 800 larî (220 ewro) bi dest dixin(4), mirov dikare ji nîşka ve ji karê xwe bibe û bêyî wergirtina tu tezmînatê, pirgsirêkên civakî qet cih nagirin li nava gotar û bernameyên sîyasî. Di îlona 2020î de, pêşnîyar-qanûneke ku ji xwe re dikir hedef meaşê herî hindik ê qanûnî mehane wekî 20 larî dîyar bike, (5 ewro, neguhêrbar ji 1999an ve) à 400 larî (100 ewro) ji Parlemenê re hat pêşkêşkirin. Ew hat redkirin. «Li Gurcistanê, piranîya partîyên sîyasî ne li ser îdeolojîyan, lê belê li derdora zilamekî xwedî hêz, tevn, pere û medyayê tên sazkirin, li gorî îzaha Gia Jorjoliani, profesorê zanistanên sîyasî li Zanîngeha Tbilîsê, ku wî bi xwe jî hewl daye partîyeke çep ava bike lê bi ser neketîye. Medyayên bingehîn jixwe bi awayekî vekirî an alîgirên hikûmetê an jî li dijî wê ne.»

Îşareta bêhêvîbûnê -an jî jîrbûnê- ya niştecihan beramberî lîderan: gulana dawî, piştî hişyarkirina beyhûde ya rayedaran, niştecihên gundê Şukrutî, yê li nêzî Çiatûra, herêma mezin a navenda vî welatî, ku xanîyên wan terk li wan ketibûn ji ber çêkirina tunelan ji alîyê şirketa Georgian Manganese ve, lêvên xwe dirûtin û dest bi xwepêşandanê kirin li ber sefaretxana Dewletên Yekbûyî li Tiblîsê. Baş e çima? «Ji ber ku ev e hêza li vî welatî!», wisa bersivê dide me M. Levan Shekiladze, li nava kulubeya ku li ber mala xwe ya li ber hilweşînê çê kirîye. Gelo wî nikaribû  li pêşîya  navenda Patrîkxaneya Elia II, şefê Dêra Ortodoks a Gurcî -sazîyeke  serbixwe, ango ji dêrên din ên ortodoks serbixwe û bi taybetî ji Patrîkxaneya Moskovayê, bicih bûbûya-, yekane kesayeta ku bawerîya beşeke mezin a piranîya gurcîyan pê heye, û li ber wî wezîr û serok jî bejna xwe ditewînin? «Keşe hatin me bibînin. Ew hay ji tengezarîya me hene lê belê tu tiştî nakin.»

Û bi awayekî mafdar: zêde meşgûl bi komkirina pereyan li cem hikûmetê û bawermendan ji bo sazkirina dêrên nû -ev bîst sal in, wî ji pêvajoya hezar û şeş sed salên xirîstîyanîya li welêt zêdetir dêr ava kirine-, Patrîkxane nayê wateya bi taybetî şermezarkirina hilweşînên lîberalîzma li Gurcistanê. «Em dîqet dikin ku dest wernedin biryarên hikûmetê, ji me re wisa îdîa dike bi bişirîneke nerm M. Andrea Jagmaidze, berdevkê Elia II. Em dişibin bijîşkên ku çi dibe bila bibe bi dêûbavên xwe re eleqedar dibin.» Vê gavê, rayedarên olî ji ber «xetereyên berbelavbûna homoseksuelîyê» xeman dixwin û keşeyên bi cubeyên reş bêdudilî amade ne destekê bidin mîlîsên li dijî homoseksuelan ku êrişan dibin ser mîlîtanên doza lezbîyen, gey, ducins û transeksuelan (LGBT). «Bi her awayî, Dêr ji alîyê Moskovayê ve tê destekkirin!», wisa gazinan dikin ev ên ku ketine nava xema ji zexta olî ya li ser hişê gurcîyan.

P.D.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

____________

1)  «Economy Profile Georgia», «Doing Business», Bankaya Cîhanî, Waşîngton, DC, 2020.

2) Nutsa Batiashvili, The Bivocal Nation: Memory and Identity on the Edge of Empire, Palgrave Macmillan, New York, 2018.

3)  Sopo Japaridze, «Dam protests demonstrate bankruptcy of Georgian politics», Eurasianet, New York, 28 gulan 2021, https://eurasianet.org

4)  Li gorî Bankaya Cîhanî, meaşê navincî digihîje heta 1200 larîyî (327 ewro), lê belê ev hejmar gelek cudahîyan vedişêre.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar