Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li ser sînorê Yûnan û Tirkan, li navenda tansîyonê

Ev manevrayên keştîyan, bingeha xwe ji îdeolojîya “welatê şîn” (Mavi Vatan) digrin. Ev doktrîna ku ji hêla amîralê berê Cem Gürdeniz ve hate derpêşkirin ji hêla netewperwer û îslamîstan jî piştgirî distîne. Ev doktrîn, Tirkîyeyê teşwîqê ferzkirina serwerîya xwe ya li ser herêmên bi nîqaş li Behra Reş, Behra Egeyê û Behra Sipî dike. Di van mehên dawî de Birêz Erdogan, axaftinên xwe yên di warê leşkerî de zêde kir.

Ji Kastellórizoyayê heya Trakyayê, ji wir heya Mîdîllîyê, her du welat xwedî gelek tiştên hevpar in, lê digel vê xetê kêm caran têkilîya wan qewî, lê pirî caran sist e.

Kastellórizo, girava piçûk a li ser sînorê rojhilata Yûnanistanê hema bêje digihîje Tirkîyeyê. Dem, di nav vî gundê bêhempa yê di kendavikê de bi aramî diherike. Di dawîya vê îlonê de, masîgirên pîrekal li kêleka zarokên ku di ava zelal de xefika datînin ber reqan, bi kaxetan dilîzin. Qehweya wî ya sar li berê, Konstantinos Papoutsis bi aramî bala xwe dide perava mezin ya tirkan ku tenê bi du kîlometreyan jê dûr e û yekane asoya wî bi bajarokê Kaşê re ye.

Em giraveke tûrîstîk a aram in” dibêje ev camêrê nazik ê ku ajanseke seyahetê bi rê ve dibe. “Min ev yek havînê her tim ji tûrîstan re got”. Çend karbidestên hilbijartî yên vî bajarokê pênc sed kesî, li dora wî rûniştibûn û bi awayekî ji xwe bawer gotinên wî piştrast dikirin: Li Kastellórizo tu xeterî tune!”

Ferîboteke biheybet, ku li vê bendergeha biçûk a Deryaya Spî qerase dixuye, manzarayê geş dike. Vê ferîbota ku nêzîkî pencî zilamên bi şewqeyên tavê ku bîst û çar saet berê ji Atînayê derketibû, ji bo ku rêwîyê xwe peya bike, bi zehmetî manevrayan dike. Leşker, berîya ku bigihîjin falezên tenha yên li kendavikê, bi gavên sext ji wir derbas dibin. “Ev kirineke rûtîn e, her meh pêk tê” tîne zimên Papoutsisê ku hînî vê rewşê ye.

Li gor Peymana Parîsê ya Sibata 1947an (xala 14) û ji ber 12 giravên (Dodécanèse) ku Îtalyayê dane Yûnanistanê, giravên ku beşek ji Kastellórizoyê ne, divê ku ji leşkeran xalî bibe. Di rastîya xwe de, leşkerên yûnanî ji dagirkirina Enqerê ya bakurê Qib-risê ya 1974an wir ve ye, li berava Tirkîyê destê wan li ser şûrî ye. Ev yek ji hêla gelek dîrokzanan ve tê dîyarkirin. Ev parastin piştî krîza yûnan û tirk li dora giravên nîqaşkirî ên Imiayê, ya 1996an, hate xurtkirin. Şaredarîya Kastellórizoyê naxwaze hejmara wan eşkere bike da ku çavên mêvanên xwe yên tûrîst netirsîne. Her çiqas şênîyên vê giravê, ji bo ku çavên mêvanên xwe netirsînin, ku dema Covidê hejmara wan kêm bûye, bi aramî tevbigerin jî, qebûl dikin ku ewrek xwe berdaye ser girava wan a bihuştî.


Li Deryaya Navîn baregehek Atînayê

Kastellórizo, li pêşberî gefên serokkomarê tirk Recep Tayyip Erdoğan cihekî herî li pêş e. Erdoğan dixwaze ku nexşeyan ji nû ve xêz bike û parvekirina avê ji nû ve dîyar bike. Ji 1970yî û vir ve, Duwanzdeh Girav (Dodécanèse) di navbera van her du welatên endamên Rêxistina Peymana Atlantîkê ya Bakur in (NATO) dibe sedema çavkanîya pevçûnekê. Tirkîye li peravên xwe serwerîya Yûnanistanê ya li ser gelek grav, gravok û zinaran nas nake.

Berî her tiştî Tirkîye, li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, yek ji kêm welatan e ku Peymana Neteweyên Yekbûyî (Nations unies) li ser qanûna deryayê îmze nekirîye (wekî Peymana Montego Bay ku di 1994’an de ket merîyetê) û îdîaya Yûnanistanê ya ji bo bergeha parzemînê ya li dora giravên xwe nas nake.

 

Atîna mîlîtarîzasyona xwe bi navê xweparastina rewa dike. Nemaze ji dema dagirkirina Tirkîyê ya Qibrisê û ji ber hebûna hêzek leşkerî ya girîng ya li nêzî wê: wekî mînak sîtol û hêza hewayî ya Egeyê li Îzmîrê ku li perava rojavayê Asyaya Biçûk e, wê dike nav liv û tevgerekê.

Kastellórizoya ku 120 kîlometre dûrî girava yekem a Yûnanistanê -Rodosê û 520 kîlometre dûrî parzemîna Yûnanistanê ye- pir nêzikî Tirkîyeyê ye.

Tevî ku piranîya behra Egeyê di esasê xwe de li herêma aborî ya sînorkirî (Zone économique exclusive, ZEE) ya Yûna-nistanê (li nexşeya li hember binihêrin) dikeve, ev girava dûr a neh kîlometrekare dihêle ew bi berfirehkirineke mezin a bi sed kîlometrekare li rojhilatê Deryaya Sipî pêk bîne.

Lê belê ji ber kêmasîya hevpeymanek du alî ev herêma aborî ya taybet (Zone économique exclusive, ZEE) ku ji hêla Enqerê ve bi awayekî fermî nehatîye nas kirin dibe sedema hin tevgerên yek alî. Bi taybetî jî bi dîtina kaneka hîdrokarbonê bi berîya deh salan ji hêla Enqerê ve wekî mafekî bikaranîna vê herêmê tête îdîakirin. Di van mehên dawî de, Tirkîye keştîya lêkolîna sîsmîk bi navê Oruç Reis ku navê xwe ji qorsanê Osmanî yê sedsala 15em digire şande heremê. Oruç Reis bi nasnav rî sor li Midîllîyê tê dinê û dibe sultanê bajarê Cezayirê.

Ev manevrayên keştîyan, bingeha xwe ji îdeolojîya “welatê şîn” (Mavi Vatan) dig-rin. Ev doktrîna ku ji hêla amîralê berê Cem Gürdeniz ve hate derpêşkirin ji hêla netewperwer û îslamîstan jî piştgirî distîne. Ev doktrîn, Tirkîyeyê teşwîqê ferzkirina serwerîya xwe ya li ser herêmên bi nîqaş li Behra Reş, Behra Egeyê û Behra Sipî dike. Di van mehên dawî de Birêz Erdoğan, a-xaftinên xwe yên di warê leşkerî de zêde kir.

Di 26ê tebaxê de bi minasebeta salvegera şerê Melazgîrê, li başûrê Tirkîyê ya di 1071ê de ku Selçûkîyan Bîzansî têkbiribûn, axaf-tinek kir. Di vê axaftina xwe de Yûnanistan hişyar kir û got “her xeletîyek, şaşîyek wê wêranbûnê bi xwe re bîne”.

Çend hefte şûnde, 21ê çirîya pêşîn, serokwezîrê muhefezekar î Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis di dema civînekê, li gel serokkomarên Misrê û Qibrisê li dar dixist, “Tirkîyê bi xeyalên emperyalîst ku bi kiryarên êrişker re têkildar in” tawanbar kir.

Di bin zexta tebaxa borî, Atînayê bawerîya xwe bi piştgirîya Komara Qibris, Italya û Fransayê ku pevre manevrayên hevbeş organîze kirin anî. Wekî din Misir, bi wê re peymanek parvekirina ava behrê îmze kir. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ku di meseleya Sûrîye, Lîbya û Qafqasyayê de bi hempîşeyê xwe yê tirk (Erdoğan) ra pev çûbû, tercîha xwe ya piştgirîyê li gel Atînayê kir. Piştî vê helwesta Fransayê, cîgirê şaredarîya Kastellórizo birêz Stratos Amygdalos-partîzanê Demokrasîya Nû (Nouvelle Démocratie) ku di heman demê de partîya desthilatdar e ji bo birêz Macron ragihand ku “Ew hevalbendekî hêja ye ku em dixwazin vexwînin grava xwe”

Di nîvê îlona 2020î de, Yûnanistanê ragihand ku wê hejdeh Rafale yên balafirên şer ji şirketa Dassault Aviation stendine.

Konstantinos Raftis, rêberekî geştê ya Kastellórizoyê, di ber xwe de weha dibêje: “Erdoğan xwe wekî Kanûnî Sultan Suleyman dibîne, lê belê li welatê xwe kredîya xwe wenda dike, lîreya tirk bê qîmet dibe”. “Ew bi xeyalên fethê û bi xewna neteweyî hewl dide îmaja xwe sererast bike”. Ev miqaseya di navbera sultanê Bab-i Alî û serokkomarê Tirk ê niha de tê kirin, li vî welatê ku çar sedsal (ji 1430’yî heya serxwebûna Selanîkê 1830yî) di bin hikma Împaratorîya Osmanî de ma, gelek caran tê rojevê.

Ev berxwedana helenî ya ku nasnameya modern a dewleta yûnanî dîyar kirîye, xwedî şik û gumanên kûr e li hember cîranê xwe yê çar car jê dewlemendtir, şeş car jê mezintir û heşt car jê qelebalixtir.

Ev bêbawerî dabeşbûnên sîyasî ji holê radike, mîna ku neteweperwerî ava heyatê ye ji bo hemî partîyên yûnanî. Atîna îro doktrîna “welatê şîn” mîna sîyasetek neo-osmanî ya berfereh, ya ku emperyalîzma rabirdû bi bîr tîne.

Li ber devê bendera Kastellórizoyayê, sûlîeta mizgeftek ku bermahîyek osmanî ya kêmpeyde ku veguherîye muzexaneyê, dixuyê. Ev avahî di nav bîst û şeş dêrên ortodoks de balê dikêşe ser xwe. Destûra bingehîn dest nîşan dike ku ortodoksî li welêt “ola serdest” e û heya sala 2000î, mezheb li ser kartên nasnameya neteweyî dihat nivîsin. Jêbirina vê “mention”’ê ku li ser daxwaza hikûmeta sosyalîst pêk hat, ji hêla Dêra Ortodoks -ku ji hêla zêdeyî % 95ê yûnanan ve tê qebûlkirin- ve rastî ne-razîbûnek giştî hat. “Di dirêjahîya dema di bin nîrê Osmanî de, em yûnan man. Bav û kalên me Kastellórizoyê parastin da ku nasnameya xwe biparêzin. Em ê jî ji bo parastina wê têbikoşin”. Got birêz Raftis, ji nişka ve bi tevgerek hestyar.

Girava wî divîyabû ji deverên din yên welêt bêtir berxwe bida, bi israr e kalemêrê di şêstê xwe de. Kastellórizo, piştî çûyîna Osmanîyan ji deverê, ji ber pozîsyona xwe ya erdnigarî li dergehê Rohilatê, ji hêla neteweyên bîyanî ve fransî (1915-1921), îtalî (1921-1944), brîtanî (1944 -1945) ve hate dagirkirin an jî xistin bin serwerîya xwe. Girav, wekî Giravên Dodecaneyê -12 gravan-, di sala 1948an de bû parçeyek yûnanî. Ji hingê ve, ew bi serbilindî xwe bi rengên xwe dixemilîne. Li kendavika Kastellórizoyê, gelek alên şîn û spî li ser balqonên ku berê wan li bajarokê tirk a Kaşê ye (xwedî heşt hezar şênî) li ba dibin. Bi zêdebûna tansîyonê di navbera du welatan de, hejmara van alan jî zêde dibin.

Sê alên din ên mezin ên neteweyî ji hêla leşkeran ve li ser zinaran hatin boyaxkirin. Raftis, (kulmê xwe dişidîne) û qala serdemekê dike ku “hêrsa herkesî dianî”. Di dawîya îlona 2020î de, dronek ya bi eslê xwe nedîyar berî ku boyaxa sor bireşîne ser van pankartan ku rengê ala tirkî dianî bîrê, stranên leşkerî yên tirkî weşand. “Ev êrişek nebexşandî ye, ku dê were cezakirin”. Zarokê giravê ji rûyên nenas ku (promenade) dikir aciz dibe. Ditirse ku ew sîxurên ji Tirkîyê hatibin.

 Ev çil sal in ku ev alozî didome, her tişt timî bi lihevkirinê çareser dibe. “Ji bo dîyalogê divê Tirkîye û Yûnanistan rihet werin berdan”, dibêje di hinda xwe de birêz Tsikos Magiafis, xwedîyê tavernayê ku li ser zinarekî tenha hatîye avakirin û xwedîyê dîmenek bêhempa ya li ser girava Kaşê “gengeşî karê dîplomatan e, niştecihên vî bajarî birayên me ne, em bi hev re mezin bûn sond dixwe vî camêrê sî salî ku bi eslê xwe ji bajarê deryayî (Kastellórizo) ye û bi jineke tirk re zewicîye. Di ciwantîya xwe de ew ji bo ku  biçe sûka Kaşê û herweha pêdivîyên xwe yên wekî bi diransaz an jî bi bijîşka bide dîtin ji Kastellórizoyê derdiket û berê xwe dida Kaşê. Berî ku sînor di adara 2020î de ji ber Covid-19ê bi tevahî were girtin, tirk di nav tûrîstên yekem ên Kastellórizoyê de dihatin hesibandin.

Li Midîllîyê penaber wekî “çeka dîplomatîk”

450 kîlometreyan, bêtir bakurê rojava, li Girava Midîllî, ne ew keştîyên lêkolîna neftê yên ku ji hêla Enqerê ve tên şandin yûnanan radike ser pîya lê ew botên neewle yên koçberan ku ji hêla Tirkîyê ve ji deh kîlometretreyan tîne ye.

Ev girava çîyayî ya bi mezinahîya xwe wekî Guadeloupeê ye. Girava ku ji 85.000 niştecihan pêk tê, bi alozîyan re rû bi rû dimîne. Li vir koçber wekî amûr in.

Girava Midîllî ev deh sal in, ji bo derbasbûna Ewropayê, yek ji dergehên sereke yên ji bo bi sed hezaran koçberan e. Di nav de afxanî, sûrîyeyî, îraqî û heta kongoyî ji Tirkîyê ku (mazûvanî li nêzîkî çar milyon koçberan dike) derbas dibin. Li hember, perava tirkan ku ji plajên kêm tûrîstîk pêk tê û ji mirovan xalî ye ji hêla qaçaxçîyan ve navdar e. Koçber dema ku li bendî serlêdana xwe ji bo penabertîyê li Yûnanistanê û bi hêvîya ku xwe bi awayekî qanûnî bigihînin qada  Schengenê li Mîdîllîyê asê dimînin. Kampa Moria ku kampek sereke ye ji bo koçberan, di heştê îlonê de bi awayekî sedemên nedîyarî agir pê ket. Axirê, li vê kampa ku sêzde hezar koçberan dihewîne, tiştek cidî neqewimî.

Li gor walîyê Giravên Egeya Bakur, Konstantinos Moutzouris hatina van koçberan di encama hesabek stratejîk ya Enqerê de pêk tê. “Erdoğan koçberan wekî çeka dîplomatîk bi kar tîne, dema ku dixwaze bazarîyê bike, ew wan bi ser me ve dişîne. Helwestek wî ya pir êrîşker heye ku em vêya di yên berî wî de nabînin”. Tîne zimên vî walîyê mihafazakar ku li herêmê wekî figurek ku xwedî helwestek dijî koçberan tê nasîn, bi van gotinên xwe Erdoğan tawanbar dike.

Ew alozîya ku di adara 2020î de pêk hatîye destnîşan dike. Serokkomarê tirkan li dijî rexneyên Yekîtîya Ewropayê ku piştî êrîşa wî ya li gel kurdên bakûrê Sûrîyê ve hat kirin nerazîbûna xwe nîşan da. Tevî ku peymana li ser kontrolkirina koçberan di adara 2016an de, bi Brûkselê re li dar xistibû, Serokkomarê tirk ragihand ku wan sînorê xwe ji koçberên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin re vekirîye. Bi hezaran kesên ku li ber derîyên Yûnanistanê, li ser sînorê bejayî yê bakurê rojhilat kom bûn, rastî leşkerên yûnanî hatin. Di heman demê de, li Midîllîyê, bi dehan botên ku bi penaberan barkirî di nav çend rojan de gihiştin peravê, rastî hêrsa ultra-radîkalên herêmî hatin. Moutzouris piştrast dike û weha dibêje : “Ji wê demê ve me bi rayedarên Tirkîyê re qet têkilî dananîye”.

Ji niha pê de, Atîna bi berpirsîyarîyeke mezin ve re rû bi rû ye, çendî ku ev tê maneya girtina beşek ji sînorê xwe yê hevpar bi Tirkîyê re ji penaberxwazan re, tevî peymanên navneteweyî ku Yûnanistan îmze kirîye. Herweha hikûmeta yûnanî ragihand ku di nîvê çirîya pêşîn de dîwarek nû ya ku ji bîst û heft kîlometreyan pêk tê, li ser sînorê bejayî ava dike. Di despêka 2020î de, Yûnanistanê çêkirina bendaveke 2,7 kîlometreyî ji Midîlîyê dîyar kir. Ev kar ji hêla rêxistinên nehikûmatî (organisations non gouvernementale, ONG) yên parastina mafên mirovan ve rastî gelek rexneyê hat û herweha neqanûnî hate dîtin. Ev proje ji hêla parlementerê berê yê Syrizayê (Partîya çepgir) û dermanfiroşê giravê Georgios Pallis ve projeyek dûrî aqila tê dîtin. Gelek çavkanîyên herêmî dîyar dikin ku avakirina vê bendavê hatîye sekinandin. Li ser vê mijarê hikûmet di nav bêdengîyekê de ye, ew di derheqê vê projeyê de tiştekî ranagihîne.

Koçber, berdêla têkçûna dîyalogê ya di navbera tirk û yûnanan de didin”, Pallis, li hinda Mytilèneyê, li başûrê giravê, tevî sifreya meze û araqa herêmî ya bi navê uzoyê, xeman dixwe. “Paşveşandina koçberan ji hêla mihafizên yûnanî ve bi darê zorê tê kirin”. Di îlonê de, di dema civîneke çapemenîyê de wezîrê kar û barên deryayî pesnê xwe bi rênedana nêzikî deh hezar koçberan dida ku dixwestin di 2020î de ji sînor derbas bibin. Mehek şûnda, wezîrê koçberîyê hewl da ku vegera bi zorê înkar bike. Li Midîllîyê van wêneyên penaberên ku serlêdana wan hatine redkirin, bîranînek bi êş nû dikin, analîz dike Pallis: “Ew sirgûna penaberan ji Asyaya Biçûk. Di heman demê de vê bûyera ku li Yûnanistanê wekî “karesata mezin” jî tê bi navkirin, têkilîya yûnan-tirk ya aktuel ava kir.

 Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem, dawîya hilweşîna împaratorîya Osmanî de û piştre di dema şerê di navbera yûnan û tirkan de yûnanên Asya ya biçûk rastî komkujîyan tên. Li gorî gelek dîroknasan ev heya qirkirinê jî diçe. Di sala 1923an de du welat Peymana Lozanê îmze dikin. Vê peymana ku sînorên dawîn ya Tirkîyeya modern kifş kir, herweha dawî li rêveberîya yûnan ya li Îzmîrê ku ji hêla Peymana Sevrê ve ya di 1920î de hatibû îmzekirin anî. Ev peyman di heman demê de di bin navê “homojenîya neteweyî ” ku li ser bingehên olî ve ava bûbû, danûstendinek hovane li ser gelan ferz dike. Li gorî serjimêrîya sala 1920î, %6,5ê ji rûniştevanên Mîdîllîyê, zêdeyê 500 hezar misilmanên ji Yûnanistanê berê xwe dan Asyaya Biçûk. Di heman demê de, peymanê zêdeyî 1,2 mîlyon xiristîyanên ortodoks, ên ku şandibûn Yûnanistanê, ji holê ve rakir. Bi giştî zêdeyî 30 hezar kes gihîştin giravê. Ew bi awayekî pejoratîv (biçûkxistî) “tovên tirka” hatin vaftîzkirin.

Ew xiristîyanên ortodoks bûn, ew bi yûnanî diaxivîn; lê ji hêla giravîyan ve bi çavekî nebaş li wan dihate nihêrtin. Jinên ku ji bajarê mezin yê Îzmîrê hatin sirgûnkirin navê fahîşe” li wan dihat kirin. Ji bo ku têkilî nerm bibin divîyabû du nifş derbas bibin” anî zimên Pallisê ku bi xwe jî yek ji nevîyên penaberên ji Asyaya Biçûk e. Pallis weha pê de çû “Dapîra min di heşt salî ya xwe de hate vir. Ji bo entegrasyonê ew neçar bû ku fêrî nefretkirina ji tirkan bê. Divîyabû ew bi «alîyê din» re nebe heval. Wê heya heştê salîya xwe pîyê xwe neavêt Tirkîyê”

Pallisê ku di bin germeka çolî de li scootera xwe siwar dibe, li ber çend xirbeyên mizgeftên ku di nav -li Mytilène, Midilli- de disekine. Yek jê, avahîyek xirabe ye ku tenê têjikên pisîkan yên birçî lê digerin, yeka din veguherîye dikanek kulîlkfiroşê. Rayedar xwedî li rabirdûya osmanî dernekavin”, axîna xwe tîne parlementerê berê û weha pêde diçe: “Divê dewlet ji nû ve avakirina van berheman û herweha geşepêdana tûrîzmê bi Tirkîyê re li xwe bigre. Ji dêvla kirîna Rafaleê (balafirên şer), ev veberhênên bi vî rengî wê heremê ewletir bike”.

Li Trakyaya rojava, kêmîneyeke derbxwarî

Li bakurê rojhilatê welêt, nêzîkê sînorê Tirkîye û Bûlgaristanê, ev rabirdûya Osmanî li ber çav e.

Mizgeftên ku ji îbadetê re vekirî ne, serdestîyê li gundên ku di nav zevîyên pembo, gulberojk û tûtinê de ne dikin. Mînorîta misilman yên Yûnanistanê, li nêzî rêze çîyayên Rhodopesê ku lûtkeya wan li Bûlgaristanê serî didin de dijîn. Gelekî ku bi eslên xwe Slavî ye û zimanê bûlgarî diaxive, di bin serwerîya osmanî de bûne misilman û piranîya niştecîhan bi koka xwe tirk in. Mistefa Mistefayê bîyolog û parlementerê berê yê Syrizayê weha dide dîyarkirin: Em hemwelatîyên yûnanî ne, lê em di heman demê de tirk in jî. Em berî ku Tirkîyeya modern ava bibe jî hebûn. Em bi tirkî diaxivin û ola me jî yek e”. Ew bi çend peyvan, careke din, hemî tevlihevîya nasnameyekê ku ji hêla rabirdûya emperyal ya herêmî ve hatî destnîşankirin tîne ziman. Û ev yek herweha di nav şerê bandorê yê di navbera Atîna û Enqereyê de ye jî.

Kêmîneya misilmanan ku ji împaratorîya Osmanî maye di sedsala bîstemîn de şahidî li xêzkirina sînorên Yûnanistana modern ku li dora wan hate kişandin kirin.

Peymana Lozanê xilas bû. Ev populasyona misilman û ku axlebê wan tirkofon e, di nav netew-dewletekê de ku bingeha wê zimanê yûnanî û ola ortodoksî ye, bere bere vediguhere.

Mafê wê yê ku bi ola xwe bijî û herweha di dibistanên seretayî de zimanê tirkî bi kar bîne. Li herêmê nêzikî sed dibistanên du zimanî hene. Niştecihên herêmê Mistefa li laboratûwara xwe ya li Komotiní -bi tirkî Gümülcine- tê binavkirin dîyar dike ku: “Em wekî misilman û xirîstyanan di nav aramîyekê de dijîn. Lê belê hîn ji zewaca têkel re tolere nîne”. Dora 55 hezar şînîyên bajêr li taxên xirîstîyanan û li taxên misilmanan yên ku li der û dora çemê Menderesê bi cih bûne dijîn. Mistefa qet ji Trakyaya rojava derneketîye. Mînorîteya me ne kozmopolît e, em gundîyê ku bi herêmê ve girêdayî ne. Em dixwazin ku nevîyên me jî bi aramî li vir bijîn”. Mistefa mîna gelek misilmanên herêmê, ew tenê bo xwendina xwe ya bilind diçe Tirkîyê û piştre vedigere ser xaka bav û kalan.

Sed kîlometre dûrî ji Komotiní, li gor Peymana Lozanê, Tirkîye ji van misilmanan re “dewleteke sponsor e”. Lê hin binavkirin, wekî ku hin kes jê re dibêjin “welatê dayikê” ev yek ne bi dilê Yûnanistanê ye. Tirsa netewperestan ew e ku ev nêzikbûna mînorîteyên misilman li gel cîranên xwe yê Tirkîyê, bi serxwebûnekê encam bibe. Rewşa wan di orta zikê pirsgirêkê de ye. Tirkîye daxwaza naskirina “Mînorîteya Tirk” dike. Lê belê Yûnanistan, hemû referansên etnîkî ku bi olê ve girêdayî ye red dike.

 Şer li ser du qadan tê lîstin, ew ol û perwerdehî ye. Di dawîya salên 1990î de, Atîna xwest ku mînorîteya entegreyî nav pergala perwerdehîya giştî ya yûnanî bike. Mebest ji vîya ew bû ku bi polîtîkayeke cudakarîya pozîtîf û hêsantirkirina xwendina zaningehê ji mînorîteyan re bidin temînkirin. Misilmanên tirkperest, daxwaz dikin ku bêtir sazîyên duzimanî yên kêmîneyan çêbibin. Di warê plana olî de, her alî miftîyên ku hevûdu nas nakin, destnîşan dike. Sê nûnerên fermî ji hêla Yûnanistanê ve ji bo herêmê têne destnîşankirin. Du kesên dinê ne fermî, ji hêla Misilmanên Trakyaya Rojava ve ku ji hêla Enqereyê ve têne piştgirîkirin û ku destnîşankirina olê ji hêla Xiristîyanan ve red dikin.

“Em hertim zirarê ji encamên krîzên dîplomatîk dibînin. Em pîyonên lîstika wan a setrencê ne” Mistefa tîne zimên û kesera xwe dikişîne. Camêrê şêst salî, pogroma (pogrom: komkujî û talankirina cihûyan ji hêla gelên mayî ve) ku di sala 1955an de pêk hat û bû sedema kuştina panzdeh kesan bi bîr tîne. “Hê paşê, salên piştî 1974an, dakirkirina bakurê Qibrisê, mafên kêmîneya me ji hêla dewleta yûnanî ve hatin binpêkirin”.

“Em nikarin ajonameyê bi dest bixin. Ew di kirîna erdan de ji me re astengî derdixin”. Di heman demê de, hêla din ya sînorê, tirs gav bi gav li civaka yûnanî ya li Tirkîyeyê ya li sirgûnê zêde bû. Îro li Stenbolê tenê çend hezar yûnanî mane.

Li herêmê bi hezaran sîxurên Enqerê hene

Ev pevçûn hîn jî bandora xwe li geşedana Trakyaya Rojava dikin.

“Rewş di 1990î de baştir bû. Lê belê, hin endamên mînorîteya misilman ku li Yûnanistanê rastî miameleyên nebaş hatin, xwe nêzî Tirkîyeyê kirin. Ev jî di nav texeyula yûnan ya netewî de bêbawerî xurt kir. Gelek xiristîyan wan wekî ajanên welatê cîran dibînin” tîne zimên Georgios Mavrommatis, pisporê mînorîteyan û profesorê alîkar yê li Zanîngeha Democritus ya Trakyayê ya li Komotiní’ ye.

Di bin bandora du dîskurên neteweperwerên berevan de atmosfereke gumanbarê xwe berdaye ser vî bajarî. “Mirovên rastgirên tundrew yên yûnanî me wekî Yeniçerîyan: leşkerên pîyade yên elît di dema osmanîyan de, dibînin, bi dengekî bilind meselê detaykirin dide Pervin Hayrullah ya li kafekê rûniştîye. Erdoğan me wekî hemnîjad destnîşan dike”. Dîrektorê Weqfa Çand û Perwerdehîyê li Trakyaya Rojava, ew di heman demê de serdana Serokkomarê Tirk a li herêmê di dawîya sala 2017an de jî bibîr tîne. Birêz Erdoğan “cûdakarî” ya ku ji alîyê dewleta yûnan ve li dijî civaka ku bi eslê xwe tirk e pêk tê şermezar kiribû.

Xiristîyanek ku naxwaze navê xwe dîyar bike, di ber xwe de dike pise pis. “Rayedarên yûnanî li hember tirkan qels bûne. Tirkîye ku li qadê pir zêde xuya ye, xwedî hêzeke zêde ye. Li herêmê bi hezaran sîxurên Enqereyê hene û ew her sal bi milyonan ewro budçe ji konsulxaneya tirk ya li Komotiní vediqetîne”. Li gor Hayrullah ku nêzikî vê sazîyê ye, dide dîyarkirin ku “konsulxane mîna konsulxaneya yûnanî ya Edirneyê (bajarê Tirkîyê nêzî 200 kîlometre, li ser sînor) tenê mîsyoneke dîplomatîk pêk tîne”. Dîmena konsolosxaneya tirk, berevajî dîmena Komotinîyê xesardîtî ye. Ji hêla kamera û mihafizan ve tê şopandin. Avahî bi bendên kesk yên bilind ve hatîye dorpêçkirin.

“Yûnanistan li me baş dinêre. Ew bi geşepêdana civata me re eleqedar e û dihêle ku em ola xwe bi cîh bînin” li buroya xwe ya bêdeng de Selim Îsa pesnê xwe dide. Serokê Komîteya Birêvebirina milkên misilman -ku ji hêla dewleta yûnanî ve hatî wezîfedarkirin-, bi pêşandana awîzeyên bedew û odeyên bi ronahî û herweha bi nûvekirina yek ji 20 mizgeftên Komotînîyê şanaz e.

Gava ku mela li bajêr bang dike, Îsa, bi awayekî nerehet weha dibêje “Her çiqas têkilî bi Tirkîyeyê re xera dibe, konsolosxane bandora xwe ewqas zêde dike û doza qebûlkirina kêmîneya tirk dike”.

Erdoğan di peyameke vîdyoyî de ku  7ê kanûna pêşîn di semînera li ser Deryaya Spî ya Rojhilat de ku ji hêla Konseya Zanîngehên Navneteweyî û Zanîngeha Akdenizê ya li Antalyayê ve hatibû organîzekirin, dîyar kir ku nexşeyên Deryaya Spî ya Rojhilat divê ji nû ve were xêzkirin. Ew “hişmendîya qorsan ku dixwaze mafê wan ji wan bidize” şermezar dike.

Serokkomarê Tirkîyê bang li Yekitîya Ewropayê kir ku li ser navê “ Hevgirtina Yekîtîyê ” dev ji “neheqîyên ku li tirkên Qibrisê û Tirkîyeyê tê kirin ” berde.

*Rojnameger, Atîna

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

__________

(1) Binêre: Gilles Bertrand, Le Conflit helléno-turc, Maisonneuve û Larose – Institut français d’études anatoliennes, Parîs-Stenbol, 2004; Georges Prévélakis, Géopolitique de la Grèce, Complexe, Bruksel, 2005.

(2) Peymana Neteweyên Yekbûyî, beşa VII, benda 51ê:» Di vê Peymanê de tu hikim astengî li mafê xwezayî yê xweparastinê, şexsî an jî kolektîf di rewşa ku endamek ji Neteweyên Yekbûyî hewldanek êrişa çekdarî bike nake.»

(3) Herema deryayî ku dewletek mafên serweriyê lê dike.

(4) Binêre: Colin Martin Tatz, With Intent to Destroy: Reflecting on Genocide, Verso, London – New York, 2003; Kostas Faltaits, The Genocide of the Greeks in Turkey : Survivor Testimonies from the Nicomedia (Izmit) Massacres of 1920-1921, Cosmos Publishing – Attica Editions, Atîna, 2016 ; Olivier Delorme, « Aux origines de la Grande Catastrophe», Desmos/Le Lien, hejmar  21, Atîna, 2005.

(5) Bendên 65-83an ên Peymana Sewrê, 10ê tebaxa 1920î. «Hikûmeta Yûnanî dê berpirsîyarîya rêveberîya bajarê Îzmîrê bigre ser xwe û herweha xaka ku di xala 66an de hatî diyarkirin» (bend 70), ku dibin «serweriya osmanî” de ye (bend 69).

(6) Émile Kolodny û Régis Darques, «Turcs, Grecs et réfugiés dans l’île de Lesbos au XXe siècle», Deryaya Sipî, hejmar 103, Parîs, 2004.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar