Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li New Yorkê, dewrîyeyên ji taxê ji bo parastina Chinatownê

Asyayîyên bêpere hatine li Dewletên Yekbûyî bicih bûne û karîne li nava civakê xwe bilind bikin wê xelaya amerîkî bicih anîbin. Ji bo wan tê gotin di kar de kedkar, li dibistanê serketî, lê belê herweha serwext û milahîm in. Li pişt van kilîşeyan dîsa jî civateke parçebûyî veşartî ye û ji destpêka serdema şewbê re bûye mexdûra gelek bûyerên ji ber kînê rû didin.

M. Wellington Chen hewldana cînayeta ku bû şahidê wê li sêgoşeya Worth û Baxter Street, şeva 25ê sibata 2020î, li derdora saet 18.30 bi bîra hişekî fotografîk tarîf dike. Ev amerîkîyê bi eslê xwe taywanî ku ji buroya xwe dertê, dibîne zilamek dibeze ber bi wî ve û «kêreke bîst santîm» li pişta ke-sekî asyayî yê 36 salî dixe. «Êrişkar ber bi dawîya kolanê ve bezîya û li pişta wî xist, Chuck Norris jî wê nikaribûye ji êrişeke wisa xwe biparasta.» Qurbanî çend metre dikare bimeşe, dû re li ber lingên M. Chen dikeve erdê: «Dibû ku ez bûma û ez xwe bi şans dihesibînim ku îro ez ji we re behsa bûyerê dikim.» Organên wî yên hundir qul bûbûn; wê gurçik û pizanê sergurçikê yên qurbanê werin derxistin, lê belê ew ê vebijî. Êrişkar, yemenîyekî xwedî rabirdûyeke psîkyatrîk wê ji polîsan re bibêje ku kêfa wî ji awayê mêzekirina qurbanî nedihat.

Gava ji M. Chen tê pirsîn ka ew bawer dike ku bûye şahidê sûcekî nijadperest, ew bi pirseke din bersivê dide: «Çima mirov li Chinatowê bi kêrekê digere? Ji bo min, ev êrişeke pêşamadekirî bû.» Helbet, lê belê li nava konteksta bilindbûna giştî ya şîdetên bi çek li bajarê New York, Latîno, Spî an jî Reş jî gelo ne qurbanîyên êrişên bêsedem in? «Tu Latînoyek îro xwe mecbûr hîs nake ji mala xwe derkeve derve wekî min, li gel du pergalên zingila êrişê yên di çentê piştê de», wisa dibersivîne.

Chen kesayeteke rêzdar a civata asîyo-amerîkî ye. Dîrektorê rêveber ê Chinatown Business Improvement District ev panzdeh sal in, vî plansazê bajaran û rayedarê payebilind, herweha pêşketina bajêr a gewretirîn Chinatowna herêma bajêr a New York (taxa Flushing, li herêma Queens) plan kir. Pêzanîna wî ya profesyonel nêrîneke berfireh dide wî li ser tevahîya 1,2 mîlyon şênîyan, ku ji sedî 14ê nifûsa New Yorkê (beramberî ji sedî 7ê tevahîya welêt) pêk tînin. Xebatkarên bi qasî 200 restorantên Chinatowna orjînal a Manhattan a xwedî nifûsekî zêde qelebalix û pir bi livûtevger, wekî kevneşopî tu caran bi tenê venage-rin malê. Restorant jî bêhtir ji ber heman sedemên ewlekarîyê zû tên girtin. M. Chen bawer dike ku Asyayî niha hedef tên girtin, hem jî ji hemû komên din ên etnîk zêdetir.

Her çendî dozgerîya herêmê ya Manhattanê sedema giranker a «sûcê kînê» (hate crime) nepejirand jî, hewldana cînayetê ku M. Chen bû şahidê wê, li hemberî şîdeta bûyerê şoke bû. Dîmenên kamerayên çavdêrîyê li ser tevnên medya civakî hatin belavkirin, eynî wekî yên bi dehan êrişên din ên li welêt, bûn sedemên rabûna hêrsa dîasporaya seranserî cîhanê. «Rojek piştî êrişa bi kêrê, danê nîvro, asyayîyek li Bowerîyê (kolaneke başûrê Manhattanê) bi gazê hate jehrkirin û heman êvar, yekî din jî li East Broadwayê rastî êrişekê hat û bi lêdanê ji hev hat xistin», bi awayê vegotina M. Chen.

Çînî, Filîpînî, Vîyetnamî…, hemû dibin mexdûr

Gelo şîdeta dij-asyayî bi carekê zêde bû, wekî ku piranîya muxatabên me destnîşan dikin? Li ser vê xalê, îstatîstîkên komeleyên civakî û yên polîsan dîmenên ji hev cuda radixin pêş çavan. Di asta neteweyî de, rêxistina «Stop AAPI Hate», ku li dijî şîdetên dij-asyayî têdikoşe, di navbera adara 2020 û adara 2021ê de (beramberî 3 795 bûyerên sala berê) 6 603 bûyer tesbît kirine. Li gel vê yekê jî, ji alîyê xwe ve, polîsê New Yorkê ji bo sala 2020î tenê 28 êrişên bi vî rengî tomar kirine. Lê belê ev hejmar dîsa jî zêdebûneke pir mezin nîşan dide dema ku bi sê êrişên sala 2019an re tê muqeyesekirin. Polîsan herweha di navbera 1ê kanûna paşîn û 21ê gulana 2021ê de 87 gilî qeyd kirine, beramberî 20 gilîyên heman perîyoda 2020î, li nava konteksta zêdebûna gelemperî ya sûcên şîdetê yên li bajêr, yên li dijî reşan, cihûyan, kesên lezbîyen, homoseksuel, bîseksuel û transseksuel jî di navê de. Li gorî qeydîyan, yekane kesê hat şopandin ji alîyê edaletê ve ji ber kirineke dij-asyayî di somestra pêşî ya 2021ê de taywanîyek e ku bi nivîsandina grafîtên dij-çînî li ser taqên gelek maxazayan, hatîye sûcbarkirin…

Ji bo îzahkirina vê rewşa hevnegirtî, nûnerên civatê dibêjin gelek êriş nayên ragihandin gava mexdûr bi înglîzî nizane an jî naxwaze xwe bide xuyakirin. Ev ên bêderb û bêbirîndarî (tinazkirin, heqaret, tifkirin …), pir zêde li gorî AAPI Hate, pir kêmtir dibin sedemê gilîkirinê, pêvajoyeke tengezar li Dewletên Yekbûyî. Bêyî ku were bahskirin ku li nava asyayîyan gelek esnafên biçûk hene: di rewşên wisa de, jihevcudakirina sûcekî xirab û sûcekî kînê carna zehmet e. Axirî, buroya dozgerîyê sedemê giranker ê nijadperestîyê nadîren dertîne pêş, lê belê ev nebû asteng li pêşîya polîsê New Yorkê ku ji payîza 2020î ve, «task force» a 25 detektîfên dilxwaz ên asyayîyên koçber ên nifşa pêşî yên, «deh zimanên cuda diaxivin», biafirîne «ji bo tamdana asîyo-amerîkîyan da ku bi polîs re bikevin nava danûstandinan».

Civata çînîyan ne yekane ye ku tê hedefgirtin. Filîpînî,  taylandî,  vîyetnamî… giş dibin mexdûr, li gorî M. Chen ku bûyerên cihêreng ên dilxelîner berdewam vedibêje. Karaktera tesadufî ya deverên êrişê (li kolanê, metroyê, li pêşîya mala xwe an jî li ber derçika derîyê firûnê) û awayê pêkhatinê (bi kulman an jî pihînan, bi amûrekî dibire, bi berhemên kîmyayî), ferqa pîvanî ya navbera êrişkar û mexdûran, gelek caran jinên ixtîyar, gelek caran ji alîyê civatê ve wekî karaktera dij-asyayî, zindîbûyî bi tengezarîyên navbera Pekîn û Waşîngtonê tên şirovekirin, bi taybetî, ji ber guftûgoyên dijwar ên sîyasî yên li ser jêdera koronavîrusê. Piranîya muxatabên me ji ber vê yekê wisa bawer dikin ku serokê berê Donald Trump atmosfer dijwar kirîye bi belavkirina teorîya «vîrûsa çînî», ku laboratuwareke Wuhanê jêdera wê ye. «Wî nijadperestî teşwîq kir bi îdîa ku, xwedê giravî, me vîrus di nava bagajên xwe de anîne», li gorî sûcbarîya Mme Oanh Nguyen, New-yorkîyeke ku li sektora finance ya Chinatownê kar dike:

Li gel vê yekê, rewş baştir nebûye ji dema guherîna kirêgirê Qesra Spî û vir ve. Bicihkirî li nava kategorîya «fake news» û komplogerîyê, gava ji alîyê M. Trump ve hat îdîakirin, fikra ku vîrus ji laboratuwarekê belav bûye ji dema ku M. Joseph Biden jî xwest lêpirsînek li Çînê li ser jêdera pandemîyê were çêkirin û vir ve wekî manşeta di rûpela «pêşî» ya rojnameyan de jî tê weşandin. Wekî din, eger serokê nû şîdetên dij-asyayî şermezar dike jî –«ev tiştekî xirab e, ev dij-amerîkî ye û divê raweste», wî wisa got, lê ancax piştî komkujîya adara 2021ê ya li banlîyoya Atlantayê ku têde şeş jê jinên asyayî heşt kes mirin-, demokratan herî hindik bi qasî kampa komargeran vegotina dij-çînî bi kar anîn.

Li Senatoya Waşîngtonê ku lê du partî di nava pevçûnekê de ne, amadekarîya şerekî nû yê aborî -û leşkerî- li dijî Çînê bûye yek ji dozên nadîr ên dupartîyî. Ji bo bersivdayîna armancên teknolojîk ên Pekînê, parlementeran di hezîranê de dengê erê dan planeke mezin a pêncsalane ya bi qasî 52 mîlyar dolar a ji bo destekdayîna sekterên zekaya çêkirî, enformatîka kuwantîk û bi taybetî hilberîna nîv-konduktorên ku zarûrî ne ji bo karkirina objeyên rojane yên wekî telefonên bi aqil, otomobîlan, konsolên lîstikê an jî trackerên fitnessê.(1) Li nava vê atmosfera şerê nû yê sar ji bo serwerîya teknolojîk, Amerîkîyên bi eslê xwe Çînî di navbera du agiran de ne -herweha bi beşê civata asyayî re-, bi tevahî. Rewşeke ku salên 1980î tîne bîra mirov, ew demên ku Dewletên Yekbûyî, li nava pençeyên «tirseke zer» bûn û ji ber tirsa mezinbûna hêza Japonyayê û vegirtina welêt ji alîyê Sony û Toyota ve.(2)

Civateke yekbûyî li dijî nijadperestîya serdest

Nijdadperestîya dij-asyayî xwedî dîrokeke dirêj e li Dewletên Yekbûyî. Eger hebûna çînî li welêt digihîje serdema herikîna ber bi zêr a 1849an jî, şênîyê asyayî demeke dirêj ji ber qanûnên koçberîyê hatine eciqandin. Qanûna Chinese Exclusion Act ya 1882 li Çînîyan bicihbûna li Dewletên Yekbûyî qedexe dike. Li nava konteksta bilindbûna dij-semîtîzmê û dij-bîyanîyan, tedbîr di 1924an de vedizele heta civatên din jî yên koçberên bi eslê xwe ji Ewropaya Rojhilat û Asyayê (qanûna Johnson-Reed). Pêvajoya şerê duyemîn ê cîhanê, koçberên ji Japonayê hatin -welatekî ku aîdî hêzên Mîhwerê bû- ji malê xwe bêpar hatin hiştin û li kampan hatin bicihkirin, berevajîyê amerîkîyên bi eslê xwe alman an jî îtalyan.(3)

Di salên 1960î de, dema ku tevgera mafên sîvîl cudakarîyên etnîk der-qanûnî dike, qanûnên li ser koçberîyê û welatîbûnê yên 1965an dawî tînin li kotayên xwe dispêrin ser welatîbûnê û bi vî awayî rê li pêla ji Asyayê tê vedikin. Piranîya kesên hatine jêpirsînkirin di vê nivîsarê de bi heman awayî piştî vê tarîxê gihîştine vir di çarçoveya lihevkomkirina malbatê, bernameyeke «koçberîya bijartî» -ji ber ku Dewletên Yekbûyî hatina kesên perwerdekirî û bi dîplome destek dike-, an jî kesên koçberbûyî, welat bi sedan hezaran «boat people» vîyetnamî, kambocî, laosî, ûhwd. pêşwazî dike, li salên 1970 û 1980yî (binêrin li nivîsa çarçovekirî ya li hemberî).

Îro, ji çaran sisêyê ciwanên nûgihîştî yên amerîkî yên bi eslê xwe asyayî li derve hatine dinê û eger Çînî her tim bûbûn yên herî qelebalix li nava vê nifûsa rengareng a zêdetirî 20 mîlyon kesî, amerîkîyên bi eslê xwe hindî dikarin jêr-komên herî mezin ên dehsala bê pêk bînin. Ev civata parçebûyî li gel vê yekê yekbûyî xuya dikin ji bo şermezarkirina nijadperestîya mezin dibe û ew cesaretê didin hin kesan ji bo xwe bi rêxistin bikin. Li bihara dawî, dewrîyeyên dilxwaz li Chinatownê digerîyan. Wan randewû didan hev ji bo her şemîyê saet di hivdehan de li pêşîya peykerê ji bronz ê Sun-Yat-Sen, «bavê Çîna nûjen», li Columbus Park, dilê taxa ku lê mirov dikarin xanenişînên werzişa Tai-Chi dikin, hev bibînin an jî li hev kom bibin li dora maseyên ji beton ji bo lîstina guhertoyeke setrencê ya çînî, Xiangqi. Dewrîyên ciwanên dilxwaz ên ji bo rihetkirin û parastina nifûsê hatine afirandin, rêyên wekî xetere navûdeng dabûn ên wekî East Broadway (Protect Chinatown nehişt em bi wan re refaqatê bikin, bi bahaneya ku hebûna me wê kesên ixtîyar ne rihet bike) bikar dianîn.

Ev dilxwaz cotek çavên paşko ne li kolanên veguherîne kabosê ji destpêkirina pandemîyê ve, li gel hejmareke mezin dikanên li ser wan pankartên «ji bo kirêkirinê» hatine hilawistin. Van dewrîye-yan ji polîsê New Yorkê destûra fermî (NYPD) jî wernegirtîye, lê belê Mme Sandy Yang, endameke ciwan a Protect Chinatownê, têkilîyên li gel polîs wekî dostane tarîf dike. Ji niha û şûn ve, dewrîye ketine kirasê «refeqatê»: ciwanên dilxwaz, wekî komên du kesî, hevaltîya rê dikin li gel kesên ixtîyar di dema çûna wan a bazarê de.

Berîya havînê, fûareke piştevanîya li gel şênîyê Chinatownê jî li Columbus Parkê hatibû birêxistinkirin. Gelek dezgehên belavkirina xêrê, ji bo xelkê «destekeke psîkolojîk» pêşkêş dikirin, serdanên tibî dikirin, testa belaş a hepatît B çêdikirin, atolyeyên puppy therapy (terapîya sewalan) ku têde mirovan dikiribû cewrik mizdana, saz dikirin, wekî din amûrên xweparastinê dihatin belavkirin (kîlîthilgir «qeşa şikên», pîpîk, kartûşên gaza çavsotîner.) Komeleya «Soar over Hate» (Serketina li hemberî kînê) îdîa dike ku wê 19 000 ji van amûran belav kirine. Dilxwaz, ku piranîya wan li bin sî salî ne, notên post-it bi sînga xwe ve dikin, bi destnîşankirina zimanê xwe yê dayîkî (kantone, mandarîn, vîyetnamî, koreyî, tayî, tagalog…) ji bo danûstandina li gel xelkê ne-ingilîzîaxêv û li ser t-shirtên xwe jî vê dîrûşmeyê dinivîsîn: «Proud as fuck to be Asian» («serbilind im ku ez asyayî me.»)

Li ser gîyayê sentetîk ê nîv sehaya fûtbolê ya Columbus Parkê se-yansên tomerî yên destpêkirina hunerên şer tên birêxistinkirin. Jinên ixtîyar ên bi şewqeyên lengerî yên dorfireh ji tîrên rojê tên parastin fêrî bingeha Muay-Thayê dibin û bi ênişkên xwe bi awayekî aheng derbeyan diweşînin êrişkarekî xeyalî. «Ez li Chinatownê mezin bûm, li vê taxa ku ez kirim kesê ku niha li hemberî xwe hûn dibînin», wisa ji me re îzah dike M. Kevin Law-Lee, 27 salî, hevavakarê dewrî-yeyên parastinê, ku çêkirin ji ber ku wî«nikaribû bêyî ku tiştekî bike li cihê xwe rûniştî bimîne.» Dêûbavê wî hesabgir in ji bo esnafên biçûk ên taxê û îflasên li pey hev karê wan li hev naynin. Tengasîya aborî ya Chinatownê li ber çavan e. Mirov hema hema bi tena serê xwe xwarinê dixwe li restoranên çînî ku berê dibûn holên kêf û şahîyê ji ber pisporîya xwe ya birêxistinkirina zîyafetên mezin (vaftîz, dawet û dîlan, Sersal…)

Ji wan, ya herî mezin û navdar, Jing Fong, yekane restoranta bi sendîka ya Chinatownê (800 cih, zêdetirî 10 000 servîsên xwarinê her heft), sala borî wê jî derîyê xwe girt. Li bin awirê şaşmayî yê xebatkarên li zemînê, divê li bin navekî pir mutewazîtir ji nû ve bihata vekirin. Girtina wê «yekane karên sendîkayî yên taxê hilweşandin», hêrsa xwe wisa tîne ziman Mme JoAnn Lum, yek ji berpirsîyarên rêxistina National Mobilization Against SweatShops (NMASS), û nûnera berjewendîyên xebatkarên hêza mil a Chinatownê yên gelek caran bêkaxez, li holên manîkur, li restorantan an jî karên di malan de dixebitin. NMASS ji bo jiholêrabûna atolyeyên qaçax, «rojên xebatê yên 24 saetî» û «wage theft» (bi wergera ferhengî «dizîya destheq», ango berdêla diravî ya saetên kar) têkoşînê dimeşîne.

Rojên dirêj ên kar fêrbûna ingilîzî, ku şertê nebe nabe yê pêşketina civakî ye, zehmet dike. Ji 2005an ve, Asyayîyên New Yorkê ji alîyê rayedaran ve wekî kategorîya etnîk a herî xizan a bajêr, bi Latînoyan re ser bi ser, bi rêjeya xizanîyê ya guhêrbar, li gorî salan, di navbera ji sedî 21 û 28 de hatine qeydkirin.(4) Ew herweha bûn pêşengên bêkarîya herî bilind jî di serdema pandemîyê de, li gorî rapora Asian American Federation(5), ku berjewendîyên Asyayî-Amerîkayîyên xizankirî yên New Yorkê diparêze.

«Em her tim cuda xuya dikin»

Li vir «xeyala amerîkî», veqetîna ji Chinatownê û bicihbûna li maleke biçûk a li kevîbajêr e. Lê belê, Çînîyên-Amerîkî yên New Yorkê yên serketî, dikarin girêdaneke xurt a hestî bi taxê re biparêzin. «Me bar kir kevîya bajêr gava em bûn zengîn. Xeyala amerîkî, hûn fam dikin? Wisa vedibêje Mme Esther Tow, karsazeke jin a 60 salî ya pir enerjîk ku zingilan û kartûşên gaza çavsotîner belav dike li kesên bi temen. Chinatown, em her dawîya hefteyê vedigerîyanê ji bo biçin bazarê û ji bo ku biçim dibistana çînî.» Mme Tow li New Yorkê hatîye dinê ji dêûbavê ku ji Komara Gel a Çînê revîyabûne. Wan karîye ji xwe re pereyan deynin ser hev û veqetin ji bajêr ji bo depoyeke paqijkirina cilên ziwa li kevîbajêr vekin, li Long Island û xeyala xwe ya bilindbûna civakî bicih bînin.

Tevî ku li Dewletên Yekbûyî hatîye dinê, Mme Tow ancax di şeş salîya xwe de dest bi fêrbûna ingilîzî kirîye. Hê jî dîsleksîyeke ku ew danexistîye rewşa astengdarekê, pê re maye, lê belê ne bi qasî bibe asteng li pêşîya karîyera wê ya karê firotin û îtxalat-îxracatê. Xwepa-rastî ji rewşa neçarîyê, ew niha xwedî şirketeke li ser înternetê ya firotina mucewheran e. Xaltîka wê pizîşk e û kurê wê jî şerapfiroş. «Ez vedigerim ji bo destekê bidim vê taxa ku ez xwe lê bi rastî jî li mala xwe hîs dikim. Di çanda me de, ji mezinan re rêz tê girtin. Dêûbavên me tu caran nexwestin rewşê tev bidin û bibin sedemê alozîyan.»

Tevlîhevîya ku şênîyên Chinatownê di navê de ne, divê nede jibîrkirin ku gelek asyayî li Dewletên Yekbûyî di karûbarê xwe de serketî ne. Heta ev yek bûye klîşeyeke bi enîya wan ve zeliqandî. Li gorî buroya amerîkî ya serjimarîyê, serketina li dibistanê (binêrin li nivîsara çarçovekirî û grafîkên li hember) û hatiniya Asîyo-Amerîkîyan li raserî navînîya neteweyî ye. Rêjeya Asîyo-Amerîkîyan ên xwedî lîsansê (%54) bi radeyeke girîng bilindtir ji ya hemû kategorîyên din ên etnîk (spî jî di navê de.)(6) «Nîsbet bi hindikahîyên din, ew li taxên zengîntir dijîn, xwedî rêjeyeke bilind a zewaca têkel in, asteke bilind a perwerdeya wan heye û li bazara kar serketî ne», bi kurtî rewşa wan wisa radixe pêş çavan Brookings Institute.(7)

Amerîkîyên bi eslê xwe hindî ku li sektora teknolojîyên nû û ya tendirustîyê di radeyeke mezin de tên temsîlkirin, bi taybetî serketî xuya dikin. Hatina madî ya navînî serê malbatê ya herî bilind a Dewletên Yekbûyî ye, eger li gorî welatên orîjîn rêzek were çêkirin (Taywanî duyemîn in, Avûstralyayî sêyemîn). Li gel vê yekê jî, Asyayî-Amerîkîyên sinifên bilind wisa hîs dikin ku dîsa jî cidî nayên girtin; wekî ku tu caran tam wekî amerîkîyan neyên hesibandin, wekî ku hetahetayî mêvan bin li vî welatî. Mme Tow destnîşan dike ku ji nifşa duyem an jî sêyem û vir ve, «gava mirov li kevîbajarê li Long Island, li Tennessee, Ohio, yê bi rengspîyan dorpêçkirî mezin dibe, mirov êdî ne xwedî referansên çandî yên welatê xwe yê jê hatîye. Em dibin spî, wisa dibêje, bi awayekî nerasterast be jî bi têkelbûna nava rengê spî û amerîkîbûnê re. Lê belê her tim hin mirov hene ku bawer dikin ku em bi awayekî veşarî li gel hikûmeta çînî di nava danûstandinê de ne. Em bi mîkro-êrişan re rû bi rû dimînin. Em amerîkî ne, lê belê hê jî em cihêreng xuya dikin.»

Kategorîya asîyo-amerîkî bi vê yekê re hema hema bi awayê du qutbî vediguhere. Hê di salên 1980yî de li New Yorkê behsa –«downtown Chinese» ev karkerên înşaetan û xebatkarên tekstîlê yên qebale dixebitîn û «uptown Chinese» sinifa navînî ya raser û karsaz, ên li taxên xweşik ên Manhattanê an jî li kevîbajêr bicihbûyî- dihat kirin.(8) Ev cudahîya mezin a navbera Asyayîyên zengîn û xizan ji çil salên dawî ve her kûrtir dibe, zêdetir ji ya navbera Afro-Amerîkîyan an jî Latînoyan.

Ev newekhevî gelek caran di guftûgoyên civakî de tên jêbirin. Li beramberî hêrsa li dijî şîdetên heyî, dengê asyayîyan li dijî klîşeyên ku dibin tovê hesûdî, biçûkxistin û êrişên li hemberî xwe, bilind dibe. Klîşeya herî zêde tê rexnekirin ya «hindikahîya emsal», ev fikrê ku Asyayî wê bi awayekî xwezayî kedkar, milahîm, herî jêhatî li dibistanê û di her tiştî de herî baş. Ji bo Rosalind Chou, civaknasa li Georgia State University û hev-nivîskara pirtûka Mythe’a hindikahîya emsal(9), ev îmaja erênî berevajî ye. Pêşî ji ber ku ew digihîje wê encamê ku piranîya koçberên asyayî ji niha ve xeyala xwe ya amerîkî bicih anîne, bi veşartina ev ên ku di rewşa xebata kêm û hesas de ne; dû re ji ber ku ew civatê bi hindikaîya reş re dixe nava pozîs-yoneke nakok: eger asyayî bi ser dikevin, çima hindikahîyên din jî wisa nekin bêyî ku li tu bahaneyan bigerin?

Bi liberçavgirtina qanûnên koçberîyê yên amerîkî, hatina nûgihîştîyên xwedî dîplome, ne tiştekî ecêb e ku amerîkî yên bi eslê xwe asyayî li nava malbatên ku hatina wan a navînî herî bilind e cih digirin. Berpirsîyara dersên li College of Arts and Sciences de l’université de Syracuse, Tripti Bhattacharya yek ji vê nifşa amerîkî ye ku dêûbavê wê, mihendiz, ji Hindistanê bi coşeke mezin û bi tûrikekî tije yê zanîngehî hatine. Guftûgoya li ser hindikahîya emsal wê eleqedar dike «ji ber ku ew çanda asyayî li gel sîyaseta koçberîyê ya amerîkî dixe nava tengezarîyê.» Mamosteyên ku «bêyî lê bifikirin» didan ser şop klîşeya ku dibêje asyayî wekî makîneyan bi jiberkirinê fêr dibin, bêyî afirînerî û kûrahîyê, mohra xwe li serpêhatîya wê ya akademîk dan û «ferdîbûna wê jê dizîn». Ji alîyekî ve klîşe avantaj e carna, ji ber ku «mirov li bendê ne ku ez bêdeng bim, xwe dûr bigirim, wisa îzah dike. Ji ber vê yekê gava ez xwe îfade dikim, mirov dixwazin bêhtir li min guh-darî bikin.»

Dengek di hilbijartinan de bû yê dîyarkerê qiral

Bi awayekî sîyasî, Asîyo-Amerîkîyan ji sedî 63 dengê xwe dan M. Biden û heta yên temenê wan di navbera 18-23 de ji sedî 83yê wan dengê xwe danê, li gel rêjeyeke bilind a tevlîbûna hilbijartinan. Dengê wan bû dîyarkerê qiral li eyaletên rewşa wan hesas. Şirketa pisporbûyî li qada komkirina daneyên têkildarî armancên hilbijêran TargetSmart destnîşan dike ku beşdarîya wan li Corcîyayê hilkişîya 62 000 hezar dengî di 2020î de, tevî ku M. Biden li vê eyaletê, tenê bi 11 779 dengên zêde bi ser ket. Li gel vê yekê, hilbijêrên asyayî, ne yekpare ne.

Dengên ji bo M. Trump jî ji sedî 7 zêde bûn di sala navbera 2016 û 2020î de. Heta wî piranîya dengên amerîkîyên bi eslê xwe vîyetnamî bi dest xistin. Dîyardeyeke ku hin pispor weha îzah dikin: xwedûrgirtina penaberên welatên berê yên komunîst her tiştê tê wateya «sos-yalîzm» an jî «komunîzmê» -du têgehên ku M. Trump gelek caran bi M. Biden re têkildar nîşan didin di dema seferberîya hilbijartinê de-, lê belê herweha ev yek weha jî dihat îzahkirin: reaksîyoneke dijber li hemberî tevgera Black Lives Matter (ku ji alîyê demokratan ve dihat parastin) û li hemberî bangên kêmkirina butçeyên hêzên polîsan, li nava konteksta ku têde gelek asyayî, li New Yorkê, San Fransîskoyê an jî li Los Angelesê, zêdetir parastina polîs daxwaz dikin.

Hindikahîya emsal, a dikare xeyala amerîkî bi cih bîne, an jî şênîyên keda wan tê xwarin û bi cudakarîyê re rû bi rû dimînin? Rengareng, civata asyayî di navbera du avan de avjenîyê dike. Ji bo bi awayê kurt van newekhevîyên mezin vebêje, M. Chen balê dikşîne ser çîroka bûdîst a koran û fîlê. Qiralek ji gelek kesan dixwaze destê xwe bidin fîlê û tarîf bikin dişibe çi. Her kor bersiveke cuda didê, ji ber ku yekî destê xwe daye pîyên wî, yekî destê xwe daye gewde, yekî pê an jî guhê wî û ji ber vê yekê têgihîştina her yekî bi devera destê xwe dayê sînorkirî ye: «Her yek ji wan rast e lê di heman demê de jî şaş e.»

*Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1) Binêre li nivîsa Evgeny Morozov, «Gelo divê mirov ji erîzeyeke elektronîk bitirse?», Le Monde diplomatique, tebax 2021.

2) Binêre li nivîsa Serge Halimi, «Nêrîna gelemperî ya amerîkî li zingilê serketinên japonî dide», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 1991

3) Cf. Robert Takaki, Strangers from a Different Shore: A History of Asian Americans, Back Bay Books, New York, 1998 (çapa 2emîn).

4) «Poverty in NYC. Data Tool», NYC Opportunity, New York, www.nyc.gov

5) «Impact of Covid-19 on Asian American Employment in NYC», Asian American Federation, New York, 26 kanûna paşîn 2021, www.aafederation.org

6)  Lire Richard Keiser, «Tirsa spî li Dewletên Yekbûyî », Le Monde diplomatique, îlon 2020.

7) Nathan Joo, Richard V. Reeves, Edward Rodrigue, «Asian-American success and the pitfalls of generalization», Brookings Institution, Waşîngton, 20 nîsan 2016, www.brookings.edu

8) -Cf. Robert Takaki, Op. Cit.

9) Rosalind S. Chou û Joe R. Feagin, The Myth of the Model Minority: Asian Americans Facing Racism, Routledge, New York, 2014 (Çapa 2emîn.)

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.