Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li nava tevnên femînîst ên CAC 40

Tevgera tevnên jinên karbidest, ku bi qasî bi tesîr ewçend jî veşarî ye, hişt ku di sala 2011an de qanûna ku hema hema wekhevîya tam li desteyên îdarî yên şirketên mezin ên fransî ferz dike, were qebûlkirin. Lê belê tesîra jinên karbidest li cem hiukûmetê komeleyên femînîst li derve dihêle, livûtevgera wan jî dihêle ku pirneteweyiyên ku zêde guh nadin mafên xebatkarên xwe, li ber çavan xwe pak nîşan bidin.

M. Emmanuel Macron, 2yê kanûna pêşîn a 2016an, li navenda navneteweyî ya Deauville, bernameya xwe ya ji bo wekhevîya navbera jinan û mêran bi îngilîzî pêşkêş dike. «Spartina berpirsîyarîyê li jinan di cîhana kar û sîyasetê de, ji sedîsed pir girîng e.» Li salonê, bi piranî jinên karsaz û jinên sîyasetvan hene. Di yanzdeh salên hebûna xwe de, cara pêşî ye ku Forûma Jinan a Aborîyê û Civakê -Women’s Forum for the Economy and Society (WF)- ji Qesra Élyséeyê pêşbazekê vedixwîne. Kêmtir ji sê hefteyan şûnde, du ji rêveberên jin wê îmza xwe deynin ser banga «Jin dimeşin» a ji bo piştgirîya bi namzedîya wezîrê berê yê aborîyê re.

WF ku ji alîyê çapemenîyê ve nasnavê «Davos des femmes – Davosa jinan» lê hat kirin, ji weşana xwe ya pêşî ya 2005an û vir ve bûye xwedî tesîreke mezin. Her sal, ev bûyer dibe navenda lihevkombûna qederek rêxistin û tevnan, tevî ajandaya xwe ya pirsgirêka spartina wezîfeyên rêveberîya aborî li jinan di nava kargehên taybet û dezgehên dewletî de. Ev «femînîzma pîyaseyê», li gorî biwêja civakzan Sophie Pochic(1), ku li Fransayê di destpêka salên 2000î de hêdî hêdî derdikeve holê. Femînîzma ku ji salên 1980yî ve li wêdetirî Atlantîkê xwe nîşan da, ji alîyê jêrşirketên fransî yên girêdayî pirneteweyîyên (şirketên pirneteweyî) amerîkî ve îtxalê Şeşgoşeyê-Hexagone – (welatê şeşgoşe-ango Fransa) hat kirin. «Li Dewletên Yekbûyî, ev hevgirtin xwezayî ye, bi nêrîna Françoise Picq, dîrokzan, civakzana femînîzmê û çalakvana Tevgera rizgarîya jinan (MLF). Pergal ji ber ku sermayedar e, hûn pereyan jî dibin cihê ku ew lê hene. Livûtevger jî bi navgîna komkirina pereyan an jî ji alîyê weqfên mezin ve tên birêvebirin.» Tevî ku, di sala 2007an de, li Fransayê tenê nêzî sed ji van tevnên hebûn ku destek didan rêveberîya jîyan di dem û dezgehan de(2), îro hejmara wan ji pêncsedî zêdetir e, li gorî daneyên Cercle InterElles – Çembera Navber Jinan(3). Ev kluba ku di sala 2001ê de ji alîyê rêveberên jin ên France Télécom, IBM France, Schlumberger û GE Healthcareê ve hat avakirin, «hişt ku danûstandineke baş were kirin: hem pêşkêşkirina cihekî baş ê parvekirinê ji bo ku jin karibin xwe bigihînin wezîfeyên xwedî asta berpirsîyarîyê, hem jî xwenîşandaneke li ber çavên pirneteweyîyan», li gorî îzaha Pochic.

[emember_protected]

«Çavdêrîkirin»,«tevngirêdan» û «aqilmendî»

Serketina pêşî ya lobîya wan a bi feraset pejirandina qanûna Copé-Zimmermann a di sala 2011an de bû. Ev qanûn li ser şirketên taybet an jî gelemperî yên zêdetirî pênc sed xebatkarên wan hene û herî hindik 50 milyon cîro dikin, ferz dike ku kadroyên wan ên îdarî herî hindik ji sedî 40 jin an jî mêr bin. Ev mecbûrîyet komîteyên rêveber û yên gerînendeyî nade ber xwe: tevî ku ev organ xwedî erka berra ya biryarê ne, di sala 2019an de di nava wan de rêjeya jinan ji sedî 17,9 tenê bû(4). Wekî din, Engie vê gavê yekane şirket CAC 40 e ku ji alîyê jinekê ve tê birêvebirin: Mme Catherine MacGregor, ku wê destpêka sala 2021ê dest bi wezîfa xwe bike û wê were şûna Mme Isabelle Kocher. Dîsa jî: Fransa dimîne yek ji dewletên nadîr -li gel Norweçê ji 2003, Îtalya ji 2011 û Kalîfornîya ji 2018an ve- ku kotayeke wisa bi qanûnî ferz kirîye. Ew bi vî awayî dikare bibe xwedî kotaya herî bilind femînîzekirina desteya îdarî li nava şirketên mezin. Wê rêjeya ku di sala 2007an de ji sedî 8,5 bû, di sala 2019an de gihand ji sedî 43,6an.

Femînîzma bijarte pê radibin ne nû ye: ji sufrajetên ku ji sala 1903an ve ji bo mafê dengdana jinan têkoşîn kirin heta bigihe wezîra berê Simone Veil, ji xwe ne pêwist e em behsa rojnamevan û nivîskar Hubertine bikin, femînîzmê hevalbendîya gelek pêşketinên mezin ên ji bo wekhevîyê kirîye. Picq destnîşan dike ku «di nava dîroka femînîzmê de jinên sinifa halxweş her tim hebûn». Ji mêj ve, gelek derdorên pêşeng li dij derketine, heta pê re pevçûne. «Ji sedsala XIXemîn ve, jin bi hewldana bûrjûwabûnê û bi vê statûyê sûdwergirtina ji îmtîyaza çîna burjûwazîyê, dihatin rexnekirin. Di nava wan de hinan dixwest ji tevgera civakî veqetin û bibin xweser. Wan nedixwest bibin hevalbendên femînîstên li tenişt sendîkayan cih digirtin û parastina hevalbendîya bi sosyalîzmê re dikirin. Lê belê hingê ew bûn ew jinên ronakbîr û marjînal ên dinîvîsandin an jî li dijî koletîyê dibûn xwedî helwest.»

Wekî ku ji bo pêşîyê bigire li her alozîyeke li gel rêxistinên femînîst an jî sendîkavanên «radîkal», Mme  Aude  de Thuin Foruma Jinan WF, ya ku ew bi xwe avakara wê ye, wekî ku «şirketeke bazirganîyê be, eynî mîna Davosê» pênase dike. Eger lihevkombûna wan a salane hê ji destpêka xwe ve sûd wergirtibe jî ji «sponsorîya» pirneteweyîyan (Engie, McKinsey, Sodexo an jî herweha Renault, ku serokê wê yê berê Carlos Ghosn bû yek ji destekvanên wan ên pêşî), şirketa organîzator a forumê, Wefcos, di sala 2019an de hatina xwe wekî 6,6 mîlyon ewro ragihand. Divê were gotin ku fîyeta bilêta ketina hundir bi taybetî bilind e: ji 3000 heta 4000 ewro ji bo du an jî sê rojên konferansê, ka bi hezar an jî du hezar beşdarî re bicarînin.

Ev modela aborî ji bo rêxistinên din jî bû çavkanîya îlhamê. Bi taybetî ji bo rêxistinên ku tevna femînîzmeke karsazîyê ya her diçe biserûbertir dibe dihonin. Roja dijîtal a jinan (JFD), ku bi rêkûpêk beşdarîyê dike li konferansên ji alîyê WFê ve tên lidarxistin, karsazên dijîtalê teşwîq dike. Ew «Lehengên jinên nû» ne, li gorî hevavakar Delphine Remy-Boutang, ku dikare pişta xwe bispêre desteka diravî ya çend şirketên CAC 40, ên wekî Total, Orange an jî L’Oréal, lê belê herweha şirketên amerîkî yên mîna Google an jî Microsoft. Delphine Remy-Boutang jî dixwaze vê tesbîtê bike «Em ne komeleyek in, em şirketeke pir bi qezenc in».

Ji bo parastina vekirina derîyê pîşeyên berpirsîyarîyê li jinan, palpişta sereke ew e ku wekhevîyê dê feydeya aborî bida şirketên halnexweş û bi awayekî giştî jî tiştekî wisa wê bi kêrî mezinbûnê bihata. Li gorî rêveberekî berê yê Oréalê M. Boris Janicek ku niha jî bûye hevserokê Kluba Sedsala XXIemîn a teşwîqkara pirrengîya li cihê kar, cihêrengî an jî pirrengî «nirxeke berra ya aborî»ye. Bi nimûne, ew bi pesindanî balê dikşîne biryara bankaya Goldman Sachs a ji tîrmeha 2020î û şûn ve beşdarnekirina li borsayê ya şirketên ku di desteya wan a îdarî de qet nebe jinek û /an jî keseke «ji menşeya din a cuda» tunebe. «Ev ne parçeyeke bîrbirina fedekarîyê an jî berpirsîyarîya civakî ya şirketan e, li gorî wî. Mijara jinan bi mijara nirxên hilberîner ve pir girêdayî ye. Li nava şirketên ku têde rayedar jin in an jî kesên ji menşeyên cihêreng in, binirxbûn di çar salên dawî de bi rêjeya ji sedî 44 pêk hat beramberî ji sedî 13 li nava şirketên din.»

Fîrmayên mezin ên şêwirmendîyê yên wekî EY an jî McKinsey vê tezê dipejirînin, bi parastina fikrê ku «wekhevî wê ji bo bazarê baş bûya û bazar jî herweha ji bo wekhevîyê», li gorî Pochic. Fîrmaya duyem her sal hewl dide vê yekê bi lêkolîna xwe ya «Women matter» («jin girîng in») raxe pêş çavan. Ev lêkolîn bi hevkarîya WFê hat weşandin. Rêbazên standart-kirî li cem dezgehên taybetî jî gelemperî jî êdî li tevahîya cîhanê tên pêşnîyarkirin: «çavdêrîkirin» (şopandina nîşanderên hejmarî), «tevngirêdan» (pêkanîna tevnên rêveberên jin), «aqilmendî» (hevalbendîya şexsî), û hwd. «Ev retorîk dibe teşwîqek xizmetên şexsî û bijarte ji bo hindikahîyeke meaşgirên jin ên “bi potansîyel ”, “jêhatî ” an jî “mukemmel”, ku ji girseya xebatkarên jin ên ji rêzê cudatir muamele bi wan re tê kirin», li gorî nirxandina Pochic.

Ji dema pêşxistina qanûna Copé-Zimmermann û vir ve, eleqeya rayedarên dewletê ya ji bo derdorên reveberên jin hê zêdetir bûye. Lê belê ev tevn bi taybetî li serdema serokatîya M. Macron êdî serkeftinan bi dest dixin. Gelek endamên hikûmetên wî, dawetî Foruma Jinan WFê hatine kirin. Bo nimûne wezîra berê ya kar Muriel Pénicaud, wezîra niha ya ji pîşesazîyê berpirsîyar Mme Agnès Pannier-Runacher, lê herweha hevavakara tevgera ‘Em bimeşin – En marche !’, Mme Astrid Panosyan. Di çirîya pêşîn a 2019an de, Mme Marlène Schiappa û M. Cédric O, wezîrên berê yên dewletê yên ji wekhevîya jinan-mêran û ji dijîtalê berpirsîyar, bi rêzê mîsyonek spartin midûra giştî ya WFê Mme Chiara Corazza. Sazîya bi navê «Jinên li nava dilê aborîyê: Fransa, pêşenga lîderîyê di mijara jinan de li cîhaneke ku bi lezeke sergêjker diguhere». Ev rapora ji alîyê wê ve di sibata 2020î de hat radestkirin bi berfirehî xwe dispêre xebatên endamên komîteya stratejîk a forumê: çembera «jin û avhewa» ji alîyê BNP Paribas, ya «Jin û xwegihandina derfetên tendirustîyê» ji alîyê Axa, ya «Jin û zekaya çêkirî» ji alîyê Microsoftê ve tên birêvebirin. «Ya mijara gotinê edalet û wekhevî ye, lê herweha perfromansa aborî ye: 240 mîlyon kar [li cîhanê] dikarin bên afirandin ji niha heta 2025an û 28 trîlyon dolar dikarin bên zêdekirin li hilberîna navxweyî ya brut eger jin û mêr bi awayekî wekhev bên temsîlkirin», li gor belgeyeke ku divîyabû veguhere pêşnîyar-qanûneke, niha cemidandî, li ser rizgarkirina aborîyê ya jinan. Piranîya bîst û heft tedbîrên ku parastina wan tê kirin, têkildarî xwegihandina nava pîşeyên warê teknolojîyê û zanistê, pêkanîna kotayê, xwegihandina qada sponsorîyê an jî afirandina bûrsên ji bo kesên mukemmel in. Têde tenê du caran behsa wekhevîya meaşan tê kirin û carekê jî noqteya têkildarî dirêjkirina destûra bêhnvedana bavbûnê tê destnîşankirin. Ev tedbîra dawî di vê navberê de ket merîyetê, ji ber ku ji yekê tîrmeha 2021ê ve dema wê dê du qet dirêj be, ji çardeh rojan wê hilkişe bîst û heşt rojan.

Ev lihevnêzbûna bijarte ya navbera tevnên karsazên jin û «Macronie»yê bûn tevkarîyek ji bo marjînalîzekirina sendîkayên kedkaran li ser pirsa wekhevîya pîşeyî. Di sala 2018an de, hikûmetê daxwaza pisporîyê kir ji Mme Sylvie Leyre, ku hingê midûra çavkanîyên mirovî ya Schneider Electric bû. Wezîra kar, Mme Pénicaud, jê xwest ku rêbazên nermalav (lojîsyel)eke nirxandina newekhevîyên meaşî pênase bike. Rapora wê «îndeksa wekhevîya pîşeyî», ya hevgirtî li gel «qanûna ji bo azadîya destnîşankirina siberoja xwe ya pîşeyî» ya 2018an welidand. Li gorî Pochic, bikêrbûna vê amûra ku ji alîyê hikûmetê ve wekî «dîyarker» hat pêşkêşkirin, ji bo rolatîvîzekirina vê îndeksê ye: «Îndeksa ku agahîyên pêwist dide li ser hejmara jinên li nava deh kategorîyên herî meaş bilind ên şirketê, li ser wergirtin an jî na ya zêdebûneke meaş li derdora vegera ji tatîla bêhnevdana dayîkbûnê, li ser ferqa meaşî ya navbera komên pîşeyî yên hemta, û hwd. Ya mijara gotinê di rastîyê de senteza nîşanderên qanûnî yên ji berê ve hene ye.» Wekî din, sendîkayan û lêkolîneran awayê hesabkirina kêmasîyên di meaşan de rexne kir. «Beşeke faktorên sazûmanî yên kêmasîyên di meaşan de nakeve nava qada îndeksan: valahîyên dema xebatê, valahîyên kombûyî yên têkildarî karîyer û bênirxbûna pîşeyên bi giranî jin pê radibin, di eslê xwe de ji navê hatine rakirin», li gorî daxu-yanîya adara 2019an a Konfeda-rasyona Gelemperî ya Kar (CGT) .

Dilovanîya neqîner li gel Macronîyê

Bi temamî dorpêçkirî bi pisporîya şefên şirketê û rêveberên payebilind ên taybet ji bo nivîsandina pêşnîyar-qanûnan, ekîba hikûmeta M. Macron ji hin komeleyên femînîst ên kevneşopî têkilîyên xwe qut kirin. «Bi qasî sal û nîvekê, tu danûstandineke me bi Marlène Schiappa re çênebû, bi qasî ku tê bîra Mme Caroline De Haas, avakara kolektîfa #NousToutes-#Emjingiş. Ev rewş neguherî heta meşa me ya [li dijî şîdetên zayendîgir û cinsî, ya di çirîya paşîn a 2019an de] ku sî hezar kes li hev kom kirin.» Mme Marilyn Baldeck, nûnera giştî ya Komeleya Ewropî li dijî şîdetên li ser kar li jinan tên kirin (AVFT), heyfa xwe tîne li nemana «rêyên danûstandina li gel rayedarên gelemperî ji 2017an û vir ve». Mme Schiappa piştrast dike vê qutbûna li gel «komeleyên peykî yên Partîya Sosyalîst», bi gotinên wê, lê destnîşan jî dike ku suvbansî-yonên ji bo AVFTê dewam kirine: «Ev komeleyeke polîtîze û girêdayî ye bi partîyên çep ve. Ez pêşnîyar-qanûnan bi kesên dijberî hikumetê nadim nivîsandin», bi van gotinan jî hêrsa xwe tîne ziman gava em jê pirsan dikin. Mme Baldeck jî wekî ku kenê xwe pê bike xwe wisa diparêze: «Berevajîyê tiştê ku ez lê difikirim, wezîr, AVFT û ez, em tu caran nebûn nêzîk li gel Partîya Sos-yalîst ne jî li gel tu partîyeke din.»

Ji bo ji xwe bidin behskirin, tevnên karsazên jin ji dezgehên xurt ên medyaya nêzî tercîhên xwe yên sîyasî sûdê werdigirin. Beramberî vê yekê, şirketên mezin ên destekê didin wan, hevpar û carna jî kesên reklaman didin van medyayan, camekaneke femînîst ji xwe re dikirrin. Bi vî awayî, «Davosa jinan» tevnên medyatîk ên ragihander Anne Méaux dû re jî yên ajansa Publicis bikar anîn(5). Her sal, ew dibe mijareke manşetê ji alîyê Elle, kovara pesinkar a rojnameya Le Figaroyê ve, lê herweha dibe mijarên manşetên rojnameyên Challenges, Échos an jî La Tribune, ku hevparên wê ne. Ev nêzîkbûn dikare rê li sansureke kêm zêde bi nezaket re veke. Rojnamevanekî ku li yek ji van medyayan xebitîye ji me re axaftineke bi telefonê ya navbera nûçegihanekî serbixwe û edîtorekî, rojnamevanekî edîtoryala rojnameyê weha vedibêje: «Weşandina portreya Anne Méaux wê bibûya rîskek, li gorî edîtor. Ew keseke pir bi hêz e. Ew hemû kesên reklaman didin me nas dike. Eger min rexne li wê bigirta, ezê ji rojnameyê bihatama avêtin.»

Li heman edîtoryayê, rojnamevaneke jin nivîsareke li ser sîyaseta civakî ya Oréalê dinivîse piştî gilî û gazinên kedkarekê yên der barê dîskrîmînasyoneke (cudahîkarî-yeke) ji ber ducanîbûnê. Nûnerên markayê, ku di warê dayîna reklaman de şirketa duyemîn e, derhal telefonê berpirsîyarên edîtoryalê dikin da ku nivîsara ku li ser online hatîye weşandî biguherînin û mafê wan ên bersivê biweşînin. Di pey vê bûyerê re, medya ji bilî pesindayînê ew ê tu caran navê şirketê jî bi lêv neke. Koma berhemên kozmetîk, fînansora WFê, dixwaze îmaja xwe ya femînîst baş bike. Ew hevpara konseya şêwirmendîyê ya wekhevîya navbera jinan û mêran e. Ev konsey di 2019an de ji alîyê G7 (ku ew sal Fransayê serokatîya wê dikir) bi desteka Mme Schiappa hat avakirin. Ev lihevkirina veşarî herweha bi bangeke rêveberîya SNCFa ji bo rojnamevanên redaksîyona bihara 2019an jî xwe radixe pêş çavan. Li nîvê livûtevgereke civakî ya li dijî reforma ku divê birin û anîna rêwîyan bigihîne asta reqabetê, ew dixwaze pesiname-yeke ku sîyaseta wê ya têkildarî wekhevîya jin û mêran were weşandin, Li gel, muqabilê vê yekê, biletên belaş ên trênê ji bo rojnamevanan.

Ji alîyê van medyayan ve, promosyona lîderên jin bû mijareke reqabetê, herweha ji alîyê diravî ve jî bû bûyereke nepayî. Ev çar sal in, xelata Business with Attitude-Karsazîya bi Helwest, ku ji alîyê Madame Figaro ve tê lidarxistin, li jinên ciwan ên karsaz tê belavkirin. Dosyayên bi qasî sed namzetî ji hêla redaksî-yonê û jurîyeke bi giranî ji rayedarên şirketên mezin pêk hatîye, tên lêkolînkirin, îsal: La Poste, Accor, Oddo BHF Bankaya taybet, Engie, Google û EY, helbet herweha bankaya dewletê Bpifrance, ku ji alîyê M. Patrice Bégay ve tê temsîlkirin. Beramberî fînansmana wan an jî tevlîbûna wan, ev şirket derbarê xwe de bi başî didin behskirin, ku ev yek dibe ku pêwist be ji bo zîvirandina balê ji mijarên ku mirovan tengezar dikin. Di 2019an de, li nava germahîya bûyera Carlos Ghosn(6), nûnerekî Renault, di taştîya xelatê de bi vî awayî desteka bêhempa ya avakarê otomobîlê û serokê wê ji bo doza jinan radixist pêş çavan.

Camekana ji bo şirketên mezin

Ji alîyê xwe ve, kovara Elle’ê jî forumeke li ser cihê jinan li cîhana kar a bi navê Elle Active da destpêkirin. Li dema weşana 2019an, mêvanên wekî seroka Bankaya Navendî ya Ewropî Christine Lagarde an jî M. Jacques de Peretti, serokê giştî yê Axa France, karîn nêrîna xwe ya li ser femînîzmê pêşkêş bikin, li tenişt tevnên wekî Force Femmes, Laboratûwara Wekhevîyê, Financi’Elles an jî InterElles. Ne dûrî wan, dezgeheke Oréal Paris ji bo beşdaran makyajbûnê dibexişand da ku baştir destnîşan bike girîngîya şeklûşemala mirov di dema serlêdanên kar de. Sophie Pochic ku wekî çavdêr li weşana 2019 amade bû, destnîşan dike ku «Bûyerên wisa, bi saya sponsorîya markayê, dihêlin ku rojnameyeke di nava zehmetîyê de hebûna xwe bidomîne. Ev bergeha diravî carna ji naveroka guftûgoyan girîngtir e. Ji ber ku bûyer belaş e, ew dihêle ku doza rêveberên şirketê jî populer bibe».

Eger mêkirina (femînîzasyona) qadên desthilatîyê li ser rêyeke baş a pêşketinê ye, berevajî, li jêra pîramîdê, di sala 2018an de ji sedî 78ê meaşgirên nîv-wext dixebitîn ji jinan pêk dihatin; ji her sê jinan yekê karekî nîv-wext dikir(7). Ev cureyê peymanê li nava meslekên pir mêkirî yê sektora xizmetê de (paqijî, restorant, belavkirinên tomerî, tendirustî, û hwd.) serdest e. Ev sîyaseta newekhev a wekhevîya meslekî çawa dikare were sererastkirin? Mme Remy- Boutang karsazîyê wekî awayekî rizgarbûna ji vê rewşa hesas dibîne: «Gelek li nava pîşeyên li ber windabûnê ne, cih digirin ; kasîyerî, bo nimûne. Ji bo van jinan divê destek were dayîn da ku xwe bi awayekî dijîtalî veguherînin.»

Ev di heman demê de dibe awayê nêzîktêdayîna Hêza Jinan – Force Femmes. Komeleya di 2005an de li derdora heman navên wekî yên WFê hat avakirin, îro di bin serokatîya Mme Méaux û Mme Véronique Morali de tê birêvebirin. Bi desteka diravî ya şierktên mezin, dilxwazên komeleyê alîkarîyê didin jinên betal ên 45 salî û mezintir, ji bo ku karibin careke din karekî peyda bikin an jî şirketên xwe yên şexsî saz bikin. Analîza Pick li ser mijarê weha ye: «Jinên burjûwazî carna pozîsyona xwe ya serdest ji bo alîkarîyê bidin jinên din bi kar anîn. Di navbera mirovhezî û cureyekî mîlîtanîya femînîst de, bi giştî sînorekî baş heye.» Mamosteya dersên zanista sîyasî li Zanîngeha Mulhousê Marion Rabier jî li ser mijarê vê nirxandinê dike: «Ez bawer nakim ku femînîzasyona qadên rêveberîyê  bi  awayekî mekanîk bibe zemîneke pêngavê ji bo wekhevîya meslekî.» Wekî delîl jî balê dikşîne ser rewşa mudawîmeke WFê, ku di dema kar de ew nas kirîye û guh daye gazîyên wê yên ji du sekreterên xwe yên ji ber dayîkbûnê bi destûr navber dabûn kar û ji ber vê yekê ji mudawîma kar dixwest êdî jinên hinekî din temenê wan pêşketî bixebitîne.

Piranîya meaşgiran hatin cezakirin

Tercîhên îdeolojîk ên jinan wan dişemitînin ser zemîna destekdayîna reformên ku zirarê didin piranîya hogirên dişibin wan. Di îlona 2017an de, berîya îmzeya reçeteyên reforma qanûna kar, ku ji alîyê seroka berê ya Tevgera Şirketên Fransayê (Medef) Mme Laurence Parisot ve dihatin destekkirin, bi qasî şêst kesayetî û rêxistinên femînîst hişyarî dida, li hemberî tedbîrên ku wê «newekhevîyên profesyonelî zêde bikirana(8. Wan bi hişyarîyê bi taybetî bal dikişandin ser îhtîmala jiholêrabûna komîteyên hîjiyenî, ewlekarî û şertên xebatê (CHSCT), ku li gel du dezgehên din ew li nava komîteyên nû yên civakî û aborî (CSE) hatibûn bicihkirin. Li ser wê rewşê Mme Baldeck vê şiroveyê dike: «Li demeke ku me êdî didît ku di nirxandinên têkildarî şîdeta li ser jinan di kar de, tirs peyda dibe, me jî CHSCT ji holê rakir».

Ev gelek sal in, jinên li hotelan bi navgîna taşeronan karê paqijîyê dikin hejmara grevan zêde kirin. Di havîna 2019an de, dema ku livûtevgerek li hotela Ibis Batignolles, a li 17emîn arrondismana Parisê dest pê dike, Mme Schiappa dide zanîn ku ew dixwaze bi rewşa wan re mijûl bibe. M. Sébastien Bazin, serokê grûba Accor, ku ev hotel jî parçeyekî wê ye, yek ji vexwendîyên bijarte yên Foruma Jinan-WFê bû. Di îlona 2019an de, Mme Schiappa diçe serdana greva Ibis Batignolles. «Wê bi zimanekî zelal anî ziman ku wê nikaribû dest werde tercîha aborî ya şirketê û ji ber vê yekê taşerojîyê jî», li gorî sendîkalîsteke cihê xwe li tenişt jinên xizmetkar girtibû(9).Wezîra karê derve ya berê piştrast dike ku wê destek daye «prensîba» pêşnîyar qanûna parlementer François Ruffin (La France insoumise-Fransaya serî natewîne) a ji bo «kontrolkirina taşeronîyê» li nava sektora paqijîyê, berîya ku evê ha teklîfa xwe vekişîne. Di rastîyê de, eger hilbijartîyekî çepê, ji dil biryar da teksta xwe di dawîya gulana 2020î de vekişîne, ji ber ku ew difikirî ku «naveroka wê ji cehwera xwe hatîye valakirin» ji alîyê piranîya parlementeran ve.

Ji Hewlett-Packard bo wezaretê

Ji tîrmeha 2020î ve, Mme Schiappa şûna xwe da wezîra ji wekhevîya navbera jin û mêran berpirsîyar, Mme Élisabeth Moreno. Seroka berê ya Lenovo France, dû re jî ya Hewlett-Packard Afrique, «hevaleke Women’s Forumê» ye, li gorî Mme Corazza : «Heta ji destê min bê ez ê destekê bidimê.» Ew jî demekê endama Cluba sedsala XXIemîn bû û gelek caran bû yek ji beşdarên Roja dijîtal a jinan û Women In Africa, platforma di 2015an de ji alîyê Mme de Thuin ve hat avakirin. «Pir hêvîyên min hene ji Élisabeth Moreno, ku ez baş nas dikim», bi van gotinan nêrînên xwe tîne ziman avakara «Davosa jinan».

Demeke kin piştî dest bi wezîfê kir, Mme Moreno komeleyên femînîstan ku selefa wê bi awa-yekî dev ji wan berdabû, vexwendin firavînê. Lê belê hê jî tam ne piştrast bû ku rûpeleke nû bi wan re were vekirin. Di dema vê hevdîtinê de, gava mîlîtaneke Federas-yona Neteweyî ya Piştgirîya Jinan îzah dikir ku komeleya wê tevneke xwedîderketin û biserûşûnkirina mexdûrên şîrketê saz dikin li gel birêvebirina xeteke telefonê ya lezgîn, wezîrê bi awayekî xwezayî ev bersiv dayê: «Belê, ez dibînim, hûn behsa ezmûna mişterî dikin.»

*Rojnamevan û nivîskar, yê du-yemîn xwedî berhema bi navê Pêşengên suxrê – Premières de corvée, Weşanên LGM Éditions, Paris, 2019.

Wergera fransî; Baran Nebar

[/emember_protected]

___________

1) Sophie Pochic, «Femînîzma bazarê û wekhevîya elîtîst?», dans Margaret Maruani (sous la dir. de), Ez dixebitim, nexwe ez heme. Perspektîfên femînîst, La Découverte, Paris, 2018.

2) Emmanuelle Gagliardi û Wally Montay, Rêhbera kluban û tevnan ên jinane, Le Cherche Midi, Paris, 2007.

3) Valérie Lion, «Entreprises: berpirsîyarîya ji zehmetîya tevnên femînîn», L’Express, Paris, 18 kanûna paşîn 2019.

4) Laurence Boisseau, «Fransa şampîyona cîhana femînîzasyona konseyên îdarî», Les Échos, Paris, 7 adar 2019.

5) Marion Rabier, «Karsazên jin ên dozê: tevkarîya ji bo civakzanîya girêdanên rêveberên aborî li Fransayê», teza bi desteka École des hautes études en sciences sociales (EHESS), Paris, 2013.

6) Serokê berê yê hevgirtina Renault-Nissan bi xirab beralîkirina pereyan guman jê tê kirin.

7) «Çi ne şertûmercên karê xebatkarên nîv-wext?», Dares Analyses, n° 025, Paris, tebax 2020.

8) «Qanûna kar: mafên jinan (herweha) tên berterefkirin», Vexwendîyên Mediapart, 6 îlon 2017, https://blogs.mediapart.fr

9) Timothée de Rauglaudre, «Rojên dojehî yên jineke xizmetkar», Alternatives économiques, n° 396, Paris, 27 çirîya paşîn 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial