Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Lîbyayê, ev zîndanên nehênî yên ji bo koçberên ku Ewrûpa naxwaze

Ji bo ku ew bi her berdêlî koçberan ragirin, Parzemîna Qedîm pereyekî mezin dide welatên derdora derya spî yên ku ji bo kontrolkirina sînorên ewropî hatine neqandin. Lêkolîneke li Lîbyayê a di şertên herî dijwar de hatîye birêvebirin, rûyê veşarî yê vê durûtîyê radixe pêş çavan.

Ev komikeke ambarên jihevketî yên li kevîya otobanê ye. Li vê taxa Ghout al-Shaal, a li Trablûsê, kes bala xwe nade ser vê komika mîna xurdexaneyekê. Ev sîteya ku berê wekî depoya amûrên înşaetan hatîye bikaranîn, di kanûna paşîn a 2021ê de ji nû ve vebû, tevî dîwarên bilindkirî yên li ser wan jî têlên rêsayî bicihkirî. Zêdetirî deh zilamên bi kincên kamûflajê yên reş û şîn, hin ji wan jî çekên kalaşînkov di dest de, li derdora konteynira ku wekî ofîsa buroyê tê bikaranîn, radiwestin. Li pêşîya dergehê avahîyê, panoyeke bi vê nivîsê heye: «Dadgeha ji bo koçberên qaçax». Di rastîyê de, ev der zîndaneke nehênî ye. Ew wekî Al-Mabanî tê binavkirin, ku tenê tê wateya «Avahîyan». Ev der bû ku M. Aliou Kandé, zilamê ciwan ê 28 salî ê bi eslê xwe ji Gîne-Bîso, birin bicihkirin 5ê sibata 2021ê  saet di 3yê sibê de.

  1. Kandé ê biçûk lê bi masûlke, dema ku bi solên xwe yên werzişê yên benên wan vekirî dimeşe, wekî ku difire, mirov dibêje qey wî xwe ji bo bazdaneke ku her kêlî dikaribû dest pê bike, amade dikir. Berîya hivdeh mehan, çewlika wî êdî têra xwedîkirina wî û malbata wî nedikir, ji ber vê yekê bi rê ket ji bo xwe bigihîne birayên xwe yên li Ewropayê. Lê belê keleka zêde barkirî ku wî li ser hewl dida di Derya Spî re derbas bibe, ji alîyê parêzvanên peravan ên lîbyayî ve hat rawestandin. M. Kandé û hevalên wî yên seferê, birin Al Mabanîyê û li hucreya hejmar 4, ku têde êdî bi qasî sê sed koçber hene, hatin bicihkirin. Çirûskên neonan ku ji jorê ve digihîştin hundir, tu caran venamirin. Ronahîya xwezayî, tenê di kulekeke bi bist a derîyên bingehîn re dikeve hundir. Balindeyên ji pîneke cîran revîyane li jora stûnan vedinişin, per û çîrta wan bi ser girtîyan de dibarin. Li ser dîwaran, ev nivîsên grafîtî dikarin bên xwendin: «Leşkerek tu caran bi paş ve gav navêje», «Em çavgirtî bi pêş ve diçin; Xwedê tenê şahidê serketina me ye». Yek santîmetre cihê vala ji bo rûniştinê tune. Gava mirov yên nû tên hundir daf dide, girtîyên bicihîbûyî li erdê neçar dimînin xwe bi hev ve bişidînin ji bo ku di bin lingan de nemînin. M. Kandé bi dizî dikeve quncikekî odeyê. «Divê em çi bikin?», bi halekî perîşan dipirse ji kesekî pê re hatîye girtin.
  2. Kandé qet nizane ka ji xwe ev der kuder e jî. Li derve jî haya kesî ji binçavkirina wî tune. Ew bi tu sûcî nayê tawanbarkirin, mafê wî tune bi parêzerekî re bikeve danûstandinê û tu agahîyek li ser berdana wî ya muhtemel nedanê. Di rojên pêşî yên binçavbûna wî de, xwe li nava bêdengîyê kerr dike û li gorî rewşa cihê ku lê ye tevdigre. Zîndana Al Mabanî di destê tûgayên Zîntan de ye. Ev yek ji hêzên herî xurt a mîlîsan a welêt e. Li vê derê bi qasî hezar û pênc sed kesên girtî, li gorî cinsê xwe li heşt hucreyên wekî hev tên ragirtin. Ji bo her sed kesî tenê avrêjxaneyek heye û M. Kandé gelek caran tu tercîheke wî ya din tune ji bilî mîzkirina nava şûşeyekê an jî gûkirina li serşokê. Ji bo razanê, balgehên tenik ên ji ber kêçan, haşeretên gûrîkirinê û spîyan kufikî bûne, li erdê tên raxistin. Ji ber ku têra her kesî tunin, divê werin parvekirin û her kesek bi dorê rakeve. Rojê du caran, koçberan dibin hewşê, bi awayê eskerkî, ji bo xwarinê bidin wan. Di dema guhestina wan de qedexe ye devê xwe vekin an jî berê xwe bidin ezmanan. Eynî wekî parêzvanên bexçê heywanan, mîlîsên çekdar xwarina di qafikan de datînin erdê û li derdora wan girtî dibin çember ji bo bixwin. Şaşîyeke herî biçûk jî bi lêxistinê tê cezakirin, gardîyan bi her tiştê ku dikeve destê wan li girtîyan dixin: bêr, lûle, kablo, şaxê daran…

Di nava koçberan de çîrokên endîşedêr ên li ser îşkenceyên li kesên guh nadin rêzikan hatine kirin, tên vegotin. Gelek ji wan bawer dikin ku bedenên kesên nekarîne xwe ragirin, avêtine ser sergoyekî li pişt dîwarên avahîyê. Piştî demeke nêz, M. Kandé fêr dibe ku ew ancax di berdêla dayîna 2 500 dînarê lîbyayî de -bi qasî 480 ewro- wê karibe were berdan. Di demên xwarinê de, gardîyan bi telefonên destan li wan deran pîyaseyê dikin û kesên ku xizmên wan xwedî derfet in ku pereyan bidin, dikarin bi wan re bikevin danûstandinê. Wekî gelek girtî-yan, M. Kandé jî zane ku malbata wî wê nikaribe ewçend pereyan bide. Tu rêyeke rizgarîyê li pêşîya wî tune.

Zîndan ji aliyê mîlîsên dijber ve tên birêvebirin

Di van salên dawî de, Yekîtîya Ewropî (YE) ku êdî bêzar bûye ji berpirsîyarîya desteka diravî û sîyasî ya pêlên koçberîyên ku ji Afrîkaya Sahraya jêrîn tên, ji bo rawestandina koçberan hê berîya ku bigihîjin peravên wê, pergaleke sîyê xist dewrê. Parêzvanên peravên lîbyayî -komeke xwedî sazîbûneke nîv-leşkerî- yên ji alîyê YEyê ve tên fînansekirin, niha êdî li her derê Derya Spî digerin ji bo pêşgirtina li operasyonên rizgarkirinê û ji bo girtina koçberên ji bo xwegihandin Ewrpayê bi rê ketine. Koçberên tên girtin dû re ber bi zîndanên mîna Gulag ên lîbyayî ve tên guhestin û li wir tên ragirtin bêyî ku sînorekî demê hebe û bên darizandin. Piranîya van gardîyanan ji alîyê yek ji gelek komên mîlîsî ên dijber ên vî welatî ve tên birêvebirin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bi belgeyan şahidîya her cure muameleyên xirab ên li wê derê dikin: hingaftina bi elektrîkê, destavêtina zarokan, xespkirina ji bo fîdyeyê, firotina mêran û jinan ji bo ku bi darê zorê bên xebitandin. «YEyê, piştî fikirîna hûr û kûr, projeya xwe jî bi salan di çarçoveya plansazîyekê de amade kir: afirandina li Lîbyayê dojeke birra bi armanca poşmankirina koçberên dikevin nava hewldana derbasbûnê», wisa îzah dike M. Salah Marghani, parêzerê pispor ê mafên mirovan û wezîrê edaletê yê Lîbyayê di navbera salên 2012 û 2014an de.

Di sala 2015an de Fona Rewşa Lezgîn a ji bo Afrîkayê ya Yekîtîya Ewropayê hat avakirin. Bi qasî 4,9 mîlyar ewro hat xerckirin, di nava pênc salên hatî de û ji pêncan yekê vî pereyî ji bo welatên Afrîkaya Bakur hat arastekirin da ku ew bi xwe bibin xwedî derfeta birêvebirina krîza koçberîyê. Tevî ku pêşengên vê fonê wê wekî înîsîyatîfeke însanî ya ji bo alîkarîya pêşvebirina aborî û têkoşîna li dijî qaçaxçîtîya mirovan pênase bikin jî, hedefa vê bernameyî di eslê xwe de teşwîqkirina kontroleke dijwartir a livûtevgerên demografîk ên navbera welatên afrîkî û herweha fînansekirina operasyonên rawestandina koçberan e ku ji alîyê komên leşkerî an jî polîsên sînoran ve tên birêvebirin. Di rastîyê de, ev yek tê wateya veguhestina sînorê Yekîtîyê li bakurê parzemîna afrîkî û temînkirina vê çavdêrîyê ji derve, ku carna jî tê wateya destekkirina sazîyên dewletên zordar.(1) Bo nimûne, ewropîyan daneyên ferdî yên hin welatîyên etîyopî bi servîsên îstîxbarata welatê wan re parve dikin, tevî ku tê zanîn ku li vî welatî li serdema hikûmeta berî niha gelek muxalîf davêtin zindanê û hetta îdam jî dikirin. Li Sûdanê, pereyê ewopî ji bo afirandina navendeke îstîxbaratê hat bikaranîn û vê navendê destek dida hêzên polîs ên wezîfedarkirî ji bo perçiqandina xwepêşandanên li dijî serokê berê Omer el Beşîr.

Xala bingehîn a derketinê ji bo koçberên ber bi Ewropayê ve bi rê dikevin, Lîbya, wekî welatekî têkçûyî, bû partnerê kilîd ê Yekîtîyê di têkoşîna wê ya li dijî pêla koçberîyê de. Di 2017an de, protokoleke di navbera Îtalya û rayedarên lîbyayî de (dûre YEyê ew mohr kir) hat îmzekirin, dibû belgeya piştrastkirina «biryardarîya bêtawîz a [her du welatan] bi armanca hevkarîya ji bo peydekirina çareserîyên lezgîn ji bo pirsgirêka koçberên qaçax ên di Lîbyayê re derbas dibin da ku bi rêya deryayî xwe bigihînin Ewropayê». Di şeş salan de, tevkarîya Fonên Rewşa Lezgîn ji bo hewldanên lîbyayîyan ên bi armanca pêşîgirtina li koçberan, hilkişîya heta nêzî 450 mîlyon ewroyî.

 «Gelo Yekîtîya Ewropî razî ye ji vê rewşê? dipirse M. Marghani. Tu kesekî serwext nikare razî be ji tiştê diqewime. Lê belê YE, ev peyayên sîyasî ne, ku didin pey vê hedefê: nîşandana Lîbyayê wekî xiraba dîrokê ji bo veşartina tedbîrên xwe. Bi vî awayî, ewropîyên baş dikarin îdîa bikin ku ew ji bo vê pergala tirsnak ewletir bikin, van pereyan xerc dikin.»

Ji bo M. Kandé, her tiştî 13yê îlona 2019an dest pê kir. Wê sibê, ew berê xwe dide ser rêya Ewropayê bi tûrikê xwe yê ku têde romaneke romantîk, du şal, tee-shirtek, rojnivîsa wî ya bi berga çerm û 600 ewro hene. «Ez nizanim ev rewş wê çiqas bidome, ji jina xwe re wisa dibêje, lê belê ez ji te hez dikim û ez ê vegerim.»

Ev serpêhatî berê wî dide KIlda a li Senegalê, dû re jî Bamako ya li Malî, Ûgadogû ya li Bûrkîna Fasê û dawîya dawî jî Agadeza li Nîjerê, ku di heman demê de wekî «derîyê Saharayê» tê bi navkirin.(2) Sînorên navbera welatên Afrîkaya Navîn demeke dirêj vekirî bûn, eynî weke li nava Yekîtîya Ewropî. Lê belê, di 2015an de, her tişt guherî bi qanûna nîjeryayî ya bi hejmar 2015-36 re ku li bin zexta YEyê û hat qebûlkirin û bi desteka fînansmanên ewropî bi awayekî hovane hat pêkanîn. Di nava bîst û çar saetan de, aborîyeke transît a geşbûyî bi carekê hat krîmînalîzekirin. Şoforên otobusan û rêhberên ku koçber bi salan ber bi bakur ve dibirin bi rêyên ewle yên baş raxistî, bi carekê wekî yên qaçax hatin pênasekirin û ev yek bû sûcekî ku cezayê wî dikare bigihîje heta sî salên girtîgehê. Ji bo xwe rizgarkirina ji kontrolan, koçber niha berê xwe didin ser rêyên pir xeteretir, wekî rêya ku M. Kandé jî şopandîye. Li gel zêdetirî deh kesên din, wî xwe avêt nav germa sotîner û toza Saharayê, carna bi awayê otostopê bi kamyonan an jî otobusan, carna bi raketina li ser qûma li kevîya rê. Gavên wî ew caran birin nava beşeke xaka cezaîrî ku li wir bêhtir eşqîya qanûnên xwe ferz dikin. «Eger te zeft bikin, ji bo lêdanê tu têra xwe zexm î, wisa digot ji birayê xwe Jakarîya re. Tiştê ku li wir li benda te ye ev e

  1. Kandé ku di meha kanûna pêşîn a 2020î de gihîşt Fasê, niha keşf dike ku derbasbûna ber bi Îspanyayê 3 000 ewro ye -pir zêdetirî pereyê pê re ye-. Jacaria bi israr jê dixwaze ku vegere, lê belê M. Kandé serhişkîyê dike û dibêje: «Tu li Ewropayê pir xebitî ji bo debara malbatê. Niha, dora min e. Gava ez bigihîjim wêderê, tu yê karibî vegerî çewlikê û bêhna xwe vedî.» Ew axirê biryarê dide ku biçe Lîbyayê, ji ber ku li wir mirov dikare di kelekekê de şûnekê bikire û bi fîyeteke maqûl xwe bigihîne Îtalyayê. 10ê kanûna pêşîn a 2020î, ew digihîje Trablûsê û odeyekê kirê dike li Gargareş, taxeke zêdekirî ya koçberan li kevîya rojavayê paytext. Apê wî yê mezin, Demba Balde, terzîyekî berê yê 40 salî, li wir bi salan e bê belgeyên îqametê dijî, bi xwe veşartina ji çavdêrîyên rayedarên lîbyayî. Ew jê re karekî boyaxê dibîne li înşaetê û jê dixwaze ji projeya xwe ya çûnê vegere. «Tê de teqez mirin heye», bi van gotinan wî hişyar dike.

Lîbya, ji bo pêşwazîkirina koçberan ne hertim cihekî xirab bû. Di salên 1960î de, rezervên wê yên bêserî û bêbinî yên petrolê gelek karkerên demî yên welatên ereb ên cîran ber bi xwe ve dikişandin. Li dawîya salên 1990î, çerxkirina albay Muammer Qadafî ber bi panafrîkanîzmê ve jî bû jêdera pêleke mezin a koçberîyê li herêma Afrîkaya Saharaya jêrîn. Lê belê helwesta Lîbyayê ya beramberî koçberan di sala 2007an de guherî. Rêzikên cuda ketin merîyetê li hemberî ereb û afrîkîyan di mijara vîzeyê de, bi veguhestina de facto ya karkerên ji bo bikevin pozîsyona sûcdarên «bêrûkûpêk». Îro, du hikûmet li ser rewabûna desthilatîya li Lîbayê di nava pevçûnê de ne. Hikûmeta yekîtîya neteweyî, ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî vê hatîye venasîn, Trablûs û piranîya beşa rojava a welêt xistine bin kontrola xwe. Li alîyê din hikûmeteke wextî ya ji alîyê Rûsyayê û Artêşa Neteweyî ya lîbyayî ve tê destekkirin û xwe bi xwe ragihandîye piranîyeke mezin a rojhilat kontrol dike. Her yek ji van pêkhateyan, çarenûsa wan maye li ser wijdana hevalbendên bêşerm û guhêrbar û mîlîsên xwe yên çekdar ên pala xwe didin girêdanên eşîrî û piranîya beşên welêt kontrol dikin.

Ewlekarîya peravan a Lîbayê wekî neynika vê desthilatîya parvekirî ye. Bêparmayî ji fermandarîyeke yekgirî, ew ji mozaîkeke dewrîyeyên xwecihî ên ji lîmanan dirêjahîyeke bi qasî 1 800 kîlometre peravan kontrol dikin, pêk tên. Têkilîyên wan ên bi mîlîsan re demeke dirêj e hene û gelek rêxistinên navneteweyî, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî di navê de, wan di karûbarên qaçaxçîtîya mirovan de bi hevkarîya li gel mîlîsan sûcbar dikin.

3yê sibata 2021ê, saet di 22yan de, M. Kandé û zêdetirî sed koçberên din ji perava Trablûsê bi kelekeke pifdayî bi rê dikevin. Asîman girtî ye, hewa hinek sar e. Ji ber heyecana destpêkirina rêwîtîyê, hin rêwî dest bi gotina stranan dikin. Ber bi nîvê şevê, kelek ji bo dirêjî deryaya vekirî bibe ji ava lîbyayî vediqete. Êdî tenê sed û pêncî kîlometre maye bigihîje îstîqameta xwe ya dawî, girava îtalî, Lampedusa. M. Kandé xwe di ewlehîyê de hîs dike.

Kesê ev rêwîtî plan kirîye berpirsîyarîya kelekê spartîye sê koçberan. Yek ji wan, li paş rûniştî û pûsûlayek pê re, ji rastalîkirina îstîqametê berpirsîyar e -ev «pûsûlavan» e-. «Kaptan» bi motorê re mijûl e, lê herweha telefoneke peykî ya ku qaçaxçîyekî tedarîk kirîye, pê re heye; wezîfa wî ew e ku telefonê vî qaçaxçîyî bike, eger pirsgirêkek rû bide û nexasim jî divê bi rêxistina însanî Alam Phonê re bikeve nava danûstandinê kêlîya ku ji nava ava lîbyayî derkevin, da ku alîkarîya hawarê ji wan re bişînin. Yê herî dawî jî, «fermandar» divê nîzama di kelekê de pêk bîne, bi taybetî jî ji bo ku kes destê xwe nede devikê pifdanê yê kelekê.

Li deryaya vekirî, pêlên avê her diçe har dibin. Rêwîyan xwe wisa bi hev şidandine ku kes nikare lingên xwe dirêj bike. Piştî demeke kin, bi tesîra lerz û dûmana motorê, hema hema herkes nexweş dikeve. Gava roj hiltê, aramî jî pê re vedigere. Gava êdî texmîn dikin ku gihîştine mesafeyeke têra xwe dûr ji peravên lîbyayî, koçber biryarê didin alîkarîyê bixwazin. Operatorekî Alarm Phone nêzîkbûna keştîyeke bazirganîyê ji wan re radigihîne. Ev nûçe wan hinekî rihet dike -ji bo demeke kin-: dema digihîjin devera tarîfkirî, kaptanê keştîyê ji wan re radigihîne ku kelekên wî yên rizgarkirinê tunin û nikare ji bo wan tu tiştî bike.

Tevî ku kelek li nava avên navneteweyî rêwîtîyê dike ji demekê ve, ew hê jî ji nava herêma fermî ya lêgerîn û rizgarkirinê ya ewlekarîya peravê ya lîbyayî derneketîye, eynî wekî ku ev yek ji alîyê Ewropayê ve hatîye bisînorkirin. 4ê sibatê, li derdora saet 17an, rêwî dibînin ku balafirek li raserî wan bi qasî panzdeh deqîqe wekî çember dizîvire, dû re dûr dikeve. Li gorî ADS-B Exchange, rêxistineke ku daneyên geryana hewayî kom dike, ev balafireke çavdêrîyê ya kirêkirî ye ji alîyê ajansa ewropî ya parastina sînoran, Frontexê ve. Sê saet şûnde, li asoyê keştîyek xuya dike. «Ew çiqas nêz dibû, me ewqas zelaltir xetên reş û kesk ên alê ji hev derdixistin, li gorî vegotina M. Mohamed David Soumahoro, hevalê rê yê M. Kandé. Herkesî dest bi girî kir, serî di nav destan de: “Wey li me, ev Lîbyayî ne!”»

Bota dewrîyeyê -boteke lezê ku ew ji alîyê ewropîyan ve hatîye tedarîkirin- sê caran xwe li kelekê dixe, berîya ku muretebat fermanê bide rêwîyan ku bi silimekê ve hilkişin cem wan. Ev operasyon li bin hewtehewtên sûbayên lîbyayî û derbên wan ên bi quntaxên çekan pêk hat. Çawa dadikevin ser bejahîyê, koçber ji alîyê berpirsîyarên Rêxistina Navneteweyî ya ji bo Koçberan (RNK) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve (OIM) tên jimartin, berîya ku li kamyonan bên siwarkirin û berê wan bidin ser rêya zindana Al Mabanîyê. Bi awayekî teorîk, hemû namzedên koçberîyê yên di deryayê de rê li wan tê birîn divê ber bi navendên ragirtinê yên fermî bên veguhestin. «Lê belê hejmar hevûdin nagirin», wisa îzah dike M. Federico Soda, şefê mîsyona RNK li Lîbyayê. Raporeke Amnesty International heman tesbîtê dike: «Ji kêlîya ku koçber li otobusê siwar dibin û şûn ve, êdî qula reş e.» Piranîya wesaîtên ji bo veguhestinê tên bikaranîn -hin ji wan ji alîyê YEyê ve hatine tedarîkkirin, hinên din ji alîyê şirketeke bi navê Essahim- bi GPSê hatine edilandin, lê belê tu kes nakeve nava zehmetîya şêwirîna li daneyên qeydkirî ji bo were piştrastkirin ka ew ber bi tesîsên plankirî ve diçin an na. Tevî ku di navbera kanûna paşîn û tîrmeha 2021ê de, li deryayê zêdetirî 15 000 koçber ji alîyê ewlekarîya peravan a lîbyayî ve hatin girtin, tenê 6 100 kes navên wan li navendên ragirtinê yên fermî tomarkirî ne. Ji bo M. Soda, ev cudahî bersivê dide bêguman tevahîya van kesên ketine van zindanên nehênî yên bêserûber lêkirî ji alîyê kesên mirovan direvînin û mîlîsan ve tên birêvebirin û ketina nava wan li xebatkarên rêxistinên humanîter qedexe ye.

Li gorî hiqûqa lîbyayî, bîyanîyek qaçax dikare heta wextekî nedîyar û bêyî sûdwergirtina ji desteka parêzer were ragirtin. Tu cudahî tune li navbera koçberên aborî, serlêdêrên penaberîyê û mexdûrên revandina îlegal. Dûrî pîvanên kafî yên ewropî, ev zîndan herweha pir bi qezenc in ji bo mîlîsên ku wan birêve dibin û alîkarîya navneteweyî ya ji bo girtîyan derbasî ser hesabê xwe dikin.

Li Al Mabanîyê, gardîyan zîndanîyan wezîfedar dikin ji bo ku karibin baştir çavdêrîya wan bikin. Bi vî awayî agahîyên bi qîymet bi dest dixin û di ser de jî bêewlebûnê dixin navbera koçberan. Koçberên parçebûyî, kontrolkirina wan pir hêsantir e. M. Mohammad Soumah, welatîyekî ji Gîne-Konakry yê 23 salî, çawa hate vir, xwe dilxwaz dîyar kir ji bo alîkarîya di karûbarên rojane de. Mîlîsan derhal hewl da ji wî agahîyan biqurmiçînin: kîjan girtî ji hev nefret dikin? Kî rewşê tevdidin? Ev yek çawa bi awayekî fermî pêk hat, koçberên din navê memdûb lê kirin. Memdûb peyveke erebî ye û tê wateya «nûner». Ew bû yê ku muzakere dikir, bo nimûne, fîyeta fîdyeya dihat xwestin ji bo azadkirina girtîyekî. Di berdêla sedeqeta wî de, gardîyanan dihiştin ew li revîrê an jî li gel xwarinpêjên ku li alîyê din ê rê dijîn, rakeve. Rojekê, wan jê xwest çend koçberan ji bo serbestkirinê bineqîne û hiştin ku ew lêdin herin. Di rastîyê de, M. Soumah jî xwedî heman mafê derketina ji avahîyê bû, lê belê wî tu caran newêrî biçe heta cihekî dûr. «Min zanibû ku wanê careke din ez bigirtama û li min bixistana eger min hewl bide birevim», wisa ji me re rewş şîrove kir.

Bijîjk şikestinan, birînan û birînên şewatê teşhîs dikin

Bijîjkên sînornenas (MSF) hefteyê du caran serdana zîndanê dikin. Nîşanên muameleya xirab zehmet e neyên dîtin: girtîyên her derên wan reşûşîn bûne, newêrin li çavên gardîyanan binêrin û bi dengê herî biçûk re jî ji cihê xwe diveciniqin. Li ser zikê hev bicihkirina girtîyan dibe sedemê berbelavbûna nexweşîyan: werem, varîsel, mîkos, şewba Covid-19. Carna, koçber peyamên bêhêvîtîyê xêz dikin li ser broşurên Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê û bi dizî wan dixin nava destê nexweşnêran. Ew çavdêrîyên xwe yên têkildarî revandina xwe bi wan re parve dikin û berî her tiştî ji wan dixwazin ku malbata wan haydar bikin ku ew li jîyanê ne. Rojekê, xebatkarên Rêxistina Bijîjkên Sînornenas nikarin bikevin nava hucreya M. Kandé ji ber ku ew pir tije ye. Li gorî texmînên wan, dibe ku sê koçber di her metrekareyê de bicihkirî bûn. Girtî herî dawî li hewşa zîndanê tên dermankirin. Ew behsa lêdana ku şevek berê xwarine dikin û jixwe bijîjk jî nîşanên vê yekê ferq dikin: şikestin, birîn, birînên şewatê, tengezarîyên bêhntengîyê. Zarokek wisa bi xedarî hatîye birîndarkirin ku ew nema dikare bimeşe.

Di dema girtîbûna xwe de, M. Kandé karî telefona xwe veşêre. Bi texmîna ku ewê bi dijwarî were cezakirin eger ew wê bide girtin û bi her halî malbata wî nikare tu tiştî ji bo wî bike, wî di destpêka girtîbûna xwe de ew bi kar neanî. Ber bi dawîya adarê, li gel vê yekê, tengezarîya wî wisa zêde dibe ku ew amade ye bi her awayî serê xwe bixe belayê û ji ber vê yekê peyameke bi deng bi WhatsAppê ji birayên xwe re dişîne: «Me hewl da bi rêya deryayê em xwe bigihînin Îtalyayê lê belê em girtin û anîn vê derê. Em niha di zîndanê de ne. Em nikarin demeke dirêj telefona xwe pêxistî bihêlin.» Ew li ber wan digere: «Hewl bidin xwe bigihînin bavê me.» Dû re ew li bendê dimîne, bi hêvîya ku ew karibin, bi awayek ji awayan, pereyê pêwist ên ji bo dayîna fîdyeyê kom bikin.

Roja 8ê nîsanê, saet li 2yê sibê, M. Kandé bi dengê xirecira ku ji alîyê derî ve tê hişyar bû: gelek girtîyên sûdanî ji bo ku birevin di nava hewldana şikandina derî de ne. Veciniqî, ew hevalê xwe, M. Soumahoro şîyar dike. Ev jî, li gel zêdetirî deh kesên din, ber bi sûdanîyan ve lez dike û ji wan re dibêje: «Rawestin! Me gelek caran hewl da birevin, lê belê nemeşîya. Tiştê me jê bi dest xist, tenê lêdan bû.» Ji ber ku Sûdanî naxwazin tu tiştî bibihîzin, M. Soumahoro îşaret dide M. Kandé xeberê bide gardîyanên ku ji bo asêkirina derîyê hucreyê bi lez kamyonekê li pêşîyê bicih dikirin.

Sûdanîyên hêrsbûyî ji ber îxaneta li wan hatî kirin, hingê hê zêdetir serî li şîdetê didin. Ew kanalîzasyonên ji hesin ên dîwarê avrêjxaneyan jê dikin û hewl didin bi wan li kesên mudaxelekar bidin. Gelek girtî hawar û gazî dikin: «Hawar! Dêrî vekin!» Gardîyan, tenê dikenin û li çepikan dixin dema ku di ber re jî vê sehneyê bi telefonên xwe tomar dikin, wekî ku pêşbazîyeke gulaşê temaşe dikirin. «Li ber xwe bidin! Yek ji wan dema şûşeyên avê di navbera caxan re davêje ser êrişkaran. Û eger hûn karibin wan bikujin, texsîr nekin!»

Lê belê, ji ber sedemeke nedîyar, helwesta wan ji nişka ve guherî. Ber bi saet 5 û nîv ew tevî çekên xwe yên lûledirêj ên nîv-otomatîk tên û bêyî tu hişyarîyê bidin, di paceya avrêjxaneyê re bi qasî deh deqe guleyan direşînin hundirê hucreyê. «Me digot qey em li qada cengê ne», ew kêlî wisa tên bîra M. Soumahoro. Du ciwanên nûgihîştî yên ji Guinée-Conakry, Smaîl Dûmûya û Ayûba Fofana, ji ranên xwe birîndar bûn.

Di dema vê gulebaranê de, M. Kandé di serşokê de xwe veşartibû. Lê li wê derê dîsa jî guleyek hat li stûyê wî ket. Zilamê ciwan berîya ku li erdê bikeve, xwe dispêre dîwêr û şopa xwîna wî pê ve dimîne. M. Soumahoro wî li erdê dirêj dike, hewl dide xwîna jê diherike bi kincekî bisekinîne, lê belê ev yek bi kêr nayê. M. Kandé piştî çend deqeyan dimire. «Sûdanî dawîya dawî bi ser xwe ve hatin û bêdeng bûn. Em jî herweha. Her kes şaş û metelmayî bûbû», bi qasî tê bîra M. Soumahoro. Bi saetan piştî gulereşandinê gava midûrê zîndanê, M. Noureddine al-Ghreetly -fermandarekî tûgayên Zîntan- hat cihê bûyerê, dixwaze cesed bibîne. Dû re, bi kulman li derî dixe û weha bi ser gardîyanan de di’ore: «Ev çi ye ev? Hûn dikarin her tiştî bi wan bikin, lê nabe hûn wan bikujin!»

Dema êdî ji taqetê dikevin, girtîyên hucreya hejmar 4 biryarê didin li ber xwe bidin û di berdêla radestkirina cesedê Aliou Kandé de, ew jî serbest bên berdan. Hingê M. Soumah ê ku pê re muzakereyeke dirêj dest pê dike, gardîyanên ketine nava panîkê jê alîkarîyê dixwazin. Koçber dawîya dawî vê dozê qezenc dikin. «Ez ê derî ji we re vekim û hûn ê bikarin biçin, ji wan re wisa dibêje M. Soumah, lê belê bi şertekî: dengê xwe dernexin, nekevin nava hewldana xirakirina nîzamê. Ez ê di pêşîya we de bimeşim heta derîyê derketinê.» Demeke kin berîya saet 9an, li ber çavên şaşmayî yên Trablûsîyên ku diçin kar, rêzeke bêdawî ya koçberan ji dergehê avahîya zîndanê vedizele û li nava kolanên bajêr belav dibe.

Sûcên bi awayekî potansiyel li dijî mirovahiyê

Rojek piştî mirina ciwanê ji Bîso-Gîneyî, M. Jose Sabadell, sefîrê Yekîtîya Ewropî yê li Lîbyayê, vekirina lêpirsîneke fermî xwest, lê ev daxwaz wekî nameyeke mirî hat tomarkirin. Ekîba me xwe gihand M. Sabadell, lê belê wî bersiv neda pirsên wan. M. Al-Ghreetly, ku çend hefteyan hat dûrxistin, dû re dîsa hat ser wezîfa xwe.

Di çirîya pêşîn a 2021ê de, bi êrişeke bi desteka îlawe ya tûgayên Zîntan, ji alîyê hêzên lîbyayî ve li Gargareshê hat pêkanîn, bi qasî çar hezar mêr, jin û zarok hatin binçavkirin. Bi sedan ji wan şandin zîndana Al Mabanîyê. Kêmtirî hefteyek şûnde, di dema hewldaneke revê de, zîndan bû şahida yek ji rojên herî bi xwîn ên dîroka navendên ragirtinê ji bo koçberan: bi guleyên mîlîsan şeş kes hatin kuştin û bîst û çar kes jî birîndar bûn.

Tam gava vê komkujîyê rû dida, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raporek diweşand û pê bi awayekî fermî qebûl dikir ku «sedemên aqilane hene ji bo mirov bawer bike ku kuştin, kolekirin, îşkence, girtin, destavêtin, zilm û muameleyên din ên dij-mirovî yên li dijî koçberan hatine pêkanîn û bi êrişên sîstematîk û gelemperîkirî li dijî van kesan, di çarçoveya sîyaseteke dewletê de tên meşandin. Ji ber vê yekê, ev pêkanîn dikarin wekî sûcên li dijî mirovahîyê bên hesibandin».(3)

Li gel vê yekê jî, di vê navberê de girêdana Ewropayê bi bernameyên li dijî koçberên li ser xaka lîbyayî qels nabe. Piştî venûkirina protokola li gel Lîbyayê ya destpêka 2020î, Îtalyayê ji bo wezîfedarên ewlekarîya peravan ên lîbyayî ji adara 2021ê ve bi qasî 3,5 mîlyon ewro perê îlawe şand, bi taybetî bi navgîna radestkirina gelek motorên ji derve montekirî di çirîya pêşîn de. Ji alîyê xwe ve, Komîsyona Ewropî jî di meha gulanê de soz da ku ew ê li Lîbyayê navendeke nû ya pêşxistina «hevkarîya ji bo rizgarkirinên di deryayê de» saz bike.

* Rojnamevan, gerînendeyê The Outlaw Ocean Project, platforma rapirsînên li ser pirsgirêkên hawîrdorî û mafên mirovan li deryayê. Nivîskarê Dehl û Devîyên-okyanûsan, Sûcên cezanekir, koletî, şîdeta zêde, nêçîra qaçaxLa Jungle des océans. Crimes impunis, esclavage, ultraviolence, pêche illégale, Payot, Paris, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar.

_______

1) Binêrin li nivîsara Benoît Bréville, «Hawara li ser Şengenê», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2016.

2) Binêrin li nivîsara Rémi Carayol, «Koçberên li nava xefika Agadez », Le Monde diplomatique, hezîran 2019.

3) «Libya: Evidence crimes against humanity and war crimes committed since 2016, UN report finds», Conseil des droits de l’homme des Nations unies, Genève, 4 çirîya pêşîn 2021

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar