Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Kabûl û Kandaharê, dûrî kamerayan

Di deh salan de, şerê ku Sûrîye ji hev xist, bû sedemê mirina 500 hezar kesî û koçberkirina 12 milyon welatîyî. Windakirîyê bihara 2011an, serokdewlet Beşar El Esad bi destwerdanên leşkerî yên Rûsya, Îran û Hizbullaha lubnanî hat rizgarkirin. Vemayîna wî herweha xwe dispêre piştgirîya eşîrî ya li nava civaka wî ya elewî û kontrola mutleq a ji alîyê malbata wî ve li ser civakê û dewletê.

“Eger hûn nikarin alîkarîyê bidin, ne xwe hûn çi dikin li vê derê?» Pirsa jina ciwan, ku çavên wê li pişt bûrkaya wê ji hêrsê dibiriqin, dibe ku berê xwe didin civata navneteweyî gişî. Dû re, ew ji nû ve dikeve nava gerîneke mirovan a Şarê Nû, yek ji parkên Kabûlê, ku li navê kom dibin, ji destpêka tebaxê ve, kesên bêserûşûn ên ji eyaletên Bakur hatî, revîyayî ji ber pêşketina bi lez a talîbanan. Li vir, jin giş bûrkayan li xwe bikin -şokeke darîçav li paytext, ji ber ku, heta hatina talîbanan, kêm şênîyên paytext hebûn ku ji bilî şerpeyeke tenik, tiştekî din didan serê xwe-.

Rûniştî li ser merşikekê, du zilamên xwe ji pevçûnan dûr digirin, berê awirên xwe dane valahîyê. Bahadur (1) bi eslê xwe ji bajarê ku 11ê tebaxê ket, Kunduzê ye. «Ez bi yên pêşî re hatim, wisa dibêje. Rewş roj bi roj xirabtir dibû. Tu kes dîsîplînê pêk nayne, tu rêxistinek tune. Em nizanin çi bikin. Em nizanin çi diqewime.» Bi çavekî şil, cîranê wî weha didomîne: «Talîbanan her tişt dişewitand. Bazar, dikan, xanî. Kurê min ê 10 salî hat kuştin.»

Li Afxanistanê Mîsyona alîkarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (Manua) texmîn dike ku di navbera meha kanûna paşîn û dawîya hezîranê de, 1 659 kes hatine kuştin û 3 524 kes jî birîndar bûne -hejmareke ji ya salên berê zêdetir-. Ew dide zanîn ku tenê di tîrmehê de li bajarên Kandahar, Hera û Leşker Gehê, ku şerên herî dijwar rû dan, zêdetirî 1000 kes mirine.  Xaça Sor a afxan dîyar dike ku di heman mehê de 13 000 kes jî birîndar bûne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji ber vê zêdebûna sûcên şer talîbanan sûcbar dike: sîvîlên geflêxwarî û ji malên xwe qewirandî, kuştina girtîyan, bikaranîna zêde ya mayînan, înfazên komî, talan… «Xirabîyeke pêşîlênegir a di dema şer de», li gorî gelek kadroyên serhildanê. Eger artêşa afxan herçendî îdîa dike ku ew xelkê diparêze jî, gelek caran, wê li binesazîyên sîvîl xistîye, nexasim li tesîsên tendirustîyê yên li bajarên ku bûne qada şer û pevçûnên herî dijwar.

«Me ji ber şer û pevçûnan mal û warê xwe terk dikirin. Hingê roketek li min ket.» Bi rûyekî bêîfade Rahmatullah vedibêje, ka çawa ji du lingên xwe bûye, berî panzdeh rojan, li Kandaharê, li navendeke ji alîyê Astengdara Navneteweyî (HI) ve dihat birêvebirin. Ciwanê  25 salî ku bûye mexdûrê gulebaranên navbera talîbanan û artêşê, li gundewarê nêzî bajarê stratejîk ê Başûr, nekarîye bireve. «Ez dîsa jî spasdarê piçek perwerdeya xwe me ku min wergirtibû, wisa tîne ziman bi dengekî aram. Ez ê karibim dîsa bixebitim, tevî vê birîna xwe jî. Bi protezan, ez ê karibim ji cihê xwe bilivim. Yên din jîyana xwe ji dest dan.»

Sîvîl her devereke ku lê stargehekê ji xwe re dibînin, xwe lê digirin û dibin penaber. Li avahîyeke çêkirina wê didome li taxeke nû ya Ayno Mena, bi qasî sed malbat bi qasî ku karîne bicih bûne û bi perdeyên ku avêtine ser kabloyên ku li navbera xwe bicih kirine, giş bi hev re dijîn. Li nîvê xirbeyan, Afxanên ku bi keda rojane debara xwe dikirin, niha li nava bêhneke genî ya pîsîtîyê li benda alîkarîyê ne.

Rêxistinên mezin ên der-hikûmetî (ONG) hewl didin li kampan bi yên herî rewş xirab re eleqedar bibin. Perwerdekarekî HI’yê rismekî ku li ser, du zarok li nava xirbeyekê dilîzin nîşanî zarokan dide û ji wan dipirse: «Rahiştina tiştên nenas, gelo baş e an jî xirab e?» «Xirab e!», bi hev re diqîrin, bi zanebûna ku tiştekî wisa dikare bibe sedemê mirina wan.

Kesên di şerên dawî de birîndar bûne, li yên berê zêde dibin. Li tenişt Rahmatullah, hin mexdûrên din jî xwe hînî awayê nû yê jîyanê dikin. Semiullah hêdî hêdî [xwe] fêrî bikaranîna lingê xwe yê plastîk dike, ku ev heft meh in êdî pê dimeşe. Lingê berê, yê rastî, jê hat birîn dema ku li atolyeya mekanîkê kar dikir. Erebeyek li ser rê teqîya û ev zarokê li derdora duwanzde salî birîndar kir. Piştî mehên bi êş û azar, ew niha careke din bi xwe bawer e: ew ê karibe ji nû ve bixebite. Ew bêdeng dimîne û dihêle ku birayê wî yê mezin rewşê vebêje. Gelo ew dixwazin gilîyê berpirsên vê felaketê bikin? «Ez talîbanan sûcbar nakim, wisa dibêje birayê mezin. Di hedefa wan de kesekî din hebû, axayekî şerê ku, mixabin, tenê çend tilîyên wî jê bûn.»

Têkçûna destwerdana navneteweyî îro êdî pir zelal darîçavan dibe. Demûdezgeh û sazîyên Rêxistinên Der-Hikûmetî, ên ketine pey awayê xwe yên adetî yên fikirînê, wext veneqetandin ji bo bipirsin ji Afxanan ka pêdivîya wan bi çi heye û nepirsîn ku ji wan re îzah bikin ka di çi rewşê de bûn. Wan tercîh kir xwe bispêrin giregirên xwecihî ên gelek caran kîsikên xwe yên peran bikar anîn, dû re jî bawerî bi civata wan anîn. Qadên herî dûr, herî asê, demeke dirêj hatin jibîrkirin. Her çi koalîsyona rojavayî ye, wê jî herî zêde giranî da hewldana ku xwe dispêre nêzîkahîya leşkerî. Bi çîyayan dolar hatin xerckirin ji bo projeyên hevnegirtî, ji bo nifşek kadroyên rizîyayî û gelek şêwirmendên navneteweyî. Welat radestî şer, terorîzm, birçîbûn û xizanîyê hat kirin.

Çawa çîna bijarte ya sîyasî ya afxan karî bişemite nava vê pevçûna hê di serî de windakirî, bi pêşîgirtina li her çareyeke sîyasî? Gelek ji wan berê tilîya xwe ya nîşanê didin ser M. Eşref Xanî, ku talîbanan ew wekî «pêlîstokê amerîkîyan» pênase dikir û jê dixwestin îstîfa bike. Serokomarê rizîyayî, bi xwe, her li ber xwe da, tevî gelek dengên ku jê dixwestin dev ji wezîfê berde, heta hatina serhildêran a nav Kabûlê, di 15ê tebaxê de. Ew êdî hingê bêyî ku ji kesî re bibêje bi balafireke taybet revîya, li gel xwe jî tenê çend xizmên xwe birin.

Parlemento (2), ew bi xwe, ma di rewşeke tam bêtaqet de. Piranîya hilbijartîyan bi taybetî tevneke xwedî tesîra şexsî, eger mimkin be di asta diravî de feydekar, saz kir. «Her yek wekî ferd destwerdanê dike, li gorî şahidîya Mme Şînke Karoxeyl, hilbijartîya Kabûlê ya bê etîket. Blokên sîyasî tunin. Zehmet e, di vê rewşê de, kontrola herî biçûk jî li ser hikûmetê were meşandin.»

Her çi axayên dîrokî yên şer in, piranîya wan jî parastina berjewendîyên xwe û yên civata xwe domandin. Di encamê de, mucahîdînên bi navûdeng ên şerê li dijî sovyetîyan ên salên 1980yî jî li hemberî serhildêran serî tewand. Li Herayê, Îsmaîl Xan ê qedîm, ê 75 salî jî dawîya dawî teslîm bû. Ji alîyê xwe ve, alîkarê berê yê serokomar (2014-2020), M. Avdil Reşîd Dostum, ê 67 salî, ku Ozbek temsîl dikirin, li tenişt kurê xwe yê ku li ser tevnên medya civakî derdiket pêş, soza mirinê da talîbanan. Dû re, ew jî ber bi Ozbekistanê revîyan.

Leşkrên cepxane û pêwistiyên wan ên jiyanê qedîyayî

Kurê fermandarê navdar Ahmed Şah Mesûd, ku bû îkonek li Fransayê, M. Ahmed Mesûd wisa xuya dike ku wî jî li heman welatî pêşengî dewr girtîye, lê belê dîsa jî wî li Afxanistanê xwe ji felaketekê berî kir û dûr girt. Wî dawîya dawî terka Kabûlê kir û xwe gihand gelîyê xwe da ku ji nû ve xwe lê bigire. Li gorî wî, hikûmet e ya ku bûye sedema vê rewşê, ji ber ku wê nedixwest «çekên depokirî li berxwedêran belav bike. Dawîya dawî ew çek jî ketin destê talîbanan». Ew ji me re jî rewşê weha îzah dike: «Ez berî çend salan vegerîyam ji bo birina nirxên ez ji Rojava fêr bûbûm: mafên mirovan û demokrasî.» Mîrasgirê «şêrê Panşîrê» perwerdeya mimkin mertebe herî baş li Londonê wergirt. Lê belê li derveyî wilayeta wî ya ku lê hatîye dinê, ku 150 000 şênîyên wê hene (3), kêm Afxan paxavê pê dikin û îtîbara wî digirin. Li derdora wî, bi pesindayîn tê gotin ku bi qasî 20 000 kes amade ne, ji bo [wî] şer bikin. Wekî din dilxwazên wî yên di gotinê de hene, ew jî destvala ne û tu kes tu hêvîyekê jî ji wan nake.

Sîyasetvanên din hê jî û hertim hewl didin wisa xwe bicih bikin ku li paş karwanî nemînin. Sê fîgurên cîhana berê ya afxan ketin nava lezûbeza zeftkirina firsetê: Ma serketîyan soza sazkirina «hikûmeteke berfireh» neda? Sê zilaman hîs dikir ku dikarin bibin xwedî sozên berfirehbûnê ji bo rihetkirina «civata navneteweyî», ku dixwaze hikûmeteke yekîtîya neteweyî were sazkirin.

Serokomarê berê Hamid Karzaï (2001-2014) bi lezgînî hevdîtinek li gel efendîyên nû yên welêt pêşnîyar kir. M. Abdullah Abdullah, ku serketina xwe di hilbijartinên serokatîyê yên 2014 û 2019an de ragihandibû wekî M. Xanî di eynî demê de, ew jî amade ye. Tevî îro ew li ser serê Konseya Bilind a lihevkirina neteweyî ye, wî berê hewl dida tevlî muzakereyên li Qeterê bibe, -gava ku delegasyona M. Donald Trump li gel talîbanan muzakere dikir- lê belê bi ser neket. Axirî, M. Gulbuddin Hikmetyar, şefê Hizbul Îslamî Afxanistan, ew jî li balafira pêşî siwar bû. Partîya wî, ku bi awayekî dîrokî li welêt navdar e, biryar dabû li dijî dagirkerê bîyanî rahêje çekan. Wî bi taybetî berpirsîyarîya cînayeta Uzbîn a li dijî fransîyan, a tebaxa 2008an girtibû ser xwe. Ew ku ji alîyê rojavayîyan ve wekî terorîst hatibû îlankirin, dawîya dawî razî bû li gel hikûmeta Kabûlê di 2016an de peymana aştîyê îmze bike. Ew ji hingê ve ketîye pey lêgerîna peydekirina cihekî ji xwe re…

Cengeke ji bo parîyên desthilatîyê

Dema ku giregiran li ser gep û parîyên desthilatîyê şerûpevçûnên xwe didomînin, beşeke civakê di nava bêhêvîtîyê de li derîyekî hawarê digere. Reva berdêla wê çi dibe bila bibe, ji terora muhtemel a desthilatîya nû ya talîbanan. 13ê tebaxa dawî, li kafeyeke Kabûlê, hevdîtineke me çêbû li gel sûbayekî hêzên taybet da ku ji me re seyra şer û haletî rûhîya hevalên xwe tarîf bike -bi awayekî ecêb li gel wî kurê wî yê bi qasî duwazde salî jî hebû-. Wî ji me re îzah dikir ka zilamên wî çendî westîyabûn û hestên wan ên bi tenê hiştina ji alîyê hikûmeteke ku dixwest bi her halî her tiştî kontrol bike, dianîn ziman. Dema ji me vediqete, ji me dipirse ka wê derfeta wî hebe kurê xwe rizgar bike. «Ji kerema xwe, birêz, tîne ziman zarok bi îngilîzîyeke rast. Ez dixwazim biçim Fransayê ji bo dibistanê bixwînim. Li vir, êdî tu ewlekarî tune, ez êdî nikarim biçim dibistanê.» Du roj şûnde, Kabûl diket.

Heman bêçaretî li gel subayekî din ê ji artêşa bejayî: «Malbata min û ez em ê bibin hedef ji ber ku ez çûme li Fransayê perwerde bûme. Divê ez îro terka vî welatî bikim, lê belê vîzeya min tune.» Dibe ku talîban soza xwe ya efûyeke giştî bi cih bîne? «Ji bo wan, em ne mirov in. Em tenê heywan in ji bo wan.» Ji ber ku wî nekarî bireve derveyî welêt, sînor jî ji niha û pêve ji alîyê serhildêran ve tên girtin, ew hêvî dike li hundirê welêt, li wilayeteke ku kes wê rabirdûya wî nas neke, xwe veşêre.

Ji bo gelek afxanan, penaberî yekane çareserî ye. Kesên ji bo hikûmetê an jî ji bo artêşên bîyanî xebitîn iqna bûne ku jîyana wan li bin gefê ye û efûya giştî ya soza wê hatîye dayîn çirûskeke xapînok e. Dewletên Yekbûyî lez da karûbarê veguhestina zêdetirî 4000 wergêran, ku divê ji vîzeyeke taybet sûdê wergirin. Yên kêmtir comerd di vê mijarê de, piranîya welatên ewropî, ku Fransa, Almanya an jî Hollanda jî di nava vê kategorîyê de ne, li gel vê yekê dersînorkirina koçberên afxanî cemidandin.(4)

Yên derfeta wan hebû ji niha ve terka welêt kirine. Sîyasetvan û şefên mîlîsan man bi hêvîya ku çend parçe penîr para gişan bikevin, hema hema tevahîya malbatên xwe şandin derve. Ji bo yên din, rewş şîlo ye. Dûvê dorê yê kesên hêvî dikirin vîzeya ber bi Îran an jî Tirkîyeyê bi dest bixin, hê jî li bendê ne û her hefte dûvê dora wan her dirêjtir dibe. Êdî wext zêde dereng e.

Talîban bi ser ketin. Nûçeyeke xirab e ev gelo ji bo afxanan? Şênîyekî Kandaharê dilhênikbûna xwe ya li bajarê xwe piştî vekişîna hêzên hikûmetê ji deshilatîyê weha tîne ziman: «Walîyê talîbanan ji karmendan xwest vegerin ser karê xwe. Ala wan a mezin bi ser avahîyê ve bilind dibe. Zilamên wan xira nakin riheta mirovên ku bi giştî kêfxweş xuya dikin. Di ser de jî hin kesan ew bi hêstirên çavan pêşwazî kirin. Her kes dest pê dike vedigere mala xwe. Jîyan, bê xirecir, vedigere rewşa asayî.» Di 1995an de jî, hin kêlîyên dilhênikîyê û kêfxweşîyê hatibûn dîtin li kolanên Kabûlê piştî ku talîbanan dijminên xwe, mucahidînên Hevpeymana Bakur qewirandibûn. Dû re xelkê fam kiribû ku ev yek nedihat wateya dawîya şer, lê belê destpêka dojeheke nû.

* Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar

 

1) Gelek afxan bê paşnav in. Yên paşnavên wan hene jî bi giştî navê bavê xwe kirine paşnav an jî navên xwe dubare kirine.

2) Ew Meclîsa Gel (250 kesên ji bo pênc salan di hilbijartina giştî de hilbijartî) û ya rûsipîyan jî (102 endamên ji bo çar salan, ku ji sêyan duduyê wan ji alîyê konseyên wîlayetê ve û ji sêyan yekê wan jî ji alîyê serokkomar ve hatine hilbijartin) dide ber xwe.

3) Texmînên Daîreya Navendî ya Statîstîkan a Afxanî.

4) Binêrin li nivîsara Antoine Ory, «“Harkis”ên Kabûlê», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar