Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Gurcistanê, tirsa ji Rûsyayê

Di çirîya pêşînê de li Gurcistanê hilbijartinên şaredarîyê li bin hîmayeya Yekîtîya Ewropî pêk tên. Tê payîn dengdan bibe pêşbirkeya navbera du enîyên sîyasî yên lihevneker, ku ev salek e li bin banê parlemenê nayên cem hev û hevûdin bi pêlistokbûna di destê Rûsyayê de sûcbar dikin. Li demeke ku pirsgirêka rûsî serêşîyeke qada sîyasî ye, civaka gurcî jî êdî bi dudulî nêzî cîranê xwe yê Bakur dibe.

Em hê nû veqetîyan ji Gorîyê û muzeya wê ya qirase ku ji bo şerefa kurê vî welatî, Jozef Stalîn hatîye çêkirin. Niha jî divê em li ber kulûbeyeke ku ji alîyê du polîsên gurcî ve tê parastin, rawestin. «Nebe nebe hûn tiştekî bibêjin!, bi pistepist ji me re dibêje rêbera me Natia Jalabadze, antropologa zanîngeha Tiblîsî. Ez ê ji wan re bibêjim ku hûn ji malbata min in.» Ew nasnemeya xwe dirêj dike; karmendek nasnameyê di ber çavan re derbas dike û îşaretê dide me ku em derbas bibin. «Leşkerên rûs ji vir sê kîlometre dûr, li dawîya vê rêyê ne, rêbera me wisa ji min re îzah dike dema ku tansîyon ji nû ve dadikeve. Ji wir û şûn ve, dibe destpêka xaka gurcî ku Rûsan ji 2008an ve dagir kirîye. Em dikevin nava mintiqeyeke xetere û polîsê gurcî kesî bernade navê, ji bilî şênîyên gundên ser sînor. Beşeke malbata min jî li wir dijî û paşnavê min jî nîşan dide ku ez ji vê herêmê me. Ji ber vê yekê wan hişt em derbas bibin.»

Ev der di asta navneteweyî de wekî Osetîya Başûr tê nasîn, lê belê gelek gurcî vê derê wekî beşeke herêma gurcî Şîda Kartlî, Kartlîya hundirîn dibînin. Ew vê derê wisa bi nav dikin da ku dîyar bikin ku ew bi tu awayî rewabûna daxwaza serxwebûnê ya niştecihên Osetî-yayê qebûl nakin. Osetîya Başûr bi rastî jî sînordaş e li gel Osetîya Bakur, welatê endam ê Federas-yona Rûsyayê ku niştecihên vê derê jî osetî ne. Di 1989an de, li kêlîyên pêşî yên derzên împeretorîya sovyetî û dema ku Gurcîyan li Tiblîsê xwepêşandan pêk dianîn ji bo bidestxistina serxwebûna xwe, du hindikahîyên qewmî yên Kafkasyayê, Oset û Abxaza, heman tişt kirin û bûn sedemê afirîna tirsa ji serxwebûnxwazên gurcî. Du şeran da dû hev, li Osetîya Başûr (1991-1992) û Abxazyayê (1992-1993) û bûn sedemê mirina bi sedan kesan û koçberîya pêl bi pêl. Lê belê dewleta nû ya gurcî, ku di nava şerê xwe yê navxweyî de ji hev ket (1991-1993), hêza wê tunebû şerekî encamgir bimeşîne li dijî şervanên abxaza li rojava û yên oset li bakur, ên ku li rojhilat jî ji alîyê Moskovayê ve tên destekkirin. Ji nava vê tofanê du dewletên veqetînxwaz bi gewdebûn. Her du dewletên ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) wan venanase, îro bi saya desteka aborî û leşkerî ya Rûsyayê xwe li ser lingan digirin.(1)

«Ez li ber hevalên xwe nema hin peyvan bilêv dikim»   

Di tebaxa 2008an de, Gurcistanê hewl da Osetîya Başûr ji nû ve bi dest bixe. Moskovayê bi qasî deh alay leşker xistin nava livûtevgerê. Di pênc rojan de, artêşa gurcî têkçû û leşkerên rûsa nêzî Tiblîsê dibûn. Li bin hîmayeya Yekîtîya Ewropî, ku M. Nîcolas Sarkozî temsîla wê dikir, agirbestek pêk hat. Li gorî agirbestê, artêşa rûs dibû xwedî mafê kontrolkirina herêma sînor a navbera Gurcistan û Osetîya Başûr -û bi demê re-, herêma sînor a li gel Abxazyayê jî. Her çendî kêm kesî jî di van du şeran de jîyana xwe ji dest da, ew dîsa jî li nava gurcîyan bûn sedemê travmayeke mezin. Ew windakirina van her du qadan wekî «dagirkerîyeke rûsî» giran a «xaka dîrokî ya Gurcistanê» hîs dikin. Xakeke bi qasî erdnîgarîya Îrlandayê, ya bi qasî 4 mîlyon kes li ser dijîn û îro ji sedî 20 jê çûye.

Êşa vê qutkirinê wisa zindî ye ku tu guftûgoyê ranake. Rojek berê, li Gorîyê, midûrê şanoyê, M. David Şxarişvîlî, zilamekî ciwan, bêhtir îsyankar û parêzvanekî jêhatî yê azadîyan, hindik mabû êrişî me bike dema ku me îhtîmala rewabûna daxwaza serxwebûnê ya Oset û Abxazayan jê pirsî : «Hûn vê telefona destan dibînin? Ez bi deyn didim we, hûn dikarin wê bi kar bînin, ez dikarim di ser de kredî jî bidim we, lê belê ew telefon dîsa wê telefona min be, ew malê min e! Şîda Kartlî jî Abxazya jî yên Gurcistanê ne! Em dixwazin nazik bin li gel Abxaz û Osetan û mêvanperwer bin, lê belê em ê xwe nedin talankirin, tu caran!»

Eger em bên ser xala xwenîşandana endîşeya rewa ya Rûsyayê ya têkildarî fikrê ku Rêxistina Hevpeymana Atlantîk a Bakur (NATO) dikare di nêzîk de bargehên leşkerî li kêleka wê ya başûr saz bike, rîskeke adeta dînîtî ye! Ji bo piranîya gurcîyan, tu tiştekî stratejîk di vê yekê de tune, ji bilî «emper-yalîzmeke xweber a rûsan, ku ev du sed sal in, her tiştî dike ji bo em nikaribin bigihîjin serxwebûna xwe», wekî ku îdîa dike dîrokzan Laşa Bakradze, midûrê Muzeya Wêjeyê ya Tiblîsê. Û bi bîr dixe ku ev «dagirkerîya rûsî» «ji 1800î ve», li serdema Çarîtîyê destpê kirîye. «Cara dawî ku min hewl da balê bikşînim ser nêrîna rûs li gel hevala xwe ya herî qedîm, wisa ji me re tîne ziman M. Giorgî Xutsîşvîlî, Tîblîsîyê ixtîyarê xwedî dîplomeya zanîn-geha Moskova li serdema Leonîd Brejnev, rabû bi ser min de qîrîya û ez bi xulamtîya Pûtîn sûcbar kirim. Ji hingê ve, ez gotina “Rûsya”jî li ba wê naynim ser zarê xwe.»

Dûrî çavên polîsên gurcî, em dikevin nava gundê Kordî, ku tam dikeve meydaneke li pêşîya xeta ser sînor, ku li wir dotmama Jelabadze li benda me ye. Berîya ku me bibe mala xwe, em biryarê didin heta dawîya gund bimeşin û bigihîjin nêzî vî «so-called border», vî «sînorê xwedê giravî», ji qewlî Gurcîyan ve. Em berê xwe didin ser rêyeke ax. «Divê em pir dîqet bikin, bi endîşe dibêje rêhberê min. Her roj, leşkerên rûs gundîyên reben ên çêlekên xwe diçêrînin an jî sêvên xwe kom dikin, bi şaşî xetê derbas dikin, direvînin. Wan bedbextan dibin zindana li Tskînvalî [paytexta Osetîya Başûr], deh kîlometre dûrî vê derê. Gelek caran ew lêdanê jî dixwin û ji bo werin berdan divê fîdyeyekê bidin.»

Zimanê Pûşkîn hê jî bi berfirehî tê axaftin

Ev «fîdye», an jî bêhtir jî cezayê fermî yê ku hikûmeta oset dixwaze ji ber derbasbûna qaçax a di sînor de, ji bo demeke dirêj derketîye 30 dolarê amerîkî, ango sedan larîyê gurcî, tevî ku gelek gundî debara xwe mehane bi 200 an jî 300 larîyî dikin. «Di çirîya pêşîn a 2018an de, berdêla vî cezayî bi carekê hilkişîya 200, dû re jî 800 larîyî», li gorî ku radigihîne Jalabadze, ku wî bi xwe ji bo zanîngeha xwe lêkolînek kirîye. Li gorî raporeke pir bi serûber a di 2019an de ji alîyê Rêxistina Efûya Navneteweyî ve hat weşandin, di navbera 2011 û 2018an de, salê di navbera 100 heta 140î de «revandinên wisa» li sînorê osetê pêk tên û di navbera 200 heta 400ê van de li ser sînorê Abxazyayê.(2)

Sî metre li pêşîya me, li nîvê zevîyan, rizdeyeke dirêj a ji metaleke kesk meydanê ji hev cuda dike. Berî demeke nêz ew danîne vir, bêyî şêwirîna bi şênîyên xwecihî, ne jî bi hikûmeta gurcî re. Di rapora xwe de, Efûya Navneteweyî encamên sazkirina vê dorgirtina bi qasî 400 kîlometre, ku di 2013an dest pê kirîye û hê jî bi dawî nebûye weha rave dike: gundên bûne du parçe, nemimkinîya ji bo gundîyan a xwegihandina zevîyên xwe, kêmkirina îhtîmalên firotina berhemên xwe, û hwd. «Hûn rewşê ferq dikin gelo? Mirov nema dikarin biçin ser gora dêûbavên xwe jî!», hêrsa xwe wisa tîne ziman Irma Tebidze, hunermenda ciwan a ji Batûmîyê. Ew bi xwe tu caran neçûye meydanê, lê belê li ser Facebookê «sosretên» li dijî gundîyan ji alîyê «rûsan» ve tên kirin dişopîne. Gurcî giş bi yekdengî bawer dikin ku Rûs ji bicihkirina van rizdeyan sûdê werdigirin ji bo ketina her carê bi dehan metre xaka îlawe. Li Tiblîs, Gorî, Kûtaysî an jî Batûmîyê, herkes gazinan dike ji vê «dagkirkerîya her zêde dibe», tevî ku Rûs îdîa dikin ku ew li gorî nexşeyeke sovyetî ya sala 1984an tevdigerin. Ev êşên rojane tên ferzkirin li gundîyên li ser sînor, ku medya gurcî pir behsê dike, êşa «dagirkerîya rûs» hişyar dikin. Yekane encama erênî ya bicihkirina van rizdeyan: wisa xuya ye ku hejmara derbasbûna bi şaşî di ser xeta sînor de kêm bûye û ji ber vê yekê hejmara «revandinan» jî.

Em digihîjin mala Mme Tata Jalabadze, birazîya Natiayê. Mal, bi şaneşîneke ji texteyê xwarovîçko di rewşeke xirab de xuya dike, lê belê baxçe wisa xweşik hatîye xemilandin ku têde her tişt xweber hêşîn dibe; bacanên sor, xîyar, bacanên reş, pîvaz, kartol, baxdenos, kişnîş, tûzik, nane, marjolîn, û hwd. Li bin sîya dareke gilyazê, mase ji niha ve hatîye sazkirin, amadekirin ji serê sibê ve ji alîyê Tata û dîya wê ve. «Ez di 1952an de li Tsxînvalîyê, li nava malbateke gurcî hatime dinê, wisa vedibêje jîyana xwe. Di 1993an de, ez neçar hatim hiştin ji bo bajarê xwe terk bikim, an na Osetan wê ez kuştibama. Em ketin nava serdemeke pir zehmet, ji ber vê yekê ez li vir bicihbûm, li xanîyê kevin ê gund ê malbatê mam.» Tata, ew jî li Tsxînvalîyê hatîye dinê, demeke dirêj li Tiblîsê xebitîye, dûre ji nû ve hatîye cem dayîka xwe ya li Kordîyê, li derdora vî parçeyî erd ku derfetê dide ku her du jin kêm zêde pê debara xwe bikin. Ji bo wan, «Rûs in yên li dijî Gurcîyan kîn xistîye dilê Osetan» : «Berê, em bi hev re di nava ahengeheke bêkêmasî de dijîyan.»

Wextê xwarinê ye û Tata radihêje şûşeyeke avê ya plastîk a bi şeraba sor dagirtî. «Ez im ya ku vê hildiberîne, bi serbilindî ji min re îzah dike. Ev li malê hatîye çêkirin, hûn dikarin rihet bin, têde tu berhemeke kîmyayî tune.» Em jê dipirsin ka çi bû karê wê li Tbilîsê berîya ku ji nû ve were gund, cem dîya xwe. «Ajanseke min a biçûk a tûrîzmê hebû ji bo mişterîyên rûs.» Em bawer dikin me şaş têgihîştîye. «Belê, bi israr dibêje, ez ji zimanê rûsî pir hez dikim, ji çanda rûsî pir hez dikim û tûrîstên rûs pir nazik in. Ew jî ji Gurcistanê pir hez dikin!»

Hêk, fringî û kevir pêşwaziya rojnamevanekî navdar dikin

Bi awayê xwe, Tata paradoksa kûr a gurcî radixe pêş çavan: gelekî ku êşê dikşîne ji ber dagirkirina rûs bi qasî ji pênca yekê axa wî û di heman demê de her sal bi sed hezaran tûrîstên rûs pêşwazî dike bêyî ku tu kêmasîyekê nîşan bide di mêvanperwerîya efsanewî ya gurcî de, bi dîyarîkirina ji bo wan odeyên paqij, pêşwazîyeke germ, heta bixwazin şerab û xwarinên mirov ji tehma wan têr nabe. Di 2019an de, tam berîya xuyabûna pandemîya Covid-19, vî welatî 5 mîlyon tûrîst pêşwazî dikirin û lêçûnên wan ji sedî 18yê hatina brut a neteweyî bû -li gorî World Travel and Tourism Council (WTTC)-, eger qezencên vê tûrîzmê li ber çavan bên girtin, ev rêje hildikişe heta ji sedî 26an. Di serî de: Rûs, bi nêzî 1,5 mîlyon zîyaretvanên wê salê, ji sala 2010î ve ev hejmar her zêde dibe.

Tevî xirabûna danûstandinên dîplomatîk di 2008an de, têkilîyên aborî jî li gel Rûsyayê dimînin di asteke pir xurt de. Cîranê mezin ê Bakur, li gel Azerbaycan û Tirkîye, dibe yek sê partnerên bazirganîyê yên Gurcistanê û bi tena serê xwe ji sedî 15yê îxracatê pê re tê kirin: paxir, bacanên sor, findiq, avên mîneral, şerab û vexwarinên bi alkohol. Beramberî van, Gurcistan jî petrol, genim, makîne û amûrên elektrîk jê îtxal dike.

«Rûsan her tim hez kirîye tatîla xwe li Gurcistanê derbas bikin, li gorî Mme Nino Kharazishvili, perwerdekareke fransî ya bi eslê xwe ji bajarê Sûramîyê li navenda welêt. Di çavên wan de, em civakeke dilovan û cirxweş in, em ji cejn û şahîyan hez dikin, şerabê hildiberînin û xwarinên tamxweş çê dikin.» Ji bo sûdwergirtina ji vê xisûsîyetê, Tbilîsê ji bo hêsankirina hatinê, burokrasîya li ser sînoran daxistîye asta herî besît: tu vîzeyekê ji Rûsan naxwaze, tevî ku Gurcîyek divê dinyayek serlêdanan bike û belgeyan kom bike ji bo karibe biçe Rûsyayê. Herçî zimanê rûsî ye, ku di serdema Sovyetan de zanîna wî mecbûrî bû, niha hê jî ji alîyê piranîya gurcîyan ve tê axaftin.

Ev deh sal in, bajarê mezin ê beravê Batûmî veguherîye cureyeke Las Vegasa Deryaya Reş, bi hotelên xwe yên qirase û gazînoyên biriqîner. «Em her tim bi rûsan re jîyan, wisa îzah dike Piruz Bolkvadze, rojnamevanê li ser aborîyê di televîzyona herêmî de. Li serdema sovyetî, Moskovayê baregeheke mezin a leşkerî li başûrê bajêr bi cih kiribû, da ku karibe sînorê YKSSê yê li gel Tirkîyeyê ku bi qasî 15 kîlometre ji vir dûr e, kontrol bike. Ew heta sala 2006an jî nehatibû girtin. Niha, hin kes ji wan vedigerin ji bo tatîlê…» Hebûna van leşkeran gelo hin bîranînên xirab li pey xwe nehiştin? «Bêguman na, berevajî! Wisa bersivê dide wekî ku pirs ne li cihê xwe be. Berevajî! Leşker bi malbatên xwe re dihatin bajêr, herkesî bi rûsî xeber dida û me xwe pir nêzî wan hîs dikir. Me ew wekî dagirker nedidîtin, ew ji bo me bêhtir hevalên şer bûn ku bavên me li gel wan xwîna xwe rijandibû di dema şerê duyemîn ê cîhanê de.»

Ev helwesta nakok, têkelbûyî bi evîn û kînê re, gelek kirasan diguherîne. Gava keça ciwan Tsitsi Khatchapuridze, li sala dawî ya lîseya herî baş a Koutaïssi, duyemîn bajarê herî mezin ê welêt, li ser TikTokê vîdeoyek dît ku têde keçeke rûsî li perava Sûxûmî, paytexta «dagirkirî» ya Abxazyayê avjenîyê dike, xwezîya wê ew bû ku «wê bixeniqîne!» «Ez ji rûsan nefret dikim, ez ji zimanê wan nefret dikim! Ez ji welatê wan nefret dikim!», bi carekê hêrsa xwe wisa tîne ziman. Deh deqîqe şûnde, keça ciwan heyranîya xwe tîne ziman ji bo îdola xwe ya wê kêlîyê, Ketî Topûria, stranbêja gurcî ya moda ya li Moskovayê bicihbûye, bi rûsekî re zewicîye û tenê bi zimanê rûsî stranan dibêje. «Ew nîşanî wan dide ku em dikarin herweha bibin stranbêjên baş, hetta ji wan jî baştir!»

Herçendî tu gurcîyek îtîrazeke biçûk jî nake ji bo pêşwazîkirina bi dilekî germ van tûrîstan, hin kes dîsa jî wisa difikirin ku «Rûs dikarin pir qebe bin, ji ber ku mirov hertim bi wan re beramberî me hîsa emperyalîstekî dike», wekî ku tîne ziman M. Zviad Eliziani, midûrê festîvala sînemya Batûmî. Ew tên Gurcistanê wekî ku dakevin nava herêma xwe ya şîrîn a Başûr, cem hovan û wekî ku xwe mecbûr dibînin çanda xwe ya serdest ji me re bînin. Ew rasterast bi rûsî xîtabî me dikin, bêyî ku lêborînê bixwazin ji ber ku bi gurcî nizanin; ew wekî ku li welatekî dagirkirî bin tevdigerin.»

Di nîsana borî de, ev tengezarî gihîşt asteke şîdetê li Tbilîsê dema ku rojnamevanekî navdar ê moskovayî, Vladimir Pozner, hat da ku 87emîn salvegera rojbûna xwe bi jeteke taybet li qesreke paytext, li gel sedan vewendîyan pîroz bike -tevî ku rêzikên tenduristîyê tiştekî wisa qedexe dikir-. Bûyer li ser tevnên medya civakî eşkere bû û piştî du saetan, bi hezaran Gurcîyên hêrsbûyî hêk, bacanên sor û xîçik dibarandin ser sûcdarê ku hê zêdetir sûcdar dihat dîtin jî ber ku berî çend salan wî Gurcistan û daxwazên wê yên li ser Osetîya Başûr rexne jî kiribûn.

Nefreta Osetîyan a li hemberî me pir xurt e

Di hezîrana 2019an de, bûyereke din a wisa li Parlementoya Gurcistanê rûdabû. Salona meclîsê ji bo lihevkombûna parlementerên welatên cuda yên ortodoks hatibû veqetandin. Meclîsê wekî serok M. Sergueï Gavrilov destnîşan kiribû û gava ev endamê Dûmayê (Mec-lîsa Jêrîn a Rûsî) hat vexwendin ji bo mafê axaftinê wergire, ew li ser kursîyê di demên normal de ji bo serokê Parlementoya Gurcistanê veqetandî rûnişt. Îmaja rûsekî li ser serê Meclîsa Gurcistanê ji nû ve birîna kolonyal derkir. Muxelefetê ev yek ji bo xwe kir firset ji bo şermezarkirina «hevkarîya» navbera partîya desthilatdar û Rûsya-yê (nivîsara li jêr bixwînin) û derhal xwest hikûmet îstîfa bike. Dû re pêla xwepêşandanên şîdeteke mezin dest pê kir li gel qîrînên «Rûsyayê rawestînin!». Çend roj şûnde, serokê rûs Vladimir Pûtîn îmza xwe dadianî ser biryarnameyeke ku firînên rasterast ên navbera Moskova û Tîblîsê qedexe dikirin û ji welatîyên xwe re îzah dikir ku Gurcistan ji bo wan ne «welatekî ewle» ye. Demsala gerûgeştê ya havîna 2019an hê nû dest pê dikir, lê belê hê ne dîyar bû ka ew pir di bin tesîra vê rewşê de mabû an na, ji ber ku gelek rûs ji bo biçin Mînsk, Varşova an jî Stenbolê ji xwe re cih vediqetandin. «Min neçû hêk neavêtin ser Gavrilov an jî Pozner, wisa ji me re îzah dike Mme Marina Gokadze, a 31 salî, ku li gel mêrê xwe li Kûtaysîyê hoteleke biçûk dişuxulîne û ez qet’îyen destekê nadim muxelefetê, lê belê ez dîsa jî bi xwepêşandêran re xwedî heman fikrî me. Ez li dijî vê helwesta kolonyal im.»

Tata û dayîka wê êdî ji ser xwarinê radibin. Em cesareta xwe kom dikin û pirseke dawî, ku dibe hinek bi êş be, ji wan dikin. Gelo ew xeyal dikin ku rojekê vegerin Osetîyê û li wir bijîn? «Na, tu caran, wisa bersivê dide dayîk bi awayekî ji xwe bawer. Kîna Osetan li hemberî me zêde mezin e, niha. Wekî din, tu caran Rûs wê welatê me li me venegerînin.» Îhtîmala tiştekî wisa wê hê kêmtir jî bibe eger Gurcistan tevlî NATOyê bibe, ne wisa? «Belê, rast e. Lê belê tiştekî jîyanî ye ji bo me ketina nava NATOyê, da ku Pûtîn beşa mayî jî ya welatê me dagir neke.»

* Rojnamevan.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Eynî wekî Transnîsîtrîya li Moldav-yayê, ev dewletên serbixwe yên de facto, wekî Krima ukraynî di 2014an de, li Federasyona Rûsî nehatin zêdekirin.

2) «Georgia : behind barbed wire: Human rights toll of “borderization” in Georgia», Amnesty International, London, 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar