Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Fransayê, arşîvên baş parastî

«Berpirsîyarîyên piştşikên»: 26ê adara 2021ê, piştî du salên xebatan, komîsyona lêkolîna li ser arşîvên fransî yên têkildarî Riwandayê û tevkujîya Tutsîyan (1990-1994), ku ji alîyê dîrokzan Vincent Duclert ve tê birêvebirin, ronahîyê dide ser rojeke nû ya tevgera Fransayê li vî welatê biçûk ê Afrîkaya Golên Mezin. Lê belê ji ber sira ku dorê dipêçe li sîyaseta afrîkî ya Parîsê û zehmetîya xwegihandina belgeyên fermî yên wê serdemê, hê jî qadên tarî hene.

Herçendî leşkerên têkildar niha êdî ne li wezîfê bin jî, xwegihandina arşîvan ancax bi rayeyên awarte mimkin e.  Qanûna mîrasê (xal L. 213-4) vekirina yên hêza rêveberîyê (serokomarî û hikûmet) ji bo demajoyeke herî hindik bîst û pênc salan asteng dike. Li gel vê yekê jî, li gorî parêzer Bertrand Warusfel, piranîya siran, heta yên leşkerî jî, piştî deh an jî panzdeh salan ji girîngîya xwe winda dikin.(1) Helbet lêkolîner dikarin daxwaza muafîyetê bikin, lê belê dayîna vê destûrê dimîne li ser vîna rêveber bi xwe. Heman telgrafeke dîplomatîk a sala 1993yî bi vî awayî di wextekî dîyar de ji alîyê lêgerên li Courneuveê ve (arşîvên Wezareta Karên Derve) dikaribû were xwendin, lê belê tenê li ser daxwaza kesên din li Pierrefittê (Élysée) ev yek mimkin bû; mirov dikare xwe bigihîne heman fîşê Rêveberîya giştî ya Ewlekarîya Derve (DGSE) li Pierrefittê, lê belê ne li Vincennesê (wezareta artêşan)…

Kilîdeke din a rayedaran ji meraqa welatîyan û lêkolîneran diparêze: sira bergirîyê. Tevî navê xwe, ew dikare arşîvên tu eleqeya wan bi bergirîyê re tune biparêze. Li gorî raporeke fermî ya 2018an, pênceh mîlyon belge wekî veşarî hatine sinifandin, ku kêmtirî nîvê wan ji alîyê wezareta artêşan ve; yên din ji wezareta karên hundir hatine, an jî têkildarî nukleera sîvîl û heta çandinîyê ne.(2) Belgeyên ku wezareta artêşan ji xwegihandinê re vedike bi giştî bê eleqe, netemambûyî an jî ji nû ve amadekirî ne, «Parçeyên vekirî, pirtûkxaneya pembe ye», li gorî M. Marc Trévidic. Dadgerê berê yê dij-terorîzmê niha li ser prensîbeke ku rê dide hêza rêvebirinê di mijarên «hesas» de edaletê asteng bike, difikire û ji xwe dipirse ka ew prensîb bi destûrnameyê re lihevhatî ye an na.(3)

Sîyaseta fransî li Riwandayê di navbera 1990 û 1994an de dikeve nava vê kategorîyê. Wekî hemû serokên Komara 5emîn, François Mitterrand jî, li ser navê «aramîya» parzemînê, destek da rejîmên otorîter ên ji bo Fransayê baş tên nirxandin. Di 1990î de, bo nimûne rewşa serokdewlet Juvénal Habyarimana, ê ji alîyê serhildêrên Enîya Niştimanî ya Riwandayî (FPR) ve dihat tehdîtkirin, îro desthilatdar e. Élysée hingê bi tenê biryarê dide, ango Parlemen û piranîya hikûmetê berteref dike, wekî ku rapora Duclert jî vê yekê piştrast dike. Agahîyên li ser amadekarîyên tevkujîyeke Tutsîyan bi awayekî sîstematîk tên piştguhkirin; kesên hawarê dikin ên wekî albay René Galinié, ataşeyê bergirîyê li Kîgalîyê, general Jean Varret, şefê hevkarîya leşkerî, an jî Claude Silberzahn, ku DGSEyê birêve dibe, tên dûrxistin û kesên din li şûna wan tên bicihkirin.

Di 1993yan de, dema sûcbarî ji raya giştî re eşkere dibin,(4) Élysée û ekîba wê bi dij-êrişên medyatîk re zêdetir rû bi rû dimînin: Le Canard enchaîné, Le Monde, Libération, France Inter, bi taybetî, cih dan çîroka îzahkar a rejîmeke rewa ya bû hedefa êrişa tevgereke çekdar a bîyanî ya li Ûgandayê bicihbûyî û piştgira berjewendîyên anglo-sakson («Khmerên reş» ên FPR). Ev înkar a rehên wê digihîjin sira muzakereyên hikûmetan, wê çaryek sedsalekê bidome. Piştî êrişa 6ê nîsana 1994an, ku hingê serok-dewlet Habyarimana û hemkarê wî yê burundîyî Melchior Ndadaye dimirin, biryardêrên destekê didin Hutuyên tundrew tevî ku evên dawî dikevin nava hewldana qetilkirina dijberên xwe yên esasî, îqtîdarê dixin destê xwe û Tutsîyan bi awayekî sîstematîk qir dikin. Di navbera 7ê nîsanê û 17ê tîrmeha 1994an de, heşt sed hezar mêr, jin û zarok tên qetilkirin, li gorî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY).(5) Helwesta rayedarên fransî divê çawa were famkirin? Tenê xwegihandina arşîvan dikare bihêle ku mirov karibe bersiva vê pirsê bide.

Bi awayekî giştî bi qasî deh hezar belgeyên Élyséyê li Arşîvên Neteweyî yên Pierrefittê hatine spartin û hema hema ewçend jî yên Wezareta Karên Derve hene û di nava van de gelek telegrafên dîplomatîk û pênc sed fîşên DGSE, pir caran jî zêdekirî di gelek fonan de cih digirin. Bi qasî du sed hezar belgeyên têkildarî qadên cihêreng ên li Servîsa Dîrokî ya Bergirîyê (SHD) ya li Vincennesê jî divê li wan werin zêdekirin. Bi tevahî: xwedî dirêjahîyeke bi qasî bîst metreyan e.

Li ser zexta her mezin dibe ya rojnamevanan û komeleyan, parlemento, edalet û serokên Fransayê François Hollande, dû re Emmanuel Macron, her yekî rê vekir ji rakirina qedexeya xwe gihandina hezaran belgeyan re. Lê belê piranîya belgeyan dîsa jî ji gelemperîyê re girtî man, dema ku şertên şêwirmendîya kesên din ji bo lêkolînê çavtirsandî dikin, nexasim ji ber nemimkinîya kopîkirina wan. Wekî din weşandina van belgeyan li ser înternetê qedexe ye. Yên xwegihandina wan herî zehmet arşîvên wezareta artêşan in û di envantera SHDê de jî cih nagirin.(6)

Rayedarên gelemperî hêdî û bi temkîn bertekê nîşan didin li hemberî pirsên lêkolîner û rapirsîneran. Vedîtinên rojnamevan Patrick de Saint-Exupéry di Le Figaroyê de (ji 12 heta 15ê kanûna paşîn a 1998an) ku helwesta Fransayê di pêvajoya tevkujîyê de destnîşan dikin, 3yê gulana 1998an, dibin sedema sazkirina wezîfeyeke besît a agahdarkirina ji alîyê parlementoyê ve (MIP) tevî ku komîsyoneke jêpirsînê wê bi tesîrtir bûya. «Ez zanim ku piştî dawîya wezîfeya parlementoyê hejmarek arşîv hatin vedîtin», paşî bi van gotinan gazinan dike albay André Ronde, ku ji bo bersivandina daxwazên parlementeran hatibû wezîfedarkirin. «Gelo ev yek ji qestî hat kirin an na? Ez nizanim» (France Culture, 7 nîsan 2016).

Li ser hin xalên din, MIP xwe sansur dike. Ew, mesela, gazî kaptan Paul Barîl nake, tevî ku ev jandarmayê berê yê Élysée ku niha bûye leşkerê bi pere, pir caran navê wî di lêpirsînên der barê Riwandayê de derbas dibe. Her çendî MIP gelek rûniştinên guhdarîkinê pêk tîne jî, hin ji wan girtî tên kirin, eynî wekî yên dîroktorên DGSEyê an jî wekî gelekên din ên leşkerî. Ew nameya general Jean Rannou ya 15ê hezîrana 1998an û lîsteya li ser naveroka du qutîyên reş ên Falcon 50 ya serokdewlet, a di 6ê nîsana 1994an de hingaftî, naweşîne. MIP dîsa jî hin agahîyên bi feyde tedarîk dike, bo nimûne hişyarîyên hatin kirin ji alîyê general Varret ve ji 1990î û şûn ve: «Hejmara wan pir e, em ê wan ji holê rakin», jê re dîyar kiribû şefê jandarmayên riwandayî der barê tutsîyan de. Ew qismen eşkere dike kontrola albayê fransî Didier Tauzin li ser artêşa riwandayî di mehên sibat û adar ên 1993yî de. Mixabin, rapora wî yê dawî bi sentezeke qismî ya xebatên wî sînorkirî ye.

Ji 2005an û şûn ve, gilinameyên rizgarbûyîyên tutsî bûn zemîn ku edalet daxwaza vekirina arşîvên leşkerî bike. Lê belê, li vir hê jî, vekirin qismî ye, wekî ku rojnameya fermî piştrast dike, ku têde redkirinên ji alîyê dadgeran ve qeydkirî ne.7 Di 2015an de, soza M. Hollande a vekirina arşîvên Élyséyê ji lêkolîneran re li îtîraza nûnera Mitterrand, Mme Dominique Bertinottî diqelibe. Mme Bertinottî mafê şêwirîna arşîvan ancax bi dilopan dide û yê kişandina fotoyan qet nade. Konseya dewletê ku lêkolîneran û komeleyên mexdûran bela xwe jê venekir, 12ê hezîrana 2020î bi awayekî cidî li hev rûnişt û ji bo «berjewendîyên agahdarkirina gel derbarê bûyerên dîrokî de» li dijî «parastina sirên dewletê»(8) biryar da. Ev formula giştî ya di dozeke taybet de bilêvkirî, wekî hişyarîyekê deng vedide. Li nava demokrasîyên din, bo nimûne li Qralîyeta-Yekbûyî, daxwazeke wisa ji bo arşîvan, di nava şeş hefteyan de dikare were bicihanîn û ji bo demeke bi heman dirêjahîyê jî dikare li înternetê were barkirin.

Di nîsana 2019an de, M. Macron, ku xemxurê başkirina îmaja Fransayê ya li Riwanda û Afrîkayê ye, destûrê dide komîsyona akademîsyenan a li bin serokatîya Duclert. Ew jê re xwegihandina tevahîya arşîvan, çi yên sîvîl çi jî leşkerî vedike. Tu pisporekî Golên Mezin ên afrîkî têde cih nagire, bi bahaneya ku berî her tiştî analîzkirina çerxa dewletê mijara gotinê ye. Rapora stûr behsa heşt hezar belgeyên nexasim Élysée, Matignon, DGSE û SHD dike. Nihayet ew wan li şûna wan ji nû ve datîne van kesên ku hewl didin tevkujîya tutsîyan înkar bikin û sûcekî wekî wî bixin stuyê FPRê (teza xapînok a «cot tevkujîyê»), an jî Fransayê ji her berpirsîyarîyê rizgar bikin.

Tevî ku pêwist e, ev rapor dîsa jî ne têrker e, dema bi destkeftîyên lêkolînên zanîngehî û rojnamevanî re tên muqeyesekirin. Sînorên wê curbicur in. Nivîskar jî qebûl dikin ku arşîv bi kêmasî ne, an jî dibe ku hatibin hilweşandin. Buroya Meclîsa Neteweyî bi vî awayî eşkerekirina tevahîya arşîvên MIPê ne tenê girteyên axaftinên li rûniştinên girtî, red kir.

Wekî din, komîsyona Duclert, wezîfedarkirî ji bo lêkolînkirina serdema 1990-1994, belgeyên piştî bûyerên qonaxê lê pê re têkildar nedan ber xwe. «Îdîaya cihgirtina leşkeran an jî leşkerên fransî li nav êrişê [ya 6ê nîsana 1994an], di rûpela 334an de tê destnîşankirin, tenê di nivîsareke rojnamevan Colette Braeckman a 22yê hezîranê di rojnameya belçîkî Le Soir de tê behskirin û ji alîyê sefîrê Fransayê yê li Belçîkayê ve wekî “çîrok [sazî]” hat pênasekirin.» Li gel vê yekê, çavkanîyên din vê cihgirtinê piştrast dikin, bi taybetî fîşê DGSE yê 14ê çirîya paşîn a 1995an  ku li gorî wî «leşkerekî kirêkirî yê fransî, M. Patrick Ollivier, wê cih girtibe di vê bûyerê de û têkilîyên xwe yên li gel wezaretên fransî yên hevkarî û karên derve bi armanca veşartina rastîyê wê bikar anîbin».(9)

Wekî din, di analîza arşîvên dikevin çarçoveya wê de, rapor bi kêmasî xuya dike. Em beyhûde çavên xwe digerînin li rapora alîyê fransî ya hevdîtinên dirêj ên ji 9 heta 13 gulana 1994an di navbera general Jean-Pierre Huchon, ataşeyê bergirîyê wezîfederkirî li Kîgalîyê û yarbay Ephrem Rwabalinda de, ku ji Parîsê alîkarîyê dixwaze, pêk hatin. Yê duyem li nava alîkarên şefê serfermandarê hêzên artêşên riwandayî (FAR) ku tevlî pêkhatina tevkujîyê dibin, cih digire. «Leşkerên fransî, bi gotinên subayê FAR ên der barê van hevdîtinan de, dest û ling girêdayî ne, ji bo her destwerdaneke ji bo feydeya [xwe] ji ber nêrîna medyayan ku wisa xuya ye tenê FPR pîlotîyê dike. Eger tu tişt neyê kirin ji bo guherandina îmaja welêt li derve, berpirsîyarên leşkerî û sîyasî yên riwandayî wê ji komkujîyên li Riwandayê hatin kirin berpirsîyar bên dîtin». Dawî, weha li gotinên xwe zêde dike, «şerê medyayan rewşeke lezgîn pêk tîne. Ew şertên operasyonên ji vir û şûn ve amade dike».(10)

Bi awayekî giştîtir, rapora li ser qonaxa berîya tevkujîyê hûr dibe, pir biçûk nîşan dide desteka fransî ya (ji alîyê general Christian Quesnot ve) wekî «stratejîya nerasterast» hatîye pênaskirin), di qonaxa komkujîyan de ji bo Hîkûmeta Wextî ya Riwandayî (GIR) û FARê hat kirin. Ew pir seresere dinirxîne, adeta difirikîne mijara teslîmatên cebilxaneyan a piştî 6ê nîsana 1994an, tevî ku dîyardeyeke têra xwe berbiçav e ji bo bibe mijara gilîyê têkildarî hevkarîya bi tevkujîyê re. Ew bi temamî di bin bêdengîyê de derbas dike, hebûna, tevî ku bi delîlan belgekirî ye, zêdetirî deh leşkerên fransî li herêma hikûmetê di navbera mehên nîsan û hezîranê de, piştî veqetîna fermî ya tevahîya welatîyên Fransayê. Li wê derê rola wan çi bû? Rapor wekî din şeş fîşên DGSEyê yên têkildarî du ekîbên biçûk ên leşkerên bi pere yên li bin fermandarîya Barril û Robert «Bob» Denard, bi kar nayne. Tevî vê yekê, yê pêşî li gel serokwezîrê GIRê, 28ê gulana 1994an, peymaneke alîkarîyê ya bi navê «Kêzik-kuj» îmze kir. Ji bo bibîrxistinê, tundrewên hutu bi gotina «sîsirk» qurbanîyên xwe yên tutsî bi nav dikirin.

Herêmeke din a nîvtarî ya girîng têkildarî operasyona leşkerî «Tur-kuwaz» (22 hezîran – 22 tebax 1994), ya ji alîyê Parîsê ve bi piştrastkirina Konseya Ewlekarîyê ya RNYê ve hat destpêkirin, bi awayekî fermî ji bo dawîanîna li komkujîyan. Rojên pêşî yên dan dû destpêkirina bûyeran, bi qasî du hezar tutsîyên penaber li girên Bisesero, li rojavayê Riwandayê, bi destê kujerên xwe ve hatin berdan, dema ku leşkerên fransî li derûberek nêz bûn û ji hebûna wan hatibûn agahdarkirin. Ji van dîyardeyên sûçbarkirinê, rapor kurteyeke nayê famkirin ji bo xeşîman pêşkêş dike. Ew bi awayekî ecêb qet nabêje ku bi qasî heşt sed kes ji van penaberan di encamê de 30ê hezîranê bi inisîyatîfa leşkerên fransî ve, ku li derveyî fermanan tevgerîyan, hatin rizgarkirin. Bi xwespartina bahaneyên artêşê, («pelişîna vê îstîxbaratê», «kapasîteyên leşkerî yên hê jî sînorkirî», «xema rêzgiritina ji bo fermanên desthilatîya sîyasî»), ew xwe bi sînor dike, tevî londerek  arşîvên ku wan li derewînê dertîne.

Gilînameyeke li dijî hevkarîya sûc a tevkujîyê, ji alîyê rizgarbûyîyên ji Bîseseroyê ve hat kirin, armanca wê ew e ka çima tu fermaneke parastinê û rizgarkirinê nehat dayîn û çi li seha çi jî li Parîsê berpirsîyarî dikeve stûyê kê. Belgeyên qedexekirî yên vekirina wan li dadgeran hatîye redkirin, li ko-mîsyona ku jê hatîye agahdarkirin vekirî xuya dikin. Komîsyon gelo kete pey wan û ew peyde kirin? Wê hê jî tu tişt ji edaletê re ranegihandîye. Rapor destnîşan dike ku FAR di tîrmehê de vedikişin ji herêma ji alîyê «Turkuwaz» ve kontrolkirî a bi navê «herêma bi ewle ya însanî» (ZHS), a ku lê divê ev hêz bên bêçekkirin. Herçendî rapor sînorên vê tevgerê destnîşan dike jî, ew bibîr naxe ku FAR ji baregehên xwe yên li vê derê şer belav dike û hem nexşeyên DGSEyê hem jî raporên rewşê yên serfermandarîya artêşan vê yekê piştrast dikin.

Rapor dûrûdirêj behs dike ji guftûgoyên li navenda rêveberîya fransî û Konseya Ewlekarîyê ya RNYê ji bo zanibe ku «Turkuwaz» dikare û divê endamên GIRê yên xwe spartine ZHSê bigire, an jî tenê çavdêrîya wan bike di vê navberê de heta ku wan radestî edaleta navneteweyî bike. Endamê kabîneya Wezîrê Karên Derve Alain Juppé, M. Bernard Emié hingê ji bo nûnerê xwe yê li sehayê dinivîse: «Tevahîya rêyên nerasterast bikar bînin û bi taybetî têkilîyên xwe yên afrîkî, lê xwe rasterast nîşan nedin, da ku hûn karibin daxwaza me ya ji bo ew [ZHS]qadê biterikînin bigihînin van rayedaran. Hûn ê îşaret pê bikin ku civata navneteweyî û nexasim jî Neteweyên Yekbûyî, divê di demeke nêz de helwesta beramberî van xwedêgiravî-rayedaran destnîşan bikin» (rûpel 632).

Lê belê rapor hêmaneke bingehîn a girêdanka ku van danûstandinan ronî dike paşçav dike. Hê ku tu biryarek nehatîye wergirtin, Élysée û Quai d’Orsay wekî ku her tişt temam bûbe bûyerê datînin pêşîya beşên din ên hikûmetê û Parlemena Fransî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî: li ser daxwaza wezareta karên derve, artêşa fransî dihêle ku kujer destê xwe bihejînin û biçin Zaîreyê (bi navê niha Komara Demokratîk a Kongoyê), ku li wir ji nû ve xwe komî ser hev dikin ji bo careke din fetihkirina Riwandayê. Piştî tevkujîyê, wê dewlet înkar bike desteka xwe ya ji bo hevalbendên xwe yên revîyayî hem li Zaîreyê, hem jî li Fransaya bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Lê belê ev xal bi temamî ji holê hatîye rakirin..

Bi awayekî giştî, rapora Duclert ji mirov kirî li pêşîya her tiştê ku dikare rêya lêpirsîneke cezayî veke radiweste. Sê taybetmendîyên sereke, di qanûn û feraseta hiqûqî yên fransî de bingeha têgeha hevkarîyê pêk tînin: destekeke çalak, a tevî nasîna sedemê hatî kirin û bûbe xwedî tesîr li ser qewimîna bûyeran. Liberçavgirtina hêmanên lihevkombûyî û bicihbûyî, divê edalet karibe xwe îfade bike. Her çendî formulekirina nirxandineke wisa ne-rewa binirxîne jî, komîsyona Duclert destûrê dide xwe ku bigihîje encameke têra xwe sîyasî. Ji ber ku şopa nîyeta jenosîdî li cem biryardêrên fransî nayê dîtin, komîsyon wan ji her cure hevkarîya sûc bêrî dike. Lê belê em bînin bîra xwe ku di 1998an de rayedarê payebilind ê berê Maurice Papon bêyî ku bûbe pêgirê îdeolojîya nazî, ne jî nasîna tam a sûcê hatî kirin, bi hevkarîya sûcê li dijî mirovahîyê hat mehkûmkirin.

Rapor Mitterrand û şêwirmendên wî wekî awarte, sîyaseta wan a li Riwandayê wekî erîzeyeke aîdî rabirdûyê pêşkêş dike. Gelo armanc lihevanîna Fransa û Riwandayê ye, bi berdêla veşartina rastîya dîrokê û xerckirina edaletê? Objeya ecêb a sîyasî-zanîngehî, rapor li navendên wezareta artêşan hat amadekirin. M. Franck Paris, şêwirmendê M. Macron ê Afrîkayê û general Valéry Putz, endamê serfermandarîya wî ya giştî ya taybet, ku selefên wî yên 1994an tên jêpirsînkirin, rapor pêşkêşî rojnamevanan kir.

Nemimkinîya ronahîkirina tam a bûyerên Riwandayê sira ku hê jî sîyaseta afrîkî ya Fransayê destnîşan dike û balê dide ser çerxa dezgehên Komara Pêncemîn ku hema hema bêyî tedbîr hêza wergirtina biryarên encamgiran ji bo gelan û welatan gişan, radestî serokdewlet û derdora wî dike.

* Lêkolîner, endamê komeleya Survie. Nivîskarê, li gel Raphaël Doridant, pirtûka Dewleta fransî û Tevkujîya Tutsîyan li Riwandayê, Agone – Survie, Marsîlya, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1)David Fontaine, «Arşîvên gelemperî û bircên asê», Le Canard enchaîné, Paris, 3 adar 2021.

2) «Rapora li ser sira bergirîya neteweyî li Fransayê / II», Sekreterîya giştî ya bergirî û ewlekarîya neteweyî, Paris, janvier 2018.

3) Fabrice Arfi û Fabrice Lhomme, «Dadger Trévidic didarizîne: “Çerxa têkildarî sira bergirîyê ne destûrî ye.”», Mediapart, 24 sibat 2011, www.mediapart.fr

4) Jean Carbonare, di wextê xwe de serokê Surive, ji Élyséyê dixwaze, û herweha di bultena saet 20 a France 2 de, ku Fransa nema destekê bide kesên ku amadekarîya tevkujîyê dikin dema ku hê wext heye.

5) Binêrin li nivîsara François-Xavier Verschave, «Paşçavkirinên ji alîyê fransîyan ve li Riwandayê» û Colette Braeckman, «Riwanda, vegera ser korbûneke navneteweyî», Le Monde diplomatique, bi rêzê adar 1995 û adar 2004.

6) Binêrin li nivîsara Philippe Leymarie, «Sira parastinê an jî Rêzika der-huqûqî», Parastina li ser înternetê, 10 adar 2018, https://blog.mondediplo.net

7)Rojnameya fermî ya Komara Fransî, hejmarên 14 kanûn 2007, 13 hezîran û 18 çirîya pêşîn 2008, 20 sibat û 7 tîrmeh 2009, 30 tîrmeh 2010, 1ê çirîya paşîn a 2012an.

8) Biryarên n° 422327 û 431026 yên 12 hezîran 2020, meclîsa dozê, François Graner li dijî wezareta çandê, Konseya dewletê, Paris. Cf. herweha Biryara n° 2017-655 ya 15 îlon 2017, Konseya destûrî, Paris.

9) Fîşê n°16053/N, «Fransa – Belçîka – Riwanda: Li ser mijara cînayeta serok Habyarimana», DGSE, Paris, 14 mijdar 1995.

10) Cf. Jacques Morel, Fransa li nava dilê tevkujîya Tutsîyan, Izuba – L’Esprit frappeur, Paris, 2010.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar