Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Filipînê xweseriya xapînok

Bangsamoroyeke firehkirî, bi parlamentoyekê tacîdarkirî, xweser û xwedî çavkanîyên sererd û binerd... Li Filipînan, ev daxwazên berê îro bûne rastî. Hikûmeteke derbasekê jî hat destnîşankirin; ji bo bingehên aştîyeke xweragir li herêmê saz bike, sê sal li pêşîya wê hene. Bergeheke bi qasî hêvîyan herweha gumanan jî diafirîne.

Ev salek e ku bajarên ku herêma xweser a li Mindanao ya misilman pêk tînin, ji bo afirandina «Herêma xweser Bangsamoro li Mindanao ya misilman» -navê wê yê fermî ye-, dengên xwe dan. Di 21.01.2019an de, tevî gefên êrişan ên komên îslamîstên tundrew, bi sedan perwerdekarên ji her bawerî û nêrînên cuda yên sîyasî navendên dengdanê vekirin. Beşdarîyeke têra xwe baş pêk hat (87,8   %, an go 1,738 milyon hilbijêr) û «erê» bi serfirazîyeke bêhempa, bi rêjeya 88,57   % bi ser ket.  (1) Piştî ragihandina encaman, şahîyên bi coş hatin lidarxistin. Li ser pankartan jî dirûşma «Bangsamoro = aştî» hat nivîsandin.

Ev xweserî lihevkirina aştîyê, ya 2014an di navbera hikûmeta M. Benigno Aquino III (2010-2016) û serhildêrên Enîya Moro ya Îslamî ya Rizgarîyê (FMIL) de îmzekirî, bicih tîne. Ew di heman demê de bi awayekî fermî dibe dawîya şerê zêdetirî 40 salan dewamkirî û bû sedemê mirina bi qasî 160   000 kesan û koçberkirina bi milyonan.

Pêkhateya nû ya îdarî pênc eyaletan dide ber xwe: Maguindanao û Lanaoya Başûr, li beşa navîn a girava Mindanao (li gel çend herêmên eyaleta Sîmor ên Cotabato-Bakur) û herweha giravên Basîlan, Sulu û Tawi-Tawi. Ji herêma xweser a berê cudatir, Bangsamoroya nû wê ji 2022yan ve ji alîyê Parlamentoyeke hilbijartî, ya bi derfetên zêdetir destekkirî û kontroloke berfireh li ser çavkanîyên xwezayî ve were birêvebirin. Di vê navberê de, hikûmet û parlameneke derbasek, ku her du jî ji alîyê Manîllayê ve hatine destnîşankirin, wê pêvajoya derbasbûnê misoger dikin. Li gel vê yekê jî, ne bendereke wê, ne pîşesazîya wê, ne jî sektoreke wê ya girîng a sêyemîn heye; xebitandina kanên binerdê bi depoyên nîkel ên Tawî-Tawî sînorkirî ye, û ji ber şerûpevçûna leşkerî, pîşesazîya gerûgeştê jî mirîye.

Şênîyê Bangsamoro ku bi piranî li gundan dimînin, ji sedî 3,7   % nifûsa Filîpînan pêk tîne. (2) Ji zêdetirî nîvê wan (57   %) di bin sînorê xizanîyê de dijîn. Giranîya herêmê wekî ku tê dîtin di jîyana aborî ya welêt de ne dîyarker e û xweserîya hatîye venasîn ji alîyê sîyasî ve jî tesîreke wê ya hilweşîner tine. Lê belê, ji bo serok Rodrigo Duterte, ku îmaja wî ya navneteweyî bi taybetî bi komên cesedan ên qurbanîyên «şerê wî yê li dijî madeyên hişber» pêk tê, ev yek serketineke bêîtîraz e.

Mafên xwecihan hatin naskirin

Her çendî muxalîfeke biryardar e jî, Mme Janel Peson li xwe mikur tê : «Xweserîya Bangsamoro qonaxeke zarûrî ya rêya aştîyê bû.» Gerînendeya Tevgera Gelên Mindanao ji bo aştîyê (Mindanao Peoples’ Peace Movement, MPPM), ku birek komeleyên xwecihî û herêmê li derdora jîyaneke hevpar a aştîyane ya navbera civakên (misliman, xwecihî, xiristîyan) girava mezin a Başûr tîne ba hev, wê bi xwe dest bi kampanyaya «erê» kir. Ew vê hişyarîyê jî li gotinên xwe zêde dike: «Lê belê xweserî ne dermanekî mucîzeyî ye. Ezmûna herêma xweser a berê nimûneya vê yekê ye.»

Di 1997an de, M. Nur Misuarî, pêşengê dîrokî yê Enîya Moro ya Rizgarîya Neteweyî, EMRN (Moro National Liberation Front, MNLF), îmzekarê peymaneke giştî ya dawîanîna li dijminatîyan li gel hikûmeta general Fidel Ramos (1992-1998), dibe yekemîn serokê herêma xweser. Piştî çend salan, ev herêm ji ber gendelîya zêde, adeta vediguhera çêlekeke dotinê ji bo eşîrên herêmê yên li ser desteka xwe (û hilbijêrên wan ên neçar) ya ji bo sîyasetvanên Manîllayê bazarê dikin. Xizanî li şûna kêm bibe, zêdetir bû –tevî ku li her devereke din a welêt kêm bû– û EMRN, ku li derveyî peymana aştîyê hat hiştin, ji nû ve agirê têkoşîna çekdarî pêxist.

Îro, şefê wê M. El-Hadj Mourad Ebrahim e ku hikûmeta derbstem bi rê ve dibe. Zehmet e mirov nekeve nava hestên deja-vuyê. (3) Û bivê nevê mirov ji xwe dipirse ka ev çerxên nû wê bes bin, an na, ji bo dengê kesên herî bêmecal xwe bide bihîstin; ka sîyasetên aborî yên ji alîyê bijarteyên moros ve tên birêvebirin xizanîyê û neyeksanîyan wê kêm bikin an na; û ka şîdet –ya xwecihî ya li herêmê û pevçûna çekdarî ku tenê rûyekî wê ye– wê sivik bibe an na.

  1. Ebrahim dema hat ser hikûmeta derbasekê got: «Divê em di nirxandin û çavdêrîkirina encam, faalîyet û kêmasîyên rêveberîya me de gelê xwe jî beşdar bikin». M. Alim jî vê şîroveyê dike: «Beşdarkirina gel, ev tiştekî baş e em dibêjin, lê belê…»

Serokê Navenda ji bo Pêşvebirina Xwemalîyê (CIDev) [ ?], ji bo venasîna mafên xwecîyan di metnên avakar ên Bangsamoro de û herweha ji bo hebûna wan di organên temsîlîyê de têkoşîneke xurt meşand. Indigenous People Rights Act, ku di 1997an de hat qebûlkirin, erkên wan ên li ser xaka bavûkalan, herweha mafên wan ên têkildarî yekparebûna çandî, xwebirêvebirin û dadwerîya civakî piştrast dike û di encamê de bi gewdeya yasayî ya Bangsamoro re entegre bû û du kursî ji bo xwecîyan li Parlemena derbasekê hatin veqetandin. Ev her du imtîyaz di «erê» ya xwecihî ya referandûma çileya pêşî ya 2019an de bûn dîyarker.

Ev nûnerîya li pêkhatîya îdarî ya nû tam hingê bû mijareke rojeva hevdîtina navber-qabîleyan a di tîrmeha 2019an de ji alîyê CIDevê ve li şaredarîya Upî (eyaleta Maguindanao) hat lidarxistin. Vexwendîyê xuyayî, M. Romeo Salîga, yek ji du parlamenterên xwecihî yên li Parlamena derbasekê ye, li vir li ser heman mijarê rastî bombebarana pirsan hat: «Çawa dibe ku nûnerên xwecihî yên asta şaredarîyan û barangayan [gundikan] ji alîyê meqamên bilind ve tên desnîşankirin û bêyî ku bi şaredarîyên pêwendîdar re berê bişêwirin?» Parlamenterê ku tengezar û şermende bû û nizanibû çi bêje, ji neçarî soz da ku ew ê hewl bide van kêmasîyan telafî bike.

Bernameyeke bi navê “Build, Build, Build”ê

Telafî bike, lê çawa ? Li nava hikûmeta derbasekê (ku ji alîyê serok Duterte ve hatîye destnîşankirin), 40 kursî ji bo FMILê hatin terxankirin, 20 kursî dan nûnerên hikûmeta navendî û 9 jî MNLFê, 8 kursîyên nerm jî ji bo jinan, ciwanan û kêmarên xwecihî yên ne moros hatin veqetandin; yek tenê jî para mixalefetê neket. Walîtîyên eyaletan û şaredarî jî ketin destê malbatên qabîleyan û hevparên wan. Ev hêzên xwecihî ku pir caran xwedî artêşên taybet in, hevalbendîyên geometrîk ên guhêrbar saz dikin, bêyî ku bikevin nava xemên îdeolojîk, an jî bawerîya olî û dikarin bikevin nava şerên xwînrêj.

Axirî, hilbijartina 13ê adara 2019an, ku serketina mezin a kampa serokatîyê mohra xwe lê da, serdestîya du hevparan, FMIL-hikûmet –dijminên doh hevalbendên îro– hê xurtir kir û giranîya xanedanên xwecihî jî zêde kir: hema hema tevahîya walî û şaredarên hilbijartî yên li herêma xweser namzedên desnîşankirî ên M. Duterte bûn. (4) Ev faktor giş îşaretên xirab bûn ji bo guherandina bi kûrahî ya sazûmana desthilatîya li Bangsamorotê.

Di sîyaseta aborî de jî tu şikestinek xuya nake. Daxuyanîyên nûnerên cîhana karsazîyê û sîyasetvanên moros, berevajî, nîşan didin ku Bangsamoro, ji dûrketina neolîberalîzma Manîlla zêdetir, ketîye ber bayê pêla geşedana bi lez a aborî û li ser xalîya sor a sermayeyên bîyanî xwe gêr dike. «Avakirina Bangsamoroya nû ku xwe spart armanca bicihanîna şertên pêwist ji bo pêkanîna aştîyê û aramîyê li Mîndanaoyê, gelek bala sermayedarên ereb dikşîne» li gorî M. John Carli Tria, serokê Odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Davaoyê, (5) li pêşîya Odeya bazirganî û pîşesazîyê ya Ciddeyê (Erebîstana Siudî), Mme Sandra Sema, parlamentera yekem a herêma eyalata Maguîndanaoyê, xwest li bajarê Cotabato «mintiqeyeke aborî ya taybet a helal» were avakirin. (6)

Ji alîyê xwe ve, M. Zajid Mangudadat, sîyasetvanê alîgirî M. Duterte û endamê yek ji eşîrên herî xurt ên giravê, hêvî dike ku xebitandina kanên sergirtî yên gazê yên li binerdê yên Lîguasan Marsh û mintiqeyeke girîng a avî ku vedizele ser beşek herêmên Cotabato-Bakur û Sultan Kadarat (7) ên Maguindanao, radestî şirketên çînî, îsraîlî an jî yên Rojhilata Navîn bên kirin. Helbet ev bû hêvîyeke ku li cem M.Ebrahîm, piştî çend tedbîrên xîtabî li ser rêzgirtîya pêwist ji bo hawirdor û berjewendîya şênîyên xwecihî, tesîreke mezin kir ji bo «teşwîqkirina şirketên madenê da ku razemenîyê bikin». (8)

Li vê yekê remza «Build, Build, Build» («Avakirin, avakirin, avakirin»), hat zêdekirin. Ev bernameyeke fîrawunî ya biha ya xebatên mezin ên binesazîyê ye ji bo serok Duterte û heta radeyeke mezin serbixwe ye ji sermayeya çînî, ku herweha xweserîya herêmê jî eleqedar dike. Li vir bi taybetî Projeya Geşedana Tevna Rêyan a Bangsamoro derdikeve pêşîya me. Ev proje avakirin û berfirehkirina tevna du sed kîlometre rê û pirên ku herêmê bi beşên din ên Mîndanaoyê ve girê didin, dide ber xwe. Lê belê cihê gumanê ye ku ev yek bersivê dide pêdivîyên civakên gundewarî yên ji alîyê desthilatîyên gelemperî ve bi halê xwe ve hatine hiştin.

Li gel vê yekê jî, ev rêyên ragihandinê wê ji bo bal kişandina sermayedaran wekî palpişt bên bikaranîn û ew ê hatina nava van xakan bi navgîna çandinî, pîşesazîya daristanî û şirketên madenê hêsantir bikin. M. Bandara hinek jî xwe dixapîne: «Dayîna îmtîyazên madenkarîyê an jî firehkirina monokulturên îxracatê, bawerîyên wan çi dibin bila bibin, wê li dijî xakên bavûkalên me û cotkarên piçûk bin. Di encamê de jî wê zext zêde bibe li ser xaka me… Ev xaka ku jêdera pevçûna çekdarî ya li Mîndanaoyê ye.»

Pevçûneke ku bi bêçekkirina şervanên FMILê, di îlona 2019an de bi awayekî şermoke dest pê kir, wê bi dawî nebe. Herweha desteserkirina bajarê Marawî, di 27ê gulana 2017an de, ji alîyê komandoyekî koma Maute ya dihat destekkirin ji alîyê hêmanên Ebû Seyyaf ên ji bo Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ- nivîsa li jêr bixwînin) bîat kiribûn, delîleke din a vê yekê ye. Û mîlîtarîzekirina giravê jî, ku ev sê sal in li bin desthilatîyeke zeptûreptê ye, nikare vê rewşê biguherîne. Xeyalşkestina şervanên berê yên FMIL an jî MNLFa ku tu caran xwe bêçek nekirîye, nezelalîya lihevhatina jidil a FMIL li gel Manîlayê, bêhejmar îhmal û derengmayînên di avakirina Maravî de, pevçûnên li ser erdan, di halê xwe de hiştina şênîyê gundewarîyê an jî jirêderketina ciwanên ji paşerojê bêparmayî; giş dibin zemîna sûdwergirtinê ji bo komên îslamî ku kemînan deynin û ji her derî ve êrişan bikin.

Mme Peson li ser mijarê vê nirxandinê dike: «Xweserîya Bangsamoroyê qonaxeke pêwist, lê ne kafî bû. Eger rêveberîya nû li ser sozên xwe nesekine, eger ew bi ser sedemên kûr ên şerûpevçûna çekdarî ve neçe –di rêza pêşî de xizanî, zehmetîyên çandinîyê xuya dikin–, xeyalşikestin jî bi qasî hêvîya ji ber encama referandûmê derket holê wê mezin be. Û bi vî awayî ew ê feydê bide komên cîhadîst.»

 

*Rojnamevan.

(1) Bitenê eyaleta Suluyê, keleya koma cîhadî ya Abou Sayyafî, ji % 54,3 dengê «na» da.

(2) Jodesz Gavilan, «Fast facts: Poverty in Mindanao / Rastiyên zû    : li Mindanaoyê hejarî», Rappler, Manille, 28ê gulana 2017ê, www.rappler.com

(3) Carolyn O. Arguillas, «BARMM Chief Minister to constituents : Monitor performance of officials?», Minda News, 1ê nîsana 2019ê, www.mindanews.com

(4) 8 ji 12 vatiniyên senatoriyê yên heyî bûn yên piştgirên sadiq ên Birêz Duterte, 4 jî bûn yên “kesên serbixwe”, tiştek ji rikeberiyê re nema. Di Meclîsa neteweyî de, partiya serok (PDP-Laban) û hevalbendên wê çibigre tevayiya 234 kursiyan bidest xistin, bi tenê 18 parlementerî Partiya lîberal a serokê kevn Benigno Aquino III û 6 jî koma Makabayan (çepê tûj ê meyla wan li ser kominîzmê bû) girtin.

(5) Antonio L. Colina IV, «Davao Chamber VP : Bangsamoro sparks interest of Arab investors in Mindanao », Minda News, 10ê Nîsana 2019ê.

(6) «Maguindanao solon goes to Saudi on 2-day investment mission», Manila Standard, 5ê sibata 2019ê.

(7) «Senate bet wants China, Israel to explore Liguasan Marsh oil deposits», ABS-CBN News, 13ê adara 2019ê, news.abs-cbn.com

(8) Pia Ranada, « Murad encourages “pro-people, proenvironment” mining in Bangsamoro», Rappler, 9ê tebaxa 2019ê.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar