Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Li Almanyayê, têkçûn û pevçûna rastalîbûnê

Kevneşopî û cesaretşikên, pevçûnên navxweyî yên partîyê carana dibin neynika tercîhên stratejîk ên pir girîng. Rewşa Die Linke (Çep) ya li Almanyayê tam wisa ye: gelo divê ew bingeha xwe ya gel a li Rojhilatê Länder (Welat) ji nû ve qezenç bike an jî bikeve nava hewldana vekişandina hilbijêrên ciwan ên bajarî?

Li bin bendeke dîyar, têkçûneke hilbijartinê dibe mîna sîleyekê. Û muhtemelen divê wisa were binavkirin encama kambax a ji sedî 4,9 a ku Partîya Çepê  Almanî (Die Linke) di hilbijartinên federal ên îlona dawî de bi dest xist. Tenê pêkanîna rêzikeke taybet dikare hebûna wê ya li Bundestagê biparêze: her çendî ew benda ji sedî 5 derbas nake jî, partîyeke ku herî hindik li sê herêmên hilbijartinê piranîyê bi dest dixe (ji 299an) dikare li parlamentoyê komekê saz bike.

Hilweşîn li gel vê yekê têra xwe berbiçav e ji bo vê formasîyona ku di sala 2009an de rêjeya ji sedî 12 difirikand û di 2017an de xwe li % 9,2  radigirt. Wê, vê carê, tenê dengên 2,3 mîlyon kesî wergirtin, ango ancax hema hema nîvê 4,3 mîlyon dengên ku di 2017an de bi dest xistibûn. Û koma wê ya parlementoyê jî êdî tenê ji 39 kesan pêk tê, beramberî 60 parlementerên wê yên berê, ji 736 endamên parlemanê.

Ev têkçûn dibe destpêka vekirina rûpeleke nû li nava dîroka têra xwe zengîn bi tekçûnên «çepa ji çepê» alman a piştî şerî. Partîya Komunîst di 1956an de li Almanyaya Rojava tê qedexekirin û divê li benda sala 1983yan were rawestin ji bo ku Kesk -li gel rêveberîya xwe ya bi awayekî berbiçav eko-sosyalîst- ji nû ve vê hesasîyetê li parlemanê temsîl bikin. Piştî ji nû ve yekbûnê, li gel vê yekê, Kesk careke din serê xwe diêşînin ji bo ku karibin bikevin nava hikûmeta neolîberal a M. Gerhard Schröder (1998-2005) û bibin xwedî rola motor di sîyaseta leşkerî ya alman de li dijî Yûgoslavyayê di 1999an de.

Die Linke ji nava van kavilan di 2007an de bi gewde bû, bi ji nû ve lihevgihandina du pêkhateyên cihêreng di nava partîyeke nû de. Ji alîyekî ve, sendîkavan û sosyal demokratên berê yên xeyalşikestî; ji alîyekî ve jî, Partîya Sosyalîzma Demokratîk (PSD), mîrasgira Partîya Almanyaya Rojhilat. Bi saya palpişta xwe ya di nava eyaletên rojhilatî de, PSDê benda ji sedî 5 di 2005an de derbas kiribû cara pêşî piştî yekbûna her du Almanyayan.(1) Die Linke bi pêş dikeve ji ber ku ew valahîyekê dadigire.

Ev çerx wekî ku têra xwe zîviribe. Die Linke yeko yeko kelehên xwe ji dest dide. Ne tenê li herêmên Rojhilat bi giştî, ku puanê wê di deh salan de nîvî nîvî kêm bûye (ji % 20 daket heta % 9,8 ), herweha li herêmên hilbijartinê yên sembolîk, ên wekê Marzahn Hellersdorf, li rojhilatê Berlînê, bi navûdeng bi rêze sîteyên xwe û Kolana xwe ya kozmonotan, ku di meha îlonê de ji alîyê rastê ve hat vegirtin, tevî ku heta sala 2001ê jî ji sedî 51ê şênîyên wê dengê xwe didan Partîya Postkomunîst…

Çima çep winda dike? Pêşî, ji ber sebebên demografîk: kakilê hişk ê hilbijêrên postkomunîst ê yekkirinê wekî îlhaq jîya, ixtîyar dibe û kêm dibe. Û nexasim êdî xwe nû nake, bi wê çendeyê ku Die Linke nema dibe temsîla berjewendîyên şênîyên rojhilat, rola ku derfet didayê sempatîzanên nû yên nerazî ber bi xwe ve bikşîne. Tevî vê yekê, tu sedemên nerazîbûnê tunin: sî sal piştî hilweşîna dîwêr, perdeyeke ji hesin hê jî Almanyayê di mijara asta jîyanê, heqdestan û meaşên xanenişînîyê de parçe dike. Lê belê, berevajîyê salên 2000î, Die Linke li Berlînê tevlî rêveberîyê dibe li nava Mecklembourg-Pomranya ya rojava, Thurîngê jî bi rêve dibe… Niha êdî formasyona rasta tundrew a Alernatîf ji bo Almanyayê (AfD) ye ku dest datîne ser dengê nerazî li Rojhilat û muxelefeta -paşverû- li kelehên rojhilat ên berê yên çep bi gewde dike.

Hilbijartina îlona dawî ji bo Die Linkeyê dibe pirsgirêkeke hê dijwartir. Divê çawa were îzahkirin ew hilweşîna wî ya li nava komên bi awayekî kevneşopî bingeha wê ya civakî ne -karker, bêkar, derdorên rewşa wan ji alîyê aborî ve nazik û komên bi meaşên nizm debara xwe dikin-, tevî ku ewlekarîya civakî wekî mijara sereke ya seferberîya hilbijartinê ji aborî, kar, hawîrdor û avhewayê jî zêdetir xwe ferz dikir.(2) Û çawa mirov dikare fam bike ku ev kêfnexweşî herweha tesîrê li navendên metropolan û xwendekaran dike, bo nimûne li Bremen û Hambûrgê, deverên ku hejmareke mezin ciwanî dengê xwe didan partîyê di sala 2017an de? Yên xwe dispartin van hilbijêrên xwedî dîplome ji bo sazkirina bingeheke nû ya partîyê dîtin ku hêvîyên wan bi avê ve çûn, ji ber ku ciwanên bajarî êdî dengê xwe didan Keskan, an jî hetta lîberalan.

Li nava ciwanên temen biçûktir, Partîya Sosyal Demokrat (SPD)ê ji sêyan yekê dengên Die Linkeyê winda kiribûn, bi dest xist. Piştî gelek salên krîzê, sosyal demokratan serdema neolîberal a M. Schröder(3) da jibîrkirin û li hemberî Die Linkeyê li ser qada wê bi xwe pêşbazîyê dikin, bi pêşnîyara, bo nimûne, bilindkirina meaşê asgarî heta 12 ewroyan (beramberî 9,82 ewro, meaşê niha). Guherîn di livûtevgera hilbijêrên sendîkavan de xwe nîşan dide: Ji sedî 11,8ê wan dengê xwe dida çepê di 2017an de, beramberî ji sedî 6,6ê di hilbijartina îlona dawî de -skoreke ku Die Linkeyê careke din davêje rêza piştî AfDê (12,2 %) û lîberalên FDP (9 %)-…

Her hilweşîneke sîyasî encameke sedemên navxweyî yên rêxistinê ye, û Die Linke di vî warî de ne îstîsnayek e. Hevsorokên nû yên partîyê Mme Janine Wissler û Susanne Henning-Wellsow, tenê çend meh berîyê hilbijartinê dest bi vê wezîfê kirin; zêde nenas ji bo raya giştî, wan hema hema qet kampanya jî nekir ji ber qedexeyên têkildarî rewşa tendirustîyê. Dawîya tebaxê, xwepêşandaneke bi xirecir a parlementeran di çapemenîyê de deng veda: li dema dengdana li ser beşdarîya Bundeswehr (Artêşa Almanyayê) li nava operasyona valakirina Kabûlê, hin parlementerên çep alîgirîya xwe, hinên din dijberîya xwe û komeke sêyem jî bêalîbûna xwe dîyar dikirin. Axirê, ragihandina, bê guftûgo li nava partîyê û hê berîya dengdanê, paşdegavavêtinên mezin di dema beşdarîya nava hikûmetê de bêguman sempatîzan nexistin nava livûtevgerê.

Heja ku Die Linkeyê felç dike, tesîrê li pêkhateyên çep ên din jî dike, bo nimûne Attac Allemagne

Li gel vê yekê, ev bûyerên berî demeke nêz ne bes in ji bo îzahkirina sebeba encamên xirab ên hilbijartinên herêmî û ewropî yên komî serhev bûyî ji 2019an ve. Pirsgirêka herî esasî nakokîya orîyantasyonê ye ku meylên cihêreng ên partîyê tîne pêşberî hev. Ev e krîza bi navê «penaberan», a 2015an ku ev cudahî derxist pêş çavan. Bi destnîşankirina bernameya 2011an, a dixwaze «sînor vekirî bin ji bo herkesî», beşeke mezin a mîlîtanan bi coşeke mezin rakirina astengîya li pêşîya koçberîyê pêşwazî kir û banga azadîya bicihbûnê kirin. Lê belê meyleke din jî berevajî, dîruşmeya «sînor bila ji herkesî re vekirî bin» dûrî rastîyê dibînin. Mme Sarha Wagenknecht jî vê xetê temsîl dike. Hingê hevseroka koma meclîsê, wisa meşhûr ku navûdengê wê digihîşt wêdetirî derdoerê mîlîtanî, ev jina karîzmatîk û partîzanînên wê têkildarî penaberan destekê didin pozîsyoneke ku xwe dispêre hiqûqa navneteweyî, lê belê ew herweha sererastkirineke koçberîyê jî dixwazin.

Her çendî em duberîyeke wisa li nava çepa fransî, brîtanî û amerîkî jî bibînin, eva li Almanyayê bêhtir xwe dispêre şikestina Rojhilat-Rojava. Guftûgoya li ser sîyaseta koçberîyê pir zû veguherî xirecirê: Mme Wagenknecht bi awayekî vekirî ji alîyê endamên partîya xwe ve wekî «nationale Sozialistin» -sosyalîstê nasyonal, li vir îşaret bi partîya nasyonal-sosyalîst a Adolf Hitler tê kirin- hat binavkirin. Di 2018an de, li dijî hevalên xwe helwesta xwe dijwartir kir û bêyî ku bi ser keve, bû pêşenga tevgera «Aufstehen» («Rabin ser xwe»), ku wekî tevgera hevrik li hemberî Die Linkeyê hat fêmkirin. Vekişîyayî ji nava koma meclîsê ji 2019an ve, wekî parlementer hertim li ber çavan bû, bi taybetî jî li nava medyayê.

Bi vî awayî atmosfera xirab a guftûgoya raya giştî ya alman a piştî 2015an dirêjî heta Partîya çep jî dibe. Guftûgoyên stratejîk ên qirêjbûyî ji ber polemîkên li ser «sîyaseta nasnameyî» û cancel culture («çanda qedexekirinê»), di nirxandin û danûstandinê de bêpar dimînin ji tiştê ku bi mehkûmkirina sincî û dijberîya şexsî qezenc dikin. «Peyama navendî ya wekî ku ji kongreya dawî derdiket, ne helwesteke sîyasî ya taybet, ne jî bernameyeke hilbijartinê ya Die Linkeyê bû, lê belê bêhtir dibû “cihêrengîya” rêveberîya wê ya nû û karaktera zexim a referansên wê yên ji bo LGBTQ, femînîstan û dij-rasîst bû. Dîyar e ku partîyeke sosyalîst divê jixwe ji van gişan pêk were», li gorî çavdêrîya Loren Balhorn, redaktorê weqfa Rosa Luxembourg û midûrê kovara Jacobin. Wî li gotinên xwe weha zêde dikir: «Lê belê, mirov dikare ji xwe bipirse ka peyameke wisa digihîje wêdetirî derdora partîzanên nêz ên Die Linkeyê yan na û gelo ew sedemekê datîne ber xelkê ji bo ku dengê xwe bidinê».(4)

Ev cureyê analîzê ku ji alîyê Mme Wagenknecht ve tê kûrkirin, di nîsana 2021ê de wekî pirtûk, Die Selbstgerechten («xwedî ramanên conformîst»)(5) hat weşandin, û pirtûk pir bi lez bû yek ji yên herî zêde hatin firotin. Êşîyayî ji ber ku çep her diçe zêdetir xwe dide kêleka stîleke jîyana hevgirtî bi ya moda, cîhana akademîk û bi fezîletê re, parlementera me hilweşîna bingeha civakî ya partîya xwe bi sîyasetên nasnameyî yên ku dibin sedemê pirsgirêka civakî îzah dike. Ew dibe parêzvana girîngîya pirsgirêka sinifî, ku li zemîna wê, femînîzm, dij-rasîzm, homofobî û hwd. xwe li hev digirin, bi bergeha têkilîyeke dîyalektîk a navbera giştî û taybet a helwestên pirzextî. Û li gorî wê, ev helwestên pirzextî li bin pênaseya «klasîzmê», bi awayekî nerasterast balê dikşînin ser pirsgirêka civakî a li nava kirasê cudakarîya bi cinsîyetperestî û nijadperestîyê re xwedî heman wateyê.

Pirtûka ku çend meh berîya hilbijartinan hat weşandin, krîza navxweyî wisa gurr kir ku hin mîlîtanan -beyhûde- îxrackirina kesên ku rewşê tevdidin xwest. Eger ev pevçûn hilbijêran bibizdînin, ew ê herweha partîyê jî qels bikin bi paşdexistina stratejîyên maqûl li hemberî krîza avhewayî, dijîtalkirin an jî veguherînin li gorî dengeyên navneteweyî. Bi awayekî balkêş, heja ku Die Linkeyê felç dike, tesîrê li pêkhateyên çep ên din jî dike, bo nimûne Attac Almanya. Komeleya, ku roleke girîng lîst heta krîza aborî ya 2008an, îro êdî bûye sîya xwe, û ne tenê nikare xwe li gorî altermondialîzmê biguherîne, êdî nikare bi awayekê çêker birînên xwe jî bikewîne.

Gelo Die Linke wê karibe bi serkeve? Sê meh piştî hilbijartinan, cenga navbera pêlên hundirîn hê jî didome. Rêveberî, li bin serwerîya «çepa bilivûtevger» (Bewegungslinke) a xwedî meyla «civakî», muxelefetê dike li hemberî koma parlamenter ku bi giranî xwe dispêre hevgirtina navbera «realîstan», ku pirî caran jêdera wê Rojhilat e û parlamenterên kêm zêde nêzî Mme Wagenknecht in.

Koma herî biçûk a parlamenteran a Bundestagê tevî vê yekê jî, wê ji avantajakê sûd wergirt: Die Linke ji niha û pê ve li dijî koalîsyona hikûmetî ya navbera sosyal demokratan, keskan û lîberalan yekane hêza muxalif e. Ev pêkhate dişibe ya serdema Schröder, ku Partîya Çep tercîh kiribû. Hebûna FDPê li nava koalîsyonê nakokîyên li nava hikûmetê zêde dike û derfetên bersivdana pirsa civakî jî kêm dike. Wekî ku bilindbûna fîyetên enerjîyê jî nîşan dide, çapa civakî ya veguherîna ekolojîk bi xirecirê xwe ferz dike. Gelo dibe ku ev bibe firsetek ji bo Die Linkeyê?

*Nivîskarê Êlekzeran, Anatomie einer ungewöhnlichen sozialen Bewegung, Papyrossa Verlag, Köln.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

___________

1) Binêrin li nivîsara Peter Linden, «Ev partîya nû ku rengûrûyê sîyaseta alman diguherîne», Le Monde diplomatique, gulan 2008.

2) Çavkanî: ARD/infratest dimap.

3) Binêre li nivîsara Rachel Knaebel, «Şansê sosyal demokratên alman», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2021.

4) www.jacobinmag.com, 14 adar 2021.

5) Sarha Wagenknecht , Die Selbstgerechten: Mein Gegenprogramm – für Gemeinsinn und Zusammenhalt, Campus Verlag, Frankfûrt.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar