Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Lêkolînên li ser terorîzmê

Terorîzm îro piranîya caran hem wekî belayekê, ango awayekî şer, hem jî wekî binavkirina dijminekî tê fêmkirin  li gel rîska ku tê jibîrkirin ku ew berî her tiştî teknîkeke pir kevin a hilberîna tirsê ye û ji bo bi lezgînî guherandina dengeya hêzan, di çarçoveya pevçûna qelsan li himberî  xurtan de bi awayekî adetî hatîye bikaranîn.

Dîrokzanê amerîkî John Lynn, nivîskarê berhevokeke li ser cewherê her cure terorîzmê(1), gelek dereceyan li gorî pêşengên wan û karînên wan ji hev vediqetîne: terorîzma rejîmên otorîter, ên vîna xwe li ser gelên xwe ferz dikin (ku ew texmîn dike ku hejmara qurbanîyên wan pir li raserî ya qurbanîyên terorîzma tundrew e); terorîzma ji alîyê hêzên leşkerî ve li ser navê gelan an jî prensan, bi armanca şikandina vîna xelkên dijmin, hatîye bikaranîn: bo nimûne, talankirina bajarên dorpêçkirî, ji serdema Antîkîteyê heta sedsala XVIIIemîn, fetisandinên bi dûmanê di dema vegirtina kolonyal a Cezaîrê de,  êrişên amerîkî bi napalmê li ser Japonya û Vîetnamê…

Li jêrtira dereceya terorîzmeke «civakî», ya komên hewl didin li ser komên din serdestîya xwe saz bikin an jî wan biqewirînin (wekî serdestîyên spîyên amerîkî) an jî komên ku paqijîya qewmî pêk tînin; terorîzmeke komên krîmînel ên xwedî armancên sîyasî; (wekî ya narkotrafîkên latîn-amerîkî); terorîzmeke tundrew, ya komên çalakvanên wêdetirî-dewletan,  yên ji bo êrişên anarşîst ên di dawîya sedsala XIXemîn de li Ewropayê wekî nimûne hatine nîşandan; heta guhertoya wê ya ku nivîskar wekî «qewmî-netewperest» pênase dike, di sedsala XXemîn de, ya Enîya Rizgarîya Neteweyî (FLN) û Rêxistina Artêşa Veşarî (OAS) li serdema şerê Cezaîrê, ya Provisional Irish Republican Army (Artêşa Komarger a Îrlandî, IRA), ya Irgûn a ji bo avakirina dewleteke cihû li ser her du kevîyên Urdunê hat afirandin û hwd.

Lê belê, Lynn zêdetirî nîvê berhema xwe ji bo nirxandina terorîzma îslamîst veqetandîye. Ew tundrewbûna Rêxistina Birayên Misilman a li Misrê, analîz dike û balê dikşîne ser «şoka şaristanîyan» û dilbijîya tolhildana ji cîhana rojavayî, «cîhada herêmî» ya Hizbullah û Hamasê û «cîhada global» a bi El Qaîde û Rêxistina Dewleta Îslamî (RDÎ, ku herweha bi erebî wekî «DAÎŞ» tê binavkirin) bi gewde bûye. Ew destnîşan dike ku li vir tiştê mijara gotinê tesîrkirin, poşmankirin, hetta  ji «ajanên bêxeber ji têkçûna xwe» ku ji ber tirsê bizdîyane, pêkanîna qurbanîyên potansîyel e.

Bi bawerîya ku «mirov nikare kêfxweş bibe bi pêşkêşkirina terorîstan wekî sosyopatan», ew pêşnîyar dike ku ew wekî kesên rasyonel bên dîtin, wekî kesên ku girîngîya sincî ya çalakîyên xwe diwezinînin û wisa fêr dibin û teqlîd dikin. Bi vî awayî, piranîya caran ev pêgirên bikaranîna çekên ji rêzê yên bi hêsanî tên bidestxistin, dikarin dest bavêjin teknolojîya herî pêşketî jî, bo nimûne veguherandina balafiran ber bi fuzeyan, bikaranîna balafirên bêmirov, terorîzma sîberî û rojek ji rojan jî xwe gihandina çekên kîmyewî an jî nukleerî …

Bi nirxandineke xwe ya pir bi îdîa ya têkildarî şerên der-dewletî li cîhanê(2), profesorê li zanîngeha Columbia, Stephen Biddle destnîşan dike ku cudahîya navbera modeleke gerîlayî (teqînên bi destan çêkirî, kemerên-çalakîyên întîharî, lêxistinên bi sekvanîyê, şervanên tevlî nava gel bûne, guhnedana «qanûnên şerî») û modeleke artêşa kevneşopî (leşkerên nîzamî, muharebeyên girseyî, çekên giran, vegirtina xakê) êdî bi rastî jî ne bi bandor e. Jixwe, têgeha berî demeke nêz a bi navê «şerê hîbrîd» (li Dombassê, an jî li dema hewldana DAÎŞê ya bicihbûna li Sûrîyeyê û Iraqê), ji nû ve lihevxistina kartan ferz dike: şerê ne-nîzamî bi biçekbûn û tevgera psîkolojîk re hevgirtî ye.

Ji êrişên sala 2001ê û vir ve, makîna leşkerî ya amerîkî neçar ma di bernameyên xwe yên dij serhildanan de bêhejmar eyarên nû çêke. Li gorî vî nivîskarî, hewldana dawî ya vegera li pîvanên leşkerî yên «şerê sar ê berê»,  li nava perspektîfa pevçûnên siberojê yên xwedî asteke bilind a tundîyê bi Çînê re, hetta bi Rûsyayê re, divê nebe sedemê xitimînê li dema pevçûnên hemberî dijberên der-dewletî, ku divê kêm nebin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

____________

1) John A. Lynn II, Şerekî din : dîrok û cewhera terorîzmê, Passés composés/Wezareta Artêşan,  2021, Paris, 512 r.

2) Stephen Biddle, Non state warfare. The military methods of guerillas, warlords and militias, Princeton University Press, 2021, 437 r.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar