Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Kursa amerîkî ji bo rêveberên Çînê

Serok Xi Jiping bê navber nirxên rojavayî wekî xirab pênase dike û girîngîya «xuyên çînî» dertîne pêş. Li gel vê yekê jî, rayedarên welêt ji bo perwerdekirina karmendên xwe bernameyeke dibistana rêveberîya gelemperî ya zanîngeha xwedî îmtîyaz Harvard tercîh kir. Bi hezaran karmend didin ser şopa vê lîsansa bilind ku destpêka salên 2000î bi awayekî fermî hat vekirin û li naverokeke neteweyî hat eyarkirin.

«Gelo ez bi xwe re ne hevgirtî me?

Pir baş e, ne xwe, ez bi xwe re ne hevgirtî me.

Ez fireh im, ez pirbûnan di xwe de hildigirim.»

Walt Whitman, «Strana Min Bi Xwe» (1892), li nava Pelikên gîya

(wergera Jacques Darras), Gallimard, berhevoka. «Helbestan», Paris, 2002.

Divê çawa werin îzahkirin ev performansên muhteşem ên Çînê, ku ketîye nava hewldanê ji bo bibe hêza super di mijara lêkolîna zanistî, perwerde û teknolojîyê de, tevî ku rejîma wê hê jî dimîne otorîter û her diçe zêdetir dibe azadîkuj? Çawa ev pergala dewlet-partî, ku ji sala 1949an ve di merîyetê de ye, dikare hem bibe dij-demokratîk, hem jî nûjengir û alîgira vebûneke navneteweyî? Îro ji hemû deman zêdetir, pir dûrî dijberîya li hemberî rejîmê, bilindbûna Çînê pir deyndara îdareya xwe ya gelemperî ye : «Ev karmend in ku reforman pêk tînin û dibin avakarên demûdezgehên ku vediguherin rêvekerên pêkhatina hedefa Çînê: civakeke refahê», ji me re wisa tîne ziman Li Jing, (1) profesorê zanista sîyasî li zanîngeha Pekîn û xwedî dîplomaya Harvardê.

Pêşketina xizmeta gelemperî xwe dispêre mîrasa «sosyalîzma xwedî xuyên çînî» a ku li ser modela kapîtalîst a pîyaseyê, lêzêdekirina çanda berxwarîyê û plankarîya xurt hê ji salên 1980yî ve ji alîyê Deng Xiaopîng ve hatîye teorîzekirin. Di pêvajoya çil salên dawî de, li nava pergala ku têde Partîya Komunîst a Çînê (PCC) xwedî kontrol e li ser dewleta ku aborîyê kontrol dike, îdare neçar ma fêrî danûstandina li gel sektora taybet bibe û bênavber rewabûna xwe ya destwerdana li pirsgirêkên her diçe komplekstir û teknîktir dibin îspat bike.

[emember_protected]

Di çavên bîyanîyan de, xizmeta gelemperî ya Çînê hê jî şolî û nenas e. Tenê rêveberên payebilind xwedî rayeya navdarîya medyatîk in. Ev bîst sal in, pir kêm tê zanîn ku bi hezaran karmendên sektora gelemperî dibin xwedî Lîsansa Bilind a Rêveberîya Gelemperî -Master in Public Administration (MPA)- ku rasterast ji Dewletên Yekbûyî hatîye wergirtin, li gel modela Dibistana Hikûmetê ya John F. Kennedy ya Zanîngeha Harvardê.

MPA ku bi awayekî fermî li Çînê di sala 1999an de hat avakirin û ji sala perwerdê ya 2001ê ve aktîf e, hedefa wê profesyonelên çalak ên herî hindik xwedî tecrubeya sê salan a kar in bi piranî li meqamên xwecihî lê herweha li şirketên gelemperî an jî rêxistinên der hikûmetî û komeleyên ne ji bo qezenca aborî ku ji alîyê dewletê ve tên kontrolkirin. Karmendên sektora taybet jî dikarin ji vê perwerdê sûdê wergirin.

Sûdwergirtina ji model û pratîkên ji alîyê Amerîkaya hegemonîk ve hilberandî ji bo pêkanîna çanda profesyonel a bijarteyên îdarî wekî ku hevnegirtî be li gel îdîaya Partîya Komunîst a Çînê (PCC)ê ya pêşkêşkirina ji bo cîhanê emsaleke nûjenbûna serbixwe û alternatîf li hemberî sermayedarîya rojavayî. Hinan ev yek wekî hespê Troyayê hêzên nû yên demokratîzasyona navxweyî yên partîyê dît: amûra vebûna li tecrubeyên bîyanî, ev bername dikare bibe bi tesîr li ser bijarteyên nû yên Çînê û bi wan ber bi rejîmeke demokratîk ve gav bide avêtin. Lê belê eger Mastera Rêveberîya Gelemperî (MPA) artêşa nepenî ya guherînxwazan be, çima ketina wê ya nava Çînê ewçend bi xurtî hat destekkirin û ji alîyê hikûmetê ve jî hat teşwîqkirin?

Mîsyona wê ya ku ji alîyê Zanîngeha Tsinghua (Pekîn) ve hat îzahkirin, «amadekirina ji bo pêşbazîya lîderîyê û rêveberîya li nava sektora gelemperî» ye. Ew dibe perçeyekî hewldana nûjenkirin û başkirina kalîteyê. Tevî vê yekê jî, ji pratîka li dibistanên partîyê û dibistanên rêveberîyê tê dayîn cudatir, ev namzed ên xwedî herî hindik dîplomayeke asta bac+3 ne, ji endambûna xwe ya PCCê an jî meqamên xwe yên hîyerarşîk ên îdareya xwe ya jêderî serbixwe, piştî serketina di ezmûnan de li van dibistanan tên qebûlkirin (binêrin li nivîsa çarçovekirî ya li jêr).

Bi awayekî ecêb, li nava sazîyên zanîngehî bi xwe ku heta hingê di perwerdekirina rayedaran û karmendên sektora gelemperî de talî ango marjînal bûn, projeya MPAyê hat pêkanîn. Dibistanên rêveberîyê û yên partîyê li derveyî wan hatin hiştin. Hertişt, li gel vê yekê, nîşan dide ku bernameyên kevin û nû dikarin bi hev re hebûna xwe bidomînin, çunku ew xizmeta armancên cihêreng dikin.

Ev cihguhertina perwerdeyê li zanîngehan li salên 1990î pêk hat, li demeke ku, li her derê cîhanê, pisporîya zanistî bi nirx dibû, nexasim ya ji sazîyên xwedî asta cîhanê dihat û bi taybetî jî ya ku jêdera wê zanîngehên lêkolînê yên Amerîkaya Bakur bû. Ev lihevnêzîkbûna pîvan û bawerîyan qismen îzah dike ka çima hikûmeta Çînê dibû teşwîqkar ji bo kûrsên ku zanîngehê, ku hingê wekî bêalî û zanistî dihat dîtin, pêşkêş dikirin. MPAyê helbet dikaribû burokrasîyê bi rûbirûkirina fikrên bîyanî qels bike, lê belê jêdera wê ya zanîngehî dikaribû berî her tiştî rewabûna profesyonel bidayê û ji bo xweragirtina li jîyanê pêdivîya wê jî herî zêde bi vê rewabûnê hebû.

Sedsaleke danûstandinên zanîngehî

Ev tercîh dibû parçeyekî projeyeke hê firehtir ku armanca wê ew bû ku bi bidestxistin û xurtkirina qebîlîyetên teknîk destekê bide qonaxa derbasbûna nava aborîya pîyaseyê û herweha bersivê bide bendewarîyên ji bazareke kar a li ser rêya cihêrengbûn û pêşketineke sofîstîke dihatin kirin. Dewlet-partî ji ber vê yekê kete nava pêngaveke afirandina dîplomayên pisporkirinê yên îlhama amerîkî, ku hemû radestî zanîngehan hatibûn kirin: lîsansa bilind a kargerîyê (Master of Business Administration, MBA) di sala 1991ê de, ya mîmarîyê di 1992an de, ya hiqûqê di 1996an de, ya perwerde û mihendisîyê di 1997an de û ya çandinîyê di 1999an de.

Îdareya gelemperî jî ne îstîsnayeke e. Lihevkirineke di navbera giregirên jîyana sîyasî de (Komîsyona Neteweyî ya Pêşketin û Reformê, Konseya Karûbarên Dewletê, Wezareta Perwerdê û ya personelan): têkildarbûna bi partîyê re êdî nikare bibe û divê nebe taybetmendîyeke kafî ji bo karkirina li sektora gelemperî. Li vê serdemê, kes di nava PCCê de nabe dijberî pêwistîya sazkirina yekîneyeke karmendên xwedî qabîlîyet û profesyonel.

Perwerdeya îdareya gelemperî ku li dewletên yekbûyî ji salên 1920î ve hatîye sazkirin, wekî modeleke maqûl xuya dike. Ji alîyê dîrokî ve kûrsên pêşî yên li ser zanista îdarî, pêşîyên MPAyê, ku armanca avakirina wan kêmkirina xitimînên çerxê û pêşîgirtina li gendelîyê bû, nexasim jî di asta şaredarîyan de, ji sala 1914an ve li zanîngehên Michigan, Berkeley û Stanfordê tên vekirin. Di nava pirrengînya xwe de, bi qasî sêsed MPPyên amerîkî îro heman hedefê parve dikin: handana vîzyoneke dîyar a rêveberîya gelemperî ku xwe dispêre mîrasa dîrokeke sîyasî û modeleke demokratîk a hewl dide ji alîyê destûrî ve serdestîya hiqûqê, jihev-veqetîna hêzan û azadîya xweîfadekirinê misoger bike li tenişt maf û azadîyên din ên bingehîn-.

Hikûmeta Çînê çawa xwe da ber bayê bernameyeke wisa? Bandora çandî, remzî û adetî ku Dewletên Yekbûyî [Amerîka] li seranserê cîhanê bi hêza xwe ya jeopolîtîk, zimanî û aborîyî pêk tîne, li vir pir hatîye xurtkirin bi saya bi temsîla zêde ya akademîsyenên Çînê li rêveberîyên sazîyên perwerdeya bilind û lêkolînî ku di navê de gihîştine. Zêdetirî sedsaleke livûtevgera xwendekaran û lêkolîneran di navbera Çînê û dewletên yekbûyî de û herweha stratejîyeke îradî ya bidestxistina qebîlîyetên zanistî, derfetê didin hikûmetê ku xwe bispêre tecrubeya rasterast a hejmareke mezin xwedî dîplomeyên ji zanîngehên derve, yên hazir in vegerin welatê xwe û zanîn û tevnên xwe binirxînin û bi pêş ve bibin.

Li konjonktureke bi taybetî guncav ji bo geryana wêdetirî neteweyî ya fikran, modela MPA ya amerîkî ji ber vê yekê bi awayekî lihevkirinê digihîje ser xaka Çînê. Heyetên têkel ên akademîsyen û rayedarên wezareta perwerdeyê di navbera salên 1996 û 1998î de diçin serdana Dewletên Yekbûyî, Kanada û Ewropayê da ku pergalên herî baş ên kûrsên ji bo kargerîyê lêkolîn bikin. Ew bi taybetî li deverên amerîkî yên jêdera perwerdeya kargerîya gelemperî ne, ji nêz ve çavdêrîyê dikin: li Dibistana Maxwell a zanîngeha Syracuse, dibistana John F. Kennedy School ya zanîngeha Harvardê, li zanîngeha Carnegie Mellon a Pittsburgh û li zanîngeha Columbia ya New Yorkê. Dû re profesorên van zanîngehan ji bo mîsyonên nirxandin û şewirmendîyê tên vexwendin. Serdanên çeprast pratîkên bîyanî didin fêmkirin, tesîra wan didin nirxandin û nemaze hêmanên ku dikarin bên wergirtin û adaptekirin didin destnîşankirin. Di vegera wan de, hin endamên heyetan notên navxweyî digirin da ku danasîna MPAyên amerîkî bikin û parastina anîna wan a Çînê bikin.

Hikûmet projeya di gulana 1999an de diperjirîne. Ew zanîngehên herî baş vedixwîne da ku pêşnîyarên xwe pêşkêş bikin û ji bo afirandina dereceyên pêşî di çarçoveya ceribandineke pîlotî de ji nava wan bîst û çar heban dineqîne. MPA pêşî li nava sazîyên herî navdar bi gewde dibe (Zanîngeha Pekînê, Zanîngeha Tsinghuayê, Zanîngeha Gel a Çînê, Zanîngeha Fudan a li Şangayê û gelekên din), li deverên kevneşopî yên kûrsên ji bo bijarteyên ku dikevin pey lêgerîna çavkanîyan û avantajên reqabetî di nava konteksta pêşbazîya cîhanî ya bêhempa de.

Di herikîna panzdeh salên şûn de, li her derên din zêdetirî sed dibistan tên vekirin: hejmara MPAyan ku di sala 2001an de 24 bû, di 2016an de gihîşt 146an û ya xwedî dîplomeyan jî ku di sala 2004an de 1055 bû, di deh salên şûn de gihîşt 10476an. Bi tevahî zêdetirî 150 000 kesan ev bername şopand hej-mareke hindik e nîsbet bi 7,1 mîl-yon karmendan, lê belê têra xwe bilind e ji bo bexşeke bê hempa ya zanîngehî, ku ji bona wê, divê mirov bibe namzed. Bicihkirina vê hêmana perwerdeyî ya bîyanî serketinek e; tevî hevnegirtina berbiçav a navbera du pergalên îdarî û sîyasî jî, şaxên zanîngehan zêde dibin û hejmara qeydîyan jî her diçe bilind dibe.

Şen Wei ku li Zanîngeha Çînê ya Hongkongê hatîye perwerdekirin û li Tsinghuayê profesor e, li ser mijarê van agahîyan dide: «Tecrubeya min a li derve xwendekaran ber bi xwe dikşîne, çunku, vê gavê, têgeh û ramanên xweser ji pirtûkên rojavayî zêde dibin.» Di çarçoveya MPAyê de, eynî wekî li Dewletên Yekbûyî perwerdeya sîyasetên gelemperî, teorîya rêxistinkirinê, zanistên civakî, aborîya sîyasî, rêveberîya çavkanîyên mirovî, rêbazên çendanî, hiqûqa Çînê tê dayîn, lê belê herweha mijarên hinekî din xweser ên li gorî pêwistîyên xwecihî, ên wekî kargerîya gelemperî, analîza sîyasetên gelemperî, pratîk û teorîya sosyalîzmê, îngilîzî, pêşveçûna herêmî û rêveberîya bajarî wekî ders tên fêrkirin. Li ser awayê per-werdekirinê jî Şen vê nirxandinê dike: «Ya zehmet kişandina bala xwendekarên min e. Ez du rêbazan bi kar tînim: ez têgehên herî xuyayî fêr dikim û gelek nimûneyan ji jîyana birra hatine wergirtin didim. Ev nimûne pir girîng in. Divê MPA bi feyde be ji bo xwendekaran. Li ser her mijara nû, ez guftûgoyekê li gel komê didim destpêkirin û her diçe zêdetir mafê axaftinê didimê ji bo ku ez jî peyderpey kêmtir biaxifim.»

Bêyî navbeynkarî, ev kûrsên xwe dispêrin mijar, teorî û nimûneyên bîyanî wê bêfeyde bûna, ji ber ku li nava karûbarên profesyonel ên rojane yên rêveberîyên Çînê nikarin bên bikaranîn. Li şûna were venasîn ku ev hevnegirtin sîyasî an jî îdeolojîk e, perwerdekar û berpirsîyar cudahîya navbera teorîya rojavayî û pratîka xwecihî destnîşan dikin. Bi israrkirina zêde li ser pedagojîyê, ew bernameyê dixin nava kirasî Çînî.

Ji ber vê yekê lêkolînên dîyardeyî, bi girseyî li nava tevahîya MPAyan hatin danasîn. Ev rêbaza per-werdeya bi sîmulasyon û guftûgoyê, ku li dibistanên amerîkî yên hiqûqê pêşî di dawîya salên 1880yî de derket holê, dû re jî ji alîyê dibistanên rêveberîyê ve hat popularîzekirin, niha ji nişka ve wekî taybetmendîyeke dîyarker a lîsansa bilind a Çînê xwe ferz dike.

Hilberandina dîyardeyeke pedagojîk ji bûyerên birra û bikaranîna wê di sinifê de pêdivî bi şopandina prosedur û rêbazeke xweser heye. Bêyî vê fîksîyonê, bûyerên rojane di dema konferansekê de, qet nebe di çarçoveya perwerdeya zanistên civakî an jî sîyasetên gelemperî de nikarin bên nirxandin. Xebata li ser dîyardeyê mijarên wekî «hesas» tên binavkirin di dersan de dide nasîn: newekhevîyên civakî, gendelî, xirab bikaranîna pereyan, bi darê zorê bêparhiştina ji malûmilk û ji nû ve belavkirina wan, gemarkirina hewayê, bêparhiştina ji çavkanîyên enerjîyê, bêkarî, bêewlehî, xirabûna çerxa bacê, û hwd. Û bi taybetî, ev xebat rê li guftûgoyê vedike, ji ber ku tiştê mijar gotinê çalakîyeke perwerdehî ya çarçove û rolên wê pêşînen dîyarkirî ye. Di konteksta awayê çînî de çarçove, bi sînorên xwe yên besît û xuyabûna xwe ya hêsankirî tê rexnekirin li Dewletên Yekbûyî, dorlêgirtî ye û bi vê yekê re ew bi awayekî paradoksal gotinê azad dike. 

Bi vî awayî li zanîngeha Tsinghua di dema dersekê de ev nimûneya li jêr hatîye pêşkêşkirin: «Divê çi were binxêzkirin: pêşîgirtina li lehîyan an jî tevlîbûna civînan? rewşa ajanseke herêmî ya bi nakokîyeke îdarî re rû bi rû maye.» Ji xwendekaran dihat xwestin li ser têkilîya hîyerarşîk bifikirin û alîyê xwe dîyar bikin ji bo rewşeke nakokîya navbera talîmatên ji jor ve tên û pêwistîya destwerdanê di konteksteke lezgîn a nedîtî de, bi xuyabûna rewşê rîska lehîyê li derdora çemê Yangzî re. Rewş bi van pirsan bi dawî dibe: «We yê çi bikira eger hûn midûrê buroyê bûna? Tercîha we dê çi bûya? Guftûgo bikin»«Gelo pêşî li nerihetîya midûr dikare were girtin? Li ser sedemên vê nakokîyê hûn çi difikirin?» Ev pirsên han, herweha çîrok bi tevahî, li tenişt îtaeta li ber hêza hîyerarşîk, ji bo fikirîneke li ser pêkanîna bêkêmasî ya proseduran jî rê vedikin, bêyî pêşxistina guftûgoyê heta parastina bêîtaetîyê an jî berxwedanê, ew, pirsa vîna azad û aqlî selîm ku divê bibin rêberên tercîhên berpirsîyarên îdarî, ferz dikin, nexasim gava ew xwedî tec-rube bin û zanîneke wan a kûr di konteksta xwecihî de hebe.

Hingê êdî dibe tiştekî mimkin nirxandina qadên şolî ku ji dehan salan û vir ve tevgera rêveberî û kadroyên partîyê, destnîşan dike, bêyî tevdana helwesteke li hemberî normekê. Bi lîstika pirsên ji guftûgoyê re vekirî, armanc ew e ku were nîşandan ku hemû vebijark rewa ne û dikarin bên parastin û ew dikarin bibin mijara gugtûgoyeke di dema dersê de. Bi tevlîbûna di astên cihêreng de, xwendekar hertim der barê Çîna hemdem de diaxivin, lê belê hertişt wisa pêk tê ku mirov dibêje qey gotûbêj tenê der barê dîyardeyeke dibistanê de ye. Rêzikên prosedurê di dema gotubêjê de li ser beşdaran rolên dîyar ferz dikin. Çarçoveya gotûbêjê dibe sedemê îluzyona û heta bahaneya neguhêzbarîya van rolan: tiştê ku perwerdekar dike tenê hêsankirina guftûgoyê ye, xwendekar jî li ser rewşeke ku wan eleqedar nake nêrîneke ji dûr ve didin. Mirov dikare li ser her tiştî biaxive bêyî tirsa derbaskirina sînoran, ne jî tirsa ku endamên din ên komê li şûna mirov bên bicihkirin û ev, ji ber sedemeke maqûl: mirov rasterast der barê realîteyê de xeber nade.

Perwerdeya bi rêbaza dîyardeyê bi giştî xwe dispêre returneyan, têgeha ingilîzî a ku tê bikaranîn ji bo destnîşankirina çînîyên li welatên rojava an jî li welatekî din ê asyayî (Japonya, Hongkong) perwerde bûne û vegerîyane welatê xwe ji bo bicihanîna berpirsîyarîyên li derdora zanîngehî an jî li qada karsazîyê. Bi saya van profesorên pir aşîna bi teorîyên rojavayî re, xebata li ser dîyardeyê ji alîyekî ve di navbera raman û rêbazên bîyanî û ji alîyekî din ve jî di navbera kapasîteya xwendekaran a têgihîştina ji wan raman û rêbazan û bikaranîna wan di konteksta profesyonel de dibe pirek. Bi rastî jî, piranîya tiştên ku xwendekar di dersan de fêr dibin û tiştên ku di dema rêveberîya xwe de dikirin, pir dûrî hev in. Bi nasîna her du cîhanan, li gel referans û nakokîyên her yekê ji wan, tenê returne dikarin vê transfera xetere misoger bikin.

Ezmûna promosyonên pêşî dihêle ku veguherîna di dema burokrasîya Çînî de were têgihîştin. Îlhama bîyanî, bêyî ku bibe sedema bêaramîyê, hêmaneke girîng e. Xwendekarên MPAyê ji nû ve li têgeh, raman û nirxên wekî berpirsîyarî, têkoşîna li dijî gendelî, qebîlîyeta teknîk û rêvberîya baş xwedî derdikevin. Ev xwendekarên han çandeke îdarî ku naveroka wê ya nûjen li gel ya kevin dijî û lê digunce, ji nû ve keşif dikin. Derbasbûna di MPAyê re derfeta sûdwergirtina ji çavkanîyên derve dide wan û herweha dihêle ku ew rêjeya herikîna vê transferê bipîvin. Girêdayî veguherînên sîyasî, leza vê herikînê dikare were zêdekirin, kêmkirin an jî ji bo wextekî were rawestandin.

Bo nimûne, «têgihîştina adetî ya rêveberîyê asteng e li pêşîya bersivdayîna rewşên zehmet ên ku ji alîyê civakê ve tên ferzkirin, li gorî Wang Ping, mezûnê MPA ya Fudanê. Berê, di dema pevçûnekê de, welatîyên me diçûn ber derê dadgehê. Niha, ew navbeynkarîyê nas dikin. Eger kesên pevçûyî karibin nakokîyên xwe bêyî pêdivî bi hikûmetê bibînin çareser bikin, ev yek bi kêrî teserûfkirina çavkanîyan tê. Rola me ji ber vê yekê guherandina adetên civakê ye ji bo ku zêdetir pevçûn bi navbeynkarîyê bên çareserkirin. Ev giş ancax bi saya danasîna teorîyên nû mimkin in.

«Guherandina pratîkan»

«Helbet, ez nikarim her tiştê ku fêr bûme her tim bi kar bînim, bi van gotinan li xwe mikur jî tê. Ev pêvajoyeke dûrûdirêj e. Lê belê, bi karê xwe û bi saya zanîna ku min hezim kirîye, ez dikarim di demeke dirêj de tesîrê li awayê xebata xwe bikim.» Xwendekarên berê gelek caran peyva «kapasîte» (bi çînî neng-li) bi kar tînin. Dîplomayên wan bi rastî jî kapasîteya mezintir a livûtevgerê, derfetên ji bo çêkirinê û heta kapasîteyeke hêzê dide wan, ji bo demdirêjîyê (neng tê wateya «kapasîte», «qebîlîyet», «destûr»; li tê wateya «hêz», «desthilat», «bandor»). Û Wang Ping tesbîtên xwe weha didomîne : «Teorîyên li MPAyê tên fêrkirin weke rêhber in ji bo karê min û ji bo veguherîna karê rêveberîyê. Ev ji bo guherînê alîkarîyek e. Piştî wergirtina dîplomaya xwe, min departmana personelê ya rêveberîya xwe teşwîq kir ku gelek hevalên kar bişîne kursan. Dîploma di wateya promosyonê û veguherîna karîyerê de pir ne bi feyde ye, lê belê ez bawer dikim ku perwerde bo bipêşxistina pratîkên karmendan di karên wan de pir bi feyde ye ji.»

MPA, dû re jî sepandina pêkanînên baş ên fêrbûyî, derfetê didin ku ciwanên xwedî dîplome bibin xwedî temsîla «fezîlet» ê (bi çînî de), yek ji nîşaneyên performansa nûnerên dewlet-partîyê, lê belê ji ber sedemên ku tu têkilîya wê hevgirtina îdeolojîya komunîst re tuneye. Ev xwendekarên xwedî vîzyoneke xurt û nirxên hevpar, xwe wekî şopajoyên nûjen ên dikarin hem kodên berê hem jî nû têbigihîjin dibînin. Çi li nava pergaleke ku têde awayekî bîrbirina merîtokrasîyê ya xwe dispêre dilsozîya sîyasî heye, çi jî li nava pergaleke bêhtir pala xwe dide zanîn û hostetîyên pîşeyî, ew zanin çawa xwe adapte bikin, li navê bigerin û ji alîyê meslekî ve xwe bi pêş bixin. Ev burokrasîya dewletê, îstîqameta ku welêt berê xwe dayê kîjan dibe bila bibe, dixwaze li her enîyekê bilîze û şansên pêşketina civakî bigihîne asta herî bilind. Ew amade ye xwe bavêje ser her firseta ku têde ev şans xwe nîşan bidin, dînamîka wan nûjengir be jî kevnegir be jî.

* Civaknas, Arènes – Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanistî (CNRS), Dibistana lêkolînên pêşketî li ser tendirustîya gelemperî (Ehesp), nivîskara ceribandina Les Mandarins 2.0. Burokrasîyeke çînî ya bi şêweya amerîkî, Presses de Sciences Po, Paris, 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

____

1) Navên li vir hatine bikaranîn xeyalî ne. Hin beşên şahidîyên danûstandinên li qadê hatine pêkanîn û di Les Mandarins 2.0, de hatin weşandin. Les Presses de Sciences Po, Paris, 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial