Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Kurdên li ser gravuran

Heke em bêjin di sedsala 19an de jina ku gravura wê herî zêde hatîye çêkirin Fata Reş a mereşî ye ew ê ne pirolekirin (mubalexe) be. Lewre ji 1854an heya destpêka 1900î bi dehan gravurên cuda yên vê jina kurd a leheng hatîye çêkirin, kartpostalên wê hatin e çapkirin û bêhejmar di kovarên hundirîn û derveyî de nûçe li ser hatine weşandin. Ji bo Fata Reş digotin Amazona Kurd, Prensesa Kurdistanê û Lehenga Kurdistanê...

Gelek faktorên ku bîra çandî ya civakan li ser pîyan dihêlin hene. Wekî hunerên bedew, gastronomî, folklor, muzîk, dans, wêje, vebêjerîya devkî û hunerên rîtuel û mîmarîyê. Zanîna kollektîf û tecrubeya ku ji nifşan xwe digihîne nifşên din di avakirina nasnameya çandî, hişmendîya nasnameyê û pêkhatina aîdîyetê de roleke dîyarker dilîze. Bi heman awayî berhemên nivîskî û dîtbarî jî ji bo ku ev bîr zindî bimîne û berdewam bibe tevkarîyeke ezamet dikin. Di vê çarçoveyê de gravurên seyyah û mîsyonerên rojavayî ji bo me kurdan gelekî girîng in. Her çiqas di dîrokê de bi arava hunera mînyaturê kes, bûyer û mekan hatibin teswîrkirin jî, hunera gravurê ya ku ji alîyê rojavayîyan ve di sedsala 15an de hat pêşxistin di warê arşîva dîtbarî de çixirek vekirîye.

Vê hunera çapê ya ku bi taybetî di vegotinên seyahatên gerokên rojavayî de bi piranî hatîye bikaranîn, ji bo kurdên ku ji dîroka nivîskî û arşîvan hatine mehrûmkirin li cihekî gelekî girîng e. Lewre heya salên 1850yan ku hê berîya hunera fotoyan derkeve bi sedan gravuran di warê dîrok, kincûber, şexsîyet, cihên ku lê dijîn, şêwaza jîyana wan û rîtuelên wan de kitekitên girîng dane dest. Li gel gravuran metnên ku hatine parvekirin, kitekitên di dîtbarîyan de tevî hemû hûrgulîyan tim zanîn dane dest kesên meraqdar.

Gravurên di derbarê kurdan de yek caran wekî leşkerekî kurd, şervanekî, jinekê, serokekî an jî olmendekî derketîye pêşberî me, carinan jî wekî konekî kurdan, xençerekê, dawetekê, cenazeyekî, şerekî, êrîşekê, siwarîyên kurdan, mîrekî kurd, kelehek, an jî wekî kincûberên kurdî derketîye pêşberî me. Her çiqas seyah û hunermendên ku gravur çêkirine dema li ser rêya xwe rastî kurdan hatine ew xêz kiribin jî hinekên wan piştî ku vegerîyane welatê xwe bi wênesazan an jî hunermendên gravurê ev gravur dane çêkirin û kesayet, mekan an jî bûyer kirine gravur. Di vî warî de hunermendên flaman û îtalî gelekî navdar in. Gravurên ku li gorî vegotina seyyahan dihatin çêkirin bi taybetî di sedsala 16 û 17an de li atolyeyên sinhetkar û ressaman li ser porselen, caw, text an jî kaxizan hatine xêzkirin. Bo nimûne ev gravura hunermendê flaman yê herî navdar Olfert Dapper ya ku di sala 1681ê de xêz kirîye û vê berhema din ya Peeters Jacob ya ku di sala 1690î de bajarê Bedlîsê xêz kirîye mînakên vê yekê ne.

Ji bajarên me yên ku bûne mijarên gravuran yên herî sereke jî Erzirom, Qers, Bazîd, Bedlîs, Wan, Amed, Riha, Mêrdîn û Bêrecûg in.

Di nav dîrokê de kesayetê ku herî zêde gravurên wî hatîye çêkirin bêguman Selahaddînê Eyyûbî El Kurdî ye. Bi sedan gravurên Selahaddînê Eyyûbî yên cuda hene ku bi taybetî ji alîyê hunermendên serdema navîn ve hatine xêzkirin.

Ji vana yek jî gravura Tobias Stimmer ya ku di salên 1570yan de çêkiribû û navê wê jî kiribû Sultan Selahaddîn û ev gravur jî wekî îthafa berhema Paolo Giovio ya bi navê “Şervanên bi egîdîya xwe navdar” (Elogia virorum bellica virtute illustrium) xêz kiribû.

Ji gravurên herî kevn yên ku di derbarê kurdan de hatîye çêkirin yek jî resamê ewropî yê ku salên dirêj li Stenbolê jîyaye Melchior Lorck e (1526-1583). Hunermend di derbarê Stenbolê û osmanîyan de bi dehan wêne xêz kirine. Ji van xebatên wî navê yekê jî “Leşkerê kurd e”. Hunermend bi îhtimaleke mezin şervanekî kurd yê ku li Stenbolê dîtîye an jî fermandarekî ku di nav artêşa osmanîyan de dîtîye wênandîye.

Bi taybetî mijar ketina nav artêşekê an jî şerên ku beşdarî lê kirine be gravur li ser kurdan hatine çêkirin. Mînaka vê yekê gravura resamê rûsî Grigori Grigorevich Gagarin ya bi navê “Şerê kurdan û farsan yê li Ermenistanê” ku di sala 1847an de çêkirîye û dîsa gravura wî ya din jî di şerê osmanî û rûsan de (Qirim) gravura Fata Reş ya ji eşîra Sînemilîyan ya Meraşê ye. Gelek gravurên Gagarin yên di derbarê Êzdîyên Qers, Êrîwan, Laçîn, Nahçiwan û Tîflîsê de hene. Ji vana berhema wî ya herî navdar jî “Siwarîyên Kurd” yên ku ji çemê Erezê derbas dibin e.

Heke em bêjin di sedsala 19an de jina ku gravura wê herî zêde hatîye çêkirin Fata Reş a mereşî ye ew ê ne pirolekirin (mubalexe) be. Lewre ji 1854an heya destpêka 1900î bi dehan gravurên cuda yên vê jina kurd a leheng hatîye çêkirin, kartpostalên wê hatin e çapkirin û bêhejmar di kovarên hundirîn û derveyî de nûçe li ser hatine weşandin. Ji bo Fata Reş digotin Amazona Kurd, Prensesa Kurdistanê û Lehenga Kurdistanê, herweha çawa ku di kovarên osmanîyan de navê wê timî derbas dibû di gelek rojnameyên Rojavayî de jî navê wê derbas dibû û di rojnameyan de dibû manşet. Wêneyên wê jî di rûpela ewil de cih digirtin. Di nûçeyeke rojnameya The İllustrated Londonê ya ku di 22 Nîsana 1854an de hatibû weşandin de, di manşeta rojnameyê de em dibînin ku nûçeyek li ser hatîye çêkirin û behsa Serokeşîra Mereşî Fata Reş a ku 300 siwarîyên kurd ji bo şerê Qirimê anîye Uskudarê hatîye çêkirin û gravurekî wê jî di nûçeyê de hatîye weşandin.

Li gel vê gravura ku di rojnameyê de hatîye weşandin nivîsara nûçegihanê wê demê yê ku li Stenbolê dijîya jî hatîye parvekirin. Ez ji vê nîvîsarê beşeke kurt bi we re parve bikim:

“Di navbera meha borî de gelekî baldarî, hewes û eleqedarî li hêza Sultan ya Stenbolê hat nîşandan û beşdarî li artêşê hatin kirin. Wêneyê bergê ji alîyê resamê rojnameya me hatîye çêkirin û ev gravur yê Fata Reş a ku bi 300 siwaran ji sikakên Stenbolê derbas dibe ye.

Tê gotin ku eşîra Fata Reş ji 4000 siwaran pêk tê. Cihê ku eşîr lê dijî û warê wan e derdora çîyayên Kîlîkyayê ye (Adana, Mereş, Çukurova). Bêyî ku em li ser têkilîya di navbera wan û korsanên antîk de lêkolînan bikin em dikarin bêjin ku ev kesên han  xwedîyê wêrekîyeke mezin in. Ji bo parastina Stenbolê dev ji parastina welatê xwe berdane û hatine vir, ev yek jî bûye sedema pûtepêdan û eleqedarîyekê û ev yek jî di gravura resamê me de aşkere ye.

Em fêr dibin ku Fata Reş bi eslê xwe ji bajarekî Kurdistanê yê bi navê Meraşê ye. Gava tê Uskudarê wê dibin cem Sultan. Fata Reş û siwarîyên wê ji ber ku debara xwe bi xwe bikin bi çiwalan pere bi xwe re anîbûn û li karwanê hesp û hêştiran kiribûn ev pere. Ev yek jî dibû sedem ku di sikakên ku tê re derbas dibûn de qerebalixeke mezin çêbe. Bi taybetî jî jinan li dera ku Fata Reş tê re derbas dibû qerebalixeke mezin çêdikirin û bi meraq li wê temaşe dikirin.”

Rojnameya The London İllustrated News a ku li cîhanê cara ewil bi wêne çap dibe û ya herî mezin a wê demê bû di navbera salên 1842-1971ê de weşan kir. Di wê rojnameyê de bi dehan nûçe tevî gravuran hatin weşandin. Wekî mînak di şerê 1877-78an yê ku di navbera osmanî û rûsan de derbas bû û wekî şerê Qirimê dihat nasîn de gelek gravurên di derbarê kurdan de yên ku li Erzirom, Bazîd û Qersê tevî nûçeyan hatine weşandin meriv dikare bibîne.

Ji vana yek jî gravureke ku di 11ê tebaxa 1877an de di bin serenavê “Şer: Tirkîye- hidûdê Îranê Bazîd (Bajarê kurdan)” e. Di vê gravurê de Qesra Îshaq Paşa û siwarîyên kurd yên li quntara qesrê hatine teswîrkirin.

Divê em bêjin ku Çîyayê Araratê û Qesra Îshaq Paşa jî bi qasî sedsalan ji alîyê seyyah û mîsyonerên ku ew der zîyaret kirine ve bêhejmar gravur li ser hatine çêkirin. Bi taybetî jî mîmarîya Qesra Îshaq Paşa û motîfên li enîya wê bala gerokan gelekî kişandîye. Hîmê qesrê ji alîyê Evdî Begê Kurd ve di salên 1680yî de hatîye danîn, piştre jî alîyê kurê wî Îshaq Paşa û nevîyê wî Mihemed Begê ve hatîye temamkirin.

Pirranîya gravuran exleb di berhemên navbera salên 1800 û 1900î de derdikevin pêşberî me. Sedemên vê yekê bi zêdebûna serdana oryantalîst, dîroknas, arkeolog, lêkolîner û mîsyonerên ewropî re eleqedar e. Piştî tevgerên reform û ronesansê Rojhilatê bêhtir bala wan kişandîye û meraqa wan zêdetir bûye. Binyada Şerqê, sosyolojîya wê, bawerîyên wê, çanda wê û dewlemendîyên wê bala ewropîyan kişandîye. Pêşîyê van ewropîyan jî, bi taybetî îngilîz û fransîyên ku di warê hunerên bedew, wênesazî, arkeolojî û nivîskarîyê de xwe perwerde kirine, bûn. Heke em çend navan bijimêrin em dikarin van mînakan bidin:

Théophile Louis Deyrolle (1844–1923), Eugène Flandin (1809–1889), Charles Félix Texier (1802–1871), Henry Binder (1830 – 1901), Sir Austen Henry Layard (1817 – 1894)

Resamekî din ê ewropî bi eslê xwe polonî ye lê li deverên cuda yên Rûsyayê gelekî gerîyaye û di warê kurdên Êzdî de gelek gravur çêkirine. Navê vî wênesazê navdar Aleksander Orlovski ye (1777-1832) divê em wî jî ji bîr nekin.

Li gel van kesayetên rêzdar û xwedî tecrube heke em navê hunermendekî din jî bi lêv nekin nabe. Ev kes jî resamê navdar yê fransî Jules Laurens e (1825-1901) ku di derbarê kurdan de gravurên newaze û hêja çêkirine.

Hunermendê fransî Xavier Hommaire jî ligel Hell’ê ku ew jî wekî wî erdnîgarnas û ressam bû di welatê kurdan re derbas bûye û di navbera salên 1847-49an de bi qasî du salan li wan deran gerîyaye. Di ser Stenbolê û Derya Reş re, di Trabzonê re hatîye Erzirom, Bedlîs, Amed û Wanê. Tevî Laurens çûye Îranê û heya Îsfehanê gerîyaye. Di vê gera xwe de li ser du hezarî wêne çêkirine. Di dema van xêzan de ji alîyê J. Laurens ve bi dehan gravurên bi qîmet li ser kurdan hatine çêkirin. Mîrên kurdan, şivanên wan, gundîyên wan, jinên wan, mêrên wan, kincûberên wan, konên wan, kelehên wan, bajar û gundên wan yek bi yek xêz kirine. J. Laurens piştre hemû tîpolojîyên kurdan bi navê “Tîpolojîyên Kurdan û Kincûberên wan” kirîye gravur û ebedî kirîye berhema xwe.

* Lêkolîner

Wergera ji tirkî:

Mihemed Ronahî

Jules Laurens.- “Jin û mêrên kurd bi cilûbergên xwe yên tradîsyonel”, Journal Universel, No 574, Cilt XXIII, 25 Şubat 1854

Grigory Grigorievich Gagarin (1810-1893)-. “Siwarîyên Kurd” ji çemê
Erezê derbas dibin”, Paris, 1849

Fatêya Reş (Qere Fatma) bi siwarîyên kurd re li Stenbolê. The London Illusturated News, 1854

G. Grigorievich Gagarin-.“Şerê kurdan û farisan li Ermenistanê”, Paris, 1847

 

Çavkanî

Elogia virorum bellica virtute illustrium, Paolo Giovio, (T. Stimmer 1575)

Umbständliche und eigentliche Beschreibung von Asia, Olfert Dapper, 1681

Bitlis in Assirien, Peeters Jacop, 1690

The history of Ottoman Empire. A Kurdish Soldier, Melchior Lorck. 16th century

The Illustrated London News, Nîsan 1854

The Illustrated London News, Tebax, 1877

Atlas historique et scientifique, Paris, 1859; = Tome IV of Voyage en Turquie et en Perse exécuté par ordre du gouvernement français pendant les années 1846, 1847 et 1848 par Xavier Hommaire de Hell, Paris, 1856–59

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar