Kanûna pêşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Krîza Belarusî

Birêz Vladimir Putinî plansazîyek weha tevlîhev pêk anîye, ku France Interê du gotarên li pey hev pêşkêşî sernivîskarê xwe yê navdar kirîye da ku ew wê ji hev veçirîne. Li gorî Thomas Legrand, sedema krîza ku niha Minsk û Varşovayê tîne hemberî hev serokê Rûsyayê ye! Di rastîyê de ev “operasyoneke ku ji tune de ji hêla dîktator Alexander Lukashenko (…) ve, bi hevkarîya Şamê û di bin serperiştîya vekirî ya Moskovayê de hatîye çêkirinê ye” -ku hin kes carinan Enqereyê jî dixin nav lîsteya dolavgeran-. Her çar hevkarên tawanî bi rastî jî dê veguhestina 4 000 penaberî di navbera Tirkîye û sînorê Polonyayê de organîze bikira da ku “di nav Yekîtîyê de gengeşîyeke germ geş bikin” û “rê li ber partîyên neteweperest û li dijî bîyanîyan ên vê parzemînê xweş bikin, ku bi awayekî gelemperî hevalbendên Moskovayê ne”. Di heman demê de, em dibînin ku birêz Putin dê şerê navxweyî yê li Sûrîyeyê organîze bikira da ku “vê bazirganîya mirovî kontrol bike” û pêleke koçberîyê biafirîne ku bibe “bingeheke berdar ji bo hevalên wî yên rastê tundrew li Fransayê”. “Derdor hatîye girtin”, dibêje û diqedîne dedektîfê radyoya giştî.

Rewşa welatekî ku sînorê wî û Yekîtîya Ewropayê bi hev ve be û derbasbûna koçberan organîze bike, ne tiştekî nû ye. Gulana bûrî, ji bo tolhildana pêşwazîkirina li nexweşxaneyeke Spanî ya rêberê Enîya Polîsarîyoyê, ku doza serxwebûnê ji Sahraya Rojavayî dike, Fasê hişt ku 8 000 kes bi awayekî neyînî derbasî herêmên Ceuta û Melilla yên Spanî bibin. Weki ku Serokê Komîsyona Ewropayê û Serokwezîrê Polonyayê di dema krîza Belarûsî de kirin, çu kesî behsa “êrîşa dureh” nekir û banga maytêkirina NATOyê jî nekir.

Guman tê tuneye ku Mînsk, ji bo hesabê xwe bi Bruksela ku ji sala 2020î vir ve, li ser wê gelek mueyide/ danekirinan ferz dike bibîne, koçberan bi kar tîne. Û Rûsyaya ku derdekî wê yê ji endîşeyên Yekîtîya Ewropî ne razî be tuneye, çavê xwe ji vê yekê re digre, dersên mafên merivî dide Ewropayê, ku xwedêgiravî yek ji endamên wê yên sereke, Polonya, penaberan bi ava bişid di vê sermaya cemidî de paşve dişîne. Krîza Belarusî ya ku ji komploya mezin a ku France Inter xeyal dike hîn wêdetir e, berî her tiştî bi qanûna bingehîn a bandora bûmerangê dikare were ravekirin. Dema mijar dibe ya koçberîyê, Yekîtîya Ewropayê dev ji pêkanîna şantaj û bazarîyê bernade. Ew “alîkarîya xwe ya ji bo pêşveçûna welatên paşdemayî” bi mercê îmzakirina peymanên “bi şûn de girtinê” ve girê dide, ku dê derfeta bi hêsanî dersînorkirina koçberên neqanûnî bide wê. Ew, dewletên ji vê yekê nerazî ne, tehdîd dike, ku dê êdî vîzeyê nede wan. Ew pere dide Tirkîyeyê ku 4 mîlyon penaberên ji Rojhilata Navîn bernede, dide Fasê ji bo ku Ceuta û Melîllayê biparêze, dide Lîbyayê ji bo rê li ber çûnûhatinên ber bi Deryaya Navîn bigre, dide Nîjerê ji bo rêya Sahrayê bigire.[1]

Berdevkê Hikûmeta Fransayê, di 10ê çirîya paşîn de got: “Ji tiştê ku rejîma Belarusî dike re, meriv bitenê dikara bêje qaçaxçîya mirovan e.” Piştî vê daxuyanîyê bi çend rojan jî, hevkarê wî wezîrê karê hindurî, birêz Gerald Darmanin, polîs şandin ku kampên li Calaisyê hilweşînin û konên penaberan bi kêran biçirînin.

Wergera ji fransî: Yaqûp Karademîr

1) Gotara Rémi Carayolî, ya bi sernivîsa «Les migrants dans la nasse d’Agadez / Penaberên di xefika Agadezê de» bixwîne, Le Monde diplomatique, hezîrana 2019an.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar