Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelJI ÇAPEMENÎYA CÎHANÊ
Nächster ArtikelRedkirina Sartre

Komara 5ê di komaya sîyasî de

Ji xeynî destûra fransî ve ti destûrên din ên rojavayî desthilata takekesî ew hinde berfireh nake, ku tê de serokomar weke “qiralê komarî” ye. Tam di dema ku qaqebxwestinên bitevayî, him civatî, him tenduristî û him jî jeopolitique pir dibin de, gelo hîn maneyeke vê dîtina saziyî ku di nav agirê şerê Cezaîrê de û li ser xerabeyên Komara IVê ya bêîstiqrar li ser me hatiye ferzkirin heye?

Bi awayekî darîçav ji ber seferberîya li dijî reform û çaksazîya teqawîtbûnê metelmayî, ev Partîya Komarxwazan a hilbijartî ji nava kezebê qîrînekê ji xwe dide der: “Gelo haya we ji we heye: Heger em di Komara 4ê de bûna, hikûmet dê ji mêj ve biketa”. (1) Û tevî vê zilam serokkomar Emmanuel Macron rexne dike, ji ber ku pesnê “îstîqrara” sazîyên fransî dide.

Ji dema destpêkirina tevgera Êlegzeran, Élysée [qesra serokkomar] û Matignon (qesra serokwezîr) wekî ku kelehên dorlêgirtî yên xelk êrişê dibe ser wan bin, bi ser girseya xwepêşandêran de wî rûnê sorkirî yanî zexta polîsan, dirijînin; mirov ê hewl bidaya weha li Elysée û Matignanê vegerîne û bibêje “Yên ji we bi îstîqrartir tune ne”.

Tevî ku her tişt nîşan dide ku piranîya hilbijêran reforma teqawîtbûnê red dikin -grevên hejmara wan gelek û demdirêj, xwepêşandanên li ser hev li seranserê Fransayê, kaseyên grevê xweş têr in-, di destûra bingehîn de tiştekî li pêşîya wê bibe asteng nîne. Serokê dewletê û hikûmeta wî xwedî cebilxaneyeke mezin a hiqûqî ne, ji xala 49-3yê em dest pê bikin ku destûrê dide wan, mixalefetên gel çi qasî mezin bin jî ew xwe li wan kerr û kor bikin. (2) Û ew dikarin vê bikin tevî ku rewabûna wan a bi hilbijartinê jî li hemanekê ye: Macron di dewra yekê ya hilbijartinên serokkomarîyê de dengê 17 ji sedê hilbijêrên qeydkirî wergirt û di dewra diduyê de jî tenê 47 ji sedê van dengan wergirt; gava ku em li ber Jacques Chirac bigirin, wî di dewra diduyê de 62 ji sedê dengan wergirt, di rewşekê de ku dişibîya vê ya hatina hemberhev a bi rastgirîya tundrew re; cara yekê bû ku Meclîsa Neteweyî ya Fransayê bi destê hindikahîyeke hilbijêran hat hilbijartin, di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2017an de rêjeya neçûna ser sindoqan gihîşte asteke rekorê ya % 57,36. Tevgera “La République en marche” di bin van şert û mercan de bû desthilat û ew jî xwe vedişêre li pey “wekaleta” hilbijêran dayî, wekaleta ku mijara şiroveyan ên nexasim jî li ser teqawîtbûnê. Wekî ku ev wekalet li ser kaxezeke spî hatibe mohrkirin û destûra her tiştî bide.

Nivîskarên Destûra Bingehîn a 1958an ji ber bêîstîqrarîya pir zêde ya Komara 4ê trawmatîze bûbûn û wan xwestibû îstîqrareke mutleq bidin sazî û dezgehên dewletê, vê jî kir ku bi fermana hişk a François Mitterand navê “darbeya daîmî” heq kiribe. (3) Dîrokzan Mathias Bernard bi îhtîmam gotara serdest weha bi xwe îfade dikir: “Ji dawîya sedsala 19an ve (…) jîyana sîyasî hê îstîqrareke wiha nedîtibû.” (4)

Rêveberîya sîyasî li ser piranîya parlamenter, serwer bû bi wê yekê ku serokwezîrê hingê Lionel Jospin sala 2001ê biryar da, teqwîma hilbijartinan serûbinî hev bike: Ji hingê ve, hilbijartina serokkomar bi awayekî sîstematîk berîya hilbijartinên parlamenê ye, parlamenter erka xwe ya nûnerîyê bi qasî ku ji hilbijêran digirin, ewqasî jî û belkî bêhtir ji serwerîya Elysée digirin. Gava li ser meseleya ji refên partîya wê veqetînan (ji 2017an ve duwanzdeh kes), parlamentera La République en marche ji devera Yvelinesê, Aurore Bergé bi safdilî di dema civîneke çapemenîyê de 29ê çileya paşî ya 2020î de çarşemê li vê yekê mikur hat. Wê behsa mixalifîya hikûmetê ya Cédric Villani kir, tevî ku Macron ew ji bo ku li ser rîya rast bimîne hişyar jî kiribû, wê bi dengê bilind got: “Serokkomar destûra wî da bibe parlameter, çawa ku wî kir ku ez û parlamenterên piranîyê hemû bibin parlamenter”. (5) Di vê versîyonê de parlamenter vediguherin nûnerên serokê dewletê li cem hevwelatîyên xwe, gava vê dikin jî ji bîr dikin ku divê ew berîya her tiştî bibin berdevkên hilbijêrên xwe.

Pêdivîya demokratîk a bizorê

Di bin banê keftûlefta parlamenterî de hikûmet dikare bi fermana yekane otorîteya heyî bêyî ku biricife “reformê bike”: Ev otorîte jî serokkomarî ye ku ji bo pênc salan dest pê nabe. Tu rîska ku yek ji projeyên Macron bê sûcdarkirin yan jî li senatoyê bê vetokirin tune. Herçî referandûm e, ew înîsîyatîfek e ku wisa tê qebûlkirin, îstîsnayeke pêkanîna wê zehmet be  wekî wê ya ku li ser arizîkirina (prîvatîzasyon) balafirgehên Parîsê hatibû pêşnîyazkirin. Gava mirov li gunehbarîyên otorîtarîzmê yên li alîyê xwe zêde dibin (6) bifikire, serokê dewletê, ya rastî, teşxîsa jihevdeketineke demokrasîya fransî piştrast dikir. Wî 24.01.2020î bi awayekî ku bi zor hêrsa xwe veşêre, îdîa kir ku “Dîktatorîyek, rejîmek e ku tê de kesek yan jî klanek biryara qanûnan dide. Dîktatorîyek rejîmek e ku tê de rêveber naguherin, hîç naguherin”. (7) Dibe ku em karibin li ber terîfa “dîktator” rabin, lê mirov tenê dikare vê tesbîtê bike ku Destûra Bingehîn ya heyî bi rastî jî destûrê dide ku “klan”ek “biryara qanûnan bide” bi wî rengî ku “li xisara” yên din (mixalif, hilbijêr, welatî) be. “Vegera ji nîzama hişk” a ku Mitterand di sala 1983an de bi binpêkirina angajmanên hilbijartinan a sala 1981ê biryara wê da, nîşaneke pêşîyê bû.

Ev mentiq rê li ber wê yekê nagire ku serokê dewletê îstîsnayî jî be li fikra welatîyan bipirse, tevî ku Destûra Bingehîn vê ferz nake. Lê belê ew bi awayekî hikimran li gorî nîyeta xwe ya baş, mînak, dikare banga referandûmekê bike û dîsa bi dilê xwe ye ka ew bi ya encamên vê referandûmê bike yan jî xwe ji wan bide alî: sala 1969an general De Gaulle piştî ku hilbijêran projeya herêmîkirinê red kir, îstîfa kiribû. Jacques Chirac bi xwe wekî wî nekir, gava sala 2005an di referandûma li ser Peymana Destûra Bingehîn a Ewropî de alîyê ‘na’yê bi ser ket, wê hingê sûc xiste stûyê serokwezîrê xwe Jean-Pierre Raffarin. Yê piştî wî hat Nicola Sarkozy bû, wî hê xirabtir kir: wî dengdan pûç kir gava ku wî red kir ji nû ve referandûmeke li ser peymaneke cêwî sala 2008an bike (Peymana Lîsbonê) çêbe; vê peymanê paralelîzma formên hiqûqî ferz dikir. Herçî reforma teqawîtbûnê ya sala 2010î ye, wî ew qasî da nav ku êdî ew bi temamî bû dijberê sozên xwe yên kampanyaya hilbijartinê.

Yanî berdêla “îstîqrarê” ji bo demokrasîya fransî gelekî giran e. Bawerîpênemana salên dawî ya Komara 4ê ya ku minaqeşeya li ser sazîyan di encama wê de da der, demeke dirêj destûr da ku tevahîya hizirînên li ser pêdivîya lezgîn a demokratîk bên astengkirin. Ji hingê ve “îstîqrar” wekî niviştekê tê bikaranîn û ew hîyerarşîyan serûbinîhev dike, rewabûna ku xwe dispêre gel jî talî dike: ji bo desthilatê mohlet muhim e, ne ilehî piştgirîya welatîyan. Heger rejîmeke parlamenter di bin tesîra fikreke sabît a bi vî rengî de demokrasîyê ji eyarekî dixe eyarekî din, hingê konsantrasyona heyî ya hêzan di destê serokkomarîyê de bi rengekî ku di nava demokrasîya welatên rojavayî de mînaka wê nîne, dike ku jîyana sîyasî girêdayî kalîteyên şexsî yên kirêdarê Qesra Élysée be û ew jî dikare rewşa xwe bi kar bîne û xirab bi kar bîne bêyî ku hêzeke li hemberî wî hebe. Bi awayekî li jor dîyakirî, hilbijartinên serokkomarîyê ji bo hilbijêr vediguherin tivingeke yekderbî ya ku bi rêk û pêk li hedefa daxwazên xwe yên polîtîk naxe. Bi awayekî yekparçe, pratîka înstîtusyonel tevahîya minaqeşeyên dijber ditevizîne. Panzdeh kesayetan di 29.01.2020î de di forumekê de weha nivîsî: “Li wê devera ku ti tişta ji devê xelkê tê der, nayê bihîstin, demokrasî êdî nîne”. (8) Gava mirov vê bike, ma rewabûna desthilatê venamire? (9)

Loma, demokrasî bi sîyasetvanê Yûnanistana Kevin, Kleîsthenîs ê ji Atînayê derket meydanê da ku bersivê bide nakokîyên di nava seranserê civakê de dayî der û çareserîyekê bide wan ku encama pêvajoyekê be ku hemû pê razî bin. (10) Bi vî awayî ew hem amûreke şîyana adaptekirinê ye û hem jî gerîneke li îstîqrarê ye. Dîroka Fransayê di navbera du tiştan de diçe û tê; yek jê daxwaza lîderekî dilê mirov rehet û aram bike, yê ku her minaqeşe û liberrabûnê red dike yên wekî Napoléonê Sisîyê yê ku bi awayekî fizîkî dijberên darbeya eskerî ya 1851ê ji holê rakirin û ya din jî nûnerîya sîyasî ya alîyên arîşeyê ye, ya ku destûra beridînên pêwîst dide, wekî wê serdema dawîya sedsala 19an, ya ku serdema me tîne bîra mirovan. Piştî hilweşîna Împeretorîya Duyê, komkujîya Komuna Parîsê û demeke kurt a desthilata Adolphe Thiers, serokkomar Patrice de Mac-Mahon (ji 1873yan heta 1879an) hewl da rejîmeke bêhna monarşîyê jê dihat rewa û biîstîqrar bike. Du hilbijartinên parlamenê û senatoyê li pey hev a ku di wan de komarxwaz bi ser ketin, kirin ku ew îstîfa bike û Komara 3yê bê bicihkirin. Banga navberê ya navdar a parlamenter Léon Gambetta li Mac-Mahon 15ê tebaxa 1877an kirî ya ku îro wê wekî bêîstîqrarker bihata dîtin, weha ye: “Gava milet xwe îfade kir, ma ne, yan mirov wê serê xwe li ber bitewîne yan jî îstîfa bike”? Heger hingê meclîsa nûneran û piştre senato dikarî li dijî daxwaza serokkomar bê hilbijartin, sedema vê bi temamî ew bû ku her du rewabûn girêdayî hev nebûn. Esas, pirs roja îro li ser rola demokrasîyê di avakirina peymana civakî de ye.

Herçî îstîqrara sîyasî ye ku stûna navmala her kesê ji her guhertinê kezebqetandî ye, berdêla wê, piranîya caran bêîstîqrarîya civakî ye. Helbet em dikarin fena serokwezîr Jean-Pierre Raffarin, bibêjin, “Yê ku bi rê ve dibe ne tekel in” û “Sîyaset jixwe ji bo wê hatibû vedîtin da ku bikeve şûna şidetê”. (11) Lê belê ya ku berîya bêhtirî bi 2000 salan Kleîsthenîs vedîtî da ku bikeve şûna şidetê, ne sîyaset bi giştî bû, lê belê demokrasî bû. Û di vê demê de ku tansîyona civakî dijwar dibe (xwepêşandanên pircarî û mezin, grevên li pey hev û wekî din) gava mirov mafê hilbijartinê yê giştî bi cih tîne, divê ev ji bo çareserkirina arîşeyan bûya û ne ji bo fermanên serokkomarîyê? Esas, têkilîya hêzan a îdeolojîk û têkoşînên gel divê karibin xwe di nava sazîyan de îfade bikin da ku pêşî lê bê girtin ku ew xwe bi şêwazên din bidin der. Bi awayekî gelekî mentiqî, beramberî xitimîna sazîyan di wextekê de ku newekhevîya aborî û civakî gelekî zêde dibe, îro roj, awayên şidetê bi pêş dikevin; sembola wan di nava şidetên li malên parlamenterên alîyê piranîyê di havîna 2019an û zivistana 2019-2020î de ye.

Xwepêşandêran gîyotînên ji kartonan jî çêkirin. Ji serokê senatoyê Gérard Larcher, heta bi wezîrê berê yê edaletê Robert Badinter, lîderên sereke yên sîyasî banga sikûnetê dikin. Lê belê ji bo ku mirov karibe bawerîyê bi wan bîne, divê rûreşkirina şideta hevnegirtî, şideta civakî ya li xelkê dibe û bersiva zêde xedar a polîs dide xwepêşandaran jî li ber çavan bigire. Gelo ew dikare riza û rêza parlamenteran bigire, bêyî ku ya hilbijêran bigire? Gava parlamenê Peymana Lîsbonê erê kir, vê birîneke îro jî nekewîyayî çêkir. Ev yek helbet populerbûna wê referandûmê rave dike, ya ku înîsîyatîfa welatîyan e ku gelek komele û xwepêşandêr ji destpêka tevgera Êlegzeran ve xwedî lê derdikevin.

Bêguman, avahîya sazîyan her tiştî rave nake. Mamosteyê li Collège de France, Alain Supiot îsbat kir ka çawa bi nîşandana globalîzmê wekî bûyereke xwezayî û ne wekî tiştekî bi destê mirov çêkirî yê ku mirov dikare bixe berlêpirsînê, hêzên sereke yên sîyasî yên li welatên rojavayî minaqeşeya raya giştî pûç kir. Lê belê sazîyên fransî dikarin beramberî bûyeran yan jî faktoreke giranker a şaşîyên giştî, bibin astengek.

Gel, têgeha kêmdîtî

Zîyandarîya Destûra Bingehîn a heyî di nava rojê de jî dibiriqe, pê re nemana bawerîya bi alîyê sîyasî yê li çepê hikûmetê, bi sergêjîya îdeolojîk ya encama jiholêrabûna Yekîtîya Sovyetê û bi kemberên peymanên ewropî ferz dikin, deh caran li berê zêdetir dike. Ji dema hilweşîna Dîwarê Berlînê û vir ve, globalîzm wekî pisûleya îdeolojîk bi kêrî birêveberên welatên rojavayî tê. Sazîyan ji ber vê di navbera welatîyan û nûneran de xendek kolan. (12) Nexwe, ev ne tesaduf e ku mirov niha dibîne ka çawa îdeolojîya fermî konsepta milet bi xwe jî piçûk dibîne (13) gava ku ev milet dijber dîyar dibe wekî standardeke di xwepêşandanên her zêde dibin li Fransayê de. Ha ev îxtîlaf û dubendî ye ku zemînê hevoka navdar a Jean-Claude Junker ê hingê serokê Komîsyona Ewropî bû, çêdike: “Li hemberî peymanên hatine erêkirin, demokrasî nîne” Nexwe em nav û nîşanên Brexitê çawa hildin?

Gava mirov li şûna ku “Îstîqrarê” bi destê hilbijêran bike mijareke sîyasî, sazî û dezgehên heyî, wê tenê ji însafa serokê dewletê re dihêlin, ev jî Fransayê dixe nav komayeke sîyasî ya kûr; ev yek jî destûrê dide birêveberan ku xwe li tevahîya mixalefet û îtîrazan kerr bikin. Nakokîya mirov ne li bendê: Tevî ku di hişê afirînerên Komara 5ê de vê komarê divîya tevahîya hêza Fransayê bidayê da ku li ber meseleyên navneteweyî yên hingê bisekine, ew îro serîtewandina dewletê li ber tevahîya fermanên globalbûna malî yan jî yên Brukselête teşwîq dike. Beramberî jeopolîtîkeke ji cihê xwe dilive, Destûra Bingehîn a fransî xisleta xwe nîşan dide: Hema hema nemimkinbûna dana erdê ya hikûmetê yan jî guhertina piranîya heyî di dema wekaleta di hilbijartinê de.

Şik û guman jê nîne, guhertineke sazî û dezgehan wê bi derbekê wekî ku bi sêhrê çêbe, jîyaneke demokratîktir a çêtir li gorî pêdivîyên xelkê û berjewendîyên welêt neafirîne. Heke xwe nesipêre jinûveavakirina miletê komarxwaz, yanî heke welatî ji nû ve tişta giştî ya dewletê nekin a xwe, tu maneya wê dê nebe. Gava têkilîyên hêzan hatin avakirin, tevgera civakî divê wekî timî, bike ku hiqûq bi pêş bikeve. Ev maneya daxwazên bi hezaran xwepêşandêr û milîtanan e yên ku doza sazîyên nû dikin (14). Einstein gotibû, “Em nikarin pirsgirêkekê bi heman awayê fikrê yê ku ew pirsgirêk afirandîye, çareser bikin.

*Serokê Komeleya ji bo Destûreke Avaker

(1) Hevpeyvîna ne fermî ya bi nivîskaran re.

(2) Binihêre, Bastien François, Le Régime politique de la Ve République (Rejîma sîyasî ya Komara 5ê), La Découverte, Parîs, 2010 (Çapa 1ê 1998).

(3) Plon, 1964.

(4) Mathias Bernard, Histoire politique de la Ve République (Dîroka sîyasî ya Komara 5ê), Armand Colin, Parîs, 2008.

(5) Meclîsa Neteweyî, civîna çapemenîyê, çarşem 29.01.2020

(6) Bixwîne, Mathieu Chaigne, “Le moment autoritaire d’Emmanuel Macron? (Kêlîya otorîter a Emmanuel Macron?)”, Figarovox, 10.01.2020, lefigaro.fr

(7) Radio J, 24.01.2020

(8) “Non, monsieur Macron, nous ne sommes plus en démocratie (Nexêr, Macronê ezîz, em êdî ne di demokrasîyê de ne), L’Humanité, çarşem 29.01.2020

(9) Bixwîne, “Bonapartisme ou Constituante (Bonapartîzm yan Destûra avaker)”, Le Monde diplomatique, nîsan 2014.

(10) Bixwîne, “Pas de démocratie sans conflit (Bê arîşe demokrasî nabe)”, Le Monde diplomatique, hezîran 2009.

(11) Tweeta 26ê Tîrmeha 2019an.

(12)Binihêre li, Alain Supiot, L’esprit de Philadelphie, La justice sociale face au marché total (Zihnîyeta Fîladelfîya, Edaleta civakî beramberî bazara giştî), Seuil, Parîs, 2010.

(13) Bixwîne  “Peu(ple) leur chaut! (kêm(xelk) wan rehet bernade!, Le Monde diplomatique, Çirîya Paşîn 2003.

(14) Lire Martin Cadoret, “Ces mouvements citoyens qui veulent renouveler la démocratie (Ev tevgerên welatîyan yên ku dixwazin demokrasîyê nû bikin), Reporterre, 9ê Adara 2017an, reporterre.net

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar