Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Kerkûk, jêdera lihevnekirinê

«Qudsa Kurdan» a ku ji bo kontrola wê hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK), hem desthilata Bexdayê, hem Tirkîyeyê û herweha jî Rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) çav berdabûyê, ji 2015an vir de, bû qada gelek şer û pevçûnan. Statuya vê navenda gaz û petrolê ya girîng, cihê bi hev re jîyana gelek kêmayetîyan, têkilîyên navbera HHK û hikûmeta iraqî jahrdadayî dike, wan tim tîne hember hev. Ji bo piranîya kurdan, ev bajar serbajarê “rastî” yê başûrê Kurdistanê ya xweser e û ji bo wê jî Hewlêr qet naxwaze minaqeşe li ser bê kirin

Di hezîrana 2014an de, artêşa nîzamî ya Iraqê li hemberî yekîneyên Dewleta Îslamî li Iraq û Șamê (DAÎŞ), ku bêtir bi navê Rêxistina Dewleta Îslamî (RDI yan jî wekî bi erebî tê gotin Daiş) tê naskirin, belawela bû. Di 10ê mehê de, Mûsil, bajarê duyem yê welêt, kete nav destê cîhadîyên ku leşkerên kevn ên rejima Sedam ya ketî (2003) piştgirîya wan dikirin. Herweha, welatên sunî yên erebîaxêv ên feqîr li herêmê jî alîkarîya wan dikir. Piştî vê yekê bi çend rojan, bajarê Kerkûkê, ku ji alî Bexdayê ve dihate kontrolkirin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) jî daxwaza wê dikir, bi lezûbez ji alî hêzên iraqî ve hate valakirin û wekî li Mûsilê, çekên xwe yên giran û techîzatên xwe li dûv xwe hiştin çûn. Bajarê ku wê gavê ma dibin metirsîya Daişê de, derhal ji alî pêşmergeyan ve hate dorpêçkirin û parastin. Bi vî awayî sînorekî nû hate dîyarkirin ku lê ala Kurdistanê ya bi roja bîst û yek tîrêjî bilind bû û şûna amblema sê bandî ya sor, sipî û reş ya bi şîara erebî “Alah ekber” (Xwedê mezintirîn e) ya Iraqê girt. Li hember wê, rewşeke din hebû, ya Daişê, paçekî reş li ser bi herfên sipî “Ji xwedê mezintir tuneye, mihemed resûlê wî ye” dinivîsî, ango pîşeyê dînî dewam dikir.

Ji bo karbidestên kurd, girtina Kerkûkê serketineke mezin bû. Ji bo HHK ya ji dawîya şerê Kendavê (1990-1991) vir de defakto xweser û xweserîya wê di destûra nû ya Iraqê (2005) de jî hatibû qebûlkirin, ji nû ve bidestxistina bajarê ku wek, “Qudsa Kurdan” dihate binavkirin, pêkanîna xewna kevnar a neteweyî û nasnameyî tevde bû. Bêyî bajarekî weha, dê ji Kurdistana ku hinek hêvî dikin rojekê serbixwe be tiştek kêm bûna. Ji bo piranîya kurdan, Kerkûk jixwe serbajarê “rastîn” ê Kurdistanê bû, ku divîya Hewlêrê li ser qet bazarî nekirana. Bi du milyon nifûsa xwe, bajarê sîte yê Mezopotamyayê û derûdora wê, bi “bîrên xwe yên super” ku rezervên wan li dor neh milyar varîlî tên texmînkirin, navenda petrolê ya duyem a Iraqê ye. Ji bo Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (UPK), her du aktorên serekî yên sîyasî yên kurdan, kontrola bi tevayî ya vê gezoyê ango vî nametî dê pêşketina pêşerojê ya herêmê misoger bikira. Lê bi kêmanî divîya ku tasewasa dilê her du kêmayetîyên mezin, ereb û tirkmenên ku lê dijîn û ji bajêr derkirinê ditirsin aram bikirana. Belê dem ne dema delewêre û sozdayînan bû. Hêzên Daişê li ber derîyên bajêr bûn, û divê pêşmergeyan nîşan bidana ku ew kapasîteya wî heye ku vê valahîya ewlehîyê ya ji ber reva hêzên iraqî pêk hatibû dagire.

Êrîşên cîhadîyan pir      dibin

Șer dereng nema, wê gavê dest pê kir. Hîn sê roj di ser ketina Mûsilê re derbas nebûbûn, êrîşên cîhadîyan ên pêşîn li ser gundên derûdorê hatin ragîhandin. Birêveberên HHK yên ku haya wan ji hêza agirê dijmînê nû hebûn, hêzên rojavayî şîyar kirin û daxwaza piştgirîyeke hewayî kirin. Birêveberîya birêz Barak Obama soza piştgirîyê da. Șerê meydanî yê Kerkûkê di 17ê hezîranê de dest pê kir. Êrîşa yekê ji alî pêşmergeyan ve bi piştgirîya hewayî ya Amerîkayê hate şikandin. Êrîşa duyem pîştî rojekê di 18ê mehê de pêk hat, ev êrîş jî hate berterefkirin û bi ser neket. Bajarê ku ji kiryarên kirêt ên Daişê li Mûsil an bajarên Bakurêrojhilatê Sûrîyeyê agahdar bû, êdî dê di bin êrîşên bê navber û agirên topan de bijîyana. Birêveberên ji parastina wî berpirsîyar dê heta bi biryara kolana xendekekê li dijî “terorîzmê” jî bigirtana.

Heta ketina wê, Daişê dê qet dev ji fikra girtina Kerkukê bernedana. Ji xeynî êrîşên deqîq dê du şerên mezin derketana pêşîya hêzên kurd. Yê yekê di 29ê çileya paşîn a 2015an de, dema ku cîhadîyan ji hewa nexweş istifade kir, ketin nav bajêr û zaîyateke mezin dan pêşmergeyan -bi taybetî jî gelek efserên payebilind, ku serkirdeyê yekîneyên kurd, general Șêrko Fatîh Șivan jî di nav wan de bû- pêk hat. Bi saya şerekî kolanan yê dijwar dê êrîşkar ji bajêr bihatana der kirin. Êrîşkaran herweha jî xwestin kurdan ji bîrên petrolê û rafîneyan bêpar bikin, lê bi ser neketin. Șerê duyem di çirîya pêşîn a 2016an de, dema ku gelek êrîşên xwekujîyê li Kerkûkê pêk hatin çêbû, bi êrîşên girseyî ku bi girtina bi dehan avayîyan biencam bû û pêşmerge bi rojan şer kir heta ku ew bi şûn de girt. Șer ew hinde  dijwar bû ku sivîlan jî çek girtin û li gel hêzên kurd beşdarî pevçûnan bûn. Di nav roj û hefteyên dahatî de, nêçîra cîhadîyên ku ketibûn nav bajêr bi hemî hêza xwe dom kir.

Destpêkirina operasyonên ji bo rizgarkirina Mûsilê -dê di tîrmeha 2017an pêk bihata- û kêmasîyên Daişê yên li Sûrîyeyê zexta cîhadîyan a li ser Kerkûkê kêm kirin. Ji bo HHK, ev yek bû derfeta bihêzkirina bandora xwe li herêmê. Lê kontrola wê ya li ser bajêr dê zêde dom nekirana. Bi pêkanîna referandûma ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê (25ê îlona 2017an), birêveberên HHK hêrsa Bexdayê rakirin, ku artêşa wê ji alî Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve ji nû ve hatibû rêkxistin û tec-hîzatkirin û milîsên şiî jî hertim piştgirîya wê dikir, emrê ku biçe ser Kerkûkê girt. Di çirîya pêşîn a 2017an de, piştî hin şerên li vî alî li wî alî pêkhatin û bûn sedema sed qurbanîyan, pêşmergeyan di encamê de hêzên xwe ji bajêr vekişand. Fêdeyeke pir a zextên hemdem ên Rojavayîyan û herweha jî yên Îranê, ku nêzîkî YNKê ye, çêbû ku şerekî nû di navbera kurdan û Bexdayê de derneket. Vê îhtimalê dikaribû şerê hevpar ê li dijî Daişê têxista rewşeke bi xeter. Di 20ê çirîya pêşîn de, li şûna ala kurdî direwşa iraqî dîsa hate bilindkirin. “Qudsa kurdan” ji nû ve kete bin destê desthilata navendî. Helbet, desthilatê dixwest xwe adapteyî bandora berdewam a PDK û YNKê ya li herêmê bike; lê xewna mezin a serxwebûna başûrê Kurdistanê, ku wîlayeta Kerkûkê jî di nav de bû wekî ku pêk hatibû.

Di 2019an de jî, ser vê mesele hîn nehatibû girtin. HHK bi şûn de girtina bajêr dike yek ji xalên navendî yên têkilîyên xwe yên bi Bexdayê re. Hemî piştgirîya sîyasî yan jî her beşdarbûneke ji bo piranîyê li Parlamentoyê bi şertê pêşketinên di warê vê pirsê de hatine girêdan. Kurd dev ji daxwaza pêkanîna madeya 140ê yê destûrê bernadin, ku serjimarîyekê û referandûmekê mafê çarenivîsa xwe tayînkirinê pêşbînî dike; lê Bexdaya, ku ji îlona 2019an de duçarî krîzeke sîyasî bûye, li saeta xwe dinêre.

Bexda li paqijîya etnîkî dide mandelê

Ji destdana Kerkûkê herweha jî kîna navbera rêxistinên kurdan xurt kir, her yekê ya din bi îxanetkirina berxwenedanê li hemberî hêzên iraqî di çirîya pêşîn a 2017an de tawanbar dikir. Belê niştecîyên bajêr, ew hertim bi tirsa êrîşan dijîyan, ku herêma wan kiribûn yek ji cihên herî xeter ên Iraqê. Ev êrîşên ku dixistin stuyê hicreyên razayî yên Daişê, nîşan didan ku ev rêxistin ji holê ranebûye û ku karin xwe ji nû ve rêkbixin heke rejima Bexdayê hema piçekî ben li stuyê wan fireh bike. Kurdên bajêr karbidestên iraqî jî tawanbar dikirin ku neheqî û tadeyîyê li wan dikin û wan mecbûr dikin ku ew jî biçin bigihên penaberên li Hewlêrê bi cih bûne. Bexda xwe ji paqijkirina etnîkî diparêze, lê hemî şahidîyên rêxistinên ne hikûmetî hem fikirin ku wekî serdema rejima baesî dixwest bajêr bike ereb, eşkere zor li kurd hatîye kirin da ku ji bajêr derkevin.

Emelên tirkan ên li ser herêmê jî, meselê pir tevlîhev dikin. Rejima sîyasî çi dibe bila bibe, Enqere tu caran dev ji gotinên xwe yên ku herêma Kerkûkê, wekî ya Mûsilê, ji ber ku berê di nav împeretorîya osmanî de bûn, dixwaze bernade. Ji xeynî vê, hebûna dîrokî ya kêmayetîyeke girîng a tirkmenî li Kerkûkê ji bo Tirkîyeyê sedemeke din e, ku xwe wekî hêzeke parêzer a tirkmenan dibîne. Lê paşeroj her tiştî çareser nake. Enqereya ku serkêşîya welatekî ji jêderên vejenê bêpar dike, çav berdaye kanên petrolê yên mezin ên li herêmê. Jixwe piranîya petrola ku gelek caran li pêş çavê Bexdayê bi awayekî ne qanûnî pompe dikin dişînin Ceyhanê, di nav erdê Tirkîyê re diçe bendergeha wê û ji wir îxrac dibe. Ev îhtimala, ku meriv nikare di ser guhê xwe re bavêje, di warê krîzên ku di pêşerojê de li dor pirsa Kerkûkê pêk bên de, dê Tirkîyeyê bike aktoreke bihêz. Û ev yek ji niha ve Enqereya ku kurd, wê bi biçekkirina tirkmenan tawanbar dikin bêtir dixe bin şikê.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademir

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169

 

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.