Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Kanûna pêşîn a 1960î, cezayîrî serî radikin

Piştî şeş salên bi pevçûnê, şênîyên misilman ên bajarên cezayîrî bi carekê ji bo serxwebûnê herikîn kolanan. Van xwepêşandanên aştîyane yên kanûna pêşîn 1960î hem rayedarên fransî hem jî Enîya Rizgarîya Neteweyî (FLN) ecêbmayî hiştin. Tevî zextê jî, tevgerê hewldana general de Gaulle a ferzkirina çareserîyeke siyasî ya li dijî daxwaza netewîgiran, têk bir.

Xwepêşandanên girseyî yên ku di nav-bera sibata 2019 û adara 2020î de Cezayîr hejand û ji ber pandemîya Covid-19ê hatin sekinandin, bi bûyereke mezin a ku hindik tê zanîn re têkîldar e. 60 sal berê, gava Parîs îdîa kir ku bi temamî Artêşa Rizgarîya Neteweyî (l’Armée de libération nationale, ALN), baskê leşkerî yê Enîya Rizgarîya Neteweyî (le Front de libération nationale, FLN) pelçiqand, bi awayekî surprîz, bi hezaran kesên kolonîzekirî herikîn orta zikê bajaran û doza serxwebûnê kirin. Di 11ê kanûna pêşîn a 1960î de, niştecihên tax û meheleyên feqîr û berbajar ku piranîya wan ji jin û zarokan û temendirêjan pêk dihat, tevî xetera canê xwe taxên Ewropayê dagir kirin. Ev xwepêşandanên hanê bûn sedema zordestîya tund a dewleta Fransî ku dewlet bi xwe ji hingê ve vedişêre.  Lê belê xwepêşander  di  hilweşandina  nîzama kolonyalîst de bi ser ketin û serxwebûna xwe bi dest xistin. Ev jî di rêya rizgarîya Cezayîrê de dilsozîya biryardar a çîna karkeran nîşan dide.

Serhildan, di dema serdana Charles de Gaulle ya bo Cezayîrê de pêk hat ku ji bo nasandin û pêşvebirina bernameya xwe ya «rêya sêyemîn» çûbû wê derê. Mîna panz-deh welatên bin-Sahrayê yên ku serxwebûna xwe nû bi dest xistibûn, stratejîya serokê dewletê ew bû ku li vir jî li gor berjewendîyên sîyasî û aborî yên Fransayê rêveberîyeke girêdayî xwe ava bike. Projeya bi navê «Cezayîra Cezayîrî» (Algérie algérienne) bi xwepêşandanên ku nêzî sê hefteyan hem li ser rêya General bi xwe û hem jî li seranserê welêt belav bûn, hate pûç kirin. De Gaulle neçar ma ku ji bajarên mezin dûr bikeve, serdana xwe kurt birî û biryar da ku bi FLNê re rûnê ser maseyê.

Xwendevanên hêja, ji bo ku hun bikaribin berdewamîya
nivîsê bixwînin ji kerema xwe bibin abone.
Bibin Abone

_______

1) Henri Alleg (bin şêwirmendîya), La Guerre d’Algérie, tome 3. Des complots du 13 gulan à l’indépendance. Un État vient au monde, Temps actuel, Paris, 1981.

2) Henri Alleg, La Question, Éditions de Minuit, Paris, 1958.

3) Frantz Fanon li pey serhildanên Cezayîrê yên kanûna pêşîn a 1960î dest bi nivîsandina kitêba xwe ya dawî kir.

4) James C. Scott, La Domination et les arts de la résistance. Fragments du discours subalterne, Éditions Amsterdam, Paris, 2009.

5) «11 kanûna pêşîn 1960. Le Diên Biên Phù politique de la guerre d’Algérie», Naqd, Alger, 2010.

6) Ji xeynî kitêba xwe, nivîskarî derbarê van bûyeran de blogek amade kirîye: https://unseulheroslepeuple.org

7) Mélanie Matarese, “Daho Djerbalê dîrokzan: ‘Ji 11ê kanûna pêşîn a 1960î zêde tişt nemaye’, Ji bo Cezayîrê Vîze, 12ê kanûna Pêşîn a 2010î, https://blog.lefigaro.fr

*) Li gor nijad, dîn an jî sedemeke din veqetandina însanan (têbinîya werger)

Hemû gotarên nivîskar

X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.