Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Kampanyayên jê vegerandinê yên giştî

Ji bo ku bêtevgerîyê li koçberên ku ew li welatên wan nayên xwestin ferz bikin ji salên 1990î û vir ve hikûmet dibînin ku mîlîtarîzekirina sînor û herweha dijwarkirina qanûnan têrî vê yekê nake. Ji bilî stratejîyên zordarîyê, hikûmet ji bo rêyên din yên çareserîyê serî li rêbazên din didin. Di vir de kampanyayên agahdarîya multîmedyayê derdixin pêş

“Û li şûna ku rêya xwe berdewam ke, ew li ser vegera malê fikirî. Ez ji te re sond dixwim, dibêje ji pismamê xwe yê ku çûbû ser dilovanîya xwe: «Eger Xwedê rihê min bistîne, bila ev yek li ser xaka welatê min be»» Ev strana bi spanî çîroka rêwîtîya meksîkayîyekî ku şahidî li mirina pismamê xwe yê li ser rêya Amerîkayê dike û dixwaze vegere mala xwe. Ev stran ji alîyê fonên hikûmetên amerîkî di sala 2008an de hate tomarkirin. Ji hêla ajanseke reklamê ve bêyî ku sponsorê wê were dîyarkirin ji gelek radyoyên dewletên amerîkî yên navendî re hate şandin. (1)

Gelek dewletên ewropî jî nemaze ji «krîza» penaberan ya havîna 2015an û vir ve serî li van rêbazên ragihandinê yên jê vegerandinê didin. Rayedarên giştî yên Macarîstan û Danîmarkayê reklamên rojnameyên lubnanî û urdunî fînanse kirin. «Macarî mêvanperwer in, lê kesên ku hewl didin bêqanûnî têkevin Macaristanê cezayên herî giran li wan têne birîn», me li vir dixwend. «Parlamentoya Danîmarkayê, li ser alîkarîyên civakî yên bo penaberên ku nû hatine rêziknameyek da, di vir de hikûmet armanc dike ku alîkarîyan ji % 50î kêm bike» em li vir jê hay dibin. (2)

Di sala 2017an de, gelek hunermendên Afrîkaya Rojava di klîbeke bi navê Bul Sank sa Bakane bi «Jîyana xwe neke xetereyê « de distiran û govend digerandin. «Koçberî xweş e ger ku legal be», «Li Afrîkayê bimînin da ku wê pêş bixin, ji vir çêtir cihek tune», «Ciwano, ya ku hûn nizanin ev e ku jîyan li derveyî welêt bi qasî ku hûn xeyal dikin ne hêsan e». Ev stran, di çarçoveya projeyeke Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya bi navê «Koçberên hişmend» (3) ji hêla hikûmeta Îtalyayê ve tê fînansekirin.

«Hûn çima jiyana xwe dixin xetereyê?»

Ev kampanya, ji bo kesên ku hîn hewl nedane ku werin Rojavayê, lê ku dixwazin werin, di bin navê koçberîya bêpergal-neqanûnî de israr dikin (Kesên ku bi awayekî sîstematîk şûnde tên şandin ) û herweha li ser dijwarîya «Dewleta-xwedayî « dimeşin. Ew xetereyên rêwîtîyê, şert û mercên dijwar ên jîyanê li welatên transît û îstiqametê, metirsîyên bazirganî, qaçaxçîtî, yanê bi kurt û kurmancî, mirinê radixînin ber çavan.

Xala hevpar ya van sehneyan ev e ku bêyî behsa polîtîkayên sînorker-ku encam jê neyê girtin û ku tecrubeyên koçberîyê ji her demê bêtir dike xeterê, dûr bikevin. Hewl didin bi piranî li ser tercîhên şexsî rawestin.

Ew li dewletên ku dest bi rêwîtîya xwe kirine û yên transît de rastî kontrola polîsên sînor ên bi stratejîyeke qanîkirinê tevdigerin tên. Armanca kontrolkirina koçberan (4) di bin sîya termînolojîya «nerme» de winda dibe. Ev kampanyayên ku jê re tê gotin «agahdarî» an jî «lêhaybûn» peyvên ku wan bi kiryarên mirovî re têkildar dike, hewl dide ku di destpêkê de parastina daxwazvanan (yên ku dixwazin koç bikin) bike. Heta li alîyekî din kesên li welêt, ji derewên xizmên wan yên penaber biparêze. Li ser vê mijarê, di vîdeoyekê de ku ji hêla dewleta Swîsreyê (5) ji bo Kamerûnê hatîye fînansekirin balê dikişîne ser çîrokên koçberan. « Bawerîya xwe bi her tiştê ku hûn dibihîzin neynin»

Di destpêkê de, ev kampanyayên ku li ser medyayên kevneşopîyê dimeşîyan, ji niha û pêve, ev çalakî bi rêya Facebook, Twitter an jî YouTubeê têne meşandin. Di sala 2014an de li Avustûralyayê hikûmet, rêze kurtefîlmên ku bi panzdeh zimanên ku li Asyaya Başûr-rojhilat, Afganîstan û Endonezyayê têne axaftin çêkir. «Awustralya wê qet nebe mala we». Berpirsyarên leşkerî polîtîkaya welatên xwe bi rengekî şerkerî tînin ziman: «Heke hûn bêyî vîzeyê bi keştîyê rêwîtîyê bikin, Awustralya wê qet û qet nebe mala we. Îstîsna vê yekê nîne. Ji derewên qaçaxçîyan bawer nekin.» (6)

Dîzayner ji YouTubeê daxwaz kirin da ku vîdeoyan di forma reklaman de pêşberî bikarhênerên înternetê ku îhtîmala wana koçkirinê heye bikin. Bikaranîna hin algorîtmayan profîlên bikarhênerên înternetê dîyar dike û bi saya vêya hîn dibin bê ka ew bi çi zimanî diaxivin. Wekî farisî an jî vietnamî…

Bi heman şêwazê, vîdeoyên ku ji hêla ciwanan ve tên ecibandin, populer in, YouTube di vir de demografîya ku lê tê gerîn hêsan dike.

Dûvre, ev klîbên hanê li ser rûpelên hemwelatîyên Awustralyayê yên ku ji malbatên koçber tên xuya dikin. Ev yek ji hêla algorîtmayê ve hatine hilbijartin, loma ew kes yek ji zimanên ku ji hêla kampanyayê ve hatine hedef girtin diaxivin.

Bi tercîhkirina van kesên ku li Awustralyayê ji dayik bûne, dewlet hêvî dike ku ew bi xwe ji hemwelatîyên xwe re banga sekna li malê bikin da ku nekevin ser rêya koçberîyê. (7)

Herweha, di sala 2015an de hikûmeta Norwêcî jî berê xwe dide Facebookê. Ew bêtevdîrîtîya ku li ser sînorên Rûsyayê ku dibe sedema derbasbûna koçberan tewanbar dike. Ew dibe fînansorê du vîdeoyan. «Çima jîyana xwe dixin xeterê ?» û «Rîska we ya şûnde şandinê heye» . (8)

Li ser van videoyan, bikarhênerên tora civakî di destpêkê de bi vebijêrka «diecibînim» an jî bi şandina şîroveyan dikaribûn tevlî bibin, ku ev yek dê rê li ber belavbûna van vîdeoyan vekira. Lê belê, piştî ku rûpel bi şiroveyên nefretê yên rastgirên tund hate dagirkirin ev vebijêrk hate rakirin.

Li vir dîsa Facebook bi pêşnîyazî an jî piranî bi şiklekî bazirganîyê derdikeve pêş. Ew ji bo hikûmeta Norwecî ku dixwaze pêşî li xortên afganî, etîyopî û erîtreyî bigre û ku mafê penaxwazîyê nas nake, xizmetê dide.

Bi taybetî, algorîtma ew kesên ku li ser derveyî welatê xwe, li ser înternetê lêkolînên ku eleqeya wan li gel Ewropa û koçberîyê nîşan dide hildibijêre. Ev bi kêrî temasa koçberên transît ên ku di îstiqameta xwe de du dil in, wan ji helbijartina Norwêcê vegerînin. Sûrîye ne di nav neteweyên di hedefê de ne, da ku mafê penaberîyê neyê binpêkirin. Bi heman şiklî, di peyamê de bi zelalî tê gotin ku tenê mezin dê şûnde werin vegerandin, zarok ji vê yekê muaf in da ku mafê wan were parastin.

Ji sala 2015an û vir ve, rayedarên belçîkî ji bo însîyatîfek (9) bi vî rengî gelek caran Facebook bi kar anî. Di 2018an de, wêneyên navendên binçavkirinê û ciwanek koçber ê dest kelepçekirî, bi dirûşma «Ji koçberîya neqanûnî re na. Neyên Belçîkayê» (10) ji rûpelek Facebookê ku ji bo daîreya koçê hat çêkirin de hat neqilkirin. Lê ji ber ku ev rûpel tenê bi zimanê îngilîzî bû mîna hesabekî sexte dihate dîtin (hêzên ewlehîyê jî di nav de). Hikûmeta Belçîkî, ji wan xwest ku li şûna vêya, malpereke sade bi navê «Rastîyên derbarê Belçîkayê de» bê avakirin. (11)

Zêdebûna însîyatîfên bi vî rengî, ji ber reqabeta jê vegerandinê yên dewletên ewropî ne. Di 30ê gulana 2018an de, Wezîrê Karên Hundir yê Fransayê Gérard Collomb, di rûniştineke senatoyê de anî ziman ku koçber ji bo welatên herî mêvanperwer destnîşan bikin rêbaza ”benchmarking” (termek muqayesekirinê ye ku piranî ji bo karên bazirganî yên şirketan tê bikaranîn) bi kar tînin. Wer xuya ye ku ev nêrîn ji hêla hempîşeyên wî jî tê pejirandin.

Platforformên serlêdanê yên Gelîyê Slîkonê (Silicon Valley) baş dizanên bê girîngîya van amûran ji bo koçberan çi ye. Hejmarek pir mezin (ya koçberan) di nav wan de înternetê bi kar tînin. Ew ji bo bikaranînê, cur bi cur girêdayî telefona xwe ne: bi malbatên xwe re dikevin têkilîyê, bi saya GPSê rêya xwe dibînin, ji bo astengîyên xwe yên ziman bi kar tînin, bo serlêdana penaberîyê wêne û belgeyên zilma ku li wan hatîye kirin diparêzin, di dema rûdana xetereya keştîyê de banga alîkarîyê dikin, an jî ji bo dîtina xizm û hemwelatîyên xwe…

Di vir de gumanek li rayedarên dewletên rojavayî peyda dibû. Ji hêla gihîştina çavkanîyên cihêreng ên agahdarîyê gelo teknolojîyên dîjîtal xweserîyeke mezintir nedida koçberan? Gelo ev yek rê li ber hêsantirkirina koça neqanûnî nedikir? (12) Ji ber vê yekê, ew biryar didin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê heman amûran bikar bînin. Di vî warî de, ew agahdarî li ser cih û taybetmendîyên koçberan peyda dikin û bi vê yekê, ew kanaleke ragihandinê ya bi îmtîyaz peyda dikin da ku xwe bigihînin mixatabên xwe.

Ev kampanyayên ku ji hêla dewletên rojavayî ve bi awayekî sîstematîk têne fînansekirin û birêvebirin, her diçe mezin dibe. Ev kampanya, herweha aktorên din jî seferber dikin. Di sala 2018an de, peymana li seranserê dinyayê ya koçberîya ewlehî, di bin banê Neteweyên Yekbûyî de hat pejirandin. Li gor vê hevpeymana bi rêkûpêk û bi nîzam (an ”Hevpeymana Marakeşê”) ”pêkanîna kampanyayên agahdarîya pirzimanî û rastîn” tê pêşnîyarkirin. Herweha, organîzekirina ”civînên hestyarkirinê li welatê wan ê nîştimanî” û ev yek, bi taybetî ji bo ”xetereyên ku koçberên neqanûnî rû bi rû ne, eşkere bike.”

Komîserîya Bilind a Penaberan (UNHCR) û IOM rola navbeynkar dilîze da ku fînansekirina van kampanyayên dewletên rojavayî yên ku li derveyî xaka xwe dimeşînin hêsantir bike.

Bandora gumanbar

Di heman demê de, di nav de, şirketên di warê bazirganî û ragihandinê de ku pispor in jî hene. Li Hong Kongê, Seefar ”ragihandina stratejîk” ku bi armanca rê li ber girtina koçberên potansîyel ên li Afganistan an jî Afrîkaya Rojava pêş dixe. Şirketa Awustralî Put It Out There Pictures ji bo hikûmetên rojavayî vîdeoyên propagandayê çêdike. Wekî fîlma televîzyonê –Journey-, penaxwazên ku bi awayekî neqanûnî hewl didin bikevin Awustralyayê nîşan dide.

Herweha, komeleyên mirovî û alîkarîya geşepêdanê jî tevkarîyekê didin van însîyatîfan. Rêxistina nehikûmatî (NGO) –Proactiva Open Arms- a ku di 2015an de bi armanca rizgarkirina koçberên di bobelatên ku li Deryaya Spî diqewimin hate avakirin, di sala 2019an de li Senegalê (13) dest bi projeyên bi vî rengî kir. Li welatên destpêka koçê de, gelek der û dor ji bo piştgirîyê li dora van karan dicivin. Di nav de koçberên vegerîyayî, rojnamevan, hunermend, rêveberên komelî û olî jî hene. Li Gîneyê, hunermendên ku berê bi vekirina sînoran re mijûl dibûn, niha ew ji bo pêşî li koça ciwanên hemwelatîyên xwe bigrin dikevin nav liv û tevgerê. (14)

Dîskûrên însanî pêwîstîya parastina koçberan bi agahdarkirinê, hevkarîya nav dewletan, rêxistinên navneteweyî, sektora taybet û komeleyan hêsantir dike. Piranîya van aktoran di warê kontrola tund a sînoran de biyanî ne.

Tevlîbûna wan şahidî li berfireh-bûna qada tekoşînê ya li dijî koçberîya bêserûber ku gav bi gav tevahî beşên civakê yên Başûr dagir dike.

Çiqas bi bandor? Em dibînin ku li ser bandora van kampanyayan nirxandinên pir kêm hene. Di 2019an de, lêkolînek norwêcî (15) bandorên wan li ser koçberên ku ji Xertûmê derbas dibin analîz kir, lê encam qels bû. Kêm kes ji wan ji peyamên hikûmetê agahdar bûn, rûyên herî tarî yên koçberîyê jî di nav de wan xwe bi her awayî, bi têra xwe agahdar hîs dikirin. Dema mirov trajedîyên koçberîya neqanûnî ku di medyayê de cih digrin temaşe dike, ji mirov re wisa xuya dike ku koçber di ferqa xetereyan de ne û li gel vê yekê jî di koçê de israr dikin, lê ev yek di rastîya xwe de ne wisa ye.

* Profesorê civaknasîyê yê Zanîngeha Sorbonne Paris Nord û polîtolog li koma lêkolînê li ser têkilîyên etnîk, koçber û wekhevî li Zanîngeha Université Libre de Bruxelles.

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

 

_________

(1) María Herrera-Sobek, «The Border Patrol and their “Migra Corridos”: Propaganda, genre adaptation, and Mexican immigration », American Studies Journal, hejmar 57, Göttingen, 2012.

(2) USA Today, McLean (Virginie), 21ê îlona 2015an; The Waşîngton Post, 7ê îlona 2015an.

(3) Antoine Pécoud, «Quand la lutte contre l’immi- gration irrégulière devient une question de “culture”», The Conversation, 26ê sibata 2019an, https://theconver- sation.com

(4) Lire Alain Morice û Claire Rodier, «Comment l’Union européenne enferme ses voisins», Le Monde diplomatique, hezîran 2010.

(5) «Dangers of illegal immigration», African News, YouTube, 30ê çirîya pêşîn ya 2007an.

(6) Oliver Laughland, «Angus Campbell warns asylum seekers not to travel to Australia by boat», The Guardian, London, 11ê nîsana 2014an.

(7) Johnny Lieu, «Um, why am I being targeted with Australian anti-refugee ads on Facebook?», Mashable, 4ê çirîya pêşîn a 2016an, https://mashable.com

(8) «Stricter asylum regulations in Norway», ministère de la justice et de la sécurité publique norvégien, https://nettsteder.regjeringen.no

(9) Rûpela Facebookê «Belgian Immigration Office».

(10) Gauvain Dossantos, «Non, ce n’est pas un fake: cette campagne antimigrants a bien été commandée par le gouvernement belge», Newsmonkey, 27ê îlona 2018an, https://fr.newsmonkey.be

(11) www.factsaboutbelgium.be

(12) Rianne Dekker et Godfried Engbersen, «How social media transform migrant networks and facilitate migration», Global Networks, vol. 14, hejmar 4, Oxford, çirîya pêşîn a 2014an.

(13) «A NGO’s dilemma : Rescuing migrants at sea or keeping them in their place?», Border Criminologies, faculté de droit d’Oxford, 27ê nîsana 2020an, www.law.ox.ac.uk

(14) Raphaël Krafft, «Contrôle des frontières et des âmes: le soft power de l’OIM en Afrique», Mediapart, 20ê sibata 2020î, www.mediapart.fr

(15) Jan-Paul Brekke et Audun Beyer, «“Everyone wants to leave”: Transit migration from Khartoum – The role of information and social media campaigns», Institut pour la recherche sociale, ministère de la justice et de la sécurité publique, Oslo, 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar