Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Kabloyên noqaran, karekî dewletan

Xeyala lîberterien a Interneta ji alîyê tenê şirketên taybet ve eyarkirî, vedimire. Demeke dirêj bêtaqetmayî li hemberî dîyardeya ku jê fêm nedikirin, dewlet ji nû ve qada xwe ya li enîya dîjîtal fireh dikin. Û her diçe zêdetir giranîya xwe didin ser mîmarîya fîzîkî ya Tevnê, pirsgirêka serwerîyê û hêzê ya sedsala XXIemîn, eynî wekî kabloyên telegrafîk ji sedala XIXemîn û vir ve.

Wehrmachtê ew wekî Martha bi nav dikir. Îro, bergekî reng zengarî rengê grî yê betonê vedişêre. Li ser rêya ku vedizele seranserî lîmana deryayî ya Marsîlyayê ber bi îstîqameta Estaque, baregeha berê ya noqara nazîyan hatîye terkkirin pêvajoya zêdetirî heftê salan. Stargeha temamnebûyî ji alîyê Mutefîkan ve piştî leşkerdanîna li Provensê wekî zindana leşkerî hat bikaranîn. Dû re êdî tu tişt. Heta berî demeke nêz jî, çend kes bi înîsîyatîfa xwe dihatin heyranîya xwe nîşan didan ji bo destxetên jibîrkirî li ser dîwaran, ku muhtemelen berhemên girtîyên alman in. Niha êdî ji serdanê re girtî ne, asêkirî bi dîwaran ji 2020î ve li pişt beşên avahîyên MRS 3, yek ji navendên qirase yên daneyên şirketa Interxion.

«Ez nikarim bihêlim hûn bikevin hundir. Ev platformên cloud-ewr ên pir hesas in û biryarên me yên sir ên bi dirêjîya qasî milekî hene», ji nişka ve wisa li xwe mikur tê M. Fabrice Coquio, serokê şirketê. Wargeh sîvîl e, lê belê ewlekarî hêjayî baregeheke leşkerî ye. Li vê derê yên ku datînin beşek ji çardeh kabloyên noqarên bi fîbr ên digihîjin kevnebajarê Phocée- Daneyên ji her derê cîhanê hatine anîn, stokkirî û veguhestî ne, li navendên înformatîk ên mişterîyan: Google, Amazon, Facebook, kabîneyeke parêzeran, şirketa xwecihî ya avê, wekî operatorên ragihandina ji dûr ve. Dewleta fransî, jî. «Ne demeke dirêj e ku welatên ewropî bi awayekî vekirî bi aktorên taybet ên binesazîya Netê-Tevnê- re eleqedar dibin», li gorî ku M. Coquio destnîşan dike. Bi awayekî dizî, wan ji salên 2000î ve ew çêkir. Bi ji sedî 99ê ragihandinên elektronîk ên navber-parzemînan bi kabloyên noqaran an go keştîyên bin avê re, îstîxbaratan jî ev der veguherand qadeke lîstikên xwe yên favorî.

Li hemberî avahîyên mezin ên xemilandî yên keştîyên rêwîyan re, zehmet e mirov xeyal bike ku em di nava hêlîna sîxuran de ne.  Û li gel vê yekê jî, li gorî belgeyên sîxur Edward Snowden dan rojnameya Der Spiegel, Ajansa Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîkî (NSA) di sibata 2013an de vîrusek xistîye nava dilê sîteya îdarî û rêveberîya SEA-ME-WE 4, kabloyekî ku ragihandinên bi telefonê û Înterneta Marsîlyayê ber bi Afrîkaya Bakur, Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr-Rojhilat ve girê dide.(1) Ji bo NSAyê, Marsîlya tê wateya yek ji noqteyên sereke yên destwerdana li seranserî cîhanê.

«Clean Network», safîkirina amerîkî

«Destpêkê, berhevkirina daneyên têkildarî kabloyên bin-deryayî bi antîterorîzmê hat îzahkirin», li gorî Dominique Boullier, civakzanê li Enstîtûya Lêkolîna Sîyasî ya Parîs. Piştî êrişên 11ê îlona 2001ê, «lazim bû herikîna bi girseyî ya ber bi noqteyên kilîd  ji bo venêrîn û muhtemelen xwegihandina heta sûcdaran di dema bûyerê de, bihata zeftkirin». Di bîst salan de, Waşîngton dibe şefa orkestraya «Five Eyes» (Pênc Çav) di zeftkirina ragihandinên di kabloyan re derbas dibin -behsa «desteserkirina kabloyê» tê kirin- û bi alîkarîya amûrên pîvana kûrahîyê yên li noqteyên daketina zemînê li gel destwerdana operatoran hatîye pêkanîn. «Amerîkî hemû kabloyên îro pompe dikin. Li Fransayê me rênîşandêrên wan ên Cisco ceribandin. Em zanin ku beşek daneyên ku dertên bi awayekî ecêb digihîjin Dewletên Yekbûyî», wisa dibêje, bi navekî anonîm, berpirsîyarekî payebilind ê operatorekî fransî yê ragihandina ji dûr ve. Ji bilî zeftkirina girseyî, servîsên amerîkî operasyonên li dijî îstîxbaratên sîyasî (hikûmet, seferetxane) û aborî dimeşînin. Van salên dawî, bo nimûne, em bûn şahidên destwerdana li Honduras a qutkirina kabloyê ji devereke gundewar ku lê aktorên aborî yên cîhanî yên sektora otomobîl û pîşevanîya çandinî-qût, li hev kom dibin. An jî wekî din girêdana Navenda Navneteweyî ya fîzîka teorîk li Trieste, ku zanyarên cîhanê giş li qada nukleerê perwerde dike.(2)

Li alîyê partnerên brîtanî, jî heman xirecir. Di 2012an de, Navenda Ragihandinan a Hikûmetê (GCHQ), servîsa hukûmetî ya ji venêrîna ragihandinên ji dûr ve berpirsyar, ji nû ve bi destxistî bi rêya kabloyên cookies (çerezan) yên karmendên operatora belçîkî Belgacom ji bo ketina nava tevna şirketê, ku nexasim xizmetan pêşkêşî rêveberîyên ewropî dike.(3) Di 2014an de, fransî fêr dibin ku îstîxbaratên brîtanî ji 2011an ve xwe digihînin mişterîyên şirketa Orange: «Wê demê, îstîxbaratên brîtanî ji grûba Ilidad guman dikir ku li gel Mossadê peyman çêkiribe, li gorî şahidîya çavkanîyeke navxweyî ku tercîh dike navê anonîm bikar bîne. GCHQ, bi navgîna şirketa Orange, dikaribû guherînên herikîna li ser kabloyan bipîve û tesbît bike ka di navbera Fransa û Îsraîlê de tiştekî rû dida an na: peymanên bazirganî, hevkarî, operasyonek… ev êdî ji bo dewletan bûye pêkanîneke ji rêzê.»

Li pey îfşayên M. Snowden, welatên ewropî xwe li erdê dixin, nexasim Fransa. Lê belê Parîs, ku li gel NSAyê hevkarîyê dike, ji 2008an ve bernameyeke guhdarîkirina li ragihandinên navneteweyî yên di kabloyên bin deryayî re derbas dibin dimeşîne.(4) Nivîseke ji alîyê M. Snowden ve hat eşkerekirin nîşan dide ku di 2009an de, Îdareya Giştî ya Ewlekarîya Derve (DGSE) hevkarîya xwe ya li gel GCHQ xurt dike, ji bo «şopandina destwerdanên girseyî bi şikandina pergalên krîptoyê yên ji alîyê tedarîkvanên taybet ve tên dayîn.» Di navbera 2008 û 2013an de bi hevkarîya şirketa Orange, pênc kablo li bin guhdarîkirinê ne. Ev hê destpêkek e.

«Îro, kîjan dewlet rasterast dest wernade şirketên ragihandina ji dûr ve? Vê pirsê dike M. Sébastien Crozier, serokê Konfederasyona fransî ya çarçovekirinê -Konfederasyona giştî ya rêveberên (CFE-CGC) şirketa Orange-. Operatorî, ji niha û şûn ve tê wateya qebûlkirina xizmetkarîya ji bo serwerîya neteweyî.» Û ev, bêyî çarçoveya qanûnî û bê kontrol pêk tê. «Kabloyên bin-deryayî bi berpirsyarîya ji ragihandinên navneteweyî re têkildar e û ji ber vê yekê karûbarekî girêdayî serwerîya neteweyî ye. Li Fransayê, em tu caran nebûn xwedî qabîlîyeta kontrolkirina DGSEyê di ser kabloyan re. Û qanûna têkildarî îstîxbaratê ya 2015an tu tişt neguherand», li gorî tesbîra M. Jean-Marie Delarue, serokê berê yê Komîsyona Neteweyî ya Kontrola Destwerdanên Ewlekarîyê. Fransa jixwe ne îstîsnayek e di vî warî de. «Qanûnên îstîxbaratê yên welatên OCDE [Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî] hatin derxistin, piştî bûyera Snowden zeftkirina daneyan hêsantir kir, ango ev kar hê zêdetir hat mezinkirin», çawa ku M. Crozier dibêje.

Kabloyên bin-deryayî girêdayî ragihandinan, herikînên fînansî, rêyên daneyên stokên ji dûr ve («ewr», bi ingilîzî cloud) ne. Kontrola li ser van herikînan îro êdî ji bo dewletan levyeyeke bandora jeo-aborî ya mezin pêk tîne. Welatekî din ê ev yek baş fêm kirîye: Çîn e. 8ê nîsana 2010an, li gorî raporeke Kongreya Amerîkî, Pekîn di nava 18 deqîqeyan de, berê nivîsên ji senato, wezareta parastinê, wezareta bazirganîyê û heta ji National Aeronautics and Space Administration (NASA) tên şandin an jî ji van dezgehan re tên şandin arasteyî servirên xwe dike. Di hezîrana 2019an de, mihendizên şirketa Oracle keşf dikin ku hecmeke mezin a trafîka ewropî ya Bouygues Telecom û SFR ji nû ve ji bo du saetan ber bi Çînê ve diherike.

Ji vê jî hê baştir: Komara gel berê şirketên xwe yên gelemperî rasterast dide ser kontrolkirina tewa fizîkî ya qada sîberê. «Dewleta çînî îftîxar dike bi konsorsîyomên asyayî yên bi navgîna China Mobile, China Telecom û China Unicomê kar dikin. Bi awayekî giştî, meyla mezin a trafîka Internetê ber bi Asyayê ve, dewletên asyayî (Chine, Thaïlande, Singapour) neçar hiştin ku giranîya xwe bidin ser kabloyan: ji 2010î ve, ew bi navînî ji sedî 9 veberhênan kirin, beramberî ji sedî yek di navbera 1987 û 2010î de», li gorî agahîyên Félix Blanc, doktorê zanista sîyasî yê di rêveberîya kabloyên bin-deryayî de pispor. Li wêdetirî bandora xwe ya herêmî, Çîn perê xwe dixe nava projeyên li herêmên stratejîk, wekî kanala Nîkaragua, ku îmtîyaza wê kabloyên înternetê jî eleqedar dike, an jî girêdana bi parzemîna ewropî ve di ser Marsîlyayê re bi navgîna yekemîn têkilîya bi fîbra optîk a çînî li navbera Fransa û Asyayê, ku wekî Pakistan and East Africa Connecting Europe (Peace) hatîye binavkirin. Di navbera 2016 û 2019an de, şirketên çînî bûn beşdarên ji sedî 20ê avakirinên kabloyan, ku zêdetirî nîvê wan li derveyî derya Çînê ya başûrî, nexasim jî li welatên ber bi pêşketinê pêk tên.(5)

Waşîngton ji vê rewşê zêde nekêfxweş e. «Di 2013an de, Dewletên Yekbûyî jixwe têk çûbû di bicihikirina kabloyeke wêdetirî Atlantîk New York-Lonresê de, ku lazim bû têde şirketa çînî Huawei Marine» jî cih bigirta, li gorî bibîrxistina Blanc. Di 2020î de, Komîsyona Federal a Ragihandinan (FCC) li ser Google û Facebookê ferz dike ku girêdana navbera Los Angeles û Hongkongê çêneke, berevajî projeya wan a ku tiştekî wisa dabû ber xwe. Dêwên Tevnê serî ditewînin. Bi awayekî fermî, rêveberîya amerîkî sêyemîn endamê hongkongî yê konsosîyomê, Pacific Light Data Communication, bi hevkarîya li gel îstîxbarata çînî sûcbar dike. Ji bo M. Crozier, «operasyona nexasim bi kêrî qelskirina cihê fînansî yê Hongkongê tê li nava konteksta ku wê yê karibîya xwe nêzî Şangayê bikira û şûna Londonê bigirta.»            

Têkildarî kabloya Peace, hikûmeta amerîkî rastarast zextê li Parîsê dike. Di çirîya pêşîn a 2020î de, M. Peter Berkowitz, midûrê dezgeha plansazîya departmana dewletê, li gel şêwirmendên serokê Komarê û nûnerên wezaretên karên derve û artêşan hevdîtinekê pêk tîne. Ew bi raporekê têkildarî dilbijîyên cîhanî yên Çînê di bicihkirina kabloyan de endîşeyên xwe tîne ziman û -hişyarkirineke têra xwe şorkirî- di warê xetereyên casûsîyê de hişyarîyê dike. «Normal e ku zext hebin, wisa şirove dike M. Paul Triolo, endamê kabîneya konseya Eurasia Group. Cloud, amerîkî ye. Eger hûn Microsoft an jî Amazon bin, heta raqîbên we yên li Ewropayê şirketên wekî Outscale an jî OVH bin, hûnê zêde netirsin. Alibaba û Tencent, ev jî, çîrokeke din e.»

«Dewletên Yekbûyî  her diçe zêdetir dest werdidin kabloyan li nava konteksta şerê xwe yê bazirganî  li gel Çînê, wisa îzah dike Camille Morel, doktora hiqûqê û zanista sîyasî, a li zanîngeha Jean-Moulin Lyon III. Li Ewropayê, ev tiştekî pir nû ye. Lê belê di 2018an de jî, wan li ser Avustralyayê zext dikir û bûn sedem ku ev welat xwe nede ber mesrefên Huawei ji bo bicihkirina kabloyên li navbera Sydney û giravên Saloman.» Ev destwerdan dibin alîkar ji bo bernameyeke fireh a amerîkî ku wezîrê karê derve yê berê Michael Pompeo navê Clean Network («tevna paqij») lê kiribû. «Paqijîya» amerîkî ji çend paceyan pêk dihat: qedexekirina operatorên çînî (wekî China Telecom) an jî hin aplîkasyon (TikTok, ji bo demeke ji alîyê M. Donald Trump ve dîyarkirî) li welêt, kêmkirina hejmara daneyên ji dûr ve stokkirî li Çînê û helbet «pakkirina» tevna kabloyê bi dûrgirtina aktorên çînî.

«Dîsa jî divê em di hişê xwe de bigrin ku Internet hê ji destpêkê ve amerîkî ye. Em zêde dikevin ber bayê Waşîngton a ku hêza Çînê mubalexe dike», bi bîr dixe Ophélie Coelho, lêkolînera li îdareya navberwezaretan a dîjîtal. Helwestên wê yên tirsonek nabin asteng ji bo Waşîngton li ser Pekînê sîxurîyê bike, eynî wekî gava servîsên neozelandî li ser navê NSAyê dest werdidin girêdana kabloyeke di konsolosxaneya çînî ya Aucklandê re derbas dibe.(6) Ji bo Pekînê, binesazîyên Tevnê derfeteke misogerkirina berjewendîyên jîyanî temsîl dikin. Li gel nêzî ji sedî 20ê nifûsê cîhanî û ji sedî 10ê zevîyên çandî,  Çîn «binesazîyên teknolojîk ên li derveyî xaka xwe ji bo xwegihandina madeyên xav fînanse dike û nexasim jî ji bo xwegihandina çavkanîyên qût», li gorî Statia Lee, lêkolînera zanistên sîyasî li zanîngeha Waşîngton. China Unicom bo nimûne perê xwe xist karê kabloyên navbera Kamerûn û Brezîlyayê bi berdêla xwegihandina herêmên masîvanîyê.(7) «Stratejîya kabloyî ya Çînê, ku berê xwe daye tatmînkirina daxwaza hundirîn, zêdetir destekê dide projeksîyona aborîya xwe ya dîjîtl li derve, li Fransa, Afrîka, û ji demeke dirêj ve jî li Asyayê. Ev wekî “rêyên hevrîşîm ên dîjîtal dihatin binavkirin”», li gorî ragihandinên bi detay ên M. Jean-Luc Vuillemin, alîkarê serokê tevnên navneteweyî yên şirketa Orange. Bi şîroveya wî, Pekîn berî demeke nêz sê kabloyên qismen ji alîyê Googlê ve fînansekirî têk biribû. Kabloyên mijara gotinê wê Hongkongê bi Japonya, Sîngapûr û Filipînan ve girêbida.

Afrîka, bazara êsîran

Welatên din jî hewl didin Dewletên Yekbûyî ji xwe dûr bigirin, eynî wekî Kuba. Beramberî vê yekê, amerîkîyan qedexe kir ku her kabloya li Florîdayê dikeve (heman rewş hema bêje ji bo fîbirên latîn-amerîkî jî mijara gotinê ye) dirêjî giravê bibe. Çend meh piştî îfşayên M. Snowden, hikûmeta Mme Dilma Rousseff wekî derfeteke gavavêtina di ser Dewletên Yekbûyî re û sazkirina serwerîya dîjîtal a Brezîlyayê, projeya kabloya EllaLink a navbera Brezîlya û Portugalê pêşkêş dikir. Rûsyaya ku ev daxwaza bi coş parve kir, li gorî Julien Nocetti, lêkolînera spesyalîst a Interneta rûs li Ensîtûya fransî ya têkilîyên navneteweyî, «navendên xwe yên daneyan ji nû ve bicih dike. Dawîya 2019an, ji sedî 60ê daneyên wan hê jî li derve veşartîbûn.»

Amûrên çavdêrîkirinê, heta zextê, wekî li dema «bihara ereb» a 2011an, ku hingê kablo bi zanebûn hatibûn qutkirin ji alîyê deshilatîyê ve ji bo îzolekirina gelê Sûrîyê an jî Misirê(8), binesazîyên ragihandina ji dûr ve ya fîbra optîk jî vektorên bandora aborî ne. Ev cot xwedîbûn wan li navenda meseleyên jeopolîtîk ên mezin bicih dikin, eynî wekî kabloyên telegarîfîk ên sedsala XIXemîn, ku yên pêşî ji 1852yan ve Borsayên Parîs, London û New Yorkê bi hev ve girê didin. Pêvajoya dehan salên şûnde, Eastern Telegraph Company têkilîyên navbera Brîtanyaya Gewre û kolonîyên li Afrîka, Asya lê herweha yên ber bi Amerîkaya Başûr, Awustralya û nexasim jî ber kevîya Rojava ya Dewletên Yekbûyî zêde dike. Ji 1892an ve, ji sisêyan dudoyê kabloyên cîhanê aîdê wan in. Dîplomatê pispor yê berê yê rêvebirina Înternetê, M. Jovan Kurbalija wekî din binê vê agahîyê xêz dike: «Îro hê jî, guzergeha kabloyên Înterneta bin-deryayî rêyên telegrafîk ên Împaratorîya brîtanî dişopîne».

Li Qralîyeta Yekbûyî wekî li Fransayê, ji 1870yî ve (gava Marsîlya bi Cezaîrê ve girêdayî ye), «kablo bûbûn zarûrî, ne tenê ji bo bazirganîya deryayî ya hemû hêzên mezin û kolonîyên wan, lê belê herweha ji bo parastina vê bazirganîyê û van kolonîyên di dema şer de», wisa dinivîse dîrokzan Daniel Headrick.(9) Hê hingê, hikûmeta brîtanî cesaretê dide keştîyên bi kablo yên bîyanî ji bo xwe li peravên wan ragirin û bikevin qada wê ya kontrolê. «Ders pir zelal bû, wisa gotinên xwe didomîne Headrick: di dema şer de, netewa xwedî hejmara herî mezin a keştîyên bi kablo û hêza herî mezin a deryavan, ango Brîtanyaya Gewre, herweha ragihandinên neteweyên din jî kontrol dikirin. Hiqûqa navneteweyî, rêzgirtina ji hiqûq û mulkîyeta bêalîyan re, sozên aştîyê û dostanîya berdewam û têkilîyên biratîyê li navbera neteweyan êdî pêk nedihatin. Sedsala XXemîn  destpê kiribû.» Di 1898an de, li dema pevçûna îspanî-amerîkî li Kubayê, kablo cara pêşî  bûn hedef. Ji vir û şûn ve, bi destpêkirina her şerê cîhanî re, Qralîyeta Yekbûyî wê kabloyên bin-deryayî yên alman bibire.

Wekî doh, girîngî û çendeya daneyên ku bi navgîna van fîbran derbas dibin, endîşeyê zêde dikin. Li havîna 2015an, wê têrê bike ku keştîyeke oseyanografîk a rûs, Yantar, kabloyên li derûdora peravên amerîkî  bişopîne ji bo ku thînk tankeke birîtanî, Policy Exchange, di 2017an de raporeke bi vî sernavî biweşîne: «Kabloyên bin-deryayî: zarûrî û hesas.» Bi qasî çil rûpelên li bin çavdêrîya bilind a amîralê berê yê amerîkî nivîsandî, îzah dike çima rûs birîna kabloyên bin-derayî di dema pevçûnê de li derveyî îhtîmalan nagirin. Sekreterê giştî yê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO), M. Jens Stoltenberg, di dawîya 2020î de dibe bangewazê pêşxistina mîsyonên çavdêrîyê û parastina kabloyên bin-deryayî.

Keştîyên çavdêrîyê, dronên bin-deryayî, pergalên deng ên li nava kendal û zinaran bicihkirî: wezaretên artêşan, yên Dewletên Yekbûyî heta Çînê, yên Qralîyeta Yekbûyî û Fransayê dikevin nava pêşbazîya îcatkarîyê ji bo xwe bi çekûrext bikin li dijî «şerekî nivîn-deryayî» (seabed warfare), ku bi taybetî di venûkirina stratejîk a 2021ê de hatîye destnîşankirin. Di rastîyê de Yantar çi dikir? Dronên bin-deryayî yên amerîkî û çînî çi dikin? «Em nizanin. Lê belê, li derveyî çend çalakîyên vandalîzmê, em zanin ku piranîya bi sedan qutbûnên her sal pêktên girêdayî keştîyên masîgirên nêzî perava ne», wisa dibersivîne Camille Morel. «Kablo tengezarîyên dîplomatîk krîstalîze dikin, lê belê ji bo livûtevgereke leşkerî hê wext pir dûr e. Encam wê zêde giran bin. Sabotajeke ji alîyê welatekî ve wê bibe hemwateya îlana şer.»

Ev vejîna pirsgirêka keştîyên bi kablo meyleke demdirêj tacîdar dike. Ji salên 1930yî ve, pêşketina radyoyê kabloyan marjînalîze dike, bêyî ku wan bi temamî ji holê rake; zeftkirina wan ji ya pêlên hertzê zehmetir e. Heta, bi hatina peykan re, li serdema şerê sar kablo bi kêrî sîxurîyê tên.(10)  Li dawîya salên 1980yî, bi xuyabûna fîbrên optîk re, kapasîteya zêdebûyî ya van kabloyan, serdema leza bilind a Înternet û operatorên mezin ên bi bazirganîya înternetê livîyayî dide destpêkirin. «Di pêvajoya yekemîn dehsala pêşketina fîbrê de, pîşesazîya kabloyê xwe careke din dispêre konsorsîyomên operatorên neteweyî, gelek monopolên dewletê jî di navê de, wisa îzah dike Nicole Starosielski, mamosteya li zanîngeha New York û nivîskara berhema The Undersea Network (Duke University Press, 2015). Lê belê qebûlkirina prensîba pêşbazîya ji alîyê gelek welatan ve piştî derketina qanûna amerîkî ya li ser ragihandinên ji dûr ve ya 1996an levîyeyan radestî aktorên taybet dike.» Di deh salan de, para sermayeyê ya di destê operatorên gelemperî de dikeve heta bin ji sedî yekê veberhênana giştî.

Bi qasî deh sal e, çend veberhênerên amerîkî yên têra xwe bi hêz ji bo bi tenê faalîyetan bikin, ketin şûna konsorsîyomên berê, ku bi dehan operator li hev kom dikirin: Google, Facebook, Amazon û Microsoft. Dema ku Çîn li bazara asyayî bi pêş dikeve, ev şirket wê karibin piranîyeke mezin a kabloyên bin-deryayî yên rojava ji niha heta sê salan kontrol bikin.(11) Google di nêzîk de wê bibe xwedîya pênc heban. Ya dawî ku kete xixmetê Dunant e. Nêzî du sed caran bihêztir ji fîbrên berî bîst salan hatine raxistin, ew Virginia Beachê bi Saint-Hilaire-de-Riez (Vendée)ê ve girê dide. «Destpêkê, ji bo me bes bû em bandên derbasî operatorê dibin kirê bikin. Lê belê piştî li ber çavgirtina firehîya trafîkê ya tesbîtkirî an jî texmînkirî, ya herî baş veberhênana di nava kabloyên me bi xwe de bû», wisa tîne ziman Mme Jayne Stowell, ku kontratên ji bo avakirina kabloyên bin-deryayî li cem Google muzakere dike. Bi vîdeo (YouTube, Netflix, Twitch) û stokaja ji dûr ve, xerckirina daneyan adeta diteqe: ew di 2021ê de ji 2005an 130 caran zêdetir dibe.(12) «Ev Gafam in [Google, Apple, Facebook, Amazon, Microsoft] ku trafîkê pêk tînin, ku Ewropa jî bi girseyî girêdayî wan e. Ew ji niha ve nîvê banda di înterneta cîhanê re derbas dibe bikar tînin û ev yek wê ji niha heta 2027an bigihîje ji sedî 80yî. Ji bo van aktoran, bi tena serê xwe kontrolkirina van herikînên daneyan êdî bû dîyardeyeke zelal», bi kurtî wisa dibêje Lucie Greene, nivîskara Silicon States (Counterpoint, 2018).

Şirketên ragihandina ji dûr ve sor dibînin. «Berî çend salan, Google û Microsoft mişterîyên wan bûn. Niha, ew daketine asta birêvebirina raxistina kabloyan li herêmên neteweyî, her cure burokrasî û girêdana li gel bikarhênerên dawî. Ew dibin taşeron. Û modela wan a kar wê peyderpey bibe girêdayî binesazîyên ku êdî ne aîdên wan in», li gorî analîza Andrew Blum, rojnamevan û nivîskarê Tubes: A Journey to the Center of the Internet (Ecco, 2013). Wekî din, stokaja ji dûr ve ya daneyên li ser servirên înformatîk ên li çar alîyên cîhanê bicihkirî, şirketan dikin muptelayên kabloyê. «Aborîya cloudê îro motora pîşesazîya keştîyên bi kablo ye. Ji ber pirsgirêkên malîyet û bandorê, şirketên mezin ên ewropî daneyên dispêrin şirketên wekî Amazon Web Services», li gorî ku M. Boullier tesbît kirîye. Ji ber girêdana wan a bi dêwên amerîkî yên cloud ên wekî Amazonê ve  (ji sedî 31ê bazarê), Microsoft (20 %) an jî Google (7 %), daneyên ewropî mane li ser wijdana servîsên amerîkî bi saya Cloud Act ku di gulana 2018an de ji alîyê rêveberîya Trump ve hat anîn. Te divê bila ev dane li ser servirên li xaka amerîkî komkirî bin an jî li ser yên li welatekî din bin, daxwazeke besît a dadgerekî amerîkî têrê dike wan bi dest bixe.

Bi alîkarîya pergaleke xurt a lobîyê ya li nava Yekîtîya Ewropî(13), Gafam ji bo birêvebirina daneyên hesas sertîfîkayan berhev dike. Bi vî awayî, bêyî zêde were teorîzekirin, em dikarin bibêjin ku şirket û rêveber li bin perfuzyona kabloyên amerîkî bicih dibin. «Û carna, bêyî ku pêşbazîyek jî bibe mijara gotinê ev yek pêk tê, li gorî tesbîta Ophélie Coelho. Bo nimûne Health Data Hub, platforma bi pêşengîya Microsoft Azure ku ji 2019an ve daneyên tibî yên nexweşxaneyên fransî yên bi armanca lêkolînên hesas pêşwazî dike.» Encam: «Em êdî tên girêdan bi awayê wan ê bicihkirin  û kontrolkirina daneyan û herweha bi mewzûata wan ve. Di lîstika reqabeta serbest û xiranebûyî, ku tenê ewropî jê re rêzê digirin, em ê li dijî Amazon an jî Googleê, ji bikaranînê heta derbaskirina daneyan hertim winda bikin», wisa gilî û gazincan dike M. Boullier.

Li nava Yekîtîya Ewropî, prensîba hiqûqî ya bêalîbûna tevnê bi awayekî teorîk bazara serbest misoger dike: operatorên ewropî divê xwe bidin ber wê yekê ku muhtewayên tên ser tevnên neteweyî li mişterîyên wan bên belavkirin bêyî ku kalîteya wan kêm bibe. Hingê bes e ku Gafam kapasîteya kabloyan zêde bikin û bi awayekî xwecihî naverokên pir belavbûyî zêde bike. «Ji bo ku van xizmetan bikin qetîyen ne pêwist e li Ewropayê bicih bibin. Û ev rewş bi kêrî wan tê da ku bi piranî nekevin ber kontrolan û backirinên xwecihî», wisa li gotinên xwe zêde dike, M. Crozier, ji şirketa Orange. «Ev rêzikeke tewş e. Di prensîbê de, divê em yên herî xurt sererast bikin da ku derfetê bidin derketina holê ya yên herî biçûk. Lê belê li vir, ev sererastkirina asîmetrîk li ser navê yekîtîyê tê qedexekirin. Ev bi rastî jî tiştekî ecêb e!», wisa didomîne hevalê wî yê kar, M. Vuillemin.

Li hemberî girêdana teknîk, aborî û hiqûqî, welatên ewropî ku ne xwedî qabîlîyeta reqabetkirina li dijî Google an jî Amazonê ne, tercîh dikin kabloyan û tedarîkvanên wan (amerîkî û di nêzîk de çînî) zêde bikin, da ku karibin li çara serê xwe binêrin, di rewşa qûtbûnê de, ji ber nebûna serbixwebûnê. Herêmên hê xizantir û kêmtir xwedî girêdanên înternetê, bo nimûne Afrîka, ev luksa wan tune. Google kabloya bi navê Equiano, ya 6 600 kîlometre dirêj dibe li seranserî peravên rojavayê afrîkî bicih dike. Facebook konsorsîyomeke biçûk, 2Africa, ku xwedî kabloya herî dirêj a cîhanê ye li derdora parzemînê ji niha heta 2023yan wê birêve bibe: 37 000 kîlometre. «Girêdan wê pir mezin be. Ev şirket Înternetê belaş didin û di berdêlê de, wê bibin xwedîyê bazarên êsîran», wisa îzah dike M. Kurbalija. Li nava van bazaran, ya smartfonê ya bi fîyeteke erzan bi hevkarîya Google û Orange hatîye bipêşxistin. Bi kurtî em bibêjin: telefonên Google bi saya kabloya Google a bi aplîkasyonên Android bi reklamên xwedî zanebûna bi hedef ser dev de hatine dagirtin. Félix Blanc berfirehîya vê pêkanîna wesayeta dîjîtal weha tîne ziman: «Facebook wê kabloya xwe li Komara Demokratîk a Kongoyê saz bike û wê karibe ji bo xizmetên nexweşxaneya vî welatî bikaranîna bi sînor a tevnên civakî pêşnîyar bike, xwegihandina Wikipédia û çend xizmetên xwecîyî wê mimkin be. Û dû re, ew ê neçar bimînin belkî teknolojîyeke tibî li gel zekaya çêkirî ya ji alîyê Facebookê ve pêşxistî bikar bînin. Tê payîn heman cure prosedur derbasî warê perwerdeyê jî bibin.»

Ji bo dijderketina li hemberî bandora Dewletên Yekbûyî an jî Çînê di warê dîjîtal de, dogmaya ewropî ya pîyaseya serbest dişibe efsaneya sindanê ku mirov bi ser lingê xwe de berdide. Interxiona ewropî, duyemîn tedarîkvana navendên daneyên cîhanê, li bin kûpaya amerîkî ya Digital Realty derbasî sala 2020î bû. Huawei Marine a Çînê, yek ji mezintirîn raxerê kabloyên cîhanê, jêdera hevşirketekê ye li gel Global Marine a brîtanî, ku veguherî avantaja partnerê çînî. «Li dawîya salên 2000î, Qralîyeta Yekbûyî tu prosedureke wê tune bû ji bo pêşîgirtina li veberhênanên bîyanî li warên stratejîk. Çînî di nava salan de bûn xwedî tecrube, dû re brîtanî ji wezîfeyên-kîlîd derxistin», li gorî vegotina Pierre Gastineau, rojnamevan û hevnivîskarê pirtûka Axaftinên bi dizî. Cîhana sîxuran (Fayard-France Culture, 2020). Alcatel Submarine Network (ASN) a fransî, lîdera navneteweyî ya hilberîna kabloyên bin-deryayî (Ji sedî 47ê parên bazarê), li deftera sparîşên ji alîyê Gafamê ve dagirtî, di 2015an de firotin Nokia ya fînlandî, şirketa navneteweyî ku îro êdî bûye favorîya fonên veberhênanên amerîkî. Ev herweha dibe îşareta ku Fransa «ne xwedî dilbijî an jî derfetan e ji bo parastina yek ji pîşesazîya fransî ya vî cureyî», xemgînîya xwe bi wan gotinan tîne ziman çavkanîyeke sendîkayî ku naxwaze navê xwe eşkere bike. Parîs a li bin tehdîda serwerîya dijîtalê, «şaşîyeke xwe ya mezin»(14) qebûl dike, tevî biryarnameya 2005an têkildarî veberhênanên stratejîk -a xurtkirî ji alîyê M. Arnaud Montebourg ve di 2014an de- a xwedî armanca parastina şampîyonên navneteweyî ji fonên bîyanî.

Li gel vê yekê, gava sermayeyên bîyanî di 2003an de nêzî şirketa kabloyan a amerîkî Global Crossing dibin, komeke parêzeran a taybet a Lêpirsîna Buroya Federal (FBI), a wekî Team Telecom tê binavkirin, nikare îhaleyekê ji şirketeke hongkongî bi dest bixe, li ser îhalewergira dawî Singapore Technologies Telemedia, ferz dike ku welatîyên amerîkî di wezîfeyên bingehîn de ragire,  destûrê bide ji bo xwegihandina daneyên bi kabloyan û herweha vekirina navendeke operasyonên li ser xaka amerîkî  her kêlî ji alîyê rayedaran ve. Ev çeşît peyman dibe normek di mijara kontrola navneteweyî ya binesazîyên ragihandinên ji dûr ve. Li alîyê çînî, hewl tê dayîn xişrikên malbatî zêde neyên berbelavkirin: Huawei Marine ku di 2019an de hat firotin, ji alîyê welatîyê wê Hengtonê ve hat bidestxistin. Ev şirketa dawî, hilberînera herî mezin a kabloyên optîk ên bejahî û bin-deryayî ye û pir nêzî dewletê ye, bi armanca rasyonalîzekirina sîyaseta kabloyê Huwawei Marine kirî. «Kablo xakeke her diçe zêdetir parçe dibe û vediguhere qada  şerê sîyasî û aborî yê demdirêj, bi hev ve girê dide. Û her du cemserên normatîf Dewletên Yekbûyî û Çin in», wisa bi dawî tîne gotinên xwe Edward J. Malecki, erdnîgarê li zanîngeha Ohio. Yekîtîya Ewropî, ew bi xwe, dîsa ji trêna xwe ma.

* Rojnamevan, kolektîfê xweser.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Cf. Jacob Appelbaum et al., «Documents reveal top NSA hacking unit», Der Spiegel, Hambourg, 29 kanûna pêşîn 2013.

2) Jacques Follorou û Martin Untersinger, «Keşfên li ser guhdarîkirina li bin avê yên NSAyê», Le Monde, 8 gulan 2014.

3) Ryan Gallagher, «The inside story of how British spies hacked Belgium largest TelCo», The Intercept, 13 kanûna pêşîn 2014, https://theintercept.com

4) Cf. Rapora guhdarîkirina DGSEyê li pêşîya komîsyona parastina neteweyî û hêzên artêşan, Meclîsa neteweyî, Paris, 20 sibat 2013.

5) «Submarine Telecoms Industry Report», n° 5, Submarine Telecoms Forum, Sterling (Virginie), çirîya pêşîn 2016.

6) Ryan Gallagher û Nicky Hager, «New Zealand plotted hack on China with NSA», The Intercept, 18 nîsan 2015.

7) «Derya û Okyanûs: Kîjan stratejî ji bo Fransayê?», Rapora Agahdarîyê n° 2042 de MM. Jean-Luc Mélenchon û Joachim Son-Forget, Meclîsa neteweyî, 19 hezîran 2019.

8) Dominique Boullier, «Internet deryayî ye: şerên bi kabloyan li bin avê», Revue internationale et stratégique, vol. 3, n° 95, Paris, 2014.

9) Daniel Headrick, «Rola stratejîk a kabloyên noqarên navbera parzemînan, 1854-1945», di bin rêveberîya Pascal Griset de, Endezyarên ragihandinên ji dûr ve yên Fransaya hemdem, Komîteya dîroka aborî û diravî ya Fransayê – IGPDE, Vincennes, 2013.

10) Cf. Matt Blitz, «How secret underwater wiretapping helped end the Cold War», Popular Mechanics, New York, 30 adar 2017.

11) Wezîra serwerîya dîjîtal», rapport n° 7 ya MM. Franck Montaugé û Gérard Longuet, Sénat, Paris, 01 çirîya pêşîn 2019.

12) Félix Blanc, «Jeopolîtîka kabloyan: bergeheke bin avê ya înternetê», Les Carnets du CAPS, n° 26, Paris, 2018.

13)Adam Satariano et Matina Stevis-Gridneff, «Big Tech turns its lobbyists loose on Europe, alarming regulators», The New York Times, 14 kanûna pêşîn 2020.

14) «Derya û Okyanûs: Kîjan stratejî ji bo Fransayê?», op. cit.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar