Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Jinên teqîner

Sibilla Aleramo 30 salî ye gava Une femme(1), jînenîgarîya wê, wekî roman, di 1906an de tê weşandin. Wê berê tu caran nenivîsîbû; wê tu caran xeyal nekiribû ku ew ê bibe sûreteke girîng a wêjeya îtalî ya nîveka pêşî ya sedsala XXemîn û yek ji dengên pêşî yên femînîzmê li welatê xwe. Bûrjûwa be jî, li cîhaneke bi îmtîyaz jî bi pêş ketibe, ew jî, wekî gelekên din, ji bo xwezêdekirinê û îtaetê hatibû programkirin. Di pirtûka Une femme de, ew tîne ziman ka ew çawa ji Piémontê veqetîyaye ji bo refaqetê bike li gel bavê xwe yê ku diçû fabrîkayeke li navenda welêt birêve bibe, dû re jî ka ew çawa bû jina yek ji rêveberên şirketê yê ku serdestî li wê kir, ew xapand û biçûk xist. Bi serûberkirina hest û ramanên xwe li ser kaxez, ew fêrî xweparastinê dibe -mêr û zarokê xwe terk dike- û di pey re jî fêrî tûjkirina pênivîsa xwe ya rojnamevanîyê û nivîskarîyê dibe.

«Jîyana belengaz, jar û kor, a ewçend me qîymet didayê!, wisa dinivîse. Herkesî xwe lê digirt: mêrê min, doktor, bavê min, sosyalîstan û keşeyan, jinên ciwan ên bi şeref û qehpikan; her yekî ji wan bi teslîmîyet xwe bi derewa xwe dixapand.» Di vê pirtûka kilît de, ku derhal gihîşt serketineke mezin û bû yek ji çar berhemên sereke yên li Fransayê ji alîyê weşanên Des Femmes ve di 1974an de hatin weşandin, ne bi gotinên xwe yên mîlîtanî tesîrê dike. Tesîra wê ya herî mezin pala xwe dide çavdêrîya wê ya navxweyî ya sotîner ku ji nava kêlîyên şaşûgêjbûnê derbas dibe û xwe digihîne zelalîya îsyanê.

Luisa Carnès, ew ji proleteryaya îspanî tê û di 1916an de digihîje bazara kar. Ew di 11 salîya xwe de karker e û demeke dirêj di karê tekstîlê de dixebite. Ew bi çîrok-romaneke li ser derdora civakî ya bi saya karekî kifş kir, ronahîyê dide ser şertûmercên jinên din: Tea Rooms,(2) 1934. Bûyer hema hema bi temamî li saloneke çayê ya Madrîdê derbas dibe. Zengîn li wir şîranîyên ji hevîr dixwin. Aktor li wir xwe nîşan didin bi hêvîya demek ji ya tin zûtir di fîlmên navûdeng de cih bigirin. Xizmetkarên jin li bin çavdêrîyê ne; pereyê qezenc dikin têra bilêtê wan ê tramwayê jî nakin, ji ber vê yekê carna hewl didin xwe bixin çavên mişterîyên ku êdî wê ne li wir bin gava pêwist be bi drama jiberxwebirina zarokên qaçax re rû bi rû bimînin. Li vir jî, vegotina sîyasî bêfeyde xuya dike, li hemberî zengînîya sehneyên ku têde dilovanî û hêrs bi ziravî têne veşartin.

Dîsa li heman salan, rewş cuda ye li Arjantînê ji bo Silvina Ocampo, ku, di Inventions du souvenir de,(3) xirecira zaroktîya xwe bi awayê xwe tîne ziman (pirtûk, ku ji gelek destnîvîsên wê yên sala 1960î ve pêkhatî, ancax di 1987an de hat weşandin). Xwedî jêdera malbateke pir zengîn, ew ê bibe jina nivîskar Adolf Bioy Casares û dosteke Jorge Luis Borges. Bi vê helbesta çîrokî ku ew wê bi tinazî wekî «çîrokeke berîya jidayîkbûyê» bi nav dike, diçe heta salên xwe yên zaroktîyê li nava livûtevgereke qebe, nepixandî bi hovîtî û seksualîteyê. Ev dibe lîstikeke nerm a qirkirina ramana keçên xame yên terbîyekirî, li ser bingeha dilovanîya ji bo parsekan û xizmetkaran. Anne Picard ev Zazîeya Buenos Aires a zarîf bi hostatî bi peyvên nadîr wergerandîye. Ev stîla wêrek a Postsurrealîst, balê dikşîne ser mîzaha «hema hema tu tiştî», ku paşî wê bibe ya Copiyekî û di hilberîna teqîna xweşgotinî de pêşbazîyê dike.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1)  Sibilla Aleramo, Une femme, wergerandî ji îtalî ji alîyê kolektîfa wergerê ya weşanên Des femmes ve, Weşanxaneya Des femmes – Antoinette Fouque, Paris, 2021, 256 rûpel, 8 ewro ( çapa 1. : 1974).

2)  Luisa Carnés, Tea Rooms, wergerandî ji îspanî ji alîyê Michelle Ortuno ve, La Contre-Allée, Lille, 2021, 256 rûpel, 21 ewro.

3) Silvina Ocampo, Inventions du souvenir, wergerandî ji îspanî ji alîyê Anne Picard ve, Weşanxaneya Des femmes – Antoinette Fouque, 2021, 192 rûpel, 16 ewro.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar