Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ji Peymana Sê Sînor heta îro: ‘Naçarîya nakokîyên herêmî li Kurdistanê’

Di demên îro de du pênaseyên yekrêzî di gotara sîyaseta Kurdistanê de tên berçav. Yek, hevgirtinekê pan-kurd e ku ji alîyê tevahîya rêxistin û dezgehan ve divê bê avakirin û divê erkê wê jî berdewamîya xebatê be li dijî dijminên hilbijarde ku kes nizane bi çi awayî hilbijêre yan rêz bike. Pênaseya duwem jî saz kirina kongreyekê neteweyî ye ku alîyên sîyasî ji her çar parçeyan beşdar bin û ajandayeke hevbeş amade bikin.”

Dabeşbûna bîrok û bizava neteweyî ya Kurdistanê rûdaneke nû nîne, belkî rastîya herî berçav e. Di dîroka nêzik a Kurdistanê de rêxistin û rewşenbîran hewla wê çendê dane ku çarçeweyeke nîştimanî û hevpar ji bo her çar parçeyên welêt saz bikin. Kurd, hertim di bawerîya hindê de bûne ku yekîtîyeke netewî tenha rêya çareserî ye û dikare bizava azadîyê ber bi serkeftinê ve bibe. Lê belê rastîya pêşber tim di pêçewaneya vê bawerîyê de bûye. Her çend welatparêzên Kurdistanê hewla yekgirtina berfireh dane, wê çendê jî nakokîyên di navbera parçeyên Kurdistanê de kûrtir û sexttir bûne. Ev yek, mixabin, rastîyek e û wê wekî rastîyeke nexwastî di jîyanê de bimîne.

Nakokîya pêdivî û berjewendîyên parçeyên Kurdistanê di temena parçekirina Kurdistanê de ne. Herweha, heta ku Kurdistan parçekirî bimîne pêdivîyên parçeyên wê jî wê cûda bin. Ev rastîyeke sext e û îradeyeke zexm jê re divê. Îradeyek ku ne tenê nîştimanperwerên çar parçeyên jêk cûda di çarçeweyeke nîştimanî de hevpar bike, di heman demê de berjewendîyên curbicur ên welêt jî biparêze. Azmûnên sext ya bi vî rengî di mêjûya miletan de kêm in û mixabin Kurdistan naçarî vê azmûnê ye.

Azmunên sext bîrokên bihêz diafirînin. Di dîroka nûjen a Kurdistanê de sîyaseta kurdî çendîn car ji wê azmûna sext bi serkeftinên nîştimanperwerane derketîye. Li jêr dijwarîya şerê sê mîhweran, di sala 1944an de du rêxistinên sereke yên Kurdistanê, Komeley Jîyanewey Kurdistan (ango Jê-Kaf) ji rojhilat û Partîya Hîwa ji başûr peymanek saz kirin.(1) Ev peyman, ji ber ku li çîyayê Dalanperê, di xala bi hev gehiştina sê parçeyên Kurdistanê de hatibû îmzekirin bi navê Peymana Sê Sînor hate zanîn. Giringîya Peymana Sê Sînor tenê çarçeweya wê ya nîştimanperwer nebû, lê belê niha jî tenê bi wî rengî tê bibîranîn. Ev peymana hanê pêwendîyên di navbera du parçeyên Kurdistanê de, di dema şerekî berfireh de bi rêk xist, sînorên çalakîyên her du partîyan destnîşan kir û çarçeweya têkilîyên wan saz kir. Peymana Sê Sînor wekî yekemîn sazîya pan-kurd di dîroka Kurdistanê de cihê xwe girt û bû parçeyek ji binaxeya Komara Kurdistanê ku salek paştir li Mehabada rojhilata welêt hate avakirin. Eger bi saya Peymana Sê Sînor nebûya, platformeke hevkarî ji bo du rêxistinên cûda jî ava nedibû.

Komara Kurdistanê ya 1946an yek ji wan sazîyan bû ku çarçeweyeke sînorkirî ji bo têkilîyên rêxistinên parçeyên Kurdistanê danî. Bi wî rengê xwe ve Komara Kurdistanê jî wekî Peymana Sê Sînor platformeke hevkarîyê bû, lê belê di heman demê de jî bi têgehiştineke pan-kurd têkilîyên parçeyên Kurdistanê bi rêk xist. Endamên Partîya Hîwa, serkirdeyên artêşa Mela Mistefa Barzanî, efserên (subay) kurdên başûrî ku xwe gehandî bûn Mehabadê û endamên Jê-Kaf ku ji parçeyên din yên Kurdistanê bûn li jêr serperiştîya desthilateke Kurdistanî rolên curbicur leyîstin. Di alîyekî de Komara Kurdistanê sîyasetekê pan-kurd diajot û nûnerên xwe heta rojavayê Kurdistanê dişand(2), lê di alîyekî din de jî li gor rewşa hestyar ya Îranê helwêsteke sîyasî dida nîşan. Di alîyekî de rêxistin û kesayetên her çar parçeyên Kurdistanê di burokrasî û rêveberîya yekemîn komara welatê xwe de cih digirtin(3) û di dibistanan de hizrên neteweyî dihatin belavkirin, di alîyekî de jî serkirdeyatîya komarê di çarçeweyeke Îrana yekgirtî de bi danûstandinan li gel Tehran û Moskovayê berdewam bû.

Di demên îro de du pênaseyên yekrêzî di gotara sîyaseta Kurdistanê de tên berçav. Yek, hevgirtinekê pan-kurd e ku ji alîyê tevahîya rêxistin û dezgehan ve divê bê avakirin û divê erkê wê jî berdewamîya xebatê be li dijî dijminên hilbijarde ku kes nizane bi çi awayî hilbijêre yan rêz bike. Pênaseya duwem jî saz kirina kongreyekê neteweyî ye ku alîyên sîyasî ji her çar parçeyan beşdar bin û ajandayeke hevbeş amade bikin. Alîgirên kongreya neteweyî bi kurt û kurmancî fikra wê çendê dikin ku divê her çar parçe li gor prensîpên ku di encamnameya kongreyê de bên nîvîsandin sîyaseta xwe bi rê ve bibin. Lê belê kes nizane heta kengê û çi astê? Di van her du pêşnîyarên yekrêzîya neteweyî de pêdivîyên parçeyên Kurdistanê sabit in, naguherin û bi kongreyekê dikarin bi hêsanî bên parastin.

Bi pêçewaneyê ve dîroka sedsala borî nîşanî me dide ku azmûna herî mezin têgehiştina nakokîyên sirûştî ye di navbera parçeyên Kurdistanê de. Di serdema Peymana Sê sînor de em têgehiştin ku çarçeweyek ji pêwendîyên du parçeyên Kurdistanê re divîya da ku rojhilat û başûr hem hevkarîyekê saz bikin û hem jî berjewendîyên parçeyê xwe biparêzin. Hêzên başûrî ku hem di sazkirina Peymana Sê Sînor de û hem jî di avakirina Komara Kurdistanê de cihê xwe girtibûn berjewendî û pêwîstîyên parçeya xwe li ser desthilata genc ya Mehabadê ferz nekirin ji ber ku peymaneke sînora çalakîyên wan dîyar kiribû. Herweha, di salên 1970 û 80yî yên dijwar de nakokîyeke mezin di navbera başûr û rojhilat de serî hilda. Hêzên başûrî bi tifaqa hikûmeta Tehranê ne tenê cihekî ewle ji xwe re peyda kirin û sîleh jê sitandin, temamê aborîya xwe û pêwendîyên xwe yên derve bi ser Îranê re bi rê ve birin. Di heman demê de hêzên rojhilatî naçarî Iraqê bûn û şerê xwe yê dijî Îranê bi piştgirîya hikûmeta Iraqê domandin. Tu kongreyekê nedikarî nakokîyekê bi vî rengî aloz û girîft çareser bike lê belê bi saya mîrasa Peymana Sê Sînor, Komara Kurdistanê û çendîn hevkarîyên din yên hêzên rojhilat û başûr serdemeke sext û hestyar bi aramîyeke giştî derbas bû.

Di rojên vê serdema dawî de du parçeyên Kurdistanê bi heman azmunê re rû bi rû ne û rewşa wan ji rewşên borî hestyartir e. Parçeya bakur piştî şikestina wê ya di şerê leşkerî de navenda xwe ya şerî veguhest rojava û başûr û niha bûye hokareke têkder ji bo ewlehîya başûrê Kurdistanê. Bi heman şiklî ve, başûrê Kurdistanê jî terazûya dijî Bexdadê di pêwendîyên xurt li gel Tirkîyeyê de peyda kirîye û ji ber vê yekê jî di pêwendîyên xwe li gel parçeya bakur şikestî ye. Sîyasetên wan rast bin yan şaş bin, berî ku têkilîyên wan bi temamî têk biçin, pîvaneke wekî Peymana Sê Sînor ji bo her du parçeyên bakur û başûr pêwîst e da ku mîrasa hevpar ya miletê Kurdistanê di nakokîyên sirûştî de nexeniqin.

*Ceng Sagnic, berê li Navenda Moşe Dayan ya Zanîngeha Tel Avîvê koordînatorê lêkolînên kurdî bû, niha lêkolerekî sîyasî ye li Waşîngtonê.

Nûnerên Partîya Hîwa û Komeleya Jê-Kaf di dema îmze kirina Peymana Sê Sînor de (Sala 1944, Dalanper, Kurdistan).

Ji rast bo çep: Şêx Ubeydullahê Zînewî, Mihemed Seîdî Kanî Maranî, Evdirehman Şerefkendî, Seyîd Ezîzê Şemzînî, Evdirehmanê Zebîhî, Qasimê Qadirê Qazî.

______

1) Hindek çavkanî dibêjin nûnerên parçeya bakur jî di wê civîna Dalanaperê de amade bûne lê belê vê boçûna hanê heta niha nehatîye piştrastkirin.

2) Zanyarîya ku Pêşewa Qazî Mihemed heyetek şandîye rojavayê Kurdistanê di çavkanîyên curbicur de derbas dibe lê heta niha bi belgeyên ji serdema Komarê nehatîye piştrastkirin. Li gor serpêhatîyên hindek kesayetên wê serdemê heyeta ku ji Mehabadê çûbû rojavayê Kurdistanê venegerîyaye û aqibeta wan ne xûya ye.

3) Li gor çavkanîyên ku li ser serpêhatîyên kesayetên serdema Komarê hatine nivîsîn, di burokrasîya Komara Kurdistanê ya 1946an de çend Kurdên bakurê Kurdistanê jî cih girtîne. Lê belê wekî gelekên din navên wan nayên zanîn.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar