Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ji dewletê wêdatir?

Dewlet di têkilîyên navneteweyî de ji mêj ve aktorê sereke bû. Lê belê ji dehsalan û vir ve, ji hêla şirketên pirneteweyî, şirketên qerase ên dîjîtalî, weqfên mezin ên wekî Weqfa Bill-û-Melinda-Gates û rêxistinên nehikûmî (NGO) yên bê hed û hesab ve, serî li ber vê yekdestîyê tê rakirin. Bi zêdeyî sê hezar sazîyên sivîl ên akredîtekirî, «civaka sivîl» ji niha ve hevparê naskirî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU) ye.

Gelo ev geşedan dikarin marjînalîzekirina dewleta ku li ser hiqûqa navnetewî ku di sala 1648î de bi Peymanên Westphaliayê û vir ve ava bûye destnîşan bike? Teza ku ji hêla zanyarê sîyasetê Bertrand Badie (1) ve tê parastin, nelihevîya wê ya li gel berpirsîyarî girtina fenomenên transneteweyî yên wekî germbûna global û pandemîkan binxêz dike. Li gor wî: «Pevçûnên heyî ne ji hêla hêzên artêşî têne domînekirin lê belê bi piranî ji hêla fenomenên êşa civakî ve rû didin. Li pişt van tevgerên populer, sazîyên fikr û ramanê, medya, torên civakî, ragihînerên xeterê, aktorên taybetî yên ji her cûreyê li gorî kêfa xwe têkilîyên navneteweyî ji nû ve çêdikin. Badie vê yekê wekî «rovanşeke» civakan, tevgerên civakî û gelên ku hatine vederkirin bi nav dike.

Lê gelo ne ew e ku daxwazên xwe li vir li ser rastîyek nezelal eşkere dike? Çalakîyên rêxistinên nehikûmî (ONG) pêşveçûna tevgerên civakî li dijî hêza ku ji hêla şirketên dîjîtal ên transneteweyî ve hatî bidestxistin an tehribata fînansî ya cîhanî nikare hevsengîyekê ava bike.

Şer û pevçûnên ku di van demên dawî de li Asyaya Navîn diqewimin an jî rastîya hebûna hêzên herêmî yên mîna Tirkîyê, di alîkî de girîngîya hestên neteweyî û têkilîyên hêza dewletî bêtir piştrast dike. Wexta ku kampanyayên «civaka sivîl», wekî «meşên avhewayê», têkarîyekê didin pirsgirêkên gerdûnê hikûmet giranîya xwe didin nîşandan û ji xwe yên ku peymanên navneteweyî îmze dikin jî nunerên wan in.

Li gor hiqûqnas Samantha Besson, profesora Collège de Franceê, «bi awazên mermaîdan (siren), me bi lez û bez mirina dewletê ragihand. Di şûna wê de, me formek nû ya rêveberîya transnetew an global destnîşan kir”. (2) Ji ber ku ew taybetmendîyek sîyasî ya bêhempa diparêze ew zû pêşve diçe. Ev yek: temsîlkarî û meşrûbûna ku ji hêla dîroka têkilîyên jeopolîtîkî ve tê lidarxistin û ji hêla sazîyên ku piştî sala1945î ve hatine avakirin ve tên teqdîskirin.

Her çiqas kêmasîyan di nav xwe de bihewîne jî, nîzama navnetewî ya ku li ser dewletan hatî damezrandin, ‘’digel rayedarê giştî, taybetî û herî dawîn ku hiqûqa navnetewî ku her yekê ji wan nas dikir, hem di qada neteweyî û hem jî li ya navneteweyî de tevî  ku [ev garantî] hîn bi tevahî nehatibe tetbîqkirin’’ îro garantorê aşitîyê û ewlehîya fîzîkî ye. Besson tîne zimên. Gelê Filistînê ku ji vê temînatê bêpare doza dewletekê dike. 

Pirneteweyî, rêxistinên nehikûmetî (​NGO) û weqf nikarin îdîaya «temsîlîyeta» ji bilî xwe bikin. Bê guman komele xwedîyê parastina fikr û ramanên li ser berjewendîya gelemperî ne, lê ew xwedîyê meqameke hilbijartî nînin, ji bilî destnîşankirina desteyên rêveberîya xwe an endamên xwe tu mafekî wan ên din ê kontrolê li ser civakê nîne.

 Eger dewlet di qada cîhanê de wekî aktorê bingehîn û mayînde heyîna xwe berdewam bike, li hemberî vê, mahîyeta sazîyên gerdûnî neguhêrbar e. Cihê gelan, rêzgirtina ji mafên wan re, ku zehmetîyekê derdixe hole, li ser vê yekê Monique Chemillier-Gendreau, profesora hiqûqa navneteweyî, «civata cîhanî ya berxwedanê» pêşnîyar dike. (3) Ev pêşnîyarîya wê tê maneya ji holê rakirina Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU), lê belê ev yek ji pirsa ku Besson dipirse re nabe bersivek. Di vir de pirsa esasî ev e: kî dikare li ser navê gel û li gorî kîjan mekanîzmayên meşrûkirina sîyasî tevbigere?

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

_____________

1) Bertrand Badie, Inter-socialités. Le monde n’est plus géopolitique, CNRS Éditions, Parîs, 2020, 232 r.

2) Samantha Besson, Reconstruire l’ordre institutionnel international, Collège de France – Fayard, coll. «Leçons inaugurales du Collège de France», Paris, 2021, 96 r.

3) Monique Chemellier-Gendreau, Pour un conseil mondial de résistance, Textuel, coll. «Petite encyclopédie critique», Paris, 2020, 64 r.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar