Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ji dayikbûyîn û ketina Komara Kurdistanê li Mehabadê

“Her çend katî jî be, vê pêkhata kurdî ya ku di 1946an de serxwebûna xwe ragîhand beșek ji xeyala hevpar a hemî alîgirên Kurdistaneke serbixwe yan jî xwedî xweserîyeke berfireh e. Lê wekî jidayikbûna wê, ketina vê komarê jî, berîya her tiștî encama endîrekt a bêterêzîya herêmî û cîhanî bû”

Hertiștî di dema șerê duyem yê cîhanî de dest pê kir, bi binpêkirina sînorên Îranê -tevî ku bêalî jî bû- ji alî artêșên hevalbend ve, di 21ê tebaxa 1941ê de, dest pê kir. Dema ku Brîtanîyan herêmên bașûr ên petrolê dagîr kirin, Artêșa Sor li bakurê welêt, li wîlayeta Azerbeycanê ku peyveke farisî jî nizanibû û bi eslê xwe, ziman, adet û dînê xwe her wekî Komara Sovyetî ya Azerbeycanê bû û 600 kîlometre sînorê wê yê hevpar bi Îranê re hebû, bicih bû. Meriv carna dibêje qey sîyasetmedarên mezin erdnîgarîyê nizanin an nas nakin, an bikêmanî, li ser problemên ku dê derxe pêșîya merivî nafikirin. Di navbera herêma ji alî sovyetîyan ve dagîrkirî û herêma ji alî birîtanîyan ve dagîrkirî de welatekî bêxwedî ku kurd lê dijîyan hebû. Wan jî, ji ber belavbûna yekîneyên îranî, bêyî ku zêde bi hikûmeta navendî ya bêçare û bêyî ku gelekî bi dagîrkerên ku, bitaybetî jî di destpêkê de, meșxûlîyetên wan ên din hebûn mijûl bibin, karên xwe yên navxweyî rêkxistin. Lê ev kurdên başûr û rojavayê gola Ûrmîyeyê, di gel navenda xwe Mehabadê, bi rastî parek ji wîlayeta Azerbeycanê ya îranî bûn. Meriv gelek caran ji bîr dike ku herweha ev bû sedema têkçûna teşebûsa wan a xweserîyê.

Bi taybetî ji ber sînorê wan ê hevpar, ji bo sovyetîyan helbet pir asayî bû, ku hêvîya wan a ku xwe li vê eyaleta Azerbeycana îranî ya ji bo wan wekî Alsace-Lorraine fransî bû, ragirin geş bibe, yan jî bikêmanî lê hikûmeteke girêdayî xwe pêk bînin. Di her hal û karî de ev daxwaza Seyid Cafer Pîșewerî, serokê Partîya Demokrat a Azerbeycanê (PDA) û mihacirên «sirgûnên» wî bû jî, ku piștî șerê yekê yê cîhanî, di avakirina komareke sovyetî, li Gilana îranî de biser neket û naçar bû dîsa vegere, sînor derbas bike. Gelo vê carê handana wan dê bi xwe re bêtir serketin banîyana? Bi saya piştgirîya madî û manewî ya Artêşa Sor, di encamê de karibûn, di kanûna pêşîn a 1945an de, li Tebrîzê bi navê “Hikûmeta gelê Azerbeycanê” pêkhateke xweser pêk bînin. Konferansa Yaltayê (12 sibat 1945) jixwe berê meyweyên xwe dabûn. Êdî ne hewcêyî gotinê bû, pirs ne meseleyeke navxweyî ya îranî bû, daxwazên wan ji yên kurdên ku hisên wan ên neteweyî bi dirêjîya van salên dawîn, bi taybetî jî bi saya partîya wan Komela yan “Komela Vejîna Kurdî” [Komeley Jîyanewey Kurdistan], ku bi civîneke li gel kurdên Iraqê, li Mehabadê di 1942yan de ava bûbû pir pêşketibûn, ne bêtir bûn.

Li Tebrîzê, partîzanên xweserîyê yên azerî eşkere dixwestin komareke nêzîkî komunîzmê pêk bînin û giranîya desthilata xwe li ser serîhildêran ferz dikirin. Herweha wan dixwest otorîteya xwe li ser kurdan jî ferz bikin. Lê kurdên ku ji dagîrkirina welatî vir de bi awayekî serbixwe dijîyan nikaribûn ev yek qebûl bikirana. Ji bo wê jî, di 22yê kanûna paşîn a 1946an de, Komara xwe li Mehabadê îlan kirin. Û ev yek bû sedema, ne wekî li gelek cihan hatîye nivîsîn piştgirî û navtêdana Sovyetan, lê hîn bêtir tawanbarkirina kurdan ji alî wan ve. Rûsan, cûre xweserîyeke kurdan di çarçoveya Azerbeycanê de qebûl dikir, lê ji vê bêtir na. Di encamê de, ji bo ku Moskova hinî fikra Kurdistaneke piçûk a xweser bibûna, divîya kurdan hîn bêtir israr bikira. Herweha piștgirîya ku hate kirin, ji têrkirinê bêtir sembolîk ma: çend hezar tiving û çapkerek. Lê em dikarin piștrast bikin ku hemî eșîretên kurd ên herêmê, li gel serok û rêberên xwe yên kêm zêde îqnabûyî, xwe dan dora tevgera ku Qadî Mihemed, kesayetîya serekî ya ji malbateke dewlemend a bibandor û hiqûqnas ji Mehabadê kiribû serokê xwe. Herweha ronakbîr û bûrjuwazîya mihafezekar a bajêr jî ku dîtin di encamê de xewna wan a serxwebûnê pêk tê, piștgirîya hikûmeta xweser kirin.

Dîplomatê amerîkî William L. Eagleton, di pirtûka xwe ya li se Komara Mehabadê (1) de, di ser têkilîyên pratîk ên vê dewleta piçûk re zû derbas dibe, ku berevajîya tiștê li Azerbeycanê dibe, bandora sovyetî çi bigre qet lê tuneye. Tevî vê jî, di nav çend mehan de, di warê perwerde, tendirustîya gelî û çêkirina rîyan de pêșketinên mezin çêdibin. Pirtûkên dibistanan bi kurdî tên çapkirin. Kiștûkalîyê dispêrin beșekî taybet û bezirganîya derve birêkûpêkî kontrol dikin. Artêșeke neteweyî jî tê rêkxistin. Endamên wê ji alî Mistefa Barzanîyê ji naçarî ji Iraqê vekișîyayî, tên perwerdekirin, ku potansîyela leșkerî bihêztir bikin. Çar general hatibûn destnîșankirin û Barzanî serekê wan bû. Helbet tu têkilîyeke rûsan bi van pêșketinan tune bû, lê dîsa jî wan berjewendîyên xwe yên taybetî ji bîr nedikirin. Ji bo li Îranê îmtîyazên petrolê bi dest bixin, wan alîgirên xwe yên li Azerbeycanê seferber kirin ku bi nûnerên hikûmeta navendî ya îranî re hevdîtinan pêk bînin da ku vê pirsa xweserîya navxweyî bi awayekî dostane çareser bikin. Di fikra wan de ew hebû, ku kurd jî divê bi xweserîxwazên azerbeycanî re li hev bikin da ku daxwazên xwe yên taybetî çareser bikin. Lê belbî ev pêngav hemî êdî dereng mabûn. Jixwe, madem wê bikirana, heke ne ji bo xweserîyeke rasteqîn bûna, li șûna ku bi azerbeycanîyên gelek caran rikeberîya wan bi hev re hebû bikirana, kurdan dê yekser bi îranîyên ku bi sedsalan bi hev re bêproblem jîyabûn re li hev bikirana. Ji bo wê jî tansîyonên ku sovyetîyan bi rastî jî nikaribûn daxista derketin holê.

Dema, di 6ê gulana 1946an de, Artêșa Sor bi tevayî Azerbeycan bitenê hișt, merivên wan ên xwecih ku xelkeke kêm û bêdilê xwe dabû pey wan, rê ji hikûmeta navendî ya Tehranê re vekirî hiștin. Hikûmeta ku amerîkîyan ew biçek kiribûn û cesaret dabûyê, di 13ê kanûna pêșîn a 1946an de, bê șer dîsa li Tebrîzê bicih bû. Hilweșîna Komara Demokratîk a Azerbeycanê têkçûna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê jî bi xwe re anî, ku ev Komar nêzîkî salekê li ser pîyan mabû.

Pirtûka Eagleton, bêyî ku wan aciz bike, perdeyeke șermokî dide ser serkutkirina ji alî îranîyan ve, erjengîyên ji alî leșkerên wan ve yan jî li pêș çavên wan pêk hatibûn. Ciwamêr qet nabêje ku atașeyê leșkerî yê Fransayê li Tehranê, yê wê demê serheng Jean Chavonin, berîya ku yekîneyên nîzamî bên ji bo xelkê aram bike navberkarî kir. Piștî daweyeke derewîn li pêșberî mahkemeyeke leșkerî, serokomar Qazî Mihemed, birayê wî Qazî Sedrî û pismamê wî Qazî Seyfî, di 31ê adara 1947an de, hatin bidardakirin. General Barzanî ji alîyê xwe ve, di heman demê de, ku ji alî mifrezeyên îranî, iraqî û heta yên tirk ve dihate taqîbkirin, bi meșeke mêrxasane ya 53 rojan karibû xwe bi pênc sed merivên xwe yên çekdar re bighîne YKSS û daxwaza penaberîyê bike. Hevalên wî, efserên berê yên artêșa iraqî, xwe avêtibûn bextê karbidestên leșkerî yên Iraqê, ku soza parastina jîyana wan dabûn, ew jî di 17ê hezîrana 1947an de, rojekê piștî ku Barzanî sînorê sovyetî derbas kir, hatin bidardakirin. Perde careke din ketibû ser sehneya drameke ku tevî vê jî hîn bidawî nebûbû. Li Mehabadê tenê kesekî hinekî marksîzm nas dikir. Yên mayî ji her cûre sovyetîkirinê biguman bûn. Di her hal û karî de, teșebus hîn nesitewîyabû, hîn gelekî giranîya bîr û hizrên eșîrtîyê hebû û mercên navneteweyî jî di eleyhê wan de bûn.

Eagleton gelek caran bahsa “rûsan dike”, lê bi rastî ji xeynî hevkarîyeke kurdan a piçûk bi hevwelatîyên wan ên îranî re, tu têkilîya kurdan bi azerbeycanîyên sovyetî, ku tirkîaxêv bûn û vê jî têkilîya wan hêsan nedikir re nebûye. Jixwe, tevî propagandaya wan a pir bibaldarî jî, sovyetîyan pir hindik guh li kurdan dikir, jixwe ew jî ji komunîstîyê bêtir mihafezekar bûn. Di encamê de em dikarin bêjin ku șaș têgihîștinek hebû di vê yekê de. Bi rastî jî, sovyetî bi neteweperwerîya kurdî bawer nedibûn; neteweperwerîya kurdî ji komunîzmê hez nedikir; û îranî jî ji hev ditirsîyan. Heke em bên ser amerîkîyan, hîn negîhaștibûn wê tecrûbeya helwesteke nerm a bêalîtîya erênî ku nakokîyan li hev bîne. Ji xwe kurdan ji her alîyî ve wenda dikir. Lê hîn gișt nemiribûn, wekî ku Eagleton jî dest nîșan dike, ne ew çend ku çira neteweperwerîya wan vemire, hîn jî li Mehabadê û cihên din ên Kurdistanê li ber xwe didan. Baesîyên ku li Bexdayê [di sibata 1963an de] hatin ser desthilatê, ev neteweperwerî wê rojê dîtin. Em hêvî dikin ku ew jî têra xwe zîrek û biaqil bin da bibînin, ku hinek wê biseferberîyên leșkerî û bi bombebaranên napalmî ji navê nebin.

* Misyoner û akademîkê kurdolog (1890-1975).

(1) William L. Eagleton, The Kurdish Republic of 1946, Oxford University Press, Londres, 1963. Versîyoneke wê ya fransizî, La République kurde de 1946 / Komara Kurdî ya 1946an, di nav weșanên Complexe de, li Brukselê, di 1987an çap bû.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademîr 

Ji kovara Maniére de Voir, Hejmar 169

 

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar