Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Ji bo pêşxistina têgihîştina têkoşînan

Divê ji kuderê têkoşîn were destpêkirin gava mirov nikaribe her tiştî di heman demê de bike? Pêşî bi pejirandina ku, herçendî têkoşînên li dijî serdestîyan ji alîyê çarçoveya xwe ve di seyrên cihêreng de jî pêk bên, ji alîyê rewabûnê ve wekhev in. Dûre, bi pêşnîyarkirina ku veqetîna mutleq a navbera wan şûna xwe dihêle ji bo xweserîya nisbî û hay ji hev mayînê. Ya dawî jî, bi redkirina ku têkoşînek dikare zirarê bide têkoşînên din. Kengê ev yek hat kirin, hingê her tişt.

Em dîsa ji vê farazîyeya ku li ser bingeheke baș hatîye avakirin dest pê bikin: «șer(ên) dijnijadperestî û dijkapîtalîstîyê girêdayî hev in», û pirsa ku li pey wê tê: erê ye, lê çawa? Ev nehêsan e, wê gavê, girêdaneke heta ku tu bibêjî tevlî hev heye li vir.

Hîyerarșîya avasazîyî ya têkilîyên serdestîyê (1) tu hîyerarșîya bi kalîte ya têkoșînên ku bi van têkilîyan re li hev bikin tuneye. Tu têkoșîn dê ne girêdayî yên din bin. Dê dubare ehmeqî be ku bi awayekî sembolîk, berîya her tiștî, bêyî ku em pêkhatên cihê yên qada têkoșînê bi hev re bidin peyivandin, da ku rêza hev bigrin, nêzîkî hev bibin û heta di dema biryardayînê de bi awayekî wan li hev bicivînin û her weha bêyî ku em heq bidin sedemên rewa yên her yekî ji wan, ne jî berevajî vê, ku hinek dev ji xwe li ser hinekî din ferzkirinê yan jî bi awayekî basît ji wan sarbûnê bernedin em ê nikaribin blokeke (dij-)hegemonîyê pêk bînin. Bi awayekî stratejîk, pașê, ji ber ku di dema me de, têkilîyên cihê yên serdestîyê ew çend têkilhev bûne ku di vê rewșê de têkoșîn nema ji hev tên cihêkirin: em ferz bikin, biçin ji jinên reș ên amadekerên odeyên otêla Ibisê ku di grevê de ne bipirsin ku “sedemên” greva xwe ji hev cuda bikin, an li gor giringîya wan tesnîf bikin. Ev tevlîhevîyên, an serhevdeyên, serdestîyê ne ku di pratîkê de derdikevin holê, ew hinde ku têkoșîna li dijî yekê jixweber têkoșîna li dijî yên din jî bi xwe re tîne. Ji vê çar encamên mimkin dikarin derkevin.

Ji derveyî naskirineke wekhevîya têkoșînan dê bloka dijhegemonîyê pêk neyê. Wekhevîyeke mezin, ku dîsa jî rê li ber pêkanîna ferqên piçûk negire. Têkoşînên ji alî rewabûnê ve wekî hev, ji alî çarçoveya xwe ve ji hev cihê dibin. Helbet, ev çarçove hin herêmên têkilhev jî, lê bi awayekî qismî pêk tînin. Di van herêmên têkilhev de, li hev siwarbûna serdestîyan bi awayekî berbiçav pêk tê. Ji bo em bersiva pirsa «çawa têkoşîn bi hev ve tên girêdan»ê bidin, divê em li vê bifikirin: qadên qismî têkilhevbûyî, bi çi awayî di nav hev de li hev dikin û tiştê ku li derve ye çi pê tê.

Bila tevlîhevbûn bi tenê pișkî bin, hundirek û derveyekî wan hebe, ev yek bi naskirina qencîya van hemî têkoșînên ku xweserîya wan îzafî ye xwe sentez dike -ku li vir du peyv girîng in: «xweserî» û «îzafî». Naskirina xweserîya têkoșînên dijnijadperest yan femînîstan, nayê maneya ku meriv karibe bibêje, dema kapîtalîzmê bihurîye û ev operasyon dê bitenê ji bo vê bên betalkirin. Mixabin, meriv dikare bi rêkûpêkî civateke piștî kapîtalîzmê ya ku damarên nijadperestî, seksîstî û homofobîyê tê de hebin, yan jî heta ku hîyerarșîyên nû biafirîne tesewir bike. Zextên ku di van têkoşînan de dikevin dewrê, bêyî ku bi tevayî wekî berhemên bi ber re, li gor zexta serekî ya kapîtalîzmê bên kêmkirin ji bo xwe derbas dibin.

Xweserî ji ber vê ne. Lê îzafî ne. Ji ber ku, heke ne serekî be jî, serdestîya kapîtalîst cihekî hindik ê bilind di hîyerarșîya avasazîyî ya serdestîyan de nagire û niha em sedema vê yekê zanin. Ji hemî têkilîyên serdestîyê ku civata nûjen rû bi rû bûye, têkilîya kapîtalîst di rewșeke weha de ye ku gava yên din hemî duçarî êrîșê bibin, heta kêm jî bibin, ew dê dîsa jî karibe xwe li ser pîyan bigre. Di moda pêrewkê, yan eyarkirina marjînal de, yan jî jê wêdetir heke rewș li ser wê ferz bike, ew dikare heta bi yên li dijî wê derdikevin re jî hevkarîyê bike. Bi rastî jî, ev yek gelek caran, bi awayekî sergirtî yê durû û qebe pêk tê. Bi vî awayî Birêz Hillary Clinton, di dema kampanyaya xwe ya 2016an de, dudilî nekir û got: “Heke em sibê bankayên mezin wêran bikin, ev dê dawîyê li nijadperestîyê bîne gelo? Aya, ev ê dawîya seksizmê bîne? Ma ev dê dawîyê li cudakerîya li dijî civata LGBT (Lezbîyen, Gey, Biseksuel, Transseksuel an Travestî,)yê bîne? Ev dê meriv li hemberî koçberan zûbizû mêvanperwer bike qey?” (2) Lê li malê jî heman tişt hene û bi dirêjîya dehsalan dê wexta me hebe ku em li ser kar organên mijûlkirina civatî bibînin (Libération, L’Obs, hwd.). Birêz Clinton belasebeb hilbijartinên 2016an wenda nekir. Ji ber ku stratejîyên wê yên guherankarî û îkamekirinê gîhaştin hedê xwe, wê hilbijartin wenda kir. Heta bi têkoşînên ku berê van stratejîyan (bidurûtî) li wan bû jî, dîtin ku êdî tu fêdeyeke ku ji wan bibînin tuneye û belkî gelek tiştan jî wenda bikin, dev jê berdan, ew bi tenê hiştin.

Lê em dê êdî darbeya “bankayan” li “femînîzmê ji bo ji % 99an”(3) nekin, ji ber ku ew dîsa bi biryardarî li kiryara xwe bi perspektîfeke dijkapîtalîst xwedî derdikeve û vê yekê bêyî ku bi tu awayî dev ji taybetmendîya xwe bixwe berde dike. Senteza xweserîya îzafî tam jî bi vî awayî ye. Jixwe, ya ku vê yekê ferz dike kapîtalîzm bixwe ye, ji ber ku ew bi lîstina hevreftarîya serdestîyan, hevreftarîya têkoșînan jî teșwîq dike. Di her hal û karî de, bi ser hev vebûna bûyerên wan (dîsa) wekî ya jinên ode-amadeker ên reș ên otêlên Ibisê ye. Kapîtalîzm ji bo ku têkilîyên xwe bixwe bêqîmet bike têkilîyên din ên serdestîyê ji xwe re bikar tîne. Ji ber vê jî, dîsa di nav wê de û bigurbûna çewsandina wê ya mehaneyî de ye ku jin hîn bêtir duçarî zexta seksîst, nijadperest dibin û dibin qurbana (4) nijadperestîyê. Ji ber ku ew di pozîsyoneke bilind a hîyerarșîya avasazîyî de ye, bi vê statuya xwe ew hemî serdestîyên din di berjewendîya xwe de ji nû ve seferber dike, ku têkilîya kapîtalîst, bi rastî jî, her tiștî rêk dixe û dixe pratîkê… nêzîkbûna serdestîyan ji bo vê ye. Nêzîkbûna têkoșînan a ku dihate xeyalkirin divîya li pey vê bihata. Lê divîya berî kapîtalîzm ji qada ku nedihate minaqeșekirin a ku ew çend dûrûdirêj lê ma derketa. Û pașê, lê bêgûman ji heman tevgerê jî, ku têkoșînên cihê yên ji destpêkê de bi awayekî mentiqî (û rewa) xweperest, dikevin nav rejima xweserîya îzafî, ango ku xwe ji rewșa cudabûna mutleq ku ew çend daxwazên pê ve girêdayî (Birêz Clinton, Libé) zorê didin xwe ku wan biparêzin.

Divîyabû ku têkoșînên ji rejima xwe ya cudabûnê derketibûn, her bi vî awayî ji rejimeke bêserinc a dîyar jî derketana û xwe bigîhandana têkoșînên din. Ji bêserincîyê, heta ji zirara dualî, bi xwe hefskirina her yekî di taybetîbûna doza xwe de, bi xwe re nezanîna hemî tiștên din ên ji xeynî doza xwe ve tîne. Bila her kes berî bi “karê” xwe mijûl bibe, ev tiștekî pir normal e; lê heta asta ku zirarê bide “karên” ên din, na. Ronakbîrekî wekî Paul B. Preciado hîn jî wê de diçe, heta ku kare têkoșînên LGBTQê yên di klipeke artyê de jî biparêze, ku ji alî Gus Van Sant ve ji bo dêwê luksê Gucci, wekî ku divê çewsêner û bi ser de jî revokê bacê yê naskirîye hatibû çêkirin: têkoșînên xebatkarên bi mehanê dixebitin sipasîya wî nakin. Divê meriv îtiraf bike ku, di rewșeke ewinde “saf” de, wekî ku her tișt ji bo yê herî xirab, ji bo karîkaturê herî xirab ê “Clinton” bûbe yek, bi gotineke din ji bo di nav çînên gelêrî de qîmetdana fikra wêranker ku hin têkoșîn (li vir LGBTQ ye) bitenê “dinyayeke din” eleqedar dikin, dinyayeke ji xeynî ya wan, ku lê ji xeynî problemên wan bitenê yên din tên rojevê û eleqê dibînin. Her bi heman mentiqî, fîlozofeke wekî Emanuele Coccia bawer dike ku bihevkarîkirina pêșangeyeke Weqfa Cartier dikare xwe bide azwerîya xwe ya erd û daran û wê pêș bixe: Em dar. (5) Katalog ji her alî de xweșik e, avasazîya bînayê hêjayî pesindanê ye: ew ji niha de bi xwezayê re li hev hatîye (șêwirmendê zanyarî ji me re dibêje), di encamê de sazî bi tevayî hêjayî pesindanê ye (6) -“șevên wê yên koçerîyê”- (ku ew beșdar dibe) jixwe pir spehî ne. Heke ew destûra me bide ku em bikevin nav civata sîyasî ya darên șahbelotan em dê nebêjin ku hin fezîletên gewherê luks tunene.

Eșkere xuya ye ku, doza daran ji ya merivan nebe jî, ji ya merivên ku bi mehaneyê dixebitin pir dûr e. Xwedê dizane ku, di rastîyê de, berevajî vê tiștekî ku wan, di encamê de, bîne hemberî yên din tuneye. Û tevî vê jî, awayên taqîbkirina ya yekem ku têkilîya wan pir hindik bi ya duyem re heye da ku karibe wan bikin dijminê hev. Élise, nivîskara nenas ya gotareke di kovara Trou noir / Kuna reș de, pirsa serekî dike: di têkoșînên xwe de, “em xwe aidê kîjan cîhanê dibînin?” Ji bo Preciado, ku tevî vê jî li hevgirtinên nû digere da ku her cure têkoșînan li dijî “polîtîkayên heteropederșahî, kapîtalîst, mêtîngehkar û ekstraçalakvan” bike yek, ketina nav sazîyeke mezin a kapîtalîst jî heman ehmeqî ye. (7) Yan jî, ev di derheqa hêzên xwe de xweșbînîyeke pir mezin e, heke jesta “stratejîk” ya hilweșandinê, kiryara “ji hindur de”, ya vegotina dijkapîtalîst ya ji alî ciwankarîyê de ji destpêka kapîtalîzmê de tê parastin be -tevî tecrûbeya hêza fagostîk a kapîtalîzmê ku gelek caran dubare bûye-, kapasîteya wê ya hezimkirina her tiștî, betalkirina her tiștî, ji nû ve kodkirina her tiștî li gor berjewendîya xwe jî, (bitaybetî) “hilweșandin” jî di nav de ye. Ji bo îspatkirina xwe, Preciado destnîșan dike ku “tu carî azadîya wî bi qandî dema ku bi Gucci re xebitîye nebûye” (8) meriv çawa bibêje, belkî jî pirsgirêk ev e. Di her halûkarî de pirs, ji ya kartêkerîya stratejîk (ji bilî vê, li gel ya ku dema meriv dixwaze biçe nav medyayên serekî her dem tê pirsîn heman tișt e) bêtir ne ew hinde ya “safîtîyê” ye, hinekî jî ya hewldanên cazîbeya çandî û sazîyên kapîtalîst yên ku ji hemî awantajên avdana wan bi comerdî tê gihîștinê ye.

Wê gavê erê, ji xwe pirsîna em dê xwe bidin kîjan alîyî ji bo ku em têkoșîna xwe bimeșînin ne tiștekî luks e, bi taybetî jî dema ku hin ji van têkilîyan li têkoșînên li alîyê din ew çend neheqîyê dikin. Ji alîyê xwe de, fîlozofê daran ji ber ku serê wî tim li ber sîyê ye û heșê wî pir hindik (an jî qet ne) li ser xebatkarên bi mehane dixebitin, ev biserê xwe ne pirsgirêk e, wekî têkoșînan, azwerîyên ronakbîran jî hemî ji alî rûmetê ve wekî hev in. Lê azwerîya wî ya daran lê tê, bi ser de jî, ji ber tiștê ku ew dibêje “rexne” ye, ew dide ser rêyên ku van sazîyên kapîtalîst ên pisporên pakirina exlaqî, parêzvanan, merivhezan, dostên huneran hîn bêtir meșrû dikin, yanî xapînokên sembolîk ên fikra ku kapîtalîzim wekî ku tê gotin ew çend jî ne xirab e, ku xema tiștên din dixwe, ji herikîna neqdî ya basît bêtir bi tiștên hîn berztir û birûmettir dibilike belav dikin û ku em ê gișt wenda bikin ku wê hilweșînin. Ji ber vê jî, wekî encameke mentiqî ya ku vekirî bi peyvê nehatîye ravekirin, Xwedayê min, kesê bi mehaneyê dixebite bila her mehaneyî bimîne. Di vê demê de, di sektora mehaneyê de bi temamî, bila bi hemî hêza xwe tevkujî çêbibe (komên luks jî di nav de bila nebin yên dawîn yên ku birekê digrin destên xwe), ev bi rastî jî rewșeke nelibar e lê dar, dîsa jî! “Muze û weqfên hunerê hevdem êdî bûne dûrbînên ku meriv dikare bi wan pêșeroja xwe texmîn bike”, bawer dike ku Cocciayê (9) dibîne. Bi kêmanî her tișt zelal e: bi navgînîya weqfên hunerî yên hevdem ku dikevin navberê, em hatine vexwendin ku “pêșeroja xwe” bi “dûrbînên” Cartier, Gucci û M. Bernard Arnaultî bînin ber çavên xwe. Û bi van cûre berçaviksazan e, ku Coccia difikire ku kare “darên” ku li ber dilê wî șêrîn in rizgar bike. Dereceyên xapîyanên sîyasî yên ronakbîran hene ku meriv gelek caran matmayî dihêlin.

Mucîzeyên biçûk

Ji ber vê yekê, bi vegotineke peyvên mezin, heke divê em exlaqekî sîyasî yê têkoșînan, an jî bi hev re jîyana têkoșînan ji nû ve ravekin, prensîbê wî yê pêșîn divê ew be ku di têkoșîna xwe de tu tiștekî ku zirarê bide têkoșînên din neke. Bi kêmanî divê meriv dev ji wan berde pașgotinîya wan neke, wan wekî tiștên bêkêr ku bala meriv dibin ser tiștên din nebîne. Û herweha, divê meriv cih, piștgir, yan hevalbendan bibîne û zanibe bê bi mebesta zirarê bidin têkoșînên din hevdîtinan pêk tînin, heta navgînan kom dikin. Wekî mînak: em dê bi ber bayê nijadperestên ku di asta neteweyî de kom dibin an jî “serdestîperestên her du alîyan” nekevin (li pey wan baz nedin…) ku ji ewro derkevin; gel ji çîna karker “bi șoreșa neteweyî” rizgar nabin; milîtanên marksîst, ji ber ku bi tenê têkoșîna çînayetî hilbijartine divê ji nijadperestîyê neyên mahkemekirin û hwd.

Li hemberî vê, em ji mûcîzeyên biçûk re șansekî dihêlin, wekî mînak, di dema grevên di 1984an de li Qralîyeta Yekbûyî (10) tevgera Lesbians and Gays Support the Miners (Lezbîyen û geyan piștgirîya karkerên madenê kirin), (yan, di demeke nêzîk de, kiryarên kolektîfa Du pain et des roses ji bo piștgirîya çalakîya “PMA pour tous” xebatkarên rafînerîya Totalê ya li Grandpuitsê) balkêș in. Yan jî, cûreyekî din ê ku meriv bêtir lê mat dimîne, di 1968an de, ew nêzîkbûna ku, koma xebatkarên sipî yên hejar Young Patriots li Chicagoyê, ku çi bigre hemî qutîyên gelaș (muzîka country, çek, alên konfederasyonê)… bi Black Panthers (11) nîşan kiribûn, ku serekê wan ê li Illinoisê biryara ji bernameya xwe ya berceste ya kiryaran hin kêmtir bala xwe bide toqeyên kemberên xwe yên bi du debançeyên çeprast dabû, dît ku di rastîyê de, ji bo yekbûneke têkoşînên dijnijadperest û dijkapîtalîst hemî tişt bûne yek. Ji vê jî rêveberîyeke hevpar a keskesorî ku meriv ne li bendê bû, lê pir rast bû derket holê. Fikir ew e ku di encamê de ev nêzîbûnên “mucîzewî” hîn bêtir bibin ji rêzê.

* Fîlozof,  Nivîskarê kitêba Figures du communisme / Figurên Komunîzmê, ku ev tekst jê hatîye girtin.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademir

__________

1) Li vir, bal tê kişandin ser teza ku pêşkêşîya wê ji vê berhema ku ev tekst jê hatîye girtin re hatibû pêşnîyarkirin.

2) Jêgirtina Paul Heidemanî, «Class rules everything around me / Her tiştê li derûdorê çîna karker birêvedibe », Jacobin, 3yê gulana 2019an.

3) Cinzia Arruzza, Tithi Bhattacharya û Nancy Fraser, Féminisme pour les 99 %. Un manifeste / Femînîzme ji bo ji % 99an. Manîfestoyek, La Découverte, coll. «Cahiers libres», Paris, 2019.

4) «Qurbanîyê nijadperestîyê» eslekî yan rengekî çerm ê taybetî nîşan nade, lê helwesteke dîyar (bindest) di têkilîyeke civatî de: têkilîya civatî ya eslî/etnîkî nîşan dide.

5) Nous les arbres / Em dar, Fondation Cartier, Paris, 12ê tîrmeha 2019an – 5ê kanûna paşîn a 2020î.

6)Emanuele Coccia, «Les arbres disent “nous” / Dar dibêjin ‘em’», AOC, 1ê çirîya pêşîn a 2019an, https://aoc.media

7) Élise, «À quel monde nous lions-nous / Em xwe aîdê kîjan cîhanê dibînin?», Trou noir, 28ê kanûna pêşîn a 2020î, http://trounoir.org

8) Heman çavkanî.

9) Emanuele Coccia, «Les arbres disent “nous” / Dar dibêjin ‘em’», art. cit.

10) Kate Kellaway, «When miners and gay activists united : the real story of the film Pride / Dema ku karkerên madenê û çalakvanên gey bûn yek: çîroka rastîn a fîlmê Pride», The Guardian, Londres, 31ê tebaxa 2014an.

11) Michael McCanne, «The Panthers and the Patriots / Panter û welatparêz», Jacobin, 19ê gulana 2017an.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial