Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Îluzyonên biçûkbûnê

 

Ji bo beşek hawîrparêzan, buhrana hawîrdorî gihîşt asteke wisa ku niha êdî tenê çareyek jê re divê: biçûkbûn. Li gorî wan, bêserûberbûna avhewayê ne encama awayekî hilberîna bazarê ye û ji ber vê yekê jî îrrasyonel e: sedema wê rasterast mezinbûn e, mezinbûna ku taleba enerjîyê diwerimîne û rê li hedefa bêkarbonkirina aborîyê digire. Ji ber ku kêmbûneke hilberîna mal wê bandoreke berevajî bikira, wê baştir bûya ku faalîyet bihata kêmkirin. Ev analîz bi xwe re hin zehmetîyan bi gewde dike.

Em carina ji bîr dikin ku mirov hertim ne xurt in li hemberî bêserûbinbûna ku ew bi xwe pêk tînin. Di salên 1980yî de, gefa hawîrdorî di «qulika ozonê» de xwe nîşan dide. Gaza ozonê ku me ji tîrêjên rojê diparêze, hebûna wê ya li atmosferê kêm dibû. Ev jî dibe wekî mizgînîyê ji bo penceşêra çerm, şewbên bêderman, xirabûna rezervên avê, jihevketina çerxên bîyoşîmîk û kêmbûna hilberîna çandinîyê, ango ev gefa vê fenomê li ser mirovahîyê jî ne kêmî ya li ser guherîna avhewayê ye. Li vir jî, sûcdar emîsyonên antropojenîk bûn. Bi awayekî sereke klorofluarocarbur (CFC), di demeke nêz de wê dakevin asta vegotinên med-yatîk ji bo bikaranîna di qeşageh-sarinc û fisfisên aerosolan de.

Ji dema protokola Monrealê û vir ve, ku di sala 1987an de hat îmzekirin û yekê kanûna pêşîn a sala 1989an ket merîyetê, ev emîsyon ji sedî 98 kêmbûne(1). Dîyardeya (fenomena) tenikbûna tewa [tebeqe] ozonê di salên 2000î de berevajî bû û tê payîn ku ji niha heta sala 2075an tewa atmosferê ya gazê dîsa vegera rewşa xwe ya destpêkê(2).

[emember_protected]

Hemû kesên ku salên 1980yî mezinbûn, tê bîra wan bêguman ku li kêlîyek ji kêlîyan zext li dîya xwe kirine da ku spreya poran êdî nekire. Hemû dayîkan li ber vê zextê paş de gav neavêt. Rêveberên sî-yasî jî herwisa. Li şûna ku mesele radestî însîyatîfên tekekesî were kirin, û paxaf neyê kirin bi gilîûgazinên lobîstên li ser navê karsazan kirêkirî, protokola Montrealê ji bo ferzkirina rêziknameyekê rasterast dest wer dide bazar û pîyaseyan.

Eger me hewl dabûya bilindbûna hejmara qeşageh-sarincên li cîhanê asteng bikira, bo nimûne, an jî hê wêdetir, me hewl dabûya hejmara wan a giştî li seranserî gerestêrkê de kêm bikira, li şûna ku me li ser mutasyona teknolojîk qeyde û rêzik ferz bikirana, em ê bi lez ber bi felaketê bigindirî-yana muhtemelen. Îlaneke wekî «Ewçend zêde qeşage-sarinc, lê êdî yekê din tenê jî na» wê prisgirêka zêdebûna emîsyonan çareser kiriba, lê belê ne ya emîsyonan bi xwe, eynî çawa ku îro ne kêmkirina gazên xwedî bandora serayê, lê ji holêrakirina wan bi xwe mijara gotinê ye.

Başe Bakur wê bi kîjan rewabûnê karibûya ji welatên Başûr re îzah bikira ku ew nikarin bibin xwedî amûrên ku xwarin û vexwarinên wan diparêzin û hênik dikin? Ma vegotina pêşverû, berevajî, ne ew bû ku me îdîa bikira ku li cîhanê derfetên me yên hênikkirinê tune? Îro, baş e ku, em tesbît dikin ku zêdebûna bikaranîna wê zirarê li tewa ozonê nake, çunku em gihîştin asta hilberandina teknolojîyên ku êdî zirarê nadin vê gazê.

Ev kapasîteya xweser a mirovan a guherandina awayê xwe yê jîyanê dîyarker e û ew baş îzah dike ka çima Thomas Malthus û peyrewên(xelefên) wî yên nûjen ji rê derdikevin. Em ne mîna bakterîyên li nava kodika Petrî ne: berevajîyê cureyên din ên zindîyan, em çavkanîyan di asteke sabît de xerc nakin. Bi saya pêşketina teknolojîk û vebijarkên sîyasî, em dikarin, eger em bixwazin helbet, xwe bi pêş bixin. Û gava em bigihîjin sînorên xwezayî, karîna me ya xwenûkirinê jî heye ji bo derbaskirina wan. Dîroka cureyê me dikare bi vî awayî were kurtegotin, (xulasekirin). Yekane sînorên jêderbasnebar ên ku em dikarin xeyal bikin qanûnên fizîkê û mentiqê ne: dikare were xeyalkirin ku em ê karibin rojekê xwe teleporte bikin, ji ber ku raman tu qanûneke fîzîkî binpê nake; ji ber heman sedemê em nikarin xeyal bikin ku em makîneyeke bênavber di nava livûtevgerê de îcad bikin.

Bi hêsanî tê fêmkirin ku parêzvanên biçûkbûnê muqeyesekirina xwe bi Malthus re zêde teqdîr nakin. Herçendî hindikahîyek nefret jî bike ji mirovahîya ku dişibîne vîruseke bijehr ji bo gerestêrkê, piranî jî li nava agirê têkoşîna li dijî bêedaletîyên civakî yên herweha çavkanîya xirabûna hawîrdorî ne, bawerîya xwe qewîn dikin. Ew wekî din bibîr dixin ku, berevajîyê brîtanîyê birêz, tevgera wan bi zêdebûna nifûsê re serê xwe naêşîne: armanca wan bisînorkirina mezinbûna aborîyê ye, ne ya kêmkirina nifûsa mirovan e.

Lê belê ka em xeyal bikin ku em sînorekî raserî çendeya malê ku mimkin e were hilberandin destnîşan dikin bêyî ku ev yek bibe sedemê teqîna felaketeke ekolojîk. Em xeyal bikin ku aborîya cîhanî ji niha û pê ve bi van hecmên heyî têra xwe dike. Em xeyal bikin ku civak hilberîna heyî ya li seranserî cîhanê bi awayê herî adilane belav dike, lê belê sînorek hatîye danîn ji bo mezinbûna nifûsê. Wê hingê çi bibe?

Her sal, zarokên nû tên dinê û malên hilberandî bi awayekî wekhev tên belavkirin, lê belê bi çendeyeke hindiktir: hilberîn wê giran bibe, ne zayîn. Piştî demeke dîyar, her kes bi awayekî mekanîk xizan dibe… heta ku civak ji bo xwe sînorekî demografîk destnîşan û ferz neke. Di encamê de ha te got: li pîyasesê zêde mal heye, ha te got: li ser rûyê gerestêrkê zêde mirov hene; her du jî heman tiştî îfade dikin…

Hin parêzvanên biçûkbûnê, ên wekî Troy Vettese, bi dilsozî mikur tên ku di çavên wan de tehdîta kaosa ekolojîk heta cihekî «eko-teserûf»ê ji bo şênîya Bakur mafdar dertîne: «Peydakirina çareyekê ji bo buhrana hawîrdorî destwerdanekê ferz dike ji bo daxistina asta awayê jîyana bûrjûwazîya cîhanî, ku ji çend sed milyon kesên herî zengîn pêk tê(3).» Vettese dîyar nake ka kî ne ev «mîlyon kesên» ku «bûrjûwazîya cîhanî» pêk tînin. Lê belê Ewropaya rojavayî û Dewletên Yekbûyî 800 milyon nifûsa wan heye, xwendevanên wan dikarin xeyal bikin ku ew tenê behsa M. Bernard Arnault û qralîçeya Ingilistanê dike.

Yên din, ên wekî antropolog Jason Hickel, îdîa dikin ku biçûkbûn ne sîyaseteke teserufê; ya xêr û bereketê ye. Li gorî îzaha wan, ji bo parastina astên jîyanê û heta, baştirkirina van astên jîyanê, kêmbûneke plankirî ya hilberîna li nava neteweyên xwedî hatineke bilind mimkin e. Bi nêrîna Hickel, pêkanîneke wisa, bo nimûne wê ji nû ve belavkirina dewlemendîya heyî jî bide ber xwe.

Em hinekî din ji nêz ve binêrin ka gava aborî mezin nebûya wê çi bibûya, çi biqewimîya. Mala wî ava be, aborîzan Branko Mîlanovîc, yek ji pisporên cîhanî yê pisgirêka newekhevîyan, di vî warî de zêde kar ji me re nehiştîye: li gorî hesabên wî, hatina salane ya navînî di sala 2018an de li derdora 5 500 dolar bû(4). Lê belê pêşnîyara Hickel ew bû ku tevahîya hatinên bilind daketana vê astê, ji bo ku hatina kesên herî xizan jî bilindî vê astê bihata kirin..

Ev pênc hezar û pênc sed dolar, ango kêm zêde 4 700 ewro ye? Piranîya rojavahîyan ji vê reqemê pir zêdetir qezenc dikin. Li Fransayê, li gorî Enstîtûya Neteweyî ya Statîstîkê û Lêkolînên Aborî (INSEE), meaşê salane yê navînî di sala 2015an de hildikişe 26 634 ewroyê brut (reqemên dawî bidestxistina wan mimkin e). Li vir bêguman texmînên glover mijara gotinê ne, lê belê ji 26000î daketina 4700 ewroyî wê ji binî ve hilweşîne awayê jîyana xebatkarên fransî ku tu caran birêzan Alain Madelin, François Fillon an jî Bruno Lemaire jî xeyala tiştekî wisa nekirine. Li gorî hesabên Milanovic, ji sedî 27ê nifûsa cîhanê xwedîyê hatineke zêdetirî asta navînî ye û ev ê jî bibînin ku hatina wan zêdetirî du ji sêyan baskoyî bûye (kêm bûye).

Alîgirên biçûkbûnê tînin ziman ku ev guherîn wê pala xwe nede transfera butçeyî ya Bakur ber bi Başûr: yeksanîkirina mezin wê xwe bispêre çerxeke ku bihêle Başûr hilberîna xwe bi pêş bixe, Bakur jî peyder pey hilberîna xwe kêm bike. Bi gotineke din, kêmkirina nêzî du ji sêyan hilberîna zengînîya welatên pêşketî wê bibe mijara gotinê. «Fabrîka, trên, balafirgeh wê ji sêyen yekê wextê xwe yê niha bişuxulin; elektrîk, şofaş, ava germ wê rojê tenê heşt saet pêşkêşî xizmetê bên kirin; xwedîyên ere-beyan wê ancax ji sê rojan rojekê xwedî mafê ajotina wan bin; em ê hefteyê tenê sêzdeh saetan bixebitin», li gorî hesabên Milanovic.

Karîkatur!, ev e bersiva alîgirên biçûkbûnê. Kêmkirina hilberîna rojavayî wê wisa bi awayekî çeprast pêk neyê. Berevajî: her tiştekî bi kêrî civakê tê wê eynî wekî berê bidome, lê belê tiştê bêkêr wê ji holê were rakirin. Û Hickel van sektoran weha rêz dike: «hilweşînerên ekolojîyê û yên kêm feydeya wan heye ji bo civakê» : marketîng, 4×4, goştê gê, plastîkên tenê ji bo carekê tên bikaranîn û ardûyên fosîlan.

Bêguman em qîyametek tiştên beredayî û xizmetên bêkêr hildiberînin, lê belê dîsa jî gelo mirov dikare bi rastî jî îdîa bike ku du ji sêyan aktîvîteyên hilberîna rojavayî beredayî ne û bi kêrî tu tiştî nayên? Ji ber vê yekê muhtemelen, Hickel jî hin çareserî xeyal kirin: kêmkirina hefteya xebatê, dirêjkirina wextê kêf û rehetîyê û zêdekirina xizmetên civakî yên merdane. Eger her pêşverûyek ji van perspektîfan re li çepikan jî bixe, tu îşareteke misoger tune ku ev perspektîf wê karibin van kêmkirinên destnîşankirî yên têkildarî hatina aborî ya her kesekî telafî bikin, ne jî karibin hilberîna aborî kêm bikin.

Berî her tiştî, tu çendeyeke dema serbest êşên xizanîyê nacebirîne û birîna xizanan nakewîne: îhtîmala xwe azadkirina ji tengavkirinên meslekî, tevî ku di berdêla nebûna xwarinê de be jî, ji niha ve pêşkêşî herkesî hatîye kirin, hem jî bêyî ku bi coşeke mezin hatibe ragihandin. «Li nava civaka kapîtalîst, yekane tiştê zehmettir ji îstîsmarbûnê ne îstîsmarbûn e.»

Wekî din, fikra ku mijûlahîyên serbest û xizmetên civakî wê kêmtir gaza bi sera belav bikin, pala xwe dide bawerîya ku ew bikaranîna berhemên manîfakturê nadin ber xwe û ji ber vê yekê jî ji bo wan ne enerjî pêwist e ne jî derxistina çavkanîyên xwezayî. Lê belê sektorên kêf û rehetîyê û xizmetên civakî, herçendî kêmtir jî «qirêj» bin ji endustrîya giran, ew jî ne dûrî qirêjîyê ne: amûrên muzîkê ji daran, metalan û plastîkan tên çêkirin; nexweşxane serdevde dagirtî ne bi ekîpmanên ku ji bo wan bi sedan metal û madeyên cihêreng pêwist in, bo nimûne madeyên ji petrolê tên çêkirin; materyalên hilkişînê, taxûk, kayak, duçerxe, bêguman ji madeyên ku ji binê erdê tên dexistin, tên çêkirin.

Eger pir girîng be jî restorekirin û pêşvebirina xizmetên gelemperî, nexasim jî ji bo bidawîkirina buhrana mal û lojmanan civakên pêşketî têra xwe jê dikşînin, dewleta civakî ne yekane çavkanîya rehetîya me ye: sînema, pêlîstok, qalikên gofretan, amûrên televîz-yonan jî hene. Xeyala li gorî wê, nebûna van tiştên berxwarinê giş -vegereke li «jîyaneke sade»- wê bibûya nivişta bextîyarîyeke vekêş ji bo zengînên herî rehet ên burjûwazîyê jî, çunku dema hemû pêdivîyên mirov tên pêşwazîkirin, mirov herî zêde hingê baş xeyala şelandinê dike. Yek ji rexneyên herî berdewam ên navxweyî yên Yekîtîya Sovyetî ew bû ku jîyan gewr bû : mirovan bêrîya reng, muzîk û ananasan dikir. Em nan dixwazin, erê; lê belê em herweha gulan jî dixwazin.

*Nivîskarê berhema Teserûfa Hawîrparêzîyê û hînbûyîyên Hilweşîn-pornoyê: Parastineke mezinbûn, Pêşketin, Pîşesazî û Îwerên din – Austerity Ecology and the Collapse-porn Addicts: A Defence of Growth, Progress, Industry and Stuff, Zero Books, 2015.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

[/emember_protected]

_______

1)https://ozonewatch.gsfc.nasa.gov/meteorology/annual_data.html (hilpekînek di emîsyonên ne ragihandî de li gel vê yekê jî hat qeydkirin ji destpêka salên 2010î ve li Asyaya rojhilatî, ev nîşan gumanê diafirîne ku li herêmê kesek hîleyan dike).

2) «The Antarctic ozone hole will recover», NASA, 4 hezîran 2015, https://svs.gsfc.nasa.gov

3) Troy Vettese, «To freeze the Thames», New Left Review, n°   111, Londres, gulan-hezîran 2018.

4) Branko Milanovic, «The illusion of “degrowth” in a poor and unequal world», Global Inequality, 18 çirîya paşîn 2017, http://glineq.blogspot.com

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial