Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Îlîzyonên Kêmbûnê

Ji alîyekê ve, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, alîgirên sexbêrîtîya dilxwaz, şandin ber “lambeya rûnî». Ji alîyekê din ve, rêveberên şîrketên ku hawirdorê qirêj dikin, bi rêya mezaxê alavên ku bîyanîbûnê derdixin pêş bi kar tînin. Ma karîkaturên ku şekil didin nîqaşên li ser mezinbûnê, me ji fikr û ramîna li ser armancên potansîyel ên çalak,ya aborî mehrûm nakin?

Ji bo hin hawîrdorparêzan, krîza hawirdorî gihîştîye asteke wisa ku tenê çareserîyek maye: kêmbûn (la décroissance). Li gor wan, guherîna avhewayê ne encama hilberîna bazarê ye û ji ber vê yekê jî bêmantiq e: lê belê encama rasterast a mezinbûnê ye ku hewcedarîya enerjîyê zêde dike û armanca xilaskirina aborîyê ji karbonê, asteng dike. Ji ber ku kêmkirina hilberîna kelûpelan dê bandoreke berevajî çêke, divê ev çalakî were qutkirin. Ev analîz çend zehmetîyan derdixe pêş.

Em carinan ji bîr dikin ku mirov li hember tevlihevîyên ku bixwe dibin sedemê wan, her gav bêhêz nîn in. Di salên 1980yî de, tehdîda ekolojîk bi «qulika tebeqeya ozonê» berbiçav bû ku ev tebeqe me ji tîrêjên rojê diparêze, lê hingê hebûna wê di atmosferê de kêm dibû. Pençeşêra çermê, epîdemîyên kêmasîya bexşangîyê, hilweşîna rezervên avê, xirabûna çerxên bîyokîmyayî û daketina hilberîna çandinîyê… Fenomena ku pêşbînîya van tiştan dikir, ji bo mirovahîyê gefeke ji guherîna avhewayê ne biçûktir bû. Li vir jî, sûcdar emîsyonên antropojen bûn. Di serî de klorofluorrokarbon (CFC), wê di demeke nêz de medya wan tevî rola wan a bikaranîna di sarincok û aerosolan de binirxîne. Ji Protokola Montrealê vir ve, ku di 1987an de hat îmzekirin û di 1ê kanûna paşîn a 1989an de ket merîyetê, ev emîsyon %98 daketîye. (1) Fenomena hilweşîna ozonê di salên 2000î de berevajî bû û tê texmînkirin ku tebeqeya atmosferê ya gazan heya 2075an dê vegere rewşa xwe ya xwerû. (2)

[emember_protected]

Yê ku di salên 1980yî de mezin bûbe dibe ku demekê dêya xwe aciz kiribe da ku dev ji bikaranîna bombeya spreya poran berde. Lê hemû dayikan ev yek qebûl nekir. Rêveberên sîyasî jî. Protokola Montrealê, li şûna ku xwe bispêre hewldanên takekesî û li hember şîna lobîstên ku ji hêla pîşesazan ve hatine girtin bêxem be, rasterast midaxaleyî pîyaseyan dike ku rêziknameyekê bide qebûlkirin. Mîsal ji dêvla ku em qaîdeyên ku guherîna teknolojîk ferz dikin bixin dewrê, heger me hewl bidaya zêdebûna sarincokan li cîhanê rawestanda, an jî hewl bidaya li seranserê cîhanê hejmara sarincokan kêm bikira, em ê ber bi bobelatekê ve biçûna. Îlankirina “gelek sarincok, lê ne hebek lê zêdetir” dê pirsgirêka mezinbûna emîsyonê çareser bikira, lê ne pirsgirêka emîsyonê bixwe. Bi heman rengî, îro mesele ne kêmkirina gazên serayê ye, lê ji holê rakirina wan e.

Û Bakur dikaribû kîjan meşrûîyetê bikar bianîya ku ji welatên Başûr re bigota ka ew ne xwedan wan amûran in ku xwarinên xwe teze hilbigirin? Ma berevajî vêya, vegotina pêşverû îdîa nedikir ku di cîhanê de kêmasîya amûr û alavên sarincî hebû? Îro bêyî ku bandor li ser tebeqeya ozonê bikin bi kêfxweşî em dibînin ku bikaranîna van amûr û alavan zêde ye. Ji ber ku me ev yek bi teknolojîyên ku êdî zirarê nadin vê gazê, bi dest xist. Ev kapasîteya taybet a mirovan ya ku şikl û rengê jîyana xwe vediguherînin, faktoreke dîyarker e û nîşan dide ka çima Thomas Malthus û teqlîdgerên (épigone) wî yên nûjen xelet in. Em ne mîna bakterîyên di qawanozên Pêtri de ne: berevajî cisnên din, em çavkanîyan di asteke domdar de naxwin. Bi saya pêşveçûna teknolojîk û hilbijartinên sîyasî, heger em bixwazin, dikarin pêşve biçin.

Kapasîteya mirovan a nûkirinê

Dema ku em li hember sînorên xwezayî dimînin, dikarin rêyên nû peyda bikin da ku wan sînoran derbas bikin. Dîroka cisnê me dikare di vê gotinê de were ravekirin. Tenê sînorên ku em nikarin jê derbas bibin qanûnên fîzîkî û mantiqî ne. Minkin e ku meriv xeyal bike ku belkî em rojekê xwe teleport bikin, ji ber ku ev raman tu qanûneke fizîkî binpê nake; lê ji ber heman sedemê, ne mimkin e ku mirov makîneyeke ku her tim hereket dike îcad bike.

Bi hêsanî tê fêmkirin ku alîgirên kêmbûnê ji danberhevdana bi Malthusê qayîl nîn in. Hin kes ji mirovahîyê nefret bikin jî ku bi nezera wan însan ji bo gerstêrkê vîrus in, piranîya wan di kelekela şer de ku bi neheqîyên civakî yên ku ji tevlihevîyên hawirdorî tên, bawerîyên xwe di serê xwe de çêdikin. Ew herweha dîyar dikin ku, berevajî alimên olî yên Brîtanî, tevgera wan derbarê pirsgirêka nifûsa zêde de nîne lê belê bi sînorkirina mezinbûna aborî re eleqedar e, ne bi mezinbûna demografîk re.

Lê ka em bifikirin bêyî ku em bibin sedema bobelateke ekolojîk, me ji bo kelûpelên dê bên hilberîn, sînora herî zêde dîyar kir. Ka em bifikirin aborîya cihanê êdî bi vê hecmê qayîl e.

Talîya talî, ka em xeyal bikin ku civak vê berhema hilberandî bi awayekî wekhev li seranserê cihanê belav dike lê sînora zêdebûna nifûsê her berdewam e. Dê wê çaxê çi bibe?

Her sal, zarokên nû çêdibin û berhemên heyî biedalet têne belavkirin, lê bi mîqdarên biçûktir: hilberîn sekinîye, ne jidayikbûn. Heya civak sînoreke demografîk li ser xwe ferz neke, piştî demekê herkes dê bi awayekî xwezayî bibe belengaz. Çunku gava ku meriv bêje li cihanê pir kes heye an jî di pîyaseyê de zehf berhem heye, her du jî eynî tişt in.

Hin alîgirên kêmbûnê wekî Troy Vettese, bi hêsanî qebûl dikin ku, bi dîtina wan gefa kaosa ekolojîk hinek “bergirîyên ekolojîk” a ji bo gelên Bakur mafdar derdixe: “Ji bo çareserîya krîza hawirdorî divê bûrjûwazîya cihanê, ango çend sed mîlyon mirovên herî dewlemend, şêwaza jîyana xwe biguherînin.(3) Vettese dîyar nake ka ev “çend mîlyon mirovên bûrjûwazîya cihanê” kî ne. Lê ji ber ku Ewropaya Rojava û Dewletên Yekbûyî hema hema xwedan 800 mîlyon rûniştvanan in, xwendevanên wî dikarin texmîn bikin ku ew ne tenê qala Bernard Arnault û Keybanûya Îngilîstanê dike.

Yên din, wekî antropolog Jason Hickel, dibêjin ku kêmbûn ne polîtîkaya hişkbûnê ya aborîyê ye (politique de l’austérité), lê ya zêdehîyê ye. Ev kes wilo şirove dikin ku bona standardên jîyanê were parastin an jî baştir bibe di welatên zengîn de mimkin e ku hilberîneke kêmkirî bê plankirin.  Mîsal li gor Hickêl, ev yek, were maneya dabeşkirina dewlemendîya heyî.

Ka em ji nêz ve binêrin heger mezinbûna aborî tunebe wê çawa be. Baş e ku di mijara newekhevîyê de yek ji pisporên sereke yên cîhanê, aborînas Branko Milanovic, em ji zehmetîyê xilas kirin: li gor hesabên wî, di 2018an de dahatûya navînî ya salane dê dora 5,500 $ bûya. (4) Lê pêşnîyara Hickel dihat wê wateyê ku hemî dahatûya di ser vê mîqdara ku dê bihata daxistin da ku kesên feqîr jî bên heman astê.

5.500 dolar, ango salê nêzîkê 4.700 euro? Piranîya Rojavayîyan ji vêya bêtir, carinan ji vêya pir zêde jî qezenc dikin. Li Fransayê, li gor Enstîtûya Neteweyî ya Statîstîk û Lêkolînên Aborî (INSEE), meaşê salane yê navînî di sala 2015an de 26.634 euro brut bû (reqemên heyî yên herî dawî). Bê guman, ev tenê texmînên teqrîbî ne, lê daketina ji 26.000 euroyê heya 4.700 euroyê, dê kêmkirineke wisa ya standarda jîyana karkerên fransî be ku Alain Madelin, François Fillon an Bruno Lemaire jî qet newêre xwe bide ber vê fikrê jî. Li gor hesabên Milanovîç, %27ê nifûsa cihanê ji navînî pirtir qezenc dikin û dê bibînin ku dahatûya wan ji sisê du zêdetir were birrîn. Alîgirên kêmbûnê dîyar dikin ku ev veguherîn dê nikaribe xwe li ber transfera butçeyê ya ji Bakur ber bi Başûr ve bigire: hevsengîya mezin dê ji mekanîzmayeke wilo derkeve ku rê bide Başûr ku hilberîna xwe zêdetir bike dema ku Bakur dê hilberîna xwe kêm bike. Bi gotineke din, armanc dê ew be ku hilberîna dewlemendîyê li welatên pêşketî bi qasî ji sêyan du kêm bike. Mîlanovîç gotinên xwe weha bi dawî dike: “Karxane, trên û balafirgeh tenê sêyeka dema ku niha dişixulin dê bixebitin; elektrîk, sîstema germkirinê û ava germ dê tenê rojê heşt saetan peyda bibe; xwedîyê erebeyan tenê ji sê rojan rojekê dê bikaribin otomobîlên xwe bi kar bînin; em ê di hefteyekê de tenê sêzdeh saetan bixebitin.”

Karîkatur e ev! dibêjin alîgirên kêmbûnê. Kêmkirina hilberîna berhemên rojavayî dê ew çend berbelav nebe. Berevajî vê yekê: her tiştê ku bi kêrî civakê tê dê wekî berê berdewam bike, lê yên bêkêr dê winda bibin. Û Hickel sektorên ku “ekolojîyê xira dikin û bi kêrî civakê nayên an jî hindik tên dide dû hev:” bazirkarî (marketing), 4×4, goştê sor, plastîkên bo bikaranîna carekê û sotemenîyên fosîl.

Bêguman em ji tişt û karûbarên kêrnehatî çîyayan çêdikin, lê gelo bi rastî jî em dikarin îdîa  bikin ku ji sisê du çalakîya hilberîner a Rojavayê bikêr nayê û bi tenê amûr û alavên bêeleqe hildiberîne? Ji ber vê yekê, bê guman Hickelî ev çareserî jî fikirîne: kêmkirina hefteyên xebatê, berfirehkirina dema vala û dirêjkirina xizmetên comerd yên civakî. Tevî ku kesên pêşverû yên hêja dê hêvîyên weha bipejirînin jî, tu nîşander tune ku ew ê ne vê kêmkirina dahatûyê ya her kesî telafî bikin û ne jî hilberîna aborî kêm bikin.

Berîya her tiştî, tu demeke vala dehşeta belengazîyê telafî nake: îhtimala ku meriv xwe ji tengasîyên pîşeyî xilas bike, her çend wateya wê birçîbûn be jî, jixwe ji her kesî re hatîye pêşkêşkirin. “Di civaka kapîtalîst de, tiştê ku ji mêtingerîyê dijwartir ew e ku meriv neyê mêtingerkirin.”

Ji alîyekî din ve, ramana ku çalakîyên şahîyê û karûbarên civakî dê kêmtir gazên serayê derxînin li ser wê bawerîyê ye ku ew berhemên hilberandî û kelûmelên çêkirî bi kar naynin.

Lewra jî Ii gor heman bawerîyê hewcetîya wan bi enerjî an derxistina çavkanîyên xwezayî nîne. Lêbelê, sektora şahî û karûbarê, her çend ji senayîya giran kêmtir “qirêj” be jî, jê kêmtir  qirêjker nîn in: amûrên muzîkê ji dar, metal û plastîkê tên çêkirin; di nexweşxaneyan de gelek alav hene ku bi sedan mîneralên cuda û berhemên neftê tên çêkirin. Alavên hilkişîn, kano û duçerxeyan axirî ji materyalên ku ji erdê hatine derxistin tên çêkirin.

Her çiqas pêşvebirina karûbarên giştî, nemaze di civakên pêşketî de ji bo têkbirina qeyrana xanîyan girîng be jî, çavkanîya başbûna me ne tenê dewleta refahê ye: di heman demê de sînema, pêlîstok, waffle, televîzyon jî hene. Xewn û xeyala ku dibêje tunebûna van kelûpelên mezaxî ji bo -vegera li ‘jîyaneke xwerû’- reçeteya bextewarîyê ye, xîtabî tixûbên dewlemend ên bûrjûwazîyê dike.  Çunku em difikirin dema ku hemî hewcedarîyên me pêk bên em ê tazî bimînin. Yek ji rexneyên navxwe-yî yên herî domdar li Yekîtîya Sovyetê ew bû ku jîyan li wir gewr bû: kincên rengîn, muzîk û ananas kêm bûn. Em nan dixwazin, erê; lê belê gul jî dixwazin.

* Nivîskarê kitêba bi navê Austerity Ecology and the Collapse-porn Addicts: A Defence of Growth, Progress, Industry and Stuff, Zero Books, 2015.

Wergera ji fransî: Bîlal Ata Aktaş

[/emember_protected]

__________

1- https://ozonewatch.gsfc.nasa.gov/meteorology/annual_data.html (un rebond dans les émissions non déclarées a toutefois été enregistré depuis le début des années 2010 en Asie orientale, suggérant que quelqu’un triche dans la région).

2-“The Antarctic ozone hole will recover (Qulika tebeqeya ozone ya Antartîkayê dê sax be.)”, NASA, 4ê hezîrana 2015, https://svs.gsfc.nasa.gov

3-Troy Vettese, “To freeze the Thames (Cemidandina Thamesê)”, New Left Review, hejmar 111, London, gulan-hezîran 2018.

4- Branko Milanovic, “The illusion of “degrowth” in a poor and unequal world (Di cîhaneke feqîr û newekhev de îlîzyona kêmbûnê ”, Global Inequality, 18ê çirîya paşîn a 2017an, http://glineq.blogspot.com

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial