Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

«Huş bin!»

9ê kanûna paşîn a 2021an, yanzdeh roj berîya bi dawîbûna pêvajoya erka M. Donald Trump û li demeke ku beşek ji hevalbendên wî yên tiredîn ên komarger jî ew bi tenê dihişt, Twitterê biryar da hesabê wî asê bike û Facebookê jî biryara cemidandina hesabê wî da. Xirabîyên serokê berê, dîsa jî ji yên Ajansa Îsxtîxbarata Navendî (CIA)yê ne kujertir bûn an jî serokdewletên din ên berê tu caran nedihatin tehdîtkirin; (bi neheqî) îdîakirina ku têkçûna wî ya hilbijartinî bi navgîna sextekarîyê jê hatibû standin jî ne gunehekî mezintir bû ji gefxwarina (li ser Twîtterê) li Koreya Bakur bi êrişeke nukleerî. Û «vegotinên kînê» ku platformên elektronîk îro Trump pê rexne dikin, helbet piştî têra xwe jê sûd wergirtin, ew jî nagihîjin asta dijwarîya xetere ya yên van tevnên «civakî» li Myanmarê an jî li Hindistanê li dijî hindikahîyên misilman belav kirin. Lê belê Twitter û Facebook, ne bi ahenga xwe, ne jî bi wêrekîya xwe têne nasîn. Zêde bi serxwe ve çûyî, bi xweşbînîya sînornenas a hikûmet û kesên ku hiştin ew rihet tevbigerin û mezin bibin, Twitter û Facebookê ji vê yekê encama ku her tişt ji wan re serbest e deranî. Qutkirina dengê Serokê Dewletên Yekbûyî dibe nimûneyeke berbiçav a vê hêza wan a ku bi lezeke sergêjker bi dest xistin.

Lê belê dema rasta amerîkî ji ber vê yekê hêrs dibe, mirov dixwaze vê bersivê bidê: ma ne hûn û ramangerên we yên Şîkagoyê bûn yên ku pêşengî kirin ji bo bicihkirina fikrê ku divê hêza gelemperî tu astengîyan daneyne pêşîya desthilatîya şirketan, ne jî serweta wan a malûmilk ku rewa ye li gorî pîvana we ya tercîha serbest a berxuran(1)? Îca, ev «populîzma bazarê», îro jî hûn bi xwe dibin mexdûrên wê. Yekemîn guherîna qanûnî ya Destûra Bingehîn a amerîkî azadîya xweîfadekirina li dijî sansura dewleta federal û hikûmetên herêmî diparêze, lê belê ji ya şirketên taybet ên di rewşa monopolê de ne, naparêze. «Xweîfadekirina» wan, bêdengîya we ye. Vae victis (latînî-Wey li têkçûyîyan), bi kurtahî, û tevahîya hêzê dikeve destê GAFAyê(2) gava ku ew we bêdeng dikin!

Li gel vê yekê, ev dibe xetereya din a mirovên xetere û fikrên ku pê radibin. Em her tiştî qebûl dikin ji bo xwe parastina ji wan, cemidandina heta demeke-nedîyar a azadîyên asayî jî di navê de. Lê belê gava têkoşîna li dijî fikrên terorîst, nijadperest, dij-semîtîst, «veqetînxwaz» mijara gotinê be, şer tu caran bi ser neketîye, nexasim di rewşa tawîzeke fermî ya têkçûyî de, şer dikeve nava rewşeke hê bêdawîtir. Şer ancax rewşeke awarte vedinase ji bo bidome û dijwar bibe. Bi rastî jî tu tişt ne hêsantir e ji pênasekirina hedefeke nefretlêkirî ku tu kes wê nexwaze pê re hevpar xuya bike, dûre jî firehkirina bênavber a çarçoveya der-civakîkirin û qedexeyan. Dijberên şerên Afganistan û Iraqê wekî parêzerên El-Qaîde; rexnegirên sîyaseta Îsraîlê wekî dijsemîtîst; yên ku ji waaza zanîngehî ya ji dewletên yekbûyî îtxalkirî nerihet dibin, ew jî wekî trumpîst an jî nijdadperest tên binavkirin. Di rewşên wisa de, mirov êdî hewl nade li hemberî dijberên xwe tiştekî bibêje, lê belê dixwaze wan bêdeng bike.

Bi vî awayî, li nava bêdengîyeke endîşedêr, kuştina Samuel Paty ji bo jihevxistina kollektîfa li dijî îslamofobîya li Fransayê wekî bahane hat bikaranîn. Wekî ku, roj bi roj, berevajîyê berfirehkirina çarçoveya azadîyan, teqîna ragihandinan bicih dibû li nava civatên dîsîplînkirî yên ku me ceza dikin bi çûnûhatinên di navbera stargehên me yên dorpêçkirî de.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

______

1)   Palpişteke ji alîyê ramangerê reaganien William Buckley Jr. ve formulekirî. Binêrin li nivîsa «Stratejîyeke rasta amerîkî, livûtevgerkirina gel li dijî ronakbîran», Le Monde diplomatique, gulan 2006.

2  Google, Apple, Facebook, Amazon.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial