Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Hilbijartina peyvan

Partî, ku piştî hin lihevkirinan, carna wekî derbaskirina dijberîyê hatine teorîzekirin, îdîa dikin ku ew dixwazin kirasekî nasnameyî li çepê bikin. Kêmbûna hesasîyeta «têkoşîna sinifan» gelo wê têra vê yekê bike?

Mirov çawa îqna bike? Mirov dikare çawa yên bêmeyl, dudil, yên dilşikestî bibe ser sindoqan da ku dengê xwe bidin partîyeke çep? Helbet ji bo vê yekê hin pîvan hene, lê belê vêya dê çawa bidin bihîstin, çawa tesîrê li wan bikin? Divê bal li ser çi were kişandin, kîjan nirx divê werin teşwîqkirin? Bi kurtasî, mirov bi rêya ragihandinê çawa dikare çepê bide hezkirin? Tiştê ku nûnerên wê yên cihêreng di civînên xwe, nîqaş û hevpeyivînên televîzyonan de bi kar tînin. Em tev bi zehmetîya vê yekê dizanin.

Me pir bihîstîye: hikmê «programa çepê» derbas bûye, êdî em nikarin bi heman têgînên berê bihizirin, her tişt guherî, divê em xwe adapte bikin û hwd. ji bo ku tiştek li ser xîyanetên wî/wê neyê gotin. Ya xerabtir, bi awayekî alelade tê gotin ku di dawîya dawî de di navbera çep û rast de cudahîyek mezin nîne û di esasê xwe de di nav wan de pirsgirêk berbi çav nîne.

Berendamê serokkomarîya Fransayê ya partîya Fransa Serî Natewîne La France Insoumise Jean-Luc Mélenchon di 25ê çirîya paşîn a 2021ê de bû mêvanê televîzyona BFMê. Li ser pirsa nûçegihanek a di derheqê nebûna îfadeyê di bernameya wî ya Pêşeroja Hevbeş- L’Avenir en commun, Jean-Luc Mélenchon weha bersiv da: «Pir jî ne girîng e ku hûn min li milê çepê an jî li yê rastê bibînin», piştî ku çep bi «derewên» xwe ve hatî karakterîze kirin.

Lê, ev yek tiştek ji rastîya nasnameya wî ya çep kêm nake. Vêya ev çepa ku herkes bi pênasekirina nasnameya wê bi bîr dixe. Divê em balê bikêşin ser xalekê; ew jî pirsgirêka newekhevîya civakî ye ku li pêş me ye.

Lê, ew bi şêwazeke cuda nêzik dibin û balê dikişînin ser «jiholêrakirina xizanîyê». Wekî mînak: axaftina Yannick Jadot ji bo Keskan Ewropa Ekolojî a 28ê îlona 2021ê û  axaftina Mélenchon a 25ê çirîya paşîn a 2021ê li BFMê.

Ne daxwaza dadmendîya civakî, ne jî daxwaza veguhertinê ye ya ku vê xalê dihejîne, ev ne heman tişt in, şermezarkirina bêdadî ye ya ku «xizanî»yê derdixe holê.

Taybetmendîya vê nêzîkatîya nû bibîranîna «xetên sereke» ên navdar in, yên « jinên ku serê sibê zû radibin û derengê şevê vedigerin malê» da ku «mehê 800 euro qezenc bikin», Olivier Faure, sekreterê Partîya Sosyalîst, di axaftina xwe ya 25ê çirîya pêşîn a 2021ê li France Interê tîne zimên. Axaftin bi bandor e, xitabî hestê dike, hêrsê berteref dike. Di 7ê çirîya pêşîn a 2021ê de, Mélenchon, di bernameya Les 4 Vérités ya kanala Fransa 2yê de: “Her tim kesên xizan zêdetir in, yên birçî, yên ku di nav sermayê de, ên di tarîyê de, yên ku bê av in” tîne ziman. Bêguman rast e.

Lê belê hêrsa-nerazîbûna li hember zehmetîyên ku yên herî xizan dikişînin ne tenê di rojeva çepgiran de ye. ”Dayika ku du zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dike û li ber nîv-dem dixebite”, ”sosreta mezin a xizanîyê”,  ”berî her tiştî divê tekoşîna li hemû enîyan” were kirin.  ”Van zarokên ku di xanîyên biçûk de dijîn, pirsgirêkên wan ên neçareserkirî hene, ji ber ku aşxaneyên-kantînên dibistanan pir biha ne, zarok bê firavîn dimînin” vana ne gotinên çepgiran in, di 13ê îlona 2018an de di Pêşkêşkirina stratejîya neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî xizanîyê de Serokkomar Emmanuel Macron tîne ziman. Ji xwe di sala 1891ê de Papa Léon XIII di pirtûka xwe ya bi navê Rerum Novarum de li dijî fikrên sosyalîstên ateîst ên ku êrîşî milkîyeta taybet dikin, zêdegavîyên lîberalîzmê şermezar dikir, piştgirîya dayina ”meaşên adilî” kir û wî ”belengazî û feqîrtîya ku piranîya çîna karkeran jîyan dikir” şermezar dikir.

Ev banga şîyarbûna wijdanan dê rê li ber tevgerên katolîkîzma civakî û sendîkalîzma Xiristîyan ku ”pêşvebirina şert û mercên karkeran” ji xwe re dike armanc veke. Herhewa ya ku CFDT mîratgira dûr e.

«Jiyîna bi rûmetî», têgeha xurt, lê şîlo

Vê gazinca ” tevgerîna nebaş” a civakî ku Mélenchon tîne ziman, wisa dixuye ku ew mijarê ber bi hewcedarîya ”xêrxwazî”, ”parastin”, ”hevalîtî” ve, peyvên ku Anne Hidalgo tîne ziman dibe.

Ji ber vê yekê jî ev gotin bi xurtî bi daxwaza jîyaneke ”bi rûmet” ve tê. ”Bi qasî rêzgirtina ji jîyana mirovan, ewqas jî ji gerstêrkê re rêz bigirin divê”, ”bi rûmet bijîn”. Vana gotinên namzedê Partîya Komunîst a Fransa Fabien Rousselê ku 11ê îlona 2021ê li şahîya mirovahîyê – Fête de l’Humanité anî ziman. Ev gotin di heman demê de yên ku her gav li ser zarê Mélenchon in, wekî ku di 1ê gulana 2021ê de li Lilleê li ser navê ”mirovên dilnizm ên ku tenê bi keda xwe dijîn û hêvîya jîyaneke bi rûmet dikin” axaftina xwe de dianî zimên. Peyv xurt e, lê belê ne zelal e. Li gorî ferhenga Larousse, ”dignement- bi rûmetî” bi ”honorablement- bi serfirazî ” re hevwate ye.

Ango? Dibe ku ev term ji rojên bextewar, bernameya Encumena Neteweyî ya Berxwedanê (Conseil National de la Résistance -CNR) ya 15ê adara 1944an hatibe. Di vê bernameyê de banga ”veguheztinek girîng a meaşan û garantîkirina miqdarekê meaşê ku ji her karker û malbata wî re ewlehî, rûmet û îmkana jîyaneke bextewar dide.” tê kirin. Encumena Neteweyî ya Berxwedanê -CNR di nav xwe de gelek nûnerên hereketên ku ji doktrîna civakî ya Dêra Katolîk îlham girtine ku pir nêzî fikra Leo XIII bûn dihewand. Em baş nizanin bê ka Wezîra Pîşesazîyê Agnès Pannier-Runacher, di dema axaftina xwe ya di 9ê kanûna pêşîn a 2021ê de li ser kanala Cnewsê “Em nikarin mehane bi 800 ewroyî jîyanek bi rûmet bijîn”, beşdarî vê herikînê dibe an na.

Têkilîya bi cewhera CNRyê ku ji bo çepê bûye sembolek, ji hêlekê ve pirreng e, û carinan jî hinekî jê dûr e. Bi rastên hêvîya balkişandina li ser yên herî xizan, bi îhtîyat bikaranîna peyva ”îstîsmar”ê, mînaka nûjenîyên civakî û sîyasî (Elehîya civakî, teqawidîya ji hêla teqsîmî, netewebûn) yên ku pê ve girêdayî ne pir kêm tê nasîn. Em tercîha xwe li gel hêvîya bextewarîyê ya ku pê ve girêdayî ye dikin: Kampanyaya Roussel di bin banê ”serîrakirina rojên bextewar” de ye û ew banga ”bila bextewarî were Fransayê” dike; Jadot projeya ekolojîst ”li alîyê jîndar, bedew, kêfxweşî, hêvîyê” radixe ber çavan; Macron, di axaftina xwe ya 13ê nîsana 2020în de rasterasttir digot “em ê rojên xweş bibînin”.

Ev hêmanên ku ji bo dîyarkirina nasnameya çepgir in, bi pêşkêşkirina takekesî ya namzetan, an jî serokên partîyan yên ku nêzî gel in, têne piştgirîkirin. Anne Hidalgo dîyar dike ku ew ne tenê koçberek e, lê di heman demê de ew ji paşerojeke çîna karker e. Mélenchon hez dike ku bi bîr bîne ku ew ji malbateke feqîr tê.  Bi vî awayî ew didin dîyarkirin ku ew jî yek ji wan kesên ku tengasî kişandine vê yekê bi hestên ”zarokên me” tînin ziman.

Gelek kes texsîr nakin û gotinên xwe rasterast dibêjin. Roussel di axaftina xwe ya 30ê çirîya paşîn a 2021ê de ji kanala LCP re diaxive û balê dikşîne ser; Lobîyên dermansazîyê-Big Pharma ”ji bo ku pere qezenc bikin reqabetê” bê navber berdewam dikin. Jadot, di 20ê îlona 2021ê di derbareyê hin nîqaşên populer de ji kanala Calvi 3D, BFMTVyê re diaxive û dibêje ku “Fransî  xemnexur in”.

Herweha, Mélenchon qala ”têrxwarin”ê dike. Olivier Faure di 25ê çirîya pêşîn a 2021ê de ji France Interê re diaxive û  biryarên hikûmetê yên di derbarê zêdekirina bihayê gaz û ceyranê de wekî “henekê xwe pê kirin” bi nav dike û hikûmetê şermezar dike. Çep, bi awayekî çawa ji dilê wê tê, yekser, tiştên ku ew wan hîs dike dibêje. Ji bijarteyê ku bi xwebawerîya ku ji «zêdehîya pere» heyînê tê diaxive û ku dibêje ”rêya herî baş a kirîna bedilekî ew e ku meriv bixebite(1) dûr e.

Helbet, ev ragihandin e. Çend ”nîşan ” di vir de dîyarker in.  Her çend xalên dîyar ên bernameyan girîng bin -pratîka pêkanîna polîtîkayên pêşnîyarkirî- ew dikarin mijê ji holê rakin, pirsgirêkan ji nû ve “polîtîze bikin”. Lê gelo, di vir de rîska ku bi hestyarîyê re tevlîhev bibe nîne?  Di pêşvebirina qencîyeke kolektîf de çep dibe, rast dibe hemû humanîst dikarin çi bikin?

Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

_____________

1) Me yê di sala 2018 û 2016an, bi dorê Macron nas bikira.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.