Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Hêza mezin a labaratuwaran

Em dikarin wê gavê bi rapêșîya xemgîn a ku em jî tê de amade bûn biqedînin, encama wî tiștê ku yên din wî bi “aborîya organîze ya guhastina serbest” bi nav dikin, ku “serbestî”ya wê bi tenê ji bo desthilatên bêsînor heye ku tê de dewlet xwe ji ber pîșesazîya dermansazîyê didin alî.

Lehîya nîyet pakîyên di dema li malê girtîmanê di bihara 2020î de formulekirî hîn di bîra me de ye. Di civata bicomerdî ji nû ve rêkxistî ku dê li pey ya îro bê de, parza (vaksîn/aşî) divê “malê giștî yê cîhanî” bin. Di çirîya pașîn de, hîn jî, Birêz Emmanuel Macron bi awayekî cidî pirsan ji xwe dike: “Gava ku parza (vaksîn) ya yekem [a li dijî Covid-19ê] bikeve bazarê, em dê amade bin ku misoger bikin di asta cîhanî de, her kes karibe xwe bigihînîyê û çi dibe bila bibe xwe ji senaryoya dinyayeke “bi du vîtêsan”, ku lê bitenê yên herî dewlemend karibin xwe ji vîrusê biparêzin û dîsa vegerin jîyaneke normal?(1)” Lê sozên dayî wekî temenîyên sofîyekî man. Di 18ê kanûna pașîn a 2021ê de, rêveberê giștî yê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (OMS), Birêz Tedros Adhanom Ghebreyesus, ev tesbîta pelixîner amade kir: “Niha li 49 welatên hatinîya wan pir, ji 39 hezar dozî bêtir parza tên sepandin. Bitenê 25 doz li welatekî ji yên ku hatinîya wan herî lawaz e hatin sepadin. Ne 25 milyon; ne 25 000; bitenê 25.” Wî îhtimala “felaketa biserneketina exlaqî” anî bîra me.

Tevî vê jî, bi înîsîyatîfa OMS, du navgîn hatin bicîhkirin ku vê pêla piștgirîya navneteweyî têxin pratîkê. Berîya her tiștî, mekanîzmaya Covaxê, dê derfeta “komkirina kirînên parzayên li dijî Covid-19ê bida ku ji bo 190 welatî û herêmî xwe gîhandineke adil a parzayan misoger bike.” Peymaneke 40 milyon doz parzayî (ARN messager) bi șîrketa emerîkî Pfizer (hevalbenda start-upa almanî BioNTech) hate îmzekirin, pașê yeka din bi AstraZeneca (hevalbenda zanîngeha Oxfordê) re ji bo 120 milyon unîteyên biservekirinê pêk hat. Armanca dîyarkirî pir biîdia bû: ji niha û heta dawîya 2021ê peydakirina du milyar dozî bû. Mekanîzmaya duyem: “birka xwegîhandina teknolojîya parzakirina li dijî Covid-19ê”, yan C-TAP (kurtîya xwe gîhandina birka Teknolojîya Covid-19ê), ku divîya parvekirina xwedîtîya fikrî misoger bikira, zanyarî û zanebûna çêkirina pêdivî ji bo hilberîna parzayan di asteke pir mezin de, ku welatên pêșdikevin jî di nav de bin. Mixabin ku, C-TAP, vê gavê, qaqilekî vala ye, halbûkî mekanîzmaya Covaxê ji bo bi firê keve duçarî zehmetîyên herî mezin dibe. Ew hinde ku OMS êdî behsa qistên 2022, heta 2024an dike…

Dewlet û Yekîtîya Ewropî yên ku bûne girtîyên daxuyanîyên xwe yên giştî axavtinên du cûre axavtinê dikin. Di rastîyê de, realpolîtîkayê di berjewendîya şîrketên pirneteweyî yên dermanan de qezenc kir. Tevî nezelalîya li dor “lihevkirinên kirîna pêşwext”, hin agahdarîyên mînak fîsfîsikîn li derve belav bûn. Û em careke din dibînin ku qanûna polayî ya kapîtalîzma neolîberal tê qebûlkirin: zirar tên civatîkirin û kar tên taybetîkirin. Laboratuwar, ji alî Dewlet û Comisyona Ewropî ve bi milyaran ewroyî hatin subvansîyon kirin -yê ku ji 2 milyaran zêdetir di dema pêşxistina parzayan de- ji bo lêkolîn û pêşxistinê paşê jî ji bo hilberîna tomerî ya dozan pere da, rîskên şîrketan bi awayekî fiîlî kêm kir. Disa jî, yên talî kontrola li ser patentan di destê xwe de digrin, bi awayekî hişk bazara bihayî bi dewletan re dikin û hîbeyan û ji nû ve firotinên muhtemel ên welatên ku pêşdikevin kêm dikin. Li gor Wezîra Dewletê ya Budceyê ya Belçîkî, Birêz Eva de Bleekerê, bihayên ji alî Brukselê ve tên bazarkirin dê di navbera ji bo AstraZeneca 1,78 ewro, ji bo CureVac 10 ewro û 14,68 ewroyî de ji bo Modernayê bên guhertin(2).

Modeleke jirêderketî

Di encamê de, weha xuyaye ku şertên radestkirinê pir vezelokî ne, gava ku AstraZeneca, di kanûna paşîn de, Komisyona Ewropî agahdar kir ku ew dê nikaribe di dema hatîye tayinkirin (trimestra yekem a 2021ê) de, jimara dozan a hatîye pêşbînîkirin (80 milyon) radest bike, ew kete nav tevlîhevîyeke bitevayî. Ev yek bû sedema ku krîzeke sîyasî bi Qralîyeta Yekbûyî re dest pê bike, ji ber ku wê berîya ku lihevkirinek li ser nîvê peymanê pêk bê, xwestibû dozên hilberandî ji xwe re bihêle.

Di dawîyê de, di rewșa ku bandorên wê yên talî pêk bên de, berpirsîyarîya hiqûqî ya șîrketan heta ku karibûn kêm kirin, ku ev jî dîsa wê dewletên imzeker bidana ser xwe. Dê neheqî be ku meriv bi tenê șîrketên pirneteweyî yên ku karibûn peymanên ew çend bibêperwatî, bêparseng li ser meriv ferz bikin tawanbar bike. Li gor New York Timesê, bankaya pir fermî ya ewropî ya veberdêr krêdîyeke 100 milyon dolarî da BioNTechê, ku wê ew bi mercê jêgirtineke kara 25 milyon dolarî(3),  wekî ku karkirina ji parzayan pir mentiqî be (!), dayîyê.

Bi ser van peymanên ku merivan matmayî dihêlin de jî, ji bo pêşxistin û berhênana van parzayên biqîmet di navbera neteweyan de pevçûnên jeopolîtik pêk tên: Çîn û Dewletên Yekbûyî, lê herweha jî Rûsya -ku serketineke stratejîk bi dest xistîye, naskirina parzaya “Spoutnik V”ê li ser rîyeke baş e-, Almanya, Îsraîl û Qralîyeta Yekbûyî jî li ser şopa wan in. Her çend ku her tişt ji mikemelbûnê dûr be jî, Londra ji heq derket ku kampanyayeke parzakirinê ya çalak pêk bîne û argumanê Yekîtîyeke Ewropî ya parêzvan ê di dema brexita bizahmetî û biberberî de derketibû pêş pûç bike. Ji meha gulanê ya 2020î de, hikûmeta Birêz Boris Johnsonî “Parzaya Taskforce”ê derxist ku lêkolîn, berhênan û stratejîya parzayî pêș bixe û wekî mînak hevkarîyekê bi șîrketa fransizî Valneva re pêk bîne ku parzayeke nû li Îskoçyayê hilberîne.

Ev yek bikurtayî, berevajî hêdîbûn û neçalakbûna fransizî bû. Ji 4ê sibatê de, Qralîyeta Yekbûyî, li hemberî ji % 4ê li Spanyayê, ji % 3,9ê li Îtalyayê, ji % 3,6ê li Almanyayê û … ji % 2,7ê li Fransayê, bikêmanî dozek parza li ji % 16,2yê nifûsa xwe xistibû. Ew ne bitenê di yekîtîya van hêzan de dereng mabû, lê navendên wê yên parzakirinê ku, di kanûna paşîn a 2021ê de, bilezûbez hatibûn avakirin jî, di bin zexta medyayî de, li ser milên dermankerên tengijî û jihalketî mabûn. Ya hîn xerabtir, berevajî her cûre mentiqî, hikûmet biberdewamî nivînên nexweşxaneyan betal dike. Sanofîya ku di pêşbirka “parzaya neteweyî” de biser neketibû, beşdarbûna wê û ya şîrketên din ên fransiz ên wekî Delpharm yan jî Recipharmê ya hin karên serkarîyê (xistina şûşeyan, pakêtkirin…), di meha sibatê de jî, dîsa biderengî dest pê kir.

Di vê peyvendîya rakêșayî de, meriv têdigihê ku nifûsên welatên bi pêșdikevin êdî ne pêșikîyek in. Ji ber ku șîrketên dermansaz li ser patentên xwe quretî dikirin, mekanîzmayên C-TAPê û Covaxê kar nekirin: li gor Oxfamê, ji % 13yê nifûsa dinyayê, yê ku li welatên dewlemend dijî, ji % 51ê dozan berî sparîș da. Û heta li nav Yekîtîya Ewropî jî, radestkirinên yekem newekhevîyên eșkere derxistin meydanê: Îtalya 9750 doz, Fransa 19500 doz û Almanya 151 125 doz(4).  Heta kêm caran li gor nifûsa van welatên peywendîdar jî, ev cîyawazî nayê ravekirin û xuya ye eșkere dike ku hinek ji yên din bêtir wekî hev in. Bi ser vê de jî, Almanya, tevî beșdarbûna wê ya mekanîzmaya kirîna hevdem a parzayan ji alî komîsyonê(5) ve, ji bo temînkirina dozên zêde bi riza her du alîyan bazarê dike.

Misogerkirina “wekhevîya qîmeta jîyanê(6)”   di navbera Bakur û Bașûr de, di navbera welatên Bakur û hindurê her welatî de, lêhûrbûneke ji serî heta binî ya rê û rêbazên bazara dermansazîyê jî ferz dike. Krîza niha ji alîyê din ve derfeta xebata bûyereke averêbûnên ji modêla aborî ya serdest a di vê sektorê de tê sepandin jî dide. Çawa ku, bi saya xala werçerxê ya bioteknolojîyan û genomîkê, laboratuwar her ku diçe pêvajoya R&D / lêkolîn û pêșxistinê -û her bi vî awayî rîskên wê- ber bi derve de rê dikin û dispêrin șîrketên nû vebûyî ku gelek caran ji fonên giștî sûdê werdigrin û xwe dispêrin zanîngehan(7). Ev rewș ji bo BioNTech û Moderna jî weha ye. Gava ku rewș weha be, tevî vê tevlîhevîya ku di navbera lêkolînên bingehîn, fonên giștî û sektorê taybetî de mezin dibe, mafên di warê xwedîtîya fikrî de bêrawestan dê bi hêz bibin. Bi ser vê de jî, fonên giștî, bi rîya sîstemên tendirustîyê, rê dide bazara dermansazîyê ya ku wekî mekanîzmayeke mazadê dixebite, da ku deynê xwe bide: tevî ku bi awayekî nehênî li gor qewareya firotinê kêmkirina bihayî qebûl dikin jî, șîrketên pirneteweyî welatan dixin reqabetê ku bihayê ew dixwazin bi wan bidin qebûlkirin.

Li hemberî ji destê hev revandina jêderên giștî û xelaya parzayan, gelek pisporên tenduristîyê(8), milîtan, rêxistinên nehikumetî, herweha jî hin welat, zorê didin dewletan ku “lîsansa mecbûrî” aktîf ango çalak bikin. Ev têgeha ku li Dewletên Yekbûyî di dawîya sedsala XVIIIan de derket holê, bi saya guherînkarîyeke di Peymana Parîsê ya ji bo parastina xwedîtîya pîșesazîyî(9), di 1925an de, entegreyî standardên navneteweyî bû. Lîsansa mecbûrî, ku bi “lîsansa fermî” jî tê binavkirin, di 2001ê de, piștî seferberîya welatên ku ji șewba HIVê pir zirar dîtibûn, bi taybetî jî Afrîka Bașûr, bi daxuyanîyeke ku jê re “Daxuyanîya Doha”yê jî tê gotin hate tesdîqkirin. Madeya 31ê ya peymanên li ser mafên xwedîtîya entelektuelî (Adpic), ku di mercên normal de 30 salî dom dike, di “rewșên acîl ên neteweyî yan mercên din ên pir acîl yan rewșa bikaranîna giștî ya ku armancên wê nebazirganî bin” de, destûra “ihlal kirinê” dide(10). Û ev yek “bêyî destûra xwedîyê heq” jî dikare pêk bê.

Fransa dikare hîn ji vê jî bêtir îdîa bike ku rêznameya 8ê sibatê ya 1959an, ya pêșeng, destûrê dide dewletê ku ew di rewșa têrnekirina mîqdar an kalîtê de, herweha dema bihayên dermanên ji bo tendirustîya giștî pêdivî bi awayekî nenormal bilind be patentan li azîyê bihêle. Pirs ew e, ku meriv yeksanîyekê di navbera mafên taybetî yên ku patent didin û berjevendîya bilind a tendirustîya giștî de pêk bîne. Rewșa îro bi awayekî vekirî ev e. Çima em jî, wekî ku Afrîkaya Bașûr, Bolîvya, Kenya, Eswatînî (Swazîlanda kevn), Moxolîstan, Mozambîk, Pakîstan û Venezuelayê xwestin, serî lê nadin?

Bi carekê re zehmetîyên xwezayî yên hiqûqî xwe nîșan didin. Divê meriv “acîlîyetê” raveke û heta îro, çu lihevkirin di nava konseya Adpic a RCB (Rêxistina cîhanî ya bazirganîyê) de çênebûye(11). Ji xeynî vê, gelek șîrket dikarin zirarê bibînin, ji ber ku peyvendîya wê bi “komek patent”ên li ser bingeha zîrekîye, gîhaștina doneyên klînîk, alavên ji bo berhênana parzayan pêdivî hatine çêkirin… Şer dikare wext bistêne.

Gefên amerîkîyan

Herweha astengeke lojîstîk jî heye: Divê ji alî pîșesazîyî derfeta meriv a berhênana bi milyonan dozan jî hebe. Ji ber ku, heke em dîsa bizîvirin ser mînaka Fransayê, krîzê rohnîyeke tûj xiste ser dezendustrîalîzasyona ku serdestîya tendirustîyî ya ku serokomar dixwest, dixe bin îpotekê. Fîyaskoya rûpoșan -di bihara 2020î de, ji bo ji nû ve destpêkirina berhênanê du meh pêdivî bûn- vê jî divîya derfeta hazirîya gava piștî wê bidana. Ji bo çêkirina parzayên ARN messager, ku di wexta xwe de yên herî bibandor bûn, mezinbûn û tevlîhevbûna zahmetîya ji bo çêkirina wan, divîya hêjayî lezandineke hîn mezintir bûna.

Di encamê de, astenga jeopolîtîk, bi taybetî jî wekî dîwarekî derdikeve pêș. Aktîfkirina lîsansa mecbûrî tê maneya milmilanekirina bi hêzên din ên serdest, bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî, xwedîya du șîrketên ku niha parzayên herî bi șîyan ango performans pêșnîyaz dikin re. Fransa, Ewropa û neteweyên din ên bi wan re, gelo wê cesaret bikin ku bi wan re qayișkêșîyê bikin? Parîsê tu carî tiștekî weha nekirîye. Di 2014an de, dema ku șîrketa Gileadê bihayê tedawîya Sovaldîyê, dermanê li dijî zerika (hepatît) Cyê pir bi bandor wekî 41000 ewroyî dest nîșan kir, hikumetê li șûna ku berîya her tiștî lîsansa fermî çalak bike û rîska bersivdanên amerîkîyan bigre ber çavan, kêmkirina dermanê nexweșan û qebûlkirina bihayê ji adetê der ê vî dermanî tercîh kir(12).

Berevajîya vê, tu carî endîșeyên weha yên Dewletên Yekbûyî çênebûn. Piștî 11ê îlonê, gava ku bîyoterorîstan ew bi peywirdarên nexweșîbelavker wekî penceșêrê tehdît kirin, wan dudilî nekir ku șantaja lîsansa mecbûrî ji bo berhênana dermanê li dijî nexweșîya hebreșkê (șarbon) û siprofloksasînê bikin, ku patenta wan di destê Bayerê de bû. Laboratuwarê di encamê de qebûl kir ku bihayê xwe kêm bike. Herweha, wan lîsteyeke reș bi navê “301ên taybetî” ya welatên ku rêza Adpikê nedigirtin amade kirin, ku Hindistan (hîn jî dermanên jenerîk ên bi lîsans çêdike), Çîn yan jî, heta demekê, Kanada jî di nav de bûn amade kirin. Tiștê ku ez dibêjim bikin, ne yê ku ez dikim!

Her çend ku pîvana ewropî ya herî guncaw be jî, ev krîz careke din jî nîșan dide ku yekîtî di warê jeopolîtîk û pîșesazîyî de tuneye. Mînaka brîtanî, nîșan dide ku endambûn bi xwe jî dezavantajek e. Welatekî wekî Fransayê dikare lisansa mecbûrî ferz bike. Lê bi çi șertî? Bi șertê ku ew serxwebûna xwe, bi birîna têkilîya xwe ya bi dogmaya bazirganîya serbest re, bi çêkirina navgîneke pîșesazîyî û tendirustî ya bi șîyan di “cemsera giștî” ya dermanan de û bi veberhênana girseyî di warê lêkolîn û pêșxistinê, herweha jî di sîstema tendirustîyê (bi malzeme û jêderên merivî) de, dîsa bidest bixe ku karibe rê li ber șewbên pêșerojê jî bigre.

Ev yek ji bo pêșerojê ye. Di rewșa halî hazir de, meriv dikare xwe bispêre gelek înîsîyatîfên hevwelatîyan ên di lehê parzayeke wekî malê giștî yê cîhanî û bi taybetî, bi hêzên din, bi taybetî yên wekî Çîn, Rûsya û Hindistanê re li hev bike, ku li hemberî serdestîya șîrketên dermansazîyê yên amerîkî yên ku berjewendîyên wan ji alî Dewletên Federal ve tên parastin li ser pîyan bimîne. Wiha dîyar e ku pêșketinên nû yên dîplomasîya fransizî bi vî alîyî de diçin û dikarin derfeta bidestxistina “lîsansên bi dilê xwe” bidin, bi gotineke din averêkirina katî ya mafên xwedîtîya fikrî bi destûra yên ku ew afirandine, ji bo parzayên rûsî û çînî bi dest bixe.

Herweha, dîsa dê netewîbûna ku meriv fînansmanê giștî û stratejîya kêmkirina rîskên (“ji rîskê pakirin”) veberhênanan bi firotina bihayekî kêm, heta bihayê malîyetê (bi piștrastkirina malîyetan). Hemî agahdarî (patent, prosedur) divên bên dayin șîrketên dewletên hejar an pêșdikevin û karibin zincîrên hilberînê saz bikin û wan bi bihayê erzan bifroșin welatên pêșdikevin an “bikirên cîhanî” ku wan hibeyî welatên pir, gelekî hejar bikin.

Em dikarin wê gavê bi rapêșîya xemgîn a ku em jî tê de amade bûn biqedînin, encama wî tiștê ku yên din wî bi “aborîya organîze ya guhastina serbest” bi nav dikin, ku “serbestî”ya wê bi tenê ji bo desthilatên bêsînor heye ku tê de dewlet xwe ji ber pîșesazîya dermansazîyê didin alî(13).

* Civatnas, li Navenda neteweyî ya lêkolînên zanyarî (CNRS), koordinatorê (di gel André Grimaldi) tendirustîyê: acîl, Odile Jacob, Paris, 2020; pizîșkê pratisyen li gundên Ambazacê; pratîsyenê nexweșxaneya Hospices civils a Lyonê.

Wergera ji fransî:

Yaqûp Karademir

________

1) “Daxwîyanîya Birêz Emmanuel Macron a li ser têkoșîna li dijî șewba Covid-19ê û xwe amadekirina ji bo șewbên pêșerojê”, 21ê çirîya pașîn a 2020î, www.vie-publique.fr

2) -Tweeta Birêz Eva de Bleeker a 17ê kanûna pêșîn a 2020î, a dinî rojê bi șûn de hate kișandin.

3) Matt Apuzzo û Selam Gebredikan, «Governments signs secret vaccine deals. Here’s what they hide», The New York Times, 28ê kanûna pașîn a 2021ê.

4) Virginie Malingre, «Vaccination contre le Covid-19 : les ratés et lenteurs de l’UE éclipsent ses succès / Parzakirina li dijî Covid-19ê: biserneketin û dengmayinên YEyê serketinên wê li ber sîya xwe dihêlin», Le Monde, 6ê sibata 2021ê.

5) Jilian Deutsch û yên mayî, « Thanks to deep pockets, Germany snaps up extra coronavirus jabs », Politico, Waşîngton, DC, 7ê çirîya paşîn a 2021ê.

6) Didier Fassin, De l’inégalité des vies / Ji newekhevîyan, Fayard – Collège de France, Paris, 2020.

7) Margaret Kyle et Anne Perrot, «Innovation pharmaceutique : comment combler le retard français / Nûkirina dermansazîyî: Meriv çawa dikare derengmayîna fransizî telafî bike?», Les Notes du Conseil d’analyse économique, n°62, Paris, kanûna paşîn a 2021ê.

8) «Les vaccins anti-Covid 19 doivent être un bien public mondial!/Parzayên li dijî Covid 19ê divê malê giştî yê cîhanî bin!», pétition en ligne sur/daxwaznameya li ser www.change.org

9) Gaëlle Krikorian, «Licence obligatoire / Lîsansa mecbûrî», di Marie Cornu, Fabienne Orsi û Judith Rochfeld (sous la dir. de / Birêveberîya), Dictionnaire des biens communs / Ferhenga malên giştî, Presses universitaires de France, Paris, 2021 (2e édition).

10) «Texte de l’accord sur les Adpic / Metnê lihevkirina li ser Adpicê», OMC, www.wto.org

11) Kaitlin Mara, «Decision on intellectual property waiver over Covid Technology on hold until 2021 ; what are the next steps?», Medicines Law and Policy, Washington, DC, 18 kanûna pêşîn a 2020î.

12) Olivier Maguet, La Santé hors de prix : l’affaire du Sovaldi / Tendirustîya ji bihayê xwe zêde; bûyera Sovaldîyê Raisons d’agir, Paris, 2020.

13)  Fabienne Orsi, «Brevets d’invention / Patentên îcadkirinê», di Marie Cornu, Fabienne Orsi û Judith Rochfeld (sous la dir. de / Birêveberîya), Dictionnaire des biens communs, op. cit. / Ferhenga malên giştî, berhema navborî.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial