Gulan 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Hevkêşeyên bîyolojîya garajê

Bîyolojîya tevkar ku li garajan an jî li laboratuwarên nefermî peyde bû, xwe wekî zanisteke vekirî û hevkar ferz dike. Hedefa wê ew e ku xwe ji mulkîyeta fikrî û heta ji pîşesazîyê jî rizgar bike. Bi gîyaneke azadîxwaz, tamîrkerên hêmana zindî xwe dispêrin azadîya xwegihandina zanînê û averêkirina rêbazan. Lê belê ferasetên bazirganîyî yên herî afirîner jî zeft dikin.

« Li vê derê tiştekî me yê em bifiroşin tune! Tiştê ji bo me girîng, ne nûbûna teknolojîk, lê belê xurtbûn û xweserî ye». Bi van gotinan me pêşwazî dike, doktorekî bîyolojîyê yê 50 salî yê xwe weke Geronîmo dide nasîn, di destpêka adarê de, li Laboratuwara xweser a bîyolojîya alternatîf, piştevan û eksperîmantal (Labase). Li gel Antonin Demange, mihendizê lêkolîna li ser bîyolojîyê yê 38 salî, ew amûreke ku ji bo testkirina tesîra rûpoşên parastinê yên li malê li dijî koronavîrusê çêkirî diceribîne. «Yekane tiştê ku me kirrîye, ev nebulîzora bi 12 ewroyî ye», ji me re dibêje Geronimo. Amûrên din ji kompresoreke qeşagehê ya berhevkirî, filtreyeke qehwê ya îtalyan û şûşeyeke plastîk a birrandî pêk tên. Armanc ew e ku makîneyeke erzan, pêbawer a mirov karibe ji nû ve hilberîne li her dera cîhanê saz bike.

Ev tamîrkerên zindîkirinê ji kanûna paşîn a 2019an ve li vê laboratuwara li başûr-rojhilatê Monpellier li hev kom dibin. Dezgeh, terazîyên hesas, hewakêş, firûn: ev amûr giş ji sergoyên navendên lêkolînî yên zanîngehan an jî ji nexweşxaneyeke kevin hatine berhevkirin. Di dema xebatên atolyeyê de, mijar «bactos» (bakterî), jeloz (cihê hilberîna bakterîyan) in; herweha fêrî hilberîna kufkarikan, pênasekirina bakterîyan an jî testkirina xebatên antîbakterîyî yên gîyayên bijîjkî dibin.

Yekemîn komeleya bi vî rengî di 2008an de li menzelên paş ên qehwexaneyeke li Cambridgeê, li dewletên yekbûyî wê derketibin holê. Çend kolan nêzî Massachusetts Institute of Technology (MIT), bi qasî sî kesên xwedî meraq, amator û dildarên bîyolojîyê cih digirin li civîna pêşî ya komeleya DÎYbio (ji bo Do-It-Yourself Biology, «bîyolojîya xwe bi xwe çêke»), ku ji alîyê Mackenzie Cowell û Jason Bobe berî demeke nêz hatibû avakirin. Her du zilam ên bawer dikirin ku «bîyoteknolojî û têgihîştina wan a baş ji alîyê raya giştî ve dikarin bi kêrî herkesî bên», dixwazin hingê «civata bi coş, hilberîner û parastî ya bîyologên tamîrker» saz bikin.1

Gelek caran wekî biohacking kalîfîyekirî, bi referansa awayê rêxistinkirina qorsanî ya enformatîkê, ev tevger îro li cîhanê xwedî 56 laboratuwar û bi qasî 5 000 bîyologan e.2 «Profîlên wan têra xwe cihêreng in, li gorî şiroveya civaknas Morgan Meyer, midûrê lêkolînê li Mines ParisTechê. Hejmarek ji wan ji niha ve bîyolojî, enformatîk, mihendizîyê dikin, lê belê di nava wan de mirovên bi meraq, hunermend, enformatîsyen, û hwd jî hene. Piranîya wan xwedî dîplomeyekê ne, bi piranî jî dîplomeyên têkildarî bîyolojîyê. Ev ne zanistek e ku her hemwelatî karibe pê dakeve û ji herkesî re vekirî be; ji bo ketina navê pêwistî bi astekê heye».

«Xweserîya ferdî ya pîrozandî»

Bîyolojîya tevkar dihêle zanist ji qadên wê yên kevneşopî ku ji laboratuwarên lêkolîna gelemperî an jî taybet pêk tên, were derxistin. Armanca wê ew e ku xwegihandina manîpulasyonên klasîk (hilberîna bakterî, havê, kufkarikan, ûhwd.) an jî ketina nava qadên têkildarî bîyojenetîkê (analîzên molekuler, zincîrên ADN, ûhwd.) hêsantir bike. «Em amûran û teknolojîyan dixin destê beşeke firehtir a gel, ku dikare prototîpan pêk bîne û wan biceribîne, bi kêfxweşî tîne ziman Frank Yates, midûrê lêkolîna dibistana taybet a mihendizan Sup’Biotech. Nûbûna me jî xwe dispêre vê yekê!» Rizgarbûyî ji pirsgirêkên diravî, xwe berîkirî ji dîyarkirina çarçoveyeke teng a tematîk a lêkolînê, bîyolog projeyên xwe û ceribandinên xwe bi xwe tercîh dikin. «Ev cihên vekirî qadeke xweîfadekirinê ya bi temamî nû diafirînin, li gorî nirxandina Thomas Landrain, hevavakarê La Paillasse, yekemîn laboratuwara civata pêşî ya li Fransayê, ku wî ji 2011 heta 2017an serokatîya wê kir. Em tê de dibin xwedîyê kapasîteyeke înîsîyatîfê ku sazîyên din gelek caran nikarin ji bo endamên xwe tedarîk bikin». «Ev der, dibistana revandî ye!», bi pênaseya Demange yê li Montpellier.

Meyer destnîşan dike ku ev livûtevger herweha dibe sedemê vegera li feraseta înîsîyatîfê. Bi qasî sî ciwanên şirket ava kirin, bi taybetî jî li Amerîkaya Bakur, ji vê tevgerê tên. Li Fransayê, nimûneya PILI têra xwe berbiçav e. Bi alîkarîya mîkro-organîzmayan, ev ciwan rengên bîyoyê bi pêş dixe û madeyeke ekolojîk ji bo berhemên pîşesazîya petrokîmyayî teşwîq dike. «Di destpêkê de, me dixwest PILI bihêlin ji çavkanîyên vekirî re, wisa îzah dike Landrain, hevavakarê wê. Lê belê gava projeyekê pêdivî bi xebatên lêkolîn û pêşvebirinê yên kompleks, dirêj û biha hebe, afirandina çavkanîyên diravî dibe levyeyeke bingehîn. Divê hûn patentên îcadên xwe yên teknolojîk bi dest bixin da ku hûn karibin temînatê bidin deyndêrên xwe. Hinek rexne li me hatin kirin, lê belê ez sekneke pragmatîk diparêzim. Armanc, afirandina tesîreke hawîrdorî û civakî ye». PILI di 2015an de hat afirandin, li nava «laboratuwara eko-welatî» La Paillasse, ku îro partnerîyên wê li gel grûbên wekî Suez, Roche an jî Sanofî hene.

Ev yek pir ne dûr e ji gîyana orîjînal, li gorî analîza civaknasa kanadayî Daphne Esquivel-Sada, a ku teza xwe ji bo civatên amerîkîyên bakur veqetandîye.3 Dûrî gîyana azadîxwaz û kolektîf a Labaseyê, ew di bîyolojîya garajê de îfadeyeke neolîberalîzmê dibîne: «Ev ew kes in ku ji bo potansîyela xwe ya îcatkar û venûker bixin dewrê bîyoteknolojîyê bi kar tînin û mafê “pêkanîna” wê bi sererastkirina herî hindik dixwazin. Di nava vî kadroyî de, tê xwestin hêmana zindî bibe navgîneke nû ya tevgera xweser a welatîyan. Pêşengîkirin ne nakokîyek e: li nava vê tevgerê xweserîya ferdî tê pîrozandin».

Lê belê, civat herweha projeyên bi îdîa yên pala xwe nadin modeleke bazarê datîne ber xwe. Di 2015an de, Anthony Di Franco, mihendizê enformatîkê, bo nimûne di laboratuwara xwe ya bîyolojîya civatî ya Kalîfornîyayê de dest bi bernameya «Open Insulin» kir. Biohackerên cîhanê giş hewl didin li wir protokoleke hilberîna însulîna muafkirî ji mafê telîfê bi dest bixin da ku astengîya patentan derbas bikin û wisa bikin ku herkes karibe xwe bigihîne vî dermanî.

Di dema civîna avakirina vê tevgerê de, li Cambridgeê, endamên DÎYbioyê pirseke ku hê jî olanê vedide ji xwe kiribûn: «Gelo komele dikare bibe Homebrew Computer Club a bîyolojîyê?» Ji 1975an heta 1986an, vê grûpa dildarên elektronîkê civîna xwe ya pêşî li garajeke Silicon Valley pêk anîbû, berîya ku bibe xwedî roleke navendî di demokratîkkirina xwegihandina înformatîkê de. Li nava endamên klubê, avakarên Apple ya veguherî împeretorîyekê, Steve Jobs û Steve Wozniak jî hebûn.

* Rojnamevan, kolektîfa Extra-Muros.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Wergirî ji Sipra Bihani û al., «Xeta zindîya civatan a muqeyesekirina tevna bazirganî û ne-bazirganî ya biohacking», Collaborative Innovation Networks, Tokyo, adar 2015.

2)  Li gorî malpera https://dîybio.org

3)  Daphne Esquivel-Sada, «Un labo à soi: Îdeolojîya DÎYbio ya demokrasîya bîyoteknolojîyan û girêdanka navbera hostatîyên destî û xweser», Zanîngeha Montréal, hezîran 2017.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial