Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelJinên teqîner
Nächster ArtikelMem û Zînê

Hevgirtina Atlantîk li sefera Asyayê ye

Di nivîsareke înternetê ya ji alîyê «Le Journal du dimanche» ve 7ê gulana 2021ê hat weşandin, sefîrên Avustralya û Hindistanê yên li Fransayê ji ber lihevgihandina «dingilê hîndo-pasîfîk» û meşandina tatbîkatên leşkerî yên li gel welatên wan û herweha li gel Japonya û Dewletên yekbûyî, serokomar Emmanuel Macron pîroz kirin. Lê belê çarçoveya vê hevalbendîyê şîlo dimîne û her yek ji wan hedefên xwe dişopîne.

Baş e Fransa wê çi bike di nava vê xirecirê de? Li gorî fermandarê hêzên çekdar ên fransî yên Asya-Pasîfîk, tugamîral Jean-Mathieu Rey, 7000 leşker, 15 keştîyên şer, 38 balafir berdewam amade ne. Ji dawîya adarê heta destpêka hezîranê, keştîya bi enerjî ya balafirhilgir a Charles-de-Gaulle, noqara êrişa bi enerjî Émeraude, gelek balafir (ku çar Rafal û tankereke îkmalê jî di nav wan de hene), koma operasyonel bin-avê û sererdê ya Jeanne d’Arc, helîkopterhilgira bin-avê û sererdê ya Tonnerre, firqeteyna veşarî ya Surcouf jî li wan hatin zêdekirin… Ev qelebalixa qîyamet giş beşdarîyê dikin li rêzek tatbîkatên leşkerî yên li gel Dewletên Yekbûyî, Avustralya, Japonya û Hîndistanê.

Ev, bêguman, ne cara pêşî ye ku Fransa camekana xwe ya şer di sektorê de radixe pêş çavan, di 2019an de jî jixwe, yek ji firqeteyên wê tengava Taywanê derbas kiribû û li gel Pekînê bûbû sedemê rûdana bûyerekê. Lêbelê Parîsê tu caran tiştekî di vê astê de nekiribû. Û nexasim, serokomar Emmanuel Macron îmza xwe datîne bin vê sîyaseta bicihbûna leşkerî «di dingila hîndo-pasîfîkê de»(1), li ser xeta ku Çîn lê xuya dike. Ew dikeve rewşa xweparastinê. Li gel vê yekê jî, li dema sefereke xwe ya Avustralyayê, di 2018an de, wî rêgehek destnîşan kir: «Çîn gav bi gav serdestîya xwe saz dike. Mesele ne tirs e, mesele mêzekirina li realîteyê ye. () Eger em xwe biserûber nekin, ev rewş wê bibe serdestîyeke ku azadîyên me, derfetên kêm bike û em ê bikevin rewşa mexdûran».(2) Serdestîya amerîkî li herêmê -rastî, ew- ji wî re wekî pirsgirêkek xuya nake.

Erdnîgarî û dîrokê şûna xwe ji hevalbendîyên leşkerî-dîplomatîk re hiştin. Bi dizî -û bêyî tu gotûbêjeke neteweyî-, Fransayê bi vî awayî ji statuya «hêza hîndo-pasîfîk», ji ber ku ew hez dike bibe xwedî pênaseyeke ku xak û sazîyên xwe yên wêdetirî-deryayê (Kaledonyaya Nû, Plynesîya Fransî, Saint-Pierre-û-Mîquelon dinirxîne…), gav bavêje statuya hêza «dingilê hîndo-pasîfîk» a ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tê birêvebirin. Guherîneke wateyî ya giran: ji hezîrana 2019an ve, bi raporeke fermî(3), wezareta parastinê ya amerîkî bi kêfxweşî silav da vê werçerxa ku Parîs dertanî asta hevalbendên wê yên leşkerî (Japonya, Avustralya, Sîngapûr…).

Têgeha «Hîndo-Pasîfîk» berîya ku bibe dîruşmeyeke amerîkî, pir dihat bikaranîn. Rêveberê think-tanka hîndî ya National Maritime Foundation, Kaptan Gurpreet S. Khurana, ji 2006an ve hewl dide jê re bavîtîyê bike. Wî ew wekî «qada deryayî ya Pasîfîk û Okyanûsa hîndî dide ber xwe»4 pênase dikir. Ev fikir careke din hat nirxandin û gihandin asta sîyasî ji alîyê serokwezîrê japonî yê demê, M. Abe Shinzo û xelefên wî ve, ji ber ku endîşeya wan hebû ku Çîn welatê wan li ser dika aborî ya cîhanî li pey xwe bihêle û gav bavêje asta evîneke bi coş li gel Dewletên Yekbûyî yên ku bûn mişterîyên wê yên pêşî. Berî her tiştî tirsa wan xwe dispêre pêkhatina zewaceke «Çîn-Amerîka» ku wê wan li derve bihêle. Ew dixwazin li Asyayê bibin serê pirê yê Waşîngtonê û bi dilgeşî silavê didin tedbîqatên hevpar ên hêzên deryayî yên amerîkî, hîndî, japonî, awistralyayî û sîngapûrî yên li Kendava Bengalîyê di 2007an de hatin meşandin. Yekemîn! Lê belê, ev «kevana azadîyê »   -wekî ku Tokyo wê pênase dike dawîya dawî ji nava dîmenê winda dibe.

Pêdivî bi bendemayîneke bi qasî deh salan heye ji bo ku ev «dingilê hîndo-pasîfîk» ji jîbîrkirinê derkeve, bi saya M.  Donald Trump. Bi hestê xwe yê danûstandinê re, ew di 2018an de navekî nû li otorîteya hêzên amerîkî yên li herêmê Fermandarîya Pasîfîk a Dewletên Yekbûyî (US Pacific Command, Pacom) dike û wê vediguherîne Fermandarîya Hîndo-Pasîfîk (Indopacom). Di vê pêvajoyê de, ew dîyaloga çarber ji bo ewlekarîyê (bi îngilîzî QUAD) ji nû ve zindî dike û bi vî awayî Awistralya, Dewletên Yekbûyî, Hîndistan û Japonya li nava hevgirtina ne-fermî a xwedî naveroka leşkerî ji nû ve li hev kom dibin. Qanûna parastinê ya 2019an ku ji alîyê Kongreya Amerîkî ve hatîye qebûlkirin, helwestê dîyar dike: «Pêşekîya mezin a Dewletên Yekbûyî pêşîgirtina li tesîra Çînê» ye.(5)

Ev hedef di guhên rêveberên neolîberal û neteweperest de ku êdî li ser serê sê welatên asyayî yên hevpeymanê bûn, dengekî xweş vedide: li Awisralyayê paranteza karker ji nû ve tê girtin; mîlîtanê şok ê QUADê, M. Abe, li Japonyayê hat ser kar.  Netewperestê hîndû Narendra Modi hefsarên Hîndistanê xistin destê xwe û bi ser de jî wî serokê amerîkî çend meh berîya ku hilbijêr wî vegerînin mala wî, bi coşeke mezin pêşwazî kir. Livûtevgera M.  Trump û ekîbên wî tesîra rastîn a berfirehbûna werçerxê bi sînor kir. Lê belê şopandina rêgehê didome.

Ala azadiyê  

Destpêka 2021ê, M. Joe Biden derhal, bi heyteholeke kêmtir dide ser şopa selefê xwe û giranîyê dide parastina mafên mirovan û tevgera bi aheng. Ew jî xwe davêje ser pênasekirina wî ya Çînê wekî «raqîbê stratejîk», û QUAD wekî artêşa sîyasî û leşkerî ya navendî ya stratejîya wî. Kêmtirî du mehan piştî hatina ser kar, berîya her hevdîtina du alî li gel rayedarên herêmê, serokê nû yê amerîkî konferanseke vîdeo li gel sê şefên dewlet û hikûmetên din ên hevpeymanê, di 12ê adara 2021ê de pêk tîne. Hevdîtineke wisa ya di asta vê berpirsîyarîyê de, bi daxuyanîyeke hevpar hat silavkirin: Eger tekst pir giştî jî be, çar rayedar sozê didin ku ew ê bikevin nava hewldana pêşvebirina «herêmeke serbest, vekirî, himbêzker, tendirust, girêdayî nirxên demokratîk û ji her zextûzorê azadkirî», bi gotineke din  «Hîndo-Pasîfîkeke azad û vekirî», li gorî îfadeya hatî bikaranîn.(6)

Hema di cih de, wezîrên karê derve û parastinê yên amerîkî, MM. Antony Blinken û Lloyd Austin, zendûbendan ba didin bi armanca sefereke ji bo tedarîkirina xizmeta piştî firotinê û tevlîkirina Koreya Başûr nav formateke «QUAD +» a ku karibe welatên din jî yên asyayê û herweha welatên ewropî yên wekî Fransa, Qralîyeta Yekbûyî, an jî Almanyayê jî bide ber xwe. Ya mijara gotinê li gorî îzaha Chung Kuyoun, lêkolînera Zanîngeha Neteweyî ya Kangwon (Koreyea Başûr), «“piralîkirina” pergaleke hevpeymana biriqîner a bi pêşengîya Dewletên Yekbûyî ye».(7) Pisporên din rasterast bi referans nîşandana Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO)yê, ku li serdema şerê sar di 1949an de hat sazkirin û hê jî di merîyetê de ye, balê dikşînin berfirehbûna potansîyel a qada wê ya cografîk, an jî jidayîkbûna xwişkeke wê ya biçûk «NATOyeke asyayî» li dijî «dîktatorîya çînî».

Hîpotez ne dûr e. Servîsa lêgerînê ya Kongreya amerîkî, ku, di raporeke xwe de ku berîya civîna wezîrên karên derve ya 23 û 24ê adara 2021ê a li Brukselê, hat weşandin, lîsteya «pêşekîyên kilît» ên  NATOyê, rêz kir û tê de cih da xala pêwistîya «bersivandina pirsgirêkên ewlekarî yên potansîyel ên ji alîyê Çînê û veberhênerên wê yên li Ewropayê mezin dibin ve tên bigewdekirin».(8) Aborî herweha di heman demê de tê pêşberî fuzeyên balîstîk, dema ku ala wê ya berfireh a azadîyê ji alîyê partîzanên rêxistinê ve tê vekirin.

Lê belê, di vê mijarê de, serokwezîrê hîndî qet jî naşibe siwarîyekî sipî: Kaşmîr, ku xweserîya wê ji holê rakir, di bin rêveberîya leşkerî de ye; muxalîf li wir girtî ne û êşkence li wan tê kirin, gava ew helbet neyên qetilkirin; qanûna wê ya welatîbûnê li dijî misilmanan ferqûmêlîyê dike; zexta li ser xwepêşandanan kêm nabe… Lê belê ev yek pir baş tê zanîn: mafên mirovan ne xwedî heman girîngîyê ye li gorî ku mirov hevalbend an jî dijberî Dewletên Yekbûyî be.

Di rastîyê de, wekî ku tîne bîra me Dennis Rumley, profesorê li zanîngeha Curlin (Awistralya) û hevnivîskarê berhema li ser «hilkişîn û vegera Hîndo-Pasîfîkê»(9), Hîndo-Pasîfîk zêde têkilîya wê tune li gel nirxên sincî û pir têkilîya wê heye li gel «veguherîna cîhanî ya berdewam». Ji bo wî, li qonaxa em têde dijîn me gav avêtîye nava «derbaseka cîhaneke nû ya duserî: Dewletên Yekbûyî, Çîn». Li Dewletên Yekbûyî û li qada di bin bandora wan de, «gelek kes jê ditirsin, di wateya tam peyvê de. Li Çînê, pir kes dilê wan dibijê û dixwazin di biryarên cîhanî de li ber çavan were girtin. Enteraksîyona van bergehên tam dijberî hev, li cem her du alîyan  jî dibe sedemê peydebûna hin levûtevgeran», li gel dîyardeya ku «helwesta çînî dikare wekî êrişkar were dîtin».

Bi şikandina vê ragirtina dehan salan, «dîplomasîya gurê şervan» a pir êrişkar («wolf warrior diplomacy »), ku xwe li hin derdorên sefîrên çînî nîşan da, bi vê îmajê re qet li hev nake. Bi awayekî bingehtir, Çînê rûpela tevgera bi dizî ya salên 1980-2000î zîvirand. Ew ne tenê butçeya xwe ya leşkerî her sal zêde dike, û bi lezûbez hêza xwe ya deryayî modernîze dike, lê herweha dibe xwedî îdîayên mezin û zelal li ser tevahîya giravên Paracel,  komgiravên Spratels, ku di nava wan de heft giravok jî hene ku Çînê ew ji bo sazkirina binesazîyên bi armanca bikaranîna di hin waran de (sîvîl  û leşkerî) dagirtine. Wê, di sibata derbasbûyî de bi adaptekirina qanûna nû ya deryayî, rayeyên xwe yên zextkar ên ewlekarîya peravan jî berfireh kirin. Li gel Japonya, Vîyetnam û Filîpînan bûyerên rû didin jî zêde bûne ….

Dîplomatekî berê yê çînî yê li Ewropayê, bi taybetî balê dikşîne ser teza fermî ya «mafên dîrokî yên çînî» a li ser herêmê û weha diaxife: «Li ser tehtên di deryaya Çînê de nakokî hene. Ev cihê xemgînîyê ye. Ji ber ku pêdivîya me bi noqteyên hesin danînê yên derya Çînê heye ji bo em karibin xwe biparêzin -ne pêwist e em êrişî cîranên xwe bikin-. Berî demeke ne dûr, di 2014an de, fermandarekî hêzên deryayî yên amerîkî, di raporeke cidî ya US Navy Institute de, îzah dikir ku lîman û rêyên bazirganîyê yên çînî “pir berbiçav in û bi hêsanî dikarin bên xitimandin”. Wî pêşnîyar dikir “mayînên bin-deryayî”bên danîn li dirêjahîya peravên me ji bo pêkanîna dorpêçeke welêt dema pêwist be.» Senaryo maqûl e -muxatabê me delîlê ji me re dişîne-(10) , lê belê tirs kêm caran dibe şewirmendeke baş. Eger derbasbûna Çînê ya nav deryayên vekirî bi rastî jî were astengkirin ji alîyê Dewletên Yekbûyî û hêzên wan ve, tu îşaretek tune ku welat wê bigihîje ewlekarîyê li gel sîyaseteke de facto  ya ku wê ji niha ve ji beşeke cîranên wê dûr dixe.

Dema Taywan dibe mijara gotinê, êrişkarî zêde bi tesîr xuya nake. Pekîn giravê wekî yek ji eyaletên xwe dibîne, li ser navê prensîba «Çîneke yekane», ku di salên 1970yî de ji alîyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hema hema tevahîya welatên cîhanê ve hatîye qebûlkirin. Dîplomatê me dibêje: «Veqetîn ne mimkin e, lê belê entegrasyon jî ne lezgîn e». Ne teqez e ku nêrîna wî û ya desthilatîya çînî hev digirin. Bi her halî, êrişên li derdora qada hewayî ya giravê bi awayekî xetere mezin dibin. Li ser fermana Pekînê, bi sedan caran balafirên êrişê yên radibin, bi awayekî xetere xeta fermî ya qadên deryayî û hewayî yên her du alîyên peravê difirikînin û carna jî derbas dikin. Lê belê herweha û em kêmtir dibihîzin, li ser fermana Waşîngtonê, ku xwe parêzvana deryayan îlan dike: di demsala pêşî ya 2020î de, lêkolîner Daniel Schaeffer balê dikşîne zêdetirî du hezar operasyonên hêzên hewayî yên amerîkî û di dirêjahîya havîna heman salê de hema hema her roj yek ji wan pêk hatîye.(11) Dewletên Yekbûyî hê nû sîstemeke radarên mobîl li ser giravên Pescadores, li nêzî kêmtirî 150 km dûrahîya parzemîna çînî bicih kir. Wê nêrîneke kawikî be eger mirov bawer bike ku li vir derdê wan tenê parastina Taywanê ye …

Ya rastî stratejîya hêzê ku ji alîyê Çînê ve hatîye tercîhkirin, cîranên wê dixe nava endîşeyan û Waşîngton jî ji vê rewşê sûdê werdigire. Pêşî ji bo xurtkirina derfetên xwe yên leşkerî, ku lîderê niha yê Îndopacomê, amîral Philip Davidson, vê yekê wekî bêdenge dinirxîne. Niha êdî wext hatîye ku Yekemîn fîloya Dewletên Yekbûyî, ku di navbera 1946 û 1973yan de herêm li bin guhê hev xist, ji nû ve were sazkirin. Projeya ku ji alîyê sekreterê Hêzên Hewayî Kenneth Braithwaite ve di serdema M. Trump de hat destpêkirin, ji alîyê amîral ve li dema rûniştina wî ya li Kongreya Amerîkî hat piştrastkirin. Giravên Palaos divê vê baregeha nû ya amerîkî bi kêfxweşî pêşwazî bike, dema ku li herêmê bi sedan ji wan hene, nexasim jî li Japonyayê ku nêzî 55 000 leşker, li Koreya Başûr (28 500), li Hawaï (42  000) an jî li Guamê, bêyî jibîrkirina Awistralya û Zelandaya nû, hatine bicihkirin …

Wekî din, lêçûnên leşkerî yên amerîkî di 2020î de gihîştin 778 mîl-yar dolarî, ango ji yên Çînê  (252 mîlyar) sê caran zêdetir bûne. Çîn xwedî duyemîn butçeya mezin a leşkerî ya cîhanê ye, lê belê, nimûneya Yekîtîya Sovyetî, ku li hemberî Waşîngtonê ketibû nava pêşbazîya biçekbûnê tevî xetereya hebûna xwe, mohra xwe li bîra lîderên çînî daye. Ji ber vê yekê ew naxwazin vê rêyê bişopînin: vê gavê, ew ji sedî 1,7ê hatina xwe ya hundirîn a brut, beramberî ji sedî 3,7ê ya Dewletên Yekbûyî, ji bo lêçûnên leşkerî vediqetîne, li gorî Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolîna Aştîyê ya Stock-holmê (Sipri).(12)

Pentagon çi dibêje bila bibêje, Amerîka ku ketîye pey peydakirina kredîyên îlawe, ji sedî 39ê tevahîya butçeyên leşkerî yên cîhanê xerc dike û bi ferqeke mezin pêşengîya vî warî dike. Bi taybetî ji ber ku tec-rube li alîyê wê ye, wekî ku çînolog Barthélémy Courmont jî destnîşan dike: «Hêzên amerîkî berdewam di nava livûtevgera leşkerî de ne, lê artêşa Çînê ne wisa ye».(13)  Amerîkî ji her alîyî ve tetbîqata şer dikin, lê belê çînî ne, yên wekî şervan guman ji wan tê kirin.

Hîndo-Pasîfîk qada wan a nû ya lîstikê ye. Sînorên wê guhêrbar, ji Pasîfîka rojavayî bigirin heta peravên Afrîkayê dirêj bûn, dewletên yekbûyî yên li serdema desthilatîya M. Barack Obama li derve hiştin, dû re jî ew li serdema desthilatîya M. Trump dan ber xwe. Ji niha şûn ve, «Hîndo-Pasîfîk beşek ji “taxa cîran a Dewletên Yekbûyî ye”», li gorî tesbîta Rumley -taxeke parastinê ya xwedî heman statuya hewşa wan a paş-, li gorî doktrîna amerîkî ya kevneşop… ku tê gotin ji bo Pekînê jî dibe xeta şopandinê. Rumley, ku naecibîne vê helwesta hêza mezin li kêlîya ku divê (axirî) li cureyên din ên têkilîyên navneteweyî were fikirîn, weha dewam dike: «Mirov dikare reftara çînî ya li derya Çînê ya başûrî qismen bi vê pozîsyonê şirove bike. Çawa be, hebûneke çînî li Karaîban wê ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve bi xweşbînî neyê pêşwazîkirin».

Bi taybetî welatên li nava Hîndo-Pasîfîk a amerîkî cih digirin jî, di vê mijarê de nexwedîyê heman vîzyonê ne. Eger Awistralyayê ji nû ve payeya şerîfê Amerîkayê bi dest xistibe jî14, Japonya dimîne «hevalbenda hevpeymana çembera duyemîn», bêyî «fermandarîya leşkerî ya yekbûyî li gel hêzên amerîkî», berevajîyê Canberra, li gorî tesbîta Robert Dujarric, rêveberê Institute of Contemporary Asian Studies (ICAS) a li Tokyoyê. Ji bo wê «dê pir zehmet be meşandina operasyonên leşkerî li derve, ji ber ku hertim dilsarîyek heye». Serokwezîr Suga Yoshihide, eynî wekî rênîşandêrê xwe Abe Shinzo, di Hîndo-Pasîfîk de firseta pêkanîna xeyala «zewaca japonî-amerîkî ya ku dê karûbarên herêmê bi rê ve bibe» dibîne, bi birrîna baskên dijminê bira yê çînî. Lê belê di sîyaseta hundirîn de, M.  Suga îftîxar dikir bi bûyina yekemîn lîderê bîyanî yê ji alîyê serokê amerîkî ve hat pêşwazîkirin û jê jî zêdetir bi terfîkirina hevrêveberîya fiîlî ya «çareserîya aştîyane ya pirsgirêkên derbasbûna di tengava Taywanê re», li gorî daxuyanîya hevpar a 17ê nîsana 2021ê. Tu carî, ji pêncî û du salan û vir ve, lîderekî japonî newêrîbû behs jî bikira ji girava, ku welatê wî bi zextûreptê dagir kirîye ji 1895an heta 1945an. Tiştek di destê wê de tune ji bo îqnakirina cîranên xwe û bi taybetî jî Koreya Başûr a ku hê jî li ser vê rabirdûya kolonyal beramberî Tokyoyê pir hesas e.

Li alîyê din, hevpeymana li gel Delhîya Nû têra xwe zexim xuya dike. Tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi rêkûpêkî tên lidarxistin. Li gorî Dujarric, «Dilbijîya mezin a Tok-yoyê ew e ku Hîndistanê veguherîne navendeke lojîstîk, paşhewşeke nû ya hilberîner, li şûna Çînê». Vê gavê, «jihevveqetîn» ji qonaxa nîyetan derbas nade û ew dimîne wekî hevalbenda wê ya sereke ya bazirganîyê.

Her çî Hîndistan e, ew hêvî dike ku ev stratejîya Hîndo-Pasîfîk roleke girîng li herêmê jê re derîne holê û wê veguherîne hêzeke nebenabe. Di warê aborîyê de, serokwezîr Modi xwe avêt nava bernameyeke fireh a taybetîkirinan û hewl dide bala veberhênerên bîyanî bikşîne, ji ber vê yekê kêfa wî ji hedefa Tokyoyê re nayê. Lê belê binesazîyên welêt dîsa perîşan dimînin, bi kêmkirina bergehên lezgîn ên qezencan.

Di warê dîplomatîk de, şefê hikûmetê wê xwe wekî kesekî bi giranîya xwe dijberî Çînê bidîta, nexasim ji bûyerên li Ladakh ên sala borî û vir ve.(15) «Hîndistan ku malovanîya zêdetirî milyarek şênîyî dike, hêzeke nukleer a naskirî ye û xwedî yek ji artêşên herî mezin ên cîhanî ye. Ne ecêb e ku Delhîya Nû dixwaze bibe yek ji aktorên nebenabe ya şekildayîna paşeroja sedsala asyayî», çawa ku ji me re tîne ziman dîplomatê berê û parlementerê hîndî Şaşî Tharoor, ku di heman demê de muxalîfê M. Modî ye jî. Lê belê, «avakara tevgera welatên bê-alî di serdema şerê sar ê cîhanê de, Hîndistan hertim alerjîya wê hebû li hemberî hevpeymanan û tu caran naxwaze hemû hêkên xwe yên stratejîk têxe nava heman selikê».

«Komplekseke zêde ya serdestiyê»     

Alîgirên herî dilgerm ên Hîndo-Pasîfîkê jî -ên wekî pisporê hîndî yê têkilîyên navneteweyî Brahma Chellaney, ku di nava QUADê de «dînamîkeke nû (…) wekî bersiva berfirehbûna êrişkar a Çînê»(16) didît- pir bi lez xeyalên wan şikestin li pêşberî  vê rewşa ku wekî «quretîya amerîkî» bi nav dikin. Di jêdera vê çerxkirinê de: ketina nava avên herêma aborî ya xwerû (ZEE) hîndî ya hilweşînereke bi fuzeya bi rêhber, di dema tetbîqatên keştîyên der-yayî yên bi navên «Azadîya seyrûseferê» de, 7 nîsan. Pir dûrî lêborîn xwestinê, Waşîngton ji nû ve Delhîya Nû şand nava werîsan, bi hêvîkirina ku van herêman tu tişt îfade nedikir di hiqûqa navneteweyî de û Hîndistanê «daxwazên deryayî yên dûrî hedê xwe» kiribûn. Li gel vê yekê jî gelo li ser navê rêzgirtina ji bo daxwazên ZEEyan ên Pekînê ye ku hêzên deryayî û hewayî yên amerîkî yên QUAD wê biçin û bên deryaya Çînê!

«Tevî ku demokrasîya herî xurt a cîhanê bin jî, Dewletên Yekbûyî xwedî hin karakterên hevpar in li gel otokrasîya herî xurt a cîhanê û raqîba xwe ya sereke, Çînê. Her du welat xwedî komplekseke serdestîya zêdegav in», bi tesbîta Chellaney, ku hejmarek nimûneyên seferên wan ên dij-qanûnî yên nav avên hevalbendên wan bi bîr dixe. «Bikaranîna hêzên deryayî ji bo deranîna pêş a îdîayên deryayî yên amerîkî li dijî hejmareke zêde welatan nîşan dide ku, herçendî êdî ne yekane hêza super a cîhanê ye jî, Amerîka dev ji adetên xwe yên berê bernade.» Û wisa li gotinên xwe zêde dike: «Tevî ku 167 dewletan îmza xwe danî ser Peymana Neteweyên Yekbûyî ya der barê hiqûqa deryayê de [UNCLOS], Amerîka [ku peyman îmze jî nekirîye] yekane welat e ku bi rêya şirovekirina xalên peymanê, mafê çavdêrîkirin û pêkanîna wê bi awayekî yekalî daye xwe».(17)

Ji ber vê yekê ye ku divê Fransa li ser mijarê du caran bifikire berîya cih bigire li nav tatbîqatên leşkerî û bibe xwedî helwesteke îdeolojîk li tenişt Waşîngtonê. Û pê re jî, Yekîtîya ewropî ku dixwaze «stratejîya hîndo-pasîfîk» a hevpar pênase bike. Ev jî ew jî, divê ji xwe bipirsin, bi awayê Camilla Sorensen, profesora alîkar a li Koleja Qralîyetê ya parastinê ya Danîmarkayê: Ewropa gelo amade ye «bibe xwedî hedefa hevpar a sereke ya Waşîngtonê, [a ku] tê wateya  parastina serdestdîya amerîkî li herêma hîndo-pasîfîk» û resmen destekê bide «israra helwesta amerîkî ya tê wateya rûbirûbûna zehmetîyên ku ji alîyê Çînê ve tên bigewdekirin»(18) Pirskirina van pirsan, tê wateya bersivandina wan jî …

Li Hîndistanê, ambargoya ku M. Biden danî ser hin madeyên jîyanî yên ji bo çêkirina derzîyên li dijî şewbê, li dema ku Covid-19yê welat telef dikir, bû sedemê xurtkirina gumanan. Herçendî serokê amerîkî dawîyê ew rakir jî, M. Modî bi berfirehî argumana ji bo danjibîrkirina berpirsîyarîyên xwe yên esasî bikar anî. Zehmet e pî-rozkirina dawet û dîlanên hîndo-amerîkî di van şertûmercan de, yên li bin banê hîndo-pasîfîk jî di navê de. Vê gavê, Hîndistan ketîye pey xwe rizgarkirina ji bin pençeyên ejderhayê aborî yê çînî -ku di heman demê de hevalbendê wê yê sereke yê bazirganîyê ye- bêyî bikeve nav pencên şidîyayî yên eyloyê (qertelê) amerîkî.

Ev dibe erênaya gelek welatên herêmê yên dilê wan heye bi Çînê re hevkarîya aborî, bi Dewletên Yekbûyî re jî ya stratejîk bidomînin. Ev her du welat divê fêr bibin «rêzê bigirin ji bo her welatî çawa be wisa, ne çawa ew dixwazin wisa bibe», bi nêrîna wezîrê berê yê karê derve yê awistralyayî Gareth Evans (1988-1996). Ew li gotinên xwe weha zêde dike: Qedîya ew dema «sê “P”yan: pêşekî, pêşserdestî, pêşserwerî  [«primacy, predominance, pre-eminence»]».(19)

Têgeha Hîndo-Pasîfîk ku sembola meyla aborî û stratejîk a ber bi Asyayê ve ye kêm caran tê redkirin. Lê belê şirovekirinên wê pir cuda ne. Vîetnam, a ji ber cîranê xwe yê xurt adeta asê maye, xwe nêzî têgihîştina amerîkî dibîne; Koreya başûr bêhtir hewld dide eyarekê bide hebûna hêzên Waşîngtonê û hêza japonî bi têkilîyên nêzîktir ên bi Çînê re; Endonezya, Navenda Yekîtîya Welatên Asyaya Başûr-Rojhilat (Anase) e, pozîsyoneke hevmesafe dixwaze li gel her du hêzên mezin, eynî wekî Sîngapûrê ; Fîlîpîn ji alîyekî derbasî yê din dibe li gorî rewşa berjewendîyên xwe û êrişên çînî yên li dijî giravokên ku bi rêve dibe.

Bi rastî jî êdî tewş e fikirîna bi têgehên hevalbendîyên leşkerî-îdeolojîk, wekî serdema şerê sar, tevî ku têkilîyên aborî ketine nava hev û yekîtîyên stratejîk ên pêlpêlok dihêlin ku welatên her du xwedêgiravî «kampan» bi hev re bixebitin: rêxistina ne fermî ya BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hîndistan, Çîn, Afrîkaya Başûr), ya hevkarîya Şangayê (Çîn, Rûsya, Hîndistan, Pakistan…), an jî hevparîya aborî ya herêmî ya global (PERG, bi îngilîzî), peymana herî mezin a bazara serbest a di navbera welatên Anase û Koreya Başûr, Japonya û Çînê de hatîye îmzekirin.(20) Lê belê divê yek ji van welatan tenê jî xwe li bin gefan hîs neke.

Ji Global Timesê şirovekarekî leşkerî yê çînî yê pir fermî vê hişyarîyê dike: «Divê Çîn têkilîyên xwe yên dostanîyê li gel cîranên xwe yên Asyaya Pasîfîk, sererast bike. Divê ew zêdetir girîngîyê bide welatên wekî Koreya Başûr, Zelandaya Nû û endamên Anase».(21) Ev rexneya di kirasê pêşnîyazan de pir kêm tê kirin, herçendî xwedîyê rexneyê daxwaza zêdekirina hêzên leşkerî jî bike.

Ji bo dîplomatê berê yê sîngapûrî Kîşor Mahbubanî, «Fikirina wekî mirov dikare hêza aborî û teknolojîk a Çînê bi amûrên leşkerî kontrol bike, bêbingeh e». Kesên ji tiştekî wisa bawer dikin vê sedsalê bi sedsalên din re tevlî hev dikin. Pekîn ne Moskova ye. Amerîka hêza herî xurt a cîhanê ye, lê belê êdî cîhan ne di bin destê wê de ye. «Divê ew fêrî parvekirinê bibe».  Bernameyeke berfireh.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_________

1) Emmanuel Macron, gotara Li Pêşberî Sefîran, Paris, 27 tebax 2019.

2) Macron: Têkilîya fransî-kaledonî ya jîyanî li hemberî xetereya serdestîyê», Reuters, 5 gulan 2018.

3)«Indo-Pacific Strategy Report », Departmana Parastina Amerîkî, 1 hezîran 2019, https://media.defense.gov

4) Gurpreet S. Khurana, «Security of sea lines: Prospects for Indian-Japan cooperation», Strategic Analysis, vol. 31, n°1, London, kanûna paşîn 2007.

5)  «John S. McCain National Defense Authorization Act for Fiscal Year 2019», Kongreya Amerîkî, 13 tebax 2018, www.congress.gov

6)  «QUAD leaders’ joint statement: “The Spirit of the QUAD”», Maison Blanche, 12 adar 2021, www.whitehouse.gov

7)  «Chung Kuyoun, «Why South Korea is balking at the QUAD», East Asia Forum, 31 adar 2021, www.eastasiaforum.org

8) Paul Belkin, «NATO: Key issues for the 117th Congress», Congressional Research Service, 3 adar 2021, https://fas.org

9)Timothy Doyle û Dennis Rumley, The Rise and Return of Indo-Pacific, Oxford University Press, 2019.

10) «Victor L. Vescovo, « Deterring the Dragon… from (under) the sea», US Naval Institute, sibat 2014, www.usni.org

11) Daniel Schaeffer, «Çîn -Dewletên Yekbûyî- Deryaya Çînê ya Başûr û Kevîyên Wê: Li benda Biden », Asie21, 15 îlon 2020, www.asie21.com

12) «World military spending rises to almost 2 trillion dollars in 2020 », Stockholm International Peace Research Institute (Sipri), 26 nîsan 2021, www.sipri.org

13) «Pentagone tehdîda Çînê ya ji bo di asteke pir zêde de butçeya xwe bilind bike sor dike: mazereta hêsan an jî bendewarîyeke xwedî bingeh?», Atlantico, 23 adar 2021, www.atlantico.fr

14) Binêrin li nivîsa Vince Scappatura, «Avustralya, parçeyê menzela navendî ya”dingilê” amerîkî», li «Berûdgeha asyayî», Manière de voir, n°  139, sibat-adar 2015.

15) Binêrin li nivîsa Vaiju Naravane, «Çima Çîn û Hindistan li ser banê cîhanê pev diçin», Le Monde diplomatique, çirîya pêşîn 2020.

16) Brahma Chellaney, «Biden follows Trump’s footsteps in the Indo-Pacific», The Hill, 25 adar 2021, https://thehill.com

17) Brahma Chellaney, «US fails to understand that it no longer calls the shots in Asia », Nikkei Asia, Tokyo, 21 nîsan 2021.

18) Remi Perelman, «Indo-Pacifique-Danemark : Mais pas seul», Asie21, n°  149, Paris, nîsan 2021.

19) Gareth Evans, «What Asia wants from the Biden administration», Global Asia, Séoul, vol. 16, n°  1, adar 2021.

20) Binêre li nivîsa «Bombeya pevguhertina azad li Asyayê», Le Monde diplomatique, kanûna paşîn 2021.

21) Song Zhongping, «China must prepare for US new QUAD schemes», Global Times, Pekîn, 10.11. 2020.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial