Adar 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelTahma şoka klîmatîk
Nächster ArtikelDema plankirina ekolojîk

Hemî zarok

Careke din dinya wan li erdê belawela bû. Û yên ku ew şikandin ne em bûn. Em niha behsa bernameya aborî û civatî ya Konseya Neteweyî ya Berxwedanê; fetihkirina mafên sendîkayî û xebatên mezin ên Peymana Nû (New Deal) dikin. Lê, helbet berxwedêrên fransizan çekên xwe hilanîbûn û li kolanê gelek li benda bizorê “ji berxwedanê ber bi şorêşê” filitînê bû. Heke em bên ser Franklin Roosevelt, wî dizanibû beşek patronên amerîkî têbighîne ku şoreşên karkeran û tevlîhevîyên civatî dikarin kapîtalîzma wan a xweşdivî li ber xwe bibin. Ji bo vê jî divîya wan ew bikirana yek.
[emember_protected]

Îro, tiştekî weha tuneye. Gelên wekî zarokan di malê de hefskirî, bi qandî ku ji alî torên ragîhandina berdewam şaşbûne ew hinde tirsîyane, bûne bîner, pasîf mane û têkçûne. Bi darê zorê, kolan hatin valakirin. Êdî qet ne “hêlek zer” li Fransayê mane, ne jî Hirak li Cezayirê, ne xwepêşandan li Beyrûdê, ne jî li Santîyagoyê mane. Wekî zarokekî ji gurîna bahozê tirsîyayî, her yek li benda zanebûna qedera ku desthilatê jê re hilanîye ye. Ji ber ku nexweşxane, ew; mask, test ew; vîrmanên derfetê bidin ku çend rojên din îdare bibe, ew; (1) mafê derketinê yan derneketinê –Kî? Çawa? Kengî? Bi kê re?– dîsa û her tim ew e. Desthilat xwedî hemî desthilat e. Bijîşk û patron, herweha jî ew hakimê ku sizayên me cihbicih dike ye, ew yê ku li gel demê biryara dijwarîya hefsa li malê mayîna me dide ye. Wê gavê çima em şaş dimînin, ku dema 37 milyon fransizan, birekoreke, “du caran li skora kupayeke cîhanî ya futbolê”, di 13ê nîsana çûyî de, gava ku ew li ser yanzdeh kanalan peyivî guhdarîya serek komarî kirin? Wê şevê dikaribûn çi yê din bikirana?

Dema ku ev hêz, ev karebûn nizane dê bi ku de here, serî lê mezintir dibe. Ev biryar çavê meriv ditirsînin, heta ku li dijî hev jî bin. We got mask? Helbet gava ku yê meriv tunebin, ew bikêrî tiştekî nayên, ev yek sedî sed rast e. Ji her ku yên me çêbûn, ew dîsa bikêrhatî bûn, –ango ew karin jîyana merivî rizgar bikin. “Mesafeya civatî” xwe ferz dike, em tê gihîştin, lê gava fransizek biçe Belçîkayê yan jî çemê Renê derbas bike mesafeya ewlehîyê ji % 50 zêdetir dibe û ev mesafe du qat dibe heke karibe Atlantîkê derbas bike. Di encamê de, ew ê nêzîk nedûr ji me re bêjin xwedî kîjan temenî û kîjan bedenê nikarin her ji mala xwe derkevin. Bitemenbûn û girsbûna berê, ji “navserebûn” û “qelewbûn”a îro çetir bû: yên berê bikêmanî di tevgera xwe de azad bûn. Û herweha, çima mamosteyên nêzîkî xanenişînîyê, ku em ji wan re her tim dibêjin mesafeya di navbera xwe û nevîyên xwe de biparêzin, êdî nexweşîyê ji zarokên dibistanê venagirin?

Qey rojekê, em ê dîsa mezin bibin. Karibin ji tercîhên din, yên aborî û civatî jî di nav de têbigihên û wan bidin qebûlkirin. Vê gavê, em derban dixwin bêyî ku karibin wan bidin; em li valayîyê dipeyivin û em vê yekê dizanin. Ev avûhewa şîrêzokî, ev hêrsa bikarnehatî ji ber vê ye. Wekî varîleke barûdê li navenda odeyekê, li benda derbika xwe ye. Piştî zaroktîyê, dema xortanîyê tê…

(1) Li Dewletên Yekgirtî, navê Donald Trumpî li ser çekên 1200 dolarî yên ku xezîneya amerîkî ji her yek bideh milyon hevwelatîyên xwe re şandibûn hatîye nivîsîn.

[/emember_protected]

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial