Sibat 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

“Hec” Nefta Siûdî ya din

MEKEYA BI GERÛGEŞTA OLÎ YA GIRSEYÎ DOPÎNGKIRÎ

Heca li Mekeyê, yek ji pênc stûnên îslamê, ji bo rayedarên suûdiyê avantajeke berdewam garantî dike. Ji bo pêşwazîkirina hejmareke hê zêdetir a seredanan, rêveberên wahabî texsîr nakin bajarê pîroz veguherînin şantîyeyeke herdemî, bi berdêla nexweşikkirinê be jî. Daxwaza anîna hertim zêdetir hacîyan pirsgirêkên cidî yên ewlekarî û tendirustîyê jî giran û dijwar dikin.

Hinardekarê (ixracatkar) neftê yê herî mezin ê cîhanê (10 milyon bermîl di rojê de) keyantîya Erebîstana Siûdî dergûş û herweha navenda toreya îslamê ye. Tekane dewleta ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de bi navê malbatekê ve tê naskirin, bi sembola nexşkirina Eşhedê -ku tê wateya îtîqada îslamî- ya li ser ala xwe, bi eşkere dide zanîn ku ew “xizmetkarên qadên pîroz” ên 1,8 milyar bawermendî ne. Cihê dayîkbûna Pêxember Mihemed Meke -heman demê de Qible ye ku ji bo nimêjê ku rojê pênc caran berê xwe didinê- û rawestgeha wî Medîne di bin hikmê vê hikimranîyê de ne. Bi hatinî û amûrên petrolê yên gewre, serwerîya xwe ya li ser Ometê (girseya bawermendan) xurt dike. Lê Monarşî di ferqê de ne ku divê her dem, wekî parêzerê qadên pîroz, meşrûtîyeta xwe biparêze. Loma, ji bo ku di erdnîgarîya wê de serdanên hecê bi rêk û pêk bên pêkanîn, bi awayekî awarte tevdigere. Di 2019an de Rîyadê qet fikar nekir ku wezîfeya ewlehîya derdora Hecê bide sazîyeke şirîkê şirketeke îsraîlê ya bi navê G4S. Pirsgirêka lojîstîkê, tendirustîyê û ewlehîyê herweha pir mezin e. Her sal di navbera du û sê milyon hecî tên Hecê û ev wezîfe pêncemîn şertê Îslamê ye. Di jîyanê de herî kêm carekê mecbûrîye ku her ferdekî misilman ê bijûndar û halxweş, di meha Zîlhîcceyê de -meha dawî ya teqwîma hicrî ye (heyvê)- wê wezîfeyê herî kêm di pênc rojan de pêk bîne. Ew cewhera jîyana bawermendan e û wan ji hemû gunehên wan dişo. Herweha ji bo hemî misilmanên li Cîhanê cihê hevdîtinê, dema yekbûnê û xwe guhertinê ye jî.Xwendevanên hêja, ji bo ku hun bikaribin berdewamîya
nivîsê bixwînin ji kerema xwe bibin abone.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
X

Passwort vergessen?

Mitglied werden!

  • Sign Up
Passwordîfreya xwe winda kir? Ji kerema xwe navê bikarhêner an navnîşana e-nameya xwe binivîsin. Hûn ê ji bo afirandina şîfreyek nû bi riya e-nameyê girêdan bistînin.