Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Hê jî li ser pîyan

Ev panzdeh sal in, Xezze pênc caran bû hedefa seferên cezakirinê: 2006 («baranên havînê»); 2008-2009 («Zirinca sincirî»); 2012 («Stûna parastinê»); 2014 («Sînorê parastinê»); û 2021 («Nobedarê dîwaran»). Îsraîlê, ji bo karibe êrişkarên di dorpêçkirinê de veşêre, ev nav neqandin. Û ev panzdeh sal in, heman kes ji bo rewakirina heman cezayan heman dîruşmeyan dibêjin. Bêdengehîya derfetên hatin bikaranîn kirasekî lênehatî û neguncaw li «şer» dike. Ji alîyekî ve yek ji artêşên herî xurt û herî xemilandî yên cîhanê, ku destekeke bêsînor ji Dewletên Yekbûyî werdigire û dijberên xwe her kêlî bi dorpêçeke bejahî û deryayî re rû bi rû dihêle.1 Li hemberî wê, ne tankek, ne balafirek, ne keştîyeke şer, ne jî desteka (ji bilî gotinan) tu paytextekê. Di encamê de jî pêwistî bi desteka sefîrekî îsraîlî yê li Fransayê hebû ji bo sûcbarkirina filistînîyan bi «yek ji sûcên şer ên herî dilxelîner ên sedsala XXIemîn».2 Hejmara qurbanîyan a her alîyî di dema van pênc pevçûnan de bersiveke têrker e.

Ev panzdeh sal in, wekî ku her kes dizane, îsraîlî «mafê bersivê bi kar tînin» an jî «bersivê didin» êrişên ku li dijî wan tên kirin. Çunku çîroka ku ew vedibêjin û piranîya medyayan jî wê tekrar dikin, tu caran dest pê nake heta ku yek ji leşkerên wan neyê revandin an jî roketek li dijî wan neyê avêtin. Kronolojîya pevçûnan bi vî awayî tine dihesibîne belayên tên serê filistînîyan, kontrolên bênavber, dagirkerîya leşkerî, dorpêçkirina xaka ku tu balafirgeha wê naxebite, dîwarê veqetandinê, dînamîtkirina malên wan, kolonîzekirina xakên wan.

Lê belê, em ferz bikin ku bila sibê Hemas ji holê rabe, ev giş wê dîsa bimînin. Îsraîl, ku ew bi xwe bû palpişt ji bo bilindbûna vê tevgerê û herweha di fînansekirina wê de jî tevkarî kir, vê yekê baş zane. Lê belê deranîna pêş a dijbereke wisa bi kêrî Îsraîlê tê. Û ev yek derfetê didê ku têkoşîna gelekî ya ji bo avakirina dewletê wekî rûbirûbûneke,  ji alîyê pênaseyê ve bêçare, bi rêxistineke olî ya mesîhî re pêşkêş bike. Bi destwerdaneke hovane li bawermendan li pêşîya mizgeftan li Qudsê, rayedarên îsraîlî ne mimkin bû nizanibin ku wê bi kêrî tevgera îslamîst bihatana.

Tevî qebabûn û eşkerebûna wê jî, operasyona serokwezîr Benyamîn Netenyahû bêyî ku rastî tu astengîyekê were dewam kir. Ne biryareke Neteweyên Yekbûyî (ku Îsraîl careke din wê karibûya ew ji nedîtî ve bihata), ne tedbîrek, ne pirsîna rewşê ji sefîran, ne jî cemidandina radestkirina çekan. Eynî wekî Waşîngtonê, Yekîtîya Ewropî jî careke din zimanê rasta îsraîlî bikar anî; hikûmeta fransî -ku ji Mme Marine Le Pen, Bernard-Henri Lévy û şaredara sosyalîst a Parîsê Anne Hidalgo destek wergirt- tenê ji bo qedexekirina xwepêşandaneke piştgirîya bi filistînîyan re hişyar bû. Wekî ku Îsraîl çiqas zêde xurt dibe, ewqas kêmtir demokratîk dibe û ewqas jî zêde cîhan giş tê ber lingên wê.

Tevî vê yekê, wekî ku pênc şeran jî berî demeke nêz ev yek îspat kir, ev «Qubeya hesin» a dîplomatîk wê aramîya Îsraîlê misoger neke. Şîdeta berxwedanê hertim bersivê dide şîdeta zilm û zorê, ji bilî gava ku gel biperçiqe û serî bitewîne. Gelê filistînî li ser pîya ye.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

__________

1) Binêrin li nivîsara Olivier Pironet, «Li Xezzeyê, gelekî di qefesê de», Le Monde diplomatique, îlon 2019.

2) Daniel Saada, Europe 1, 12 gulan 2021.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar