Çirîya paşîn 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Gava dîjîtal gerestêrkê hildiweşîne

Demeke dirêj fikrê pîşesaziyeke dîjîtal «îmateriyel» li ser hişan bûye serdest. Li dijî dêwên petrolê û otomomobîlê, Silicon Valley dişibiya hevalbendeke xwezayî ya sîyaseta têkoşîna li dijî germbûna avhewayê. Rapirsîneke li ser gelek parzemînan hat birêvebirin berdêla hawîrdarî ya fahîş a sektora teknolojiyên bilind radixe pêş çavan.

 

Pêşvebirên Silicon Valley û avakarên nîv-romorkan, Komîs-yona Ewropî û Kabîneya McKinsey, M. Joseph Biden û M. Xi Jinping, lîberalên brîtanî û keskên alman: li hemberî rewşa hawarê ya avhewayê, Hevgirtina Pîroz a Cîhanî li derdora bawerîyekê tevna xwe girêda. Bawerîya bi guherîna cîhanê li ser înternetê ji bo başîya Gerestêrkê. «Bi wê çendê ku mirov her diçe zêdetir bawer dike ku wê ne mimkin be hefsarkirina guherîna avhewayê bêyî bikaranîna girseyî ya teknolojîya hejmarî (dîjîtal)», li gorî destnîşankirina The Shift Project, ku vê nêrînê parve nake.(1)

Încîleke nû, rizgarkirina bi navgîna bajarên «jîr» ên bi wergirên deng û amûrên elektrîk ên xweser teşwîq dike. Ev bawerî dikare xwe bispêre ser hawarîyên bi tesîr. Wekî Global e-Sustainability Initiative (GeSI), lobîyeke karsazan a li Brukselê sazkirî, ku  ji  bona «emîsyonên pêşîlêgirtî bi navgîna bikaranîna teknolojîyên agahdarîyê û ragihandinê hema hema deh qat zêdetir in ji yên ji alîyê van teknolojîyan bi xwe ve hatine bicihkirin».(2)  Lê belê lêkolînerên serbixwe jidilbûna van hejmarên li her derê tên ziman û bêalîbûna belavkerên wan napejirînin.

Li wêdetirî hewldanên «bazara kesk» a ji alîyê pîşesazan û berdev-kên wan ve tên pêkanîn, çiqas e tesîra hawîrdorî ya tevna teknolojîya dîjîtal? Ev tevnên nû yên ragihandinê bi rastî jî li gel «tranzîsyona avhewayî» hevgirtî ne? Li dawîya rapirsîneke ku em birin bi qasî deh welatan, em gihîştin vê encamê: xirabûna hewayê ya ji ber teknolojîya dîjîtal di asteke pir mezin de ye û ev mezinbûn, ya herî bi lez e.

«Gava min ev hejmarên têkildarî qirêjbûna hewayê vedîtin, min ji xwe re got: “Çawa tiştekî wisa mimkin dibe?”», wisa tîne bîra xwe Françoise Berthoud, mihendiza lêkolîna di warê înformatîkê de. Zirarên li hawîrdorê bûne, jêdera wan bi mîlyaran yekîneyên girêdank in (tablet, komputer, telefonên jîr) ku ji me re derîyê Înternetê vedikin. Wekî din ew ji daneyên ku her kêlî em hildiberînin, zêde dibin: ev agahîyên veguhestî, berhevkirî, nirxandî li nava binesazîyên fireh ên berxwirên çavkanîyan û enerjîyê, dibin jêdera afirandina naverokên nû yên dijîtal ku ji bo wan wê hertim zêdetir yekîneyên girêdank (yekîneyên navbeynkar) pêwist bin! Ji bo pêkanîna kiryarên ne berbiçav ên wekî şandina e-mailekê li ser Gmailê, peyamekê li ser Whats-App, emosîyonekê li ser Facebook, vîdeoyekê li ser TikTokê an jî wêneyên ferxikên pisîkan li ser Snapchatê, li gorî Greenpeace, me binesazîyeke wisa damerizand ku, di demeke nêz de, «dikare bibe tiştê herî fireh ê ji hêla qada mirovî ve sazkirî».(3)  Ji ber vê yekê, ev her du malbatên gemarkirina hewayê hev temam dikin û hev xwedî dikin.

Hejmarên li ber destan pir tiştan dibêjin: pîşesazîya dîjîtal a cîhanî wisa zehf avê, materyalan û enerjîyê xerc dike ku şopa wê digihîje mezinahîya bi qasî sê caran li ya welatekî wekî Fransa an jî Brîtan-yayê. Teknolojîyên dîjîtal îro ji sedî 10ê elektrîka li cîhanê hilberandî dixin dewrê û nêzî ji sedî 4ê emîsyonên cîhanî yên CO2, ango hinek kêmtirî du qatê sektora sîvîl a pîşesazîya hewayî ya cîhanî davêjin.(4) «Eger şirketên teknolojîya hejmarî nîşan didin ku ew bihêztir in ji hêzên regulator ên li ser wan hikûm dikin, xetere heye ku em her diçe kêmtir karibin rê li tesîra wan a li avhewayê bigirin», li gorî hişyarîya M. Jaan Tallinn, avakarê Skype û Future of Life Institute, ê li ser sincê teknolojîyan kar dike.(5)

Îro hê jî, Jens Teubler, lêkolînerê li Ensîtûya Wuppertal, nikare vê rastîyê qebûl bike. Berîya çend salan, ev zanyarê alman bû beşdarê konferanseke li vê navenda lêkolînê ya li bajarê bi heman navî, li Westphalie (Almanya). Hingê bû, tê bîra wî, ku ew «bi carekê sekinî li ber resmê zilamekî gustîleke zewacê di tilîyê û çenteyekî qirase di mil de, hevgirtî bi şopa rastîn a zewaca wî re. Vî resmî tesîr li min kir.» Enstîtûyê bi vî awayî bal dikişand rêbazeke hesabekî nedîtî yê qalibê materyal ê awayên me yên berxwirîyê, ku ji alîyê lêkolînerên wê ve di salên 1990î de hatibû bi pêşxistin: Material input per service unit (MIPS), ango çendeya çavkanîyên pêwist ji bo hilberîna berhemek an jî xizmetekê.(6)

Ji bo pîvandina tesîra wê ya li ser hawîrdorê, pîşesazî bi taybetî bi emîsyonên CO2 re eleqedar dibe. Li gel vê yekê, ev rêbaza hesabkirinê dibe sedemê berbelavbûna gelek caran gemarên din ên wekî tesîra li ser kalîteya avê bi bermahîyên berhemên kîmyayî. Ji salên 1990î ve, MIPSê bala xwe bêhtir dida ser xirabûnên hawîrdorî yên ji ber hilberîna berhemên berxwarinê û xizmetan. Mêzekirina li tiştê ku ji madeyekî derdikeve bêhtir li tiştekî dikeve nava madeyekî, ev dibe berevajîkirina tam a bergehê.

Bi awayekî berbiçav, MIPS tevahîya çavkanîyên livbar û veguhestî di dema hilberîn, bikaranîn û ji nû ve bikaranîna kincekî, şûşeyeke ava porteqalan, xalîyek, smartfonekê de dinirxîne… Tev tê re derbas dibin: çavkanîyên dikarin werin nûkirin (nebat) an jî yên nû nabin (mîneral), livên erazîyan ên ji ber xebatên çandinîyê pêk tên, ava herikbar, berhemên kîmyayî yên xerckirî û hwd. Mesele em bala xwe bidin ser tee-shirtekî: hilberîna wê li atoleyeyeke hindistanî pêdivî bi elektrîkê heye, elektrîk jî bi saya komurê tê hilberandin, ji bo derxistina vê ya dawî jî pêdivî bi birîna daristaneke darên çamê hebû…

Çentê piştê yê ekolojîk

Ev lênêzîkbûn vediguhere hejmarekê, «çenteyekî piştê yê ekolojîk», ango qatjimareke carînî ya her yek ji kiryarên me yên berxwarinî. Rêbaz ne bêqusur e: «Piranîya daneyên bikarhatî ji bo hesabê MIPS encamên nêrîn û texmînên pisporan in» ku li vir şîlobûn gelek caran dibe rêzik û Jens Teubler pê hêrs dibe. Li gel vê yekê em li vir dikarin tenê li hemberî rastbêjîya belloq şaş û metel bimînin: gustîlka ku têde çend gram zêr hene xwedî MIPSeke 3 ton e! Mirov her-weha dikare MIPSa xizmetekê an jî ya kiryareke berxwarinê bipîve: km bi erebeyê û saetek bi televiz-yonê re li gorî rêzê yek û 2 kîlo çavkanîyan dixin nava livûtevgerê. Deqeyek li ser telefonê «berdêla wê dibe» 200 gram. Her çi SMS e, «giranîya wê» 0,632 kîlo ye. Ji bo gelek berheman, MIPS xwedî rêjeyeke pir kêm e: bo nimûne hilberîna bistekî ji pola «tenê» pêdivîya wê bi çavkanîyên deh caran ji giranîya wê ya nîhaî zêdetir heye. Lê belê «kengê teknolojîyek bikeve dewrê, MITP bilindtir dibe», li gorî ku Jens Teubler îzah dike.

Teknolojîyên hejmarî vê yekê baş îspat dikin, dema ku hejmara mezin a metayên ku ew wan dide ber xwe li ber çavan tê girtin, nexasim jî «metayên nadîr ên derxistina wan ji binê erdê zehmet e», wisa didomîne lêkolîner. Bi vî awayî, komputereke 2 kîlo herweha li tenişt tiştên din 22 kîlo berhema kîmyayî, 240 kîlo sotemenî û 1,5 ton ava paqij dixe nava livûtevgerê.(7) MIPSa televîzyonekê di navbera 200 û 1 000/1 de ye, ya smartfonekê jî 1 200/1 e (183 kîlo madeyên xav ji bo 150 gr. berhema dawî). Lê belê ev MIPSa çîpeke elektronîk e ya ku hemû rekoran dişkîne: 32 kîlo made ji bo ceryaneke 2 gram, ango rêjeya 16 000/1.

«Mirov gelek caran bi ferqa navbera tesîra hîskirî û ya reel a biryarên xwe yên kirîna malekî berxwarinê şaş dimînin.», îdîa dike Jens Teubler û sedema vê yekê jî weha îzah dike: ev mintiqeyeke herî bilind a li nava zincîra hilberîna ku, ji magazeya firotinê jî zêdetir, wê bikeve bin barê berdêla herî mezin a materyal. Ji ber vê yekê, teknolojîya hejmarî -bêyî ku bide hisandin- şopa me ya amûran dide teqandin. Li gel mîlyaran serviran, antenan, arasteker û xalên din ên xwegihandina WiFîyê ku halê hazir dixebitin, teknolojîyên «hejmarî» ne tenê berxwirên madeya ne; ew herweha li ser rêya pêkanîna yek ji şirketên herî mezin ên materyalîzekirinê ne.

Li nava van binesazîyên têra xwe reel, navendên daneyan cihekî girîng digirin. Ev cinawirên ji beton û polakirî yên serviran bi rîtma tofana agahîyên ji alîyê gerdûna dîjîtal ve hilberandî zêde dibin: 5 mîlyar bayt rojane, ango bi qasî tevahîya daneyên ji destpêka înformatîkê heta 2003an. Bi qasî dagirtina bîra hiş a bi deh mîlyonan dîskên Blu-rey ku, li ser hev, wê bi qasî çar quleyên Eyfelê bilind bibana. Darikekî niftikê, eger were muqeyesekirin li gel tiştê ku bi gewdekirin ji alîyê sedan mîlyar objeyên girêdayî 5Gya ku wê di nêzîk de tevahîya cîhanê bidin ber xwe. Çavdêrîkirina li skootereke elektrîk a self-servîs bi xwe bes e ji bo texmînkirina vê leza sergêjker a ber bi pêş ve.

Çend bikarhênerên van amûran zanin ku şirketên wan «dinyayek daneyên ji ber elimînên livûtevgera bikarhêneran hilberandî» kirê dikin, li gorî îzaha M. Mohammad Tajsar, parêzerê li nava Yekîtîya Amerîkî ji bo azadîyên sîvîl (ACLU). Li dema afirandina hesabekî li ser aplîkasyoneke taybet, hûn navê xwe, navnîşana xwe, hejmara xwe ya telefonê, agahîyên xwe yên bankayê, rêzedîroka fatûreyên xwe û hwd. parve dikin. Dû re şirket wê karibe her agahîyeke têkildarî rêwîtîyên we bi saya wergirên sabîtkirî li ser trotînetê û bi saya daneyên vê telefona we ya destan hatî şandin berhev bike.

Koma Bird hinekî din jî bi pêş ve diçe û maf dide xwe ku profîla we ya agahîyên komkirî li cem şirketên cihêreng ên ji mêj ve daneyên li ser we di destê wan de hene zengîn bike û li ser îtîbara we ya kredîya li cem ajansên din lêpirsînê bike! Bi ajotina vê amûra du çerxe, hûn herweha razî dibin ku operator «ji bo lêkolîn, bazirganî û armancên din agahîyên bi alîyên sêyemîn re jî» agahîyên we parve bikin û wekî nimûne jî koma Lime nîşan dide, bêyî dayîna agahîyên bi detay. M. Tajsar destnîşan dike ku ev spesîfîkasyon «li nava têgehên şîlo nivîsandî ne û divê wekî muamma jî bimînin». Ev lehîya agahîyên şexsî ku wê profîlên ferdî yên bi berdêla fîyeta zêr tên firotin ji bo şirketan, bivê nevê diherikin ser rêya navendeke daneyan -ewr ango cloud-.

Berhevkirina bi rêkûpêk û cîhanî ya her cure daneyan «pêdivîyên bi navendên daneyan deh qat zêde dike», li gorî nirxandina wezîfedarekî Boltê. «Cloud cities» (bajarên-ewran), ên pisporbûyî di depokirina daneyan de, li Çînê li her derê hene. Jixwe, navenda daneyan a herî mezin a cîhanê her diçe berfireh dibe li bajarê Langfang, li dûrahîya saetek bi erebeyê li başûrê Pekînê, li ser qadeke nêzî 600 000 m2, ango li ser erdekî bi qasî 110 sehayên fûtbolê!

Li navendên daneyan, xerckirina pêwist a avê û elektrîkê ji bo sarkirina makîneyan, her diçe zêde dibe ji ber ku tedarîkvanên xizmetan her tiştî dikin ji bo pêşîgirtina li tiştê ku di pîşesazîyê de wekî «qutkirina tam a elektrîkê» tê binavkirin: erîzeya gelemperî, a ji ber şaşîyeke çavkanîya hêza elektrîkê, jiberçûna avê li nava pergala klîmayê, şaşîyeke di komputerê de. Di 2017an de, bo nimûne, erîzeyeke mezin li nava navenda daneyan a şirketa British Airways, dibe sedemê betalkirina 400 seferên balafiran û xitimîna çûnûhatina 75 000 rêwîyan li balafireha Heathrow, li Londonê. Erîzeyeke xweragir a servirên Amazonê wê bibe pirsgirêkeke mezin di aborîya welatên rojava de.

Li nava hewayeke bênavber zêdetir pêşbazîyane, gelek şirketên pêşwazîkirin û bicihkirinê biryardar in ku binesazîyên xwe ji sedî 99,995ê demê bixebitînin, ev jî tê wateya 24 deqîqe kemûkurîya di xizmetê de her sal. «Her çî kesên bi qutbûna tam a elektrîkê re rû bi rû dimînin, terka vê meslekê dikin», li gorî tesbîta M. Philippe Luce, serokê Enstîtûya Datacenter. Ji bo guncawbûna tam bikaranînê, malovan tedbîran zêde dikin. Ew pêşî pratîka «yedekîya» tevnên belavkirina enerjîyê dixin dewrê. «Tu careke din dikevî nava hewldana tedarîkkirina du prîzên elektrîkê, du jeneratoran û salonên bi pîlên mezin ên bi zirinc û asît dagirtî wekî pirtûkxaneyên şaredarîyan ji bo pêkanîna berdewamîya navbera erîzeyê û kêlîya ku grûp dê wan dewrî hev bikin», wisa îzah dike Paul Benoit, xebatkarê Qarnot Computing. Li gel vê pergalê gelek caran lojîstîkek jî heye.

Bi vî awayî, banên gelek navendên daneyan ên li nîvê dilê New Yorkê «bi lezeke sergêjker bilind dibin», û dibin hilgirên «bircên cemidandina avê ji bo air conditionê ango klîmayê(…), sarincên avê yên ji bo demên qutbûna avê, vîncên ji bo hildana jeneratorên dîzelê yên kolanê… Binzemînên wan bi kabloyan vepêçayî ne, li gel ekîbên sarincên sotemenîyê yên bi sedan hezar lître ji bo xwedîkirina jeneratoran», wisa dihejmêrin Cécile Diguet û Fanny Lopez, du lêkolînerên ku xebateke di asta cîhanî de li ser navendên daneyan pêk anîne.(8) Dîyar e ku, gotinên xwe weha temam dike Philippe Luce, «tu avahîyek tune ku, serê her metre kareya wê, bihatir be ji navendeke daneyan a xwedî asta bilind».

«Xizmetkarên zombî»

Û wekî ku ev jî ne bes be, malovan hê jî du qat zêde dikin hejmara navendên daneyan, bêyî ku piştrast bibin ku wargeha neynik li ser plakeke tektonîk a cihêreng hatîye lêkirin! Erdhejek jî divê nebe asteng li pêşîya me ku em xwarina li ser sênîka xwe li ser Istagramê parve bikin an jî hevdîtineke xwe ya li ser Tinderê bi derengî bixin. Li dema konferanseke sala 2010î pêk hat, mihendizên Googleê wê îzah bikirana ku peyamên Gmailê şeş caran dihatin kopîkirin, tevî ku rêzika giştî dixwaze ku vîdeoyeke stranê li herî hindik heft navendên daneyan ên li seranserî cîhanê were parastin. Ji ber vê yekê «servirên zombî», ku bi qasî yên din çavbirçî ne, bûne bela serê pîşesazîyê.

Herî dawî, malovanên mêvanan «pir bi berfirehî diedilînin» binesazîyên ji bo pêşwazîkirina zîrweyên trafîkê. Encam, «eger arastekar bi kapasîteyeke ji sedî 60 bixebite, ev dibe maksîmûm», li gorî texmîna lêkolînera înfromatîkê Anne-Cécile Orgerie. Wekî encama vê bêpîvanîyê, birêvebirineke şaş a fantastîk a elektrîkê mijara gotinê ye. Rapirsîneke berê ya New York Times (22yê îlona 2012an) nîşan dida ku hin navendên daneyan ên zêde kêm dihatin bikaranîn dikaribûn ji sedî 90ê elektrîka bi kar dianî, beredayî xerc bikin. Li dema konferanseke dawîya 2019an a li salona Data Centre World (yek ji kombûnên herî girîng ên profesyonelên Cloudê), li Parîsê, rêveberekî ev peyama ecêb da: «Me ferq kir ku navendên daneyan wê ji sisêyan yekê elektrîka xwepêşandana Grand Paris wergire».(9)

Her çî Servîsa Web a Amazonê ye ku ji 2017an ve dirêjî Île-de-France dibe, «wê yê, li Fransayê, îmza xwe danîbe ser peymaneke tedarîkê ya 155 mégawatts elektrîk, ango pêdivîyên bajarekî xwedî bi milyonan niştecih», bi van gotinan radigihîne pisporê ku naxwaze navê wî were eşkerekirin. Sektor heta îro ji sedî yek heta ji sedî 3yê elektrîka cîhanê xerc dike, li gorî texmînan ev hejmar, dema leza mezinbûna Cloud li ber çavan tê girtin, dikare çar heta pênc caran mezintir bibe ji niha heta 2030yî.(10) Bi awayekî din mirov bibêje, wekî ku Cécile Diguet û Fanny Lopez destnîşan dikin, navendên daneyan wê «li nava navendên herî berxwir ên elektrîkê yên sedala XXIemîn» cihê xwe bigirin.(11) Tevî ku çavkanîya sereke ya enerjîya ji bo hilberîna elektrîkê tê bikaranîn komur e.(12)

Internet şekil dide cîhaneke ku têde livûtevgera mirovî bi rastî jî êdî ne bi tenê ye ji bo zindîkirina cîhana dijîtal. «Komputer û obje di navbera xwe de bêyî mirovan danûstandinê dikin. Hilberîna daneyan êdî ne tenê ji alîyê me ve tê kirin», wekî ku piştrast dike Mike Hazas, profesorê li Zanîngeha Lancaster.(13) Ev dîyarde bêguman xwedî tesîreke hawîrdorî ye, bêyî ku em karibin hesab bikin û ne jî karibin wê kontrol bikin. Pirseke ku me ne rihet dike li vir bi gewde dibe: ji alîyê livûtevgera dîjîtal ve, gelo robot wê karibin rojekê şopeke ekolojîk a ji ya mirovan jî kûrtir bihêlin? Zêdetirî ji sedî 40ê livûtevgerên li ser înternetê ji niha ve ji makîneyên otomat an jî ji wezîfedarên bal kişandineke sexte tên. «Trol», «botnet» û «spambot» ên din nameyên elektronîk ên nedaxwazkirî dişînin, spekulasyonên li ser tevnên civakî zêde dikin an jî populerbûna hin vîdeoyan mubalexe dikin.

Înterneta objeyan bêguman leza vê livûtevgera ne mirovî zêde dike : di 2023an de girêdanên nav-bera makîneyan (wekî din behsa M2M tê kirin ji bo «machine to machine»), yên bi taybetî ji alîyê xanîyên girêdayî û erebeyên bi aqil ve tên birêvebirin, divê bi qasî nîvê girêdanên li ser webê bin.(14) Her çî dane ne, ne mirovî ji niha ve ji mirovan zêdetir hildiberînin û ji sala 2012an ve vê yekê dikin.

Ev hê destpêkeke ji ber ku ji bo robotan bersivê didin ji niha û şûn ve robotên din. Ji 2014an ve, «tevnên antagonîst ên hilberîner» bo nimûne dihêlin ku nermnivîs bibin hilberînerên vîdeoyên sexte yên şûna rûyekî digirin an jî gotinên şexsîyetekê (an jî deepfakes) diguherînin. Tevî ku, li dijî tevnan algorîtmayên bi hêza hilweşandinê barkirî hene. «Tu mirovekî kodên ji bo hilberandina van nevarokan nenivîsîye û makîne ji bo deşîfrekirina van deepfakesan dişixulin. Ev şerekî navbera makîneyan e», bi kurtî wisa îfade dike Liam Newcombe, mihendizê brîtanî yê pisporê Înternetê. Nimûneyeke din: ji bo dijberîkirina li hemberî spamnêran (ew bi xwe jî gelek caran robot in), komeleyeke néo-zélandî berî demekê Re:Scam ava kir. Ev nermalaveke wisa ye ku hevaxaftineke bêdawî li gel sextekarên otomatîzebûyî re pêk tîne, da ku wextekî wan ê hêja bi wan bide windakirin.(15) Li nava sektora fînansê, spekulasyona xweber ji sedî 70yê transaksîyonên cîhanî temsîl dike û digihîje ji sedî 40ê nirxên guhêrbar. Em ji tevneke ji alîyê û ji bo mirovan dihat bikaranîn gav davêjin nav Înterneteke ji alîyê û heta ji bo makîneyan êdî tê bikaranîn.

Derdora fonên veberhênanê her diçe kêmtir derîyê xwe vedike ji bo analîstên ku têkoşînê dikin ji bo pêkanîna qezencên herî baş, lê belê, li gorî profesor Juan Pablo Pardo-Guerra, nivîskarê berhema li ser mijarê, li cîhaneke ku tê de «ferd, bi îhtîmala herî baş, bi rolekî qismî radibin».(16) Analîstek texmîn dike ku «xweşxeyala mutleq a fonên çendanî, xweşûştina ji hemû xebatkaran e, ji bilî çend kesên ku wê car caran pêl bişkokekê bikin ji bo ku her tişt bizîvire». Dewama wê dikare were tezmînkirin. «Kengê tevahîya vê binesazîyê dixebite, tu pêdivî bi xeyalsazîyeke mezin tune ji bo mirov bibêje: “Dibe ku komputerek bi rastî jî bi xwe karibe biryarê bide [ya veberhênanê]”», wisa dibêje Michael Kearns, profesorê teorîya înformatîkê.

Li kêleka fonên «aktîf» tên binavkirin, ku têde çerxa biryarê hê jî bi giranî di destê mirovan de ye, «fonên pasîf», ku têde operasyonên diravê yên peyderpey radestî rêvebirineke otomatîk tê kirin zêde dibin. Gelek caran fonên bi endeks ên ku didin pey endeksên borsayê mijara gotinê ne (bo nimûne S&P 500, xwe dispêre ser pênc sed şirketên herî mezin ên li Borsayên amerîkî) û bi demdirêjî li nava şirketên ku têde cih digirin veberhênanê dikin. Li vir dîsa BlackRock, Vanguard, Renaissance Technologies an jî Two Sigma hene. Veberhênanên ji alîyê fonên pasîf ve tên kirin îro, li Dewletên Yekbûyî ji yên rêveberîya aktîv zêdetir in.(17) Bi vî awayî ew dibe tevahîya fînansê ku, peyderpey, karûbarê xetên şifreyan, algorîtmayan û komputeran dide ber xwe.

Robotek di şewirmendîya rêveberîyê de

Lê belê fonên ji alîyê makîneyan ve tên birêvebirin îro êdî ji hemkarên xwe yên ji alîyê mirovan ve tên birêvebirin zêdetir zirarê didin hawîrdorê. Ev encam bi dest xistîye Thomas O’Neill, lêkolînerê ku ji 2018an ve rapirsînekê ji bo rêxistina birîtanî Influence Mapê birêve dibe.(18) Bi lêkolînkirina nexasim fonên pasîf ên ji hêla BlackRock ve tên birêvebirin, ew tesbît dike ku van ên dawî di 2018an de, «“tundbûneke komurê”ya zêdetirî 650 tonî serê her mîlyon dolarî, qeyd kirîye, tevî ku fonên aktîf bi 300 tonî serê milyonek dolarî, tundbûneke pir kêmtir pêk anîye.» Li gorî lêkolîner, tevahîya fonên pasîf li cîhanê bi awayekî berbiçav ji fonên aktîf pir zêdetir tûşî çavkanîyên fosîl dibin. Ev parametre nîşan didin ku fonên algorîtmîk ên ji armanca pêşîgirtina li helîna qeşayan bêhtir qezencê ji xwe re dikin armanc, lezê didin krîzeke avhewayî.

Helbet, eyarên din wê karibin hêjahîyên kêmkarbonkirî derînin pêş; lê belê rêveberên van sazîyên fînansê li dijî vê çareserîyê radihêjin angajmanên ku wan bi mişterîyên xwe ve girê didin û dibêjin ev berpirsîyarîya veberhênanên wan e; di nêzîk de, pirs wê belkî jî êdî neyê pirsîn. Di 2017an de, foneke honkongî, Deep Knowledge Ventures, tayînkirina robotekî bi navê Vîtal, ragihand ji bo şewirmendîya xwe ya rêveberîyê(19), û bi wê çendeyê ku êdî tu biryareke wê neyê dayîn bêyî wergirtina analîza wî. Şirketa amerîkî EquBot jî, ji niha û şûn ve xwe dispêre xizmetên «zekaya çêkirî» da ku li pey xwe bihêle «qelsîyên hestî û derûnî ku bîrbirina mirovî asteng dikin»,(20)  wekî ku radigihîne avakarê şirketê.

Wê çi bin tesîrên ekolojîk ên cîhaneke ku têde lehîya erebeyên xweber bi awayekî vala talanê bikin li nava bajarên di xew de û tê de herweha nermalav rojê wê bîst û çar saet li ser Webê her tiştî serûbin bikin, dema ku em ê jî bi hobîyên xwe ve mijûl bin? Wê felaketên mezin bin -muhtemelen mezintir ji tevahîya gemara dîjîtal a xwedî jêdera mirovî-. Delîleke biçûk: lêkolîneran berî çendekê hesap kirîye ku xwedîkirina zekayeke çêkirî bi hecmeke mezin a daneyan dikare bigihîje asta hilberandina emîsyona CO2 ku pênc erebe di tevahîya çerxa xwe ya jîyanê de hildiberînin.(21) Wekî din, hûrbûna li ser tesîrên livûtevgerên me yên dîjîtal dibe ku bi kêrî tiştekî neyê û tenê mijûlahîyeke xapînok be, ji ber ku 5G lîstikê diguherîne.

Teknolojîyên hejmarî neynika endîşeyên me yên hemdemî û ya ekolojîya me ya nû ya tengezar in. Li gel vê yekê jî di wan de hêvîyên mezin ên pêşketina ji bo mirovahîyê hene. Bi wan re, em ê bikevin nava bendewarîya dirêjbûna temenê xwe, kokên xwe yên kosmosê lêkolîn bikin, xwegihandina perwerdê gelemperî bikin û şeklekî bidin şewbên cîhanî yên ji niha û şûn ve. Hetta ew ê me ji bo pêşengîyên muhteşem ên ekolojîk jî teşwîq bikin.

Di dîrokê de cara pêşî, nifşek ji bo «rizgarkirina» gerstêrkê, dadgehkirina dewletan û ji nû ve çandina daran radibe ser xwe. Dêûbav xwezîya xwe tînin ji bo bibin xwedî «sê Greta Thunbergan li malê», ku dibin bayê li dijî berxwarina goşt, bikaranîna plastîkan û seferên bi balafiran. Di heman demê de ev kom ji yên din zêdetir dikeve malperên e-bazirganîyê, realîteya xeyalî û lîstikan. Ew bi vîdeoyên li ser înternetê ji xwe ve diçe û ji bilî ya teknolojîyên bilind cîhaneke din nas nake.

Ji ber vê yekê, li kêlîya ku em dikevin nava şerekî mezin yê vê sedsala bi pêş dikeve, divê em dev ji kawikîya xwe berdin: teknolojîya hejmarî ya li ber çavên me bi pêş dikeve, bi piranî, neketîye bin xizmeta gerstrêk û avhewayê. Di nêrîna pêşî de ew wekî hêmaneke wextî ye, lê belê bi awayekî paradoksal, ew ê, ji yên din zêdetir, me bajo pêşîya sînorên fîzîkî û bîyolojîk ên mala me ya hevpar.

* Rojnamevan. Nivîskarê berhema Dojeha teknolojîya hejmarî. Sefera ber bi dawîya Like’ekê, Les Liens qui libèrent, Paris, 2021, ku ev nivîsar naveroka wê dide nasîn.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

________

1)  «Lean ICT: ji bo hişyarîyeke dîjîtal», rapora koma xebatê ya ji alîyê Hugues Ferreboeuf ve ji bo komeleya The Shift Project ve hat birêvebirin, Paris, çirîya pêşîn 2018.

2)  «#SMARTer2030 opportunity: ICT solutions for 21st century challenges», GeSI et Accenture Strategy, Bruxelles, 2015.

3)  «Clicking clean: who is winning the race to build a green Internet?», Greenpeace International, Amsterdam, 2017.

4)  «Lean ICT: ji bo hişyarbûneke dîjîtal», op. cit.

5)  Heta ku berevajîyê wê neyê dîyarkirin, ev gotin ji hevpeyvîneke li gel nivîsar hatine wergirtin.

6)  Michael Ritthof et al. «Calculating MIPS: Resource productivity of products and services», Wuppertal Spezial 27e, Ensîtûya Wuppertalê ji bo avhewa, hawîrdor û enerjîyê, kanûna paşîn2002.

7)  Frédéric Bordage, Aurélie Pontal, Ornella Trudu, «Kîjan awayê Green IT j ibo şirketên mezin ê fransî?», lêkolîna WeGreen IT bi hevkarîya WWF-France pêk tîne, çirîya paşîn 2018.

8)  Cécile Diguet et Fanny Lopez, «Tesîra hewayî û enerjîk a navendên daneyan li ser herêman», rapora Ajansa hawîrdor û rêvebirina hawîrdorê (ADEME), Angers, sibat 2019.

9)  Destwerdana José Guignard, a tevna belavkirina Gazê ya Fransayê (GRDF), Data Centre World, çirîya pêşîn 2019.

10)  Ben Tarnoff, «To decarbonize we must decomputerize: why we need a Luddite revolution», The Guardian, London, 18 îlon 2019.

11)  Cécile Diguet û Fanny Lopez, op. cit.

12)  Binêrin li nivîsa Sébastien Broca, «Teknolojîya dîjîtal a şewata komurê», Le Monde diplomatique, adar 2020.

13)  Mike Hazas, destwerdana li konferansê «Drowning in data – digital pollution, green IT, and sustainable access», EuroDIG, Tallinn (Estonie), 7 hezîran 2017.

14)  «Cisco Annual Internet Report (2018-2023) White Paper», San José (Dewletên Yekbûyî), di 9ê adara 2020î hat venûkirin.

15)  «Send scam emails to this chatbot and it’ll waste their time for you», TheVerge.com, New York, 10 çirîya paşîn 2017.

16)  Juan Pablo Pardo-Guerra, Automating Finance: Infrastructures, Engineers, and the Making of Electronic Markets, Cambridge University Press, 2019.

17) «The passives problem and Paris goals: How index investing trends threaten climate action», rapport du Sunrise Project, Surry Hills (Avûstralya), 2020.

18) «Who owns the world of fossil fuels. A forensic look at the operators and shareholders of the listed fossil fuel reserves», InfluenceMap, London, kanûna pêşîn 2018 (4ê kanûna paşîn a 2019an hat venûkirin)

19) «Artificial intelligence gets a seat in the boardroom», Nikkei Asia, Tokyo, 10 gulan 2017.

20)  «A.I. has arrived in investing. Humans are still dominating», The New York Times, 12 kanûna paşîn 2018.

21) «Training a single AI model can emit as much carbon as five cars in their lifetimes», MIT Technology Review, Stanford, 6 hezîran 2019.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar