Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Felsefe mir gelo?

Gotûbêja ku sosyolojîyê tîne hemberî felsefeyê car caran ji nû ve geș dibe. Ya yekê (her tim gumana zanyarîyeke «xav» jê tê kirin), lê dîsa jî li hemberî felsefeya ku dîsîplîneke wêjeyî ye rêyeke ku xwe wekî zanyarîyeke «rastî» piștrast bike dibîne, lê ya dawîn ji fethên zanyarîyê serbixwe, ji xwe re li biwarkeke taybetî digere ku bigre destê xwe.

Di berhemeke nû de, (1) sosyolog Marc Joly, nivîskarê berhema binavê Pour Pierre Bourdieu / Ji bo Pierre Bourdieu (weșanên CNRS –Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanyarî), vê polemîkê didomîne: dîsîplîna felsefî di eslê xwe de, ji alî dîrokî ve, bitenê odeya pêș ya zanyarîyê ye, tevayîya zanînên nefermî ku berî avakirina dîsîplîna zanyarî bi rêbazên xwe, bi hemî pîșeyên xwe, bi pêvajoyên derbasdarîya xwe, û hwd. ve tên. Ev ji bo zanyarîyên xwezayî jî weha ye, ku wan xweserîya xwe pir zû bi dest xist. Ev yek divê ji bo sosyolojîyê jî derbas be, ku li gorî Marc Joly piștî peydebûna zanyarîyên xwezayî wê vatinîya xwe ya ku niha hîn jî pêk tîne ji felsefeyê qetand: derxistina ber rohnîya rojê ya “transandantal”îyê, ango avasazîya antropolojîk ku nirxên avaker ên merivatîyê tê de lenger avêtine (rastî, qencî, hwd.). Sosyolojî dê bi vî awayî, vê transandantalîyê ji avasazîya wê ya ebedî ya ji bo fîlozofan daxe mistewa ebata wê ya tecrûbî, ango pêvajoya wê ya pêkhatinê ya bîyolojîk, psîkolojîk û civatî.

Nivîskarê ku sînor û pirsên vê dîrokîbûnê dispêre xebatên Norbert Elias û Pierre Bourdieu dîyar dike, ku bitaybetî jî teșebusên fîlozofên ew tune hesibandine rexne dike, lê herweha jî bermayên fikrên nefermî yên ku li gor wî hîn jî civatnasîyê dixin bin vî barî perpirsîyarê vê yekê dibîne. Li jîyanê mana felsefeyê, birastî jî wekî ew birik derdixe pêș, her çend ku sosyolojîyê șûna dîsîplîna fîlozofan girtibe jî, gelo dê ne li jîyanê maneke basît a sazîyî bi saya handanên naçar ên wan ên ji bo jîyana xwe bidomînin bûna?

Fîlozof Étienne Balibar, di du berhemên xwe yên nû de, (2) sedemên cidî ên șikjêkirina vê yekê pêșkêș dike. Fîlozofê ku ne ji nifșê Marc Joly ye, beșdarî vê fikra fransizî dibe û di salên 1960î de jî, pêșeroja xwe di sîyasetê de dibîne. Ev koleksîyon nirxandineke nezelal a vê têkilîyê wekî dîmeneke berfireh pêk tînin. Ji ber ku, ev yek girîngîyeke taybetî ji bo gotûbêje pêk tîne: vê eleqeya sîyasî, birastî jî alîkarîya fîlozofan kirîye ku bala xwe bidin tiștên mimkin. Ev pirseke serekî ye: gelo meriv dikare ramanê ji vatinîya wê ya zanyarî ya bitenê cihê bike, ango bifikire ku ji bo wê roleke pir mestir bibîne, wê ji fikra ku ew dikare bibe çi cuda bike? Têgeha transandantal, heke meriv rastîyê bêje, hîn berê bersiva vê pirsê daye, ji ber ku di heman demê de jî, ev di gel wê, pirsa destnîșankirina afrînerîya bêdawî ya heșê merivî ye. Lê hîn bi awayekî giștî, gelo têgeha felsefî bersiva pêdivîya bitenê ya xistina nav vegotina zanyarî ya fenomeneke dîyar dide? Metnê li ser Machiavelî tevlîhevîya vegotina felsefî zelal û têgihîştina wê hêsantir dike: rêberek rêveberîya baş ji bo bikaranîna prens, çawa ku çap bû, bû amûreke ji bo kifşkirina pratîkên ku divîya veşartî bimana û ji ber vê bû navgîneke krîtîk. Ev girêdana di navbera bûyer, pîvan û îhtimalê de herweha jî di awayê ku felsefe ji bûyerê têdigihê de jî dîyar dibe û ji bo wê xwe nake lîsteke taybetmendîyan a qedîyayî, lê potansîyela ku ew hildigre û awayê ku ew ê karibe pratîkên hevdem xwedî bike. Mimkin e ku cûre nexwezayîyeke di nivîsa Balibar de xwedîyên vegotinên zelal û net hêrs bike. Û nivîskar dê bêguman bi fikra ku zanyarîyên civatî dê ji bo felsefeyê roleke girîng ê parastinê bilîze re ne nehemfikir be.

Lê berevajî vê, meriv dikare ji xwe bipirse gelo berjewendîya felsefê, li hemberî zanyarîyên civatî, ne di bibîranîna ku xwenaskirin rolekê dilîze, ku derfetê dide kirdeya merivî ku xwe ji bûyera xam a jîyana xwe cuda bike.

 

__________

(1) Marc Joly, Après la philosophie. Histoire et épistémologie de la sociologie européenne / Piştî felsefeyê. Dîrok û teorîya zanîna ewropî, CNRS éditions, Paris, 2020, 561 rûpel, 27 euro.

(2) Etienne Balibar, Histoire interminable. D’un siècle l’autre. Écrits I / Çîroka bêdawî. Ji sedsalekê ber bi yekê din. Nivîs I, La Découverte, Paris, 2020, 308 rûpel, 22 euro. Et : Passions du concept. Épistémologie, théologie et politique. Ecrits II / Û: Azwerîyên têgehê Teorîya zanînê û sîyaset. Nivîs II, La Découverte, Paris, 2020, 276 rûpel, 22 euro.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar