Tebax-îlon 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Vorheriger ArtikelÊş û kedera filistînîyan
Nächster ArtikelZordarîya Xêratê

Felaket û piştre?

Navenda neteweyî ya muzîkê dawîya dawî berî çendekê vebû. Wezîfedarkirî bi pêkanîna sîyaseteke piştgirîya afirînerîya ne rasterast ji bo «qezencê», divê ew dîsa jî bi kavilê buhrana tendirustî û di demeke dirêjtir de, bi zexta berjewendiyên bazirganî re rû bi rû bimîne.

”Xwe ji îflasê dûr bigirin.» 3yê mijdarê di dema civîna xwe ya çapemenîyê de, serokê Navenda Muzîkê ya Neteweyî (CNM) pir bi lez tê ser mijara ku îro li rêza pêş a rojevê ye. «Mala hevpar», ku demeke dirêj dihat xeyalkirin, bi awayekî hiqûqî di meha kanûna pâşîn de hat avakirin. Gava ku di meha adarê de konser hatin qedexekirin, hat xwestin ku ev «mala hevpar» a nû avakirî, bi lezgînî were edilandin û amadekirin. Tevî ku, piştî bi dehan salên texîrkirî, sazkirina wê dibû îşareta zindîkirina sîyasetên gelemperî yên muzîkê, buhrana tendirustîyê berê bê her zêdetir dide ser şatoya kartan û adeta dibe hejek li ser ekosîstema muzîkê (hunermend, teknîsyen, produktor, weşanvan, belavker…) ku, bi serûbinbûna pîşesazîya dîskan di 20 salên dawî de ji xwe têra xwe derz lê ketibû. Tê payîn ku firehî û kûrbûna zirarê raxin pêş çavan vê pêwistîya koordînekirin û destekkirina sektoreke ku di sala 2018an de giranîya wê 9,7 milyar ewro cîro bû û nûnerîya 256 957 karî dikir(1). Heta şikestina 2020î jî sektor bi pêla streamingê di qonaxa bilindbûnê de bû. Divê herweha were payîn ku zarûrîyetên aborî nebin xwedî tesîreke bi temamî vemirandinê li ser «mîsyona desteka afirandin û belavkirinê» wekî ku CNM îdîa dike.

Di demên normal de, bicihanîna vê wezîfeyê wê qet jî ne hêsan bûya. Ji ber ku ev qada kar bi newekhevîyên xwe yên estetîk, sosyolojîk û aborî hatîye honandin: di navbera amator û profesyonelan de, di navbera muzîka klasîk a destekkirî û muzîkên rojane yên hindik de, di navbera muzîka tomarkirî û pêşandanên zindî de, di navbera şirketên serbixwe û dêwên navneteweyî de di navbera holên teng û fireh û mihricanên mezin, hunermendên nû dibin navdar û stêrkên milyoner de, ewçend derdorên xwedî berjewendîyên ku carna dijberî hev… Ev parçebûn, ku şewba cîhanî belkî bi valahîyekê ketîye nava ziwakirina wê, baş îzah dike çiqas dem pêwist e ji bo ji nû ve bigewdekirina CNMê: nîv-sedsalek.

[emember_protected]

Di eslê xwe de, têkilîya muzîkê li gel desthilatîyê kevn e: Louis XIV hê di sala 1669an de Akademîya Muzîkê ya Qiralîyetê (dapîra opéraya neteweyî) saz kir û dîyarîyên qiralîyetê ji bo muzîsyenan bê hed û hesab bûn. Lê belê, wê dê demeke dirêj tiştekî din neafiranda. Gava dewlet desteka aborî dide şirketên konserên senfonîyê, ji sala 1861ê û pê ve, ji kiryareke sazûmankar zêdetir livûtevgereke reşandin û belavkirinê mijara gotinê bû. Kîsikê diravî yê neteweyî yê wêjeyê û Navenda Sînematografîya Neteweyî (CNC)(2) ji sala 1946an û şûnde tên avakirin. Li welêt êdî wezareteke karûbarên çandî heye û ji alîyê Charles de Gaulle ve di sala 1959an de li André Malraux tê spartin. Lê belê divê çar salên din jî derbas bibin ji bo ku wezîr, li pêşîya Meclîsê, qebûl bike ku di qada muzîkê de «beşeke kêmasîyê jî ya dewletê ye». Deh salên ji wê tarîxê û şûn de şahidî kirin ji bo geşedana plak, rock’n’roll û kompozîtor Pierre Boulez, ku îdîa dikir ew «hêvîya çandeke muzîka zêde wêrek a ciwanbûyî(3 bipêş dixe. Şopajoyê rêzeberîyê (serializmê) Boulez Pressenti ku di sala 1969an de li nava wezareta çandê hewl dida beşa pêşî ya muzîkê bi rê ve bibe, ji alîyê kompozîtorekî din ê dilsozê pergala awazê, Marcel Landowskî ve hat berterefkirin.

Landowski hingê xeta xwe ya rêberîyê piştrast dike: «ji niha û şûn ve, beramberî zêdetir alîkarîyên diravî, wê pêşvebirin û kontrolkirina sîyaseteke afirandinê, livûtevgereke fireh a çandî û kalîteya şîrovekirina ji bo destûrdayînê, li bin çavdêrîya dewletê, geşedan û biriqandineke nû ji bo muzîkê wê mijara gotinê bin(4).» Beramberî afirandina Orkestraya Parîsê di sala 1967an de (bi hevkarîya dewletê û şaredarîya bajêr hat fînansekirin), ew dernavendîkirinê li gel teşwîqkirina tevna orkestrayan û operayên herêmê organîze dike û pê re jî destekê dide pêşxistina dibistanên muzîkê û konservatuwarên neteweyî yên herêmê(5). Di sala 1969an de amadekarê «Planeke deh salan» ji bo telafîkirina «derengmayîna pir zêde» ya «nehişt adaptasyona dîyardeya muzîkî bi guherînên kûr ên civakî û teknîka cîhana nûjen pêk were»(6), dûre midûrê pêşî yê muzîk, hunera lîrîk û dansê (1971), îmza xwe danî bin projeyeke demokratîzekirina ku xwe spart perwerde û formasyonê. Lê belê dûrxistî piştî hilbijartina M. Valéry Giscard d’Estaing, di 1974an de, wî nekarî dirêjahîyê bide vê projeya xwe ya Navenda Muzîk û Dansê ya Neteweyî. Ev «dezgeha ji bo gelemperî a bi fonên profesyonel xwe radigirt û ji alîyê profesyonelên li bin çavdêrîya îdareyê ve dihat birêvebirin(7. wê bibûya tevna bingeha CNMê.

Dema hem Landowski hem jî Malraux demokratîkkirina çandî diparastin, ya mijara gotinê vekirina derîyan bû da ku herkes karibe xwe bigihîne berhemên repertûara fêrkirî (mîrasa neteweyî an jî hevdem), li hemberî zêdebûna afirîner a Jazz, Punk an jî dîskoyê, ku hingê her der dagirtibûn. Bi hatina M. Jack Lang a wezaretê re, di sala 1981ê de, tevahîya çeşnên serdemê wê bi rêzgirtî werin pêşwazîkirin: ji stranê heta muzîka hemdemî heta bigihîje rockê, «dewlet êdî li şûna vekirina derîyên ji bo xwegihandina mîrasa çandî, giranîyê dide destek û handana ji bo pêşvebirina pratîkên yeko yeko her kesekî(8. Ev livûtevger ne tenê perwerdê, herweha hilberîn û belavkirinê jî dide ber xwe: fînansekirina cihên ceribandinê, desteka ji bo federasyonên pratîkên muzîkhezan, afirandina orkestrayeke neteweyî ya jazzê, avakirina studyoya çeşnên cihêreng, cara pêşî vekirina yekemîn Zénith li Parîsê, pêkanîna cejna muzîkê di sala 1982an de. Midûrê muzîk û dansê (1981-1986), Maurice Fleuret dibîne ku butçeya wî sê qet zêde bûye, ya herêman bûye şeş qat, di nava sektorên çandî yên herî zêde subvansekirî de muzîk hildikişe rêza pêşî. Lê belê Fleuret destnîşan dikir ku, «ji bo van îcraetan gişan, meslekên têkildar, ku têra xwe têkilîya wan rasterast pê re hebû, bi awayekî ecêb bêdeng man, jê kêm man, heta carcaran bûn dijber û  bi her halî, hertim parçekirî man(9.

Van parçebûnan heta salên 1990î dewam kir: sektora ji sala 1988an ve bi teqîna firotinên CDyan geş û zindî bû, pêdivî nedî yekîtîya xwe pêk bîne. Û li werçerxa sedsala nû bi dijîtalîzebûna medyayê re, sektor vemirî. Firotina amûrên fizîkî (CD û plak) li Fransayê daket: berdêla firotinan daket 230 milyon ewroyî di sala 2019an de beramberî milyarek û 432 milyon ewro di sala 2012an de. Tevî populerbûna konser û mihrîcanan jî, ev hilweşîn bû sedemê derketina holê ya fikrê «maleke hevpar», CNM. Avakirina wê bû palpişteke li dijî parçebûna sektorê û texîrkirinên wezîfedarkirina wezîran, heta ku raporeke nû, di sala 2017an de dide zanîn ku CNM «dikare, di dema şoreşa dîjîtal de, bi coşeke nû ya ji bo sîyaseta muzîkê zendûbendên xwe bade(10.

CNM ku di sala 2019an de ji alîyê wezîrê çandê Franck Riester ve tê destekkirin, ne ji sifirê dest pê dike. Ew xwe dispêre navenda neteweyî ya stran, çeşnên muzîkê û jazzê (CNV), komeleya di sala 1986an de ji alîyê hilberînerên pêşandanan ve hatî avakirin, dû re jî bû dezgeheke gelemperî a xwedî karaktera pîşeyî û bazirganî (EPIC), li bin çavdêrîya wezareta çandê di sala 2002an de. Rola wê: berhevkirina baceke ji sedî 3,5ê berdêla firotina bilêtan, dû re ji nû ve belavkirina vê bacê bi awayekî ku bibe teşwîqkar ji bo afirînerî û qezenca pêşandanên muzîkî, têgeha ku «mîzah» û pêşandanên sîrkan jî dide ber xwe. CNM, bi firehkirina livûtevgera xwe ya muzîka «dibistanî» û tomarkirî sazîbûna xwe qeyîm dike. Ji yekê mijdarê ve kete nava komeleyên hiqûqa taybet, ku rola wan a alîkarî û şêwirmendîyê parastî tê hesibandin: Fona ji bo afirandina muzîkî (FCM), ku destekê dide afirandin, belavkirin û formasyonê; Club Action a şirketên serbixwe yên plakan û dîskan ên fransî (Calif); Navenda agahdarî û çavkanîyên ji bo muzîka aktuel (IRMA); û buroya îxracatê, ku li gel şirketên plakan an jî produktorên hunermendan xebatê dimeşîne û berhemên wan li derve dide naskirin.

Li navbera bacan, dewletê û hwd de, li CNMê bi qasî 50 milyon ewro hat bexişandin. Ev pereyekî ne kafî bû (butçeya CNCê nêzî 700 milyon ewro ye), bi nêrîna giştî, li bin ronahîya hewesên dîyarkirî: desteka ji bo hunermendên diafirînin, hunermendên nû pêş dikevin, estetîstîkên ku wekî nazik tên binavkirin, sazîyên der-navendîkîrî, wekhevîya jin-mêran, teknolojîyên nû… Çunku afirandina vî «opératorê global» ne tenê ji bo biserûberkirin û pêkanîna yekîtîya sektorê ye. Ev lihevgihandin divê rê bide sîyaseteke çandî ya, wekî ku bi danezana prensîbî ya li ser malpera wê jî hatîye destnîşankirin, «muzîkê bi hemû hêlên wê yên estetîk»: bi awayekî din were gotin, sîyaseta dengekirina ferasetên bazarê.

Hê di nîvê meha hezîranê de, zirara sektorê digihîşt 4,5 milyar ewroyî ji bo sala 2020î, bi taybetî ji ber hilweşîna pêşandanên zindî (ji sedî 83yê ziraran). Alîkarîyên dewletê zêde dibin: destpêka çirîya pêşîn, li butçeya CNMê 137,4 milyon ewro hat zêdekirin, ji bo ku karibe xwe li ber rewşa awarte ragire pê re sereder bike. Ne zelal e ka li vir jî wekî li qadên din, ev alîkarî wê kafî be an na. Lê belê eger, bi qasî xuya dike, mesele xweragirtina li jîyanê be îro, ji bo sazîyê û ji bo hunermendan, pêwist e ji bo siberojê jî amadekarî were kirin.

Hikûmetê serokatîya CNMê spart M. Jean-Philippe Thiellay, şagirtê berê yê akademîya kadroyên îdarî, endamê avakar ê Terra Nova, ê ku demeke dirêj li kabîneyên wezîrîyê wezîfedar bû, berîya ku wekî rêveberê Dika Neteweyî ya Havre û wekî alîkarê midûrê giştî yê Operaya Parîsê were tayînkirin. Profîlekî balkêş e ew, dema ku serdestîya muzîkên aktuel li ber çavan tên girtin. Lê belê tiştê zêde girîngtir, ew e ku mirov zanibe ka CNM, gava ku hertişt vegere rewşa xwe ya hema hema «asayî», wê berî her tiştî hunermendan tercîh bike an jî wê xwe dîsa bide wezîfeyên tarîfkirî yên li nava rapora pêşkêşkirina pêşnîyar-qanûna ji bo armancên wê (nîsan 2019): «hevalbendîbûna girtîna rîska» aborî ku têde wekî «yek ji sedemên sîyaseta gelemperî ji bo muzîkê» hatîye bibîrxistin. Rexnegirên ku CNMê wekî yekîneyeke aîdî pîşesazîya muzîkî tarîf dikin, li dijî berjewendîya giştî, ji zû ve dengê wan hatîye bihîstin(11). M. Thiellay ji me re ragihand ku ew bawer dike ku vê «buhrana kambax» dikaribû CNMê «rewa bike». Lê belê Destnîşankirina vê yekê wê ne bes be.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

* Rojnamevan

[/emember_protected]

________

1) «Aborîya mozaîk. Panoramaya sêyemîn a pişesazîyên çandî û afirandinî li Fransayê-L’économie mosaïque. Troisième panorama des industries culturelles et créatives en France», France Créative – EY, Paris, çirîya paşîn 2019.

2) Pêşî bû Navenda Pirtûkan ya Neteweyî, dûre Navenda Sînema û Fîlmên Anîmasyonî ya Neteweyî – Devenus respectivement le Centre national du livre (1993) et le Centre national du cinéma et de l’image animée (2009).

3) Nameya Pierre Boulez ji bo André Malraux -Lettre de Pierre Boulez à André Malraux, 20 çirîya paşîn 1965, berhema Christian Merlin, Pierre Boulez, Fayard, Paris, 2019.

4) Pêşandan 14ê adara 1968an li pêşîya Komîsyona Konseran- Exposé du 14 mars 1967 devant la Commission des concerts.

5) Guy Saez (sous la dir. de), Muzîk di nava dilê dewletê de. Bîrûboçûnên li ser tevgera gelemperî ya Marcel Ladowskî – La Musique au cœur de l’État. Regards sur l’action publique de Marcel Landowski, La Documentation française, Paris, 2016.

6) Notên agahdarîyê yên wezareta çandê- Notes d’information du ministère de la culture, n° 7, Paris, 1er trimestre 1970.

7) Marcel Landowski, Cengên ji bo muzîkîBatailles pour la musique, Seuil, Paris, 1979.

8)Philippe Teillet, «Sîyaseteke çandî ya rockê – Une politique culturelle du rock?», di berhema «Rock: ji dîrokê ta mîtolojîyê» de, dans «Rock: de l’histoire au mythe», Vibrations. Musiques, médias, société, Toulouse, 1991.

9) Anne Veitl û Noémi Duchemin, Maurice Fleuret: sîyseteke demokratîk a muzîkê, Komîteya dîrokê – une politique démocratique de la musique, Comité d’histoire, La Documentation française, 2000.

10)Roch-Olivier Maistre, «Komkirina muzîkê. Ji bo navenda neteweyî – Rassembler la musique. Pour un centre national», rapora ji bo wezareta çandê – rapport pour le ministère de la culture, Paris, cotmeh 2017.

11) Cf. Jean-Michel Lucas, « Rapora li ser navenda neteweyî ya muzîkê ku komarê difiroşe kesê fîyeta herî bilind dide – Le rapport sur le Centre national de la musique ne fait que vendre la République au plus offrant », Profession spectacle, 13 adar 2019, www.profession-spectacle.com

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar