Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Fas-Cezayir, pêlewanîya zendan

Li navbera Cezaîr (paytext) û Rabatê, dema hevjîyanê li nava xemsarîyê wekî ku bi dawî dibe. Meseleya Sahara ya rojavayî, ku ji 1975an ve tu caran çareser nebû, ji nû ve zirarê dide têkilîyên navbera du hêzên giran ên Mexrîbê. Li vê yekê, nêzîkbûna qralîyeta şerîfî û ya Îsraîlê jî, ku rayedarên cezaîrî wekî gefxwarek leşkerî li himberî welatê xwe dihesibînin, zêde bibe.

Di Adara 2022yan de, deh tîmên neteweyî yên Afrîkî dê maçên neqandinê bilîzin da ku ji bo kupaya cîhanî ya futbolê ku dê di meha çirîya pêşîn de li Qatarê pêk were kalîfîye bibin. Yên Cezayîr û Fasê ku di heman komê de ne, piştrast kirin, ku dê neyên hemberî hev. Li her du alîyên sînor, vê yekê him ji bo temaşevanan û him jî ji bo yên ku goga grover ji bo wan tiştekî îfade nake, rehetîyek anî. Di çarçoweya tansîyonên Cezayîr û Fasê de, ku ji çileya pêşîn a 2020î vir ve dubare dibin, ev yek pêrewa şovenîzma ku her diçe zêde dibe û bûyerên ku dikarin bibin sedema karesatên xirabtir dûr dike.

Ji serxwebûna Cezayîrê ya di sala 1962yan de, hewa di navbera Cezayîr û Rabatê de kêm caran xweş û berdewam bû û têkilî çu carî bêmohra şik û gumanê neman. Nakokîyên sînorî -di eslê xwe de bi taybetî “Şerê Qumê” di çirîya pêşîn a 1963yan de- û pirsa Sahraya Rojava -herêma ku ji hêla Fasê ve tê xwestin û Cezayîr jî, ji bo berjewendîya gelên wê, lê banga referanduma çarenûsê dike û di heman demê de piştgirîye dide serxwebûnxwazên Enîya Gel a Rizgarkirina Saguia el Hamra û Rio de Oro (Enîya Polisario)-, ku rîya her cure asayîkirina têkilîyê di navbera her du cîranan de digre. Ev yek herweha jî li ber pêvajoya yekîtî û întegrasyona aborî ya mexribî, Mexriba Erebî (AMU) dibe asteng, ku li Marakeşê di sibata 1989an de hatibû ragihandin, ku niha ji xeynî kakilekî vala pê ve ne tiştekî din e.

Zêdetirî çil salî ye, tevî ragihandina agirbesta di îlona 1991ê de, di navbera Rabat û Enîya Polisario de, di rewşa Sahrayê de tu pêşketinek pêk nehatîye. Wekî çareserîyeke “lihevkirinê”, qralîyet otonomîyeke kêm an zêde berfireh pêşnîyar dike -lê di bin serwerîya xwe de- Cezayîr jî vê yekê red dike û Komara Demokratîk a Erebî ya Sahrawî (RASD) nas kir û di sala 1982an de, piştgirîya endametîya wê ya Yekîtîya Rêxistina Afrîkî (OAU, îro bûye Yekîtîya Afrîkî) kir, ku di encamê de, piştî du salan Fas ji vê sazîyê derket (Rabat di çileya paşîn a 2017an de ji nû ve beşdarî AUyê bû).

Li vê pirsa mezin a Sahrayê, gazindên din jî hatine zêdekirin. Cezayîr, Fasê bi tiştek nekirina ji bo pêşîgirtina li kolberî û bazirganîya tiryakê li ber derîyê wê tawanbar dike. Dema ku Rabat bawer dike ku redkirina Cezayîrê ya gotûbêjkirina vekirina sînorê bejayî yê ji sala 1994an vir ve girtî ye, armanca wê ew e ku qralîyetê bi xeniqandina parêzgehên wê yên rojhilat, ku bi kevneşopî ji rojavayê Cezayîrê re vekirî ne, seza bike.

Di van demên dawîn de, aştîya sar a di navbera her du hevrikan de hin bi hin cihê xwe ji gotinên bazwarî re hişt. Di 24ê tebaxa bûrî de, Wezîrê Derve yê Cezayîrê, birêz Ramtane Lamamra, qutbûna têkilîyên dîplomatîk ên bi Rabatê re ragihand. Ev biryar encama mentiqî ya rêze êrîşên di 20ê çileya pêşîn a 2020î de dest pê kirin, bû, ku piştî ragihandina peymaneke li ser bingeha naskirina Amerîkî ya “fasîbûna” Sahraya Rojavayî, li hemberî asayîkirina têkilîyên di navbera Fas û Îsraîlê de -welatekî ku Cezayîr wê wekî dijminê xwe dibîne û pê re tu têkilîyên dîplomatîk danîne- pêk hat.

Her çend bi awayekî fermî hatibe biçûkirin jî, biryara birêz Trumpî ji bo Cezayîrê bêtalîhîyeke mezin bû, nemaze ji ber ku ji alîyê rêveberîya birêz Joseph Biden ve jî nehate betalkirin. Nêzîkbûna di navbera Waşîngton, Tel Avîv û Rabatê de -ku tansîyona di navbera Parîs û Cezayîrê de li ser çend mijaran(1), ya Sahelê jî di nav de divê li ser were zêdekirin- hesta dorpêçkirinê ya di nav rejîma Cezayîrê de heyî xurttir kir. Ev yek ji dema tevgerên serhildanan ên li cîhana Erebî, di sala 2011an de, xuya bû û di sala 2019an de, bi xwepêşandana gelerî ya Hirakê bi tundî hate çespandin. Daxuyanîya nêzî 20 welatên Afrîkî û Erebî ya vekirina konsulxane an nûnerayetîyên bazirganîyê li Sahraya Rojavayî ev hesta îzolasyona dîplomatîk girantir kir, tevî ku her duyên din hêrsa lîderên Cezayîrî ra kiribûn.

Bersiva şivên ji bo şivanê

Yekem, eşkerebûna bikaranîna nermalava Îsraîlî ya Pegasusê ji alî Fasê ve, ku derfeta îspîyonkirina zêdetirî şeş hezar telefonên kesayetîyên cezayîrî dabû: ku di nav wan de rêberên sîyasî, leşker, serokên servîsên îstixbaratê, karbidestên payebilind, dîplomatên bîyanî yên li ser kar an jî çalakvanên sîyasî, rikeberî(2) jî tê de hebûn. Ji bo Cezayîrê, ji ber ku ev sîxurî ji hêla nermalava îsraîlî ve hatibû kirin, ew wekî tawaneke girantir dihate hesibandin. Û ev yek, bi taybetî jî ji ber ku dema wezîrê îsraîlî yê karên derve, birêz Yaïr Lapid, di 12ê tebaxê de, bi serdaneke fermî li Casablancayê bû û bi amadebûna hevtayê xwe yê Fasî, birêz Nasir Bourita, agir sor kiribû pêk hatibû, girîng bû. Birêz Lapid “nîgeranîya xwe di warê rola Cezayîrê ya li herêmê, nêzîkbûna wê ya bi Îranê re û kampanyaya wê ya li dijî qebûlkirina Îsraîlê wekî endameke çavdêr a ‘Yekîtîya Efrîkayê (YE)’ de dîyar kir”.

Êdî ne pêdivîye ku rayedarên Cezayîrê ”tehdîdên serpûşkirî” yên li ser sînorên xwe şermezar bikin; “ji sala 1948an û vir ve, tu carî endamekî hikûmeteke Îsraîlê ji axa welatekî din ê Erebî gef li welatekî din ê Erebî nexwarîye”, Lamamra, piştî eşkerekirina qutkirina têkilîyên dîplomatîk ên bi Rabatê re, ragîhand. Ji her ku peymana ewlehîyê ya di navbera Fas û Îsraîlê de, di 24ê çirîya paşîn de, hate îmzekirin û bi vê wesîleyê wezîrê berevanîyê yê Israîlê Benny Gantz seredana Qralîyetê kir, ji hev bawernekirina di navbera her du welatan de zêde bû.

Sedema duyem a hêrsa Cezayîrê jî, belavkirina notayeke balyozê Fasê yê Neteweyên Yekbûyî, birêz Omer Hilale, di dema civîneke tevgera welatên bêgrêdan ya li New Yorkê, ku di 13 û 14ê tîrmehê de pêk hatibû. Notayê piştrast dikir ku “Gelê Kabîlî yê mêrxas, ji her kesî bêtir heq dike, ku bi tevahî ji mafê xwe yê çarenûsî sûdê werbigire”. Bi kurtî ev yek, cûre bersiveke şivanî ji şivanê re bû. Ji ber ku Cezayîr piştgirîya mafê çarenûsî yê sahrawîyan dike, Rabat jî ji kabîlan re heman tiştî dixwaze û bi vî awayî piştgirîyê dide tezên Tevgera Xweserîya Kabîlyayê (MAK), ku partîyeke ji hêla karbidestên Cezayîrê ve wekî terorîst tê hesibandinê. Ji bo yên dawîn, tesbît zelal e: Fas bi asayikirina têkilîyên xwe bi Îsraîlê re, ku bandora wê li Dewletên Yekbûyî pir mezin e, weha bawer dike ku baskên wê mezin dibin.

Li ser van gazinan, daxwîyanîya fermî ya Cezayîrê tawanbarkirina lihevkirina Fasê bi cudaxwazên MAKê re, li şewatên ku bidirêjayîya havînî bakurê welêt şewitandibû kiribû xwelî û di wan de zêdetirî ji 90 kesî jîyana xwe ji dest dabû, zêde kir. Tawanbarkirina MAK û Rabatê di vê wêrankirinê de, berî her tiştî bikêrî xurtkirina propagandaya di warê navxweyî, gefa li ser sînor û naçarkirina bêtir ragirtina protestoyên ku Hirak pêşengîya wê dike tê. Herweha, ew yek xizmeta ragihandina rejîmê li derve jî dike. Wekî mînak, medyayên Fransizî, ji bo pê bawernebûna vê tawanbarkirinê derxin pêş, gelek wextê xwe wenda kirin. Berevajî vê, dema ku gelek cezayîrî, endamên muxalefetê jî di nav wan de, vê sîxurîya mezin wekî sedema şerî dihesibînin, gilîyên gringtir ên têkildarî bikaranîna nermalava Pegasusê di pratîkî de têne paşguhkirin.

Ji alîyê Fasê ve, piştî qutbûna têkilîyên dîplomatîk, rayedar di destpêkê de bixweragirî tev gerîyan. Wan girîngî da biryara Cezayîrê, lê ew “bi tevayî nepiştrastkirî” nirxandin. Daxuyanîyeke Wezareta Karên Derve “mentiqê rakêşanê” şermezar kir û “behaneyên xapînok, heta bêbingeh, ku li paş wê ne” red kir, di heman demê de jî piştrast kir ku “qralîyeta Fasê dê ji bo gelê Cezayîrê her wekî hevkareke pêbawer û dilsoz bimîne”.

Lê dîsa jî Rabat bêdeng namîne û dixwaze awantajên xwe bi pêş bixe. Bi piştgirîya Amerîka, dîplomatên qralîyetê fişarê li Ewropa, bi taybetî jî Spanyayê dikin, ku piştgirîya helwesta Waşîngtonê ya di derbarê Sahrayê de bike . Birêz Bourita, di 15ê çileya paşîn de got, “Divê Ewropa jî hinekî rihetîya xwe xera bike û dînamîzma Dewletên Yekbûyî bişopîne. Dema ku Trump aîdîyeta Sahrayê ya Fasê nas kir, Wezîrê sosyalîst ê berê yê Fasê got, ev ji bo qralîyetê serketineke mezin e. Heta wê demê, Waşîngtonê her tim li hember vê pevçûnê helwesteke hevseng girtibû, heta di asta leşkerî de jî, Fas her dem hevalbendê wê bû, berevajî wê Cezayîr wê demê nêzikî bloka Rojhilat û Rûsyayê bû, ku îro jî vê helwesta xwe didomîne.”

Li NYyê, piştî provokasyona wî ya mafê çarenûsî yê Kabîlan, înkarkirina wê ya ji alîyê Qesrê ve li derî han, Birêz Hilale zexta xwe domand. Di destpêka meha çirîya paşîn de, bi xeberdana xwe ya li pêşberî Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, wî ragihand ku “Berpirsîyarîya sereke ya Cezayîrê di çêkirin û domandina nakokîyên herêmî yên li Sahraya Fasê, di hemî enîyan de pêk tê: çi sîyasî, dîplomasî, leşkerî, yasayî û mirovahî be.” Û lê zêde dike: “Fas di Sahara xwe de û Sahra jî di Fasa xwe de ye”. Daxuyanîyeke ku ji axaftina televizyonê ya vê dawîyê ya Qral Mihemedê VIê a bi munasebeta çil û şeşemîn salvegera “Meşa kesk”, ku tê de 350 000 Fasî çûbûn Sahraya Rojavayî ji bo endamtîya qralîyetê bixwazin kiribû besta vegirtibû. “Îro, wekî berê, fasîbûna Sahrayê dê tu carî nekeve rojeva tu gotûbêjan”, serwerîyê bi taybetî dazanîn ku bi zelalî ji Cezayîrê re bêje hîn dema lihevkirinê nehatîye.

Digel vê yekê, qralîyetê nelirêtî jî tomar kirin. Di 10ê hezîrana çûyî de, biryareke Parlamentoya Ewropî “Bikaranîna kontrolkirina sînor û koçberîyê ji alî Fasê ve, nemaze ji bo zarokên bitenê, wekî navgîneke zexta sîyasî li ser welatekî endamê Yekîtîyê” red kir. Ev helwêst li pey bûyera dema bi hezaran Fasî ketine herêma bajarê Ceuta yê Spanî, li bakurê welêt, da ku Spanyayê neçar bikin ku têkeve nav refê helwesta Amerîkayê. Di dûv re, di 29ê Îlonê de, Dadgeha Giştî ya Yekîtîya Ewropî du biryarên Konseyê betal kir, ku ji alîyekî ve, bi peymana di navbera Yekîtîya Ewropî û Fasê de ya li ser guhertina tercîhên bihayî yên ku ji hêla YE ve ji bo berhemên bi eslê xwe ji Fasê hatine dayîn û herweha jî, ji alîyê din ve, peymana hevkarîya wan di warê masîgirîya domdar de. Di her du dozan de jî, dadgeh di bawerîya ku ev peyman nikarin Sehra û avên wê yên bejayîyê eleqedar bikin. Ya hîn girîngtir jî, ew bawer dike ku rol û nûnerayetîya Enîya Polisario wekî daweker “xwedî kapasîteya ku li ber dadwerê Yekîtîyê tevbigere ye” ta radeya ku yê paşîn “di qada navneteweyî de wekî nûnerê gelê Sahraya Rojava bê naskirin”.

Artêşên xwedî girîngiya hevseng

Qutkirina têkilîyên dîplomatîk ên Cezayîrê pevçûna di navbera her du welatan de bi dawî neanî. Di 22yê Îlonê de, qada hewayî ya Cezayîrê ji balafirên Fasê re hate qedexekirin. Di 31ê çirîya pêşîn de, Cezayîrê vanayên xeta borîya gazê ya Magreb-Ewropa (GME) girt, ku ji sala 1996an vir ve gaz ji Spanya û Portekîzê re di ser Fasê re dişand. Bi vî awayî ew ji nêzîkî milyar metrekub gaza xwezayî bêpar ma -beşek ji vê mesrefa rê digire- ku ji % 97ê pêdivîyên wê pêk tîne. Ji niha û pê ve, şandina gazê dê ji Madrîdê re bi rêya borîya gazê ya Medgazê, ku Cezayîrê rasterast bi Spanyayê ve girêdide û kapasîteya wê ji 8 heta 10 milyar m3î dikare bê zêdekirin. Ev pêdivîyên Spanî bitevayî nagire, lê karbidestên Cezayîrî soza ku ferqa wê dê di forma gaza xwezayî ya şilkirî de bi rîya hilgirên LNGê radest bikin, didin. Ji ber vê yekê, Spanya xwe di nav agirê çepûrast de dibîne. Ji bo ku ew pozîsyona xwe biguhêze û “fasîbûn”a Sahrayê nas bike, dema ku Cezayîr dabînkirina gazê bikar tîne da ku îşaretekê bide Madrîdê ku ev naskirin dê zirarê bide wê, Rabat çeka koçberîyê dihejîne.

Di heman demê de li Sahrayê rewşa ewlehîyê her ku diçe xirabtir dibe. Jixwe operasyoneke leşkerî ya ku di 13ê çirîya paşîna 2020î de, ji alîyê Fasê ve li herêma tampon a Guerguerat a li başûrê rojavayê Sahrayê pêk hat, dawî li statukoyeke demdirêj anî û bû sedem ku Enîya Polisario ji agirbesta 1991ê vekişe. Di 19ê çirîya paşîn de, rêberê tevgerê birêz Brahîm Ghali ragihand ku “Gelê Saharawî biryara xwe daye û biryara serwerîyê daye ku şerê xwe yê mafdar yê rizgarîyê bi hemî rîyên rewa gurtir bike, ku di serî de şerê çekdarî tê, heta ku serwerîya Komara Saharawî li ser tevaya xaka wê ava bibe”. Tevî ku guman li ser şîyana Enîya Polisario ya pêkanîna operasyonên mezin li herêmên Saharayê yên di bin kontrola Fasê de ne bimîne jî, metirsîya ji nû ve destpêkirina şerî dibe alîkar ku alozîyan girantir bike, nemaze ku neewlebûna Saharayê bandora xwe li Cezayîrê jî dike.

Di 1ê çirîya paşîn de, roja bîranîna destpêkirina şerê serxwebûnê û roja piştî biryara Cezayîrê ya rawestandina hinardekirina gazê, sê kamyonên barhilgir ên Cezayîrî ku ji veguhestina bazirganî ya navbera Ouargla û Zouerate, li Morîtanyayê vedigerîyan, di bombebaranekê de, ku ne dûr e bi dronê be, ne dûrî Bir Lahlou, li herêma di bin kontrola Enîya Polisario de hatin kuştin. Piştî du rojan, serokayetîya Cezayîrê bi tundî bertek nîşan da û “hêzên dagirker yên Fasê” sûcdar kir û soz da ku ev “kuştin” dê bê siza nemîne.

Rewşa di navbera Cezayîr û Fasê de, gelo dikare ber bi şerê çekdarî ve biguhere? Li gorî bûyerên herî dawîn, metirsî divê neyê paşguhkirin. Li alîyê Cezayîrê, 130 000 leşkerên pispor hene, ku dikare 150 000 hêzên piştîvanîyê jî li wan zêde bibin, divê em 190 000 peyayên hêzên ewleyîyê jî jibîr nekin. Li Fasê, Hêzên çekdar ên qralîyetê 310 000 kes û 150 000 hêzên piştîvanîyê hene. Ew du artêşên bi girîngîya xwe wekhev in, ku hatine hemberî hev û dibe ku ji ber vê yekê ceribandina hemî an beşek ji cebilxaneyên xwe yên bibandor ên ku di deh salan de, li her du alîyên sînor berhevkirine mimkin e. Di navbera 2010 û 2020î de, Cezayîrê 90 milyar dolar ji bo alavên leşkerî xerc kir, ku li hemberî vê cîrana wê 36 milyar dolar mesref kirîye.

Çend hefteyên pêşîya me dê dîyar bikin bê ka her du welat dê vegerin lihevkirineke çêtir an na. Lê, ji ber nebûna navberkarîyeke cidî û destpêşxerîyên hevbeş a rewşenbîrên her du welatan, gelek kes ditirsin ku ew çek, piştî pêketina agirê li Saharayê, bên bikaranîn. “Mexribî divê bînin bîra xwe ku çawa Iraq û Îranê hevûdu wêran kirin”, nivîskar û helbestvanê cezayîrî Emîn Xan(3) di vî warî de hişyarîyê dide. Ev yek ji bo berjewendîya kê bû? Bê guman ne ji bo berjewendîya gelên Iraq û Îranê û ne jî ji bo berjewendîyên rejîmên wan bû.”

* Rojnamevan, li bajarê Cezayir û li Kasablankayê.

Wergera ji fransî.

Yakûp Karademîr

 

__________

1) -Gotara Akram Belkaïd, ya bi sernavê «Entre Alger et Paris, crises et connivences/ Di navbera Cezayir û Parîsê de, krîz û lihevkirinên nihênî» bixwîne, Le Monde diplomatique, çirîya paşîn a 2021ê.

2)  -«‘‘Projet Pegasus’’: l’Algérie très surveillée par le Maroc/ “Projeya Pegasus”ê: Cezayir ji alî Fasê ve ji nêzîk ve tê şopandin», Le Monde, 20ê tîrmeha 2021ê.

3) -Facebook, 5ê çirîya paşîn a 2021ê.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
+ Hemû gotarên nivîskar