Sibat 2022 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

Eylem Karadoğan

Wênesaza vê hejmarê Eylem  Karadoğan di sala 1972an de li Meletîyê ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya dibistana seretayî û dibistana navîn  li heman bajarî kirîye.  Karadoğan di sala 1993an de çûye Almanyayê û li Göttingenê bi cih bûye. Ji sala 2007an vir ve li bajarê Berlînê dijî û karê xwe yê hunermendîyê didomîne.

Hunermend Eylem  Karadoğan herçiqas  perwerdeya wênesazîyê neditibe jî, di jîyê xwe yê ciwanîyê de qebilîyeta xwe ya wêneçêkirinê kifş kirîye û dest bi çêkirina wêneyan kirîye.  Karadoğan di berhemên xwe de bi piranî teswîrên jînan, dîmenên xwezayê û wêranbûnên di encama şer de pêk tên, dinexşîne. Ji 2002yan vir ve li gelek bajarên Almanyayê beşdarî pêşangehan bûye.

Ji bo agahdarîyên zêdetir: https://eylemkaradogan.com/

Galerî / Eylem Karadoğan

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar