Tîrmeh 2021 Abonetî Piştgirî  fransî | îngilîzî | almanî | edîsyonên dîn

rojnamegerîya rastîn, ramana azad
—zanyarîyên bêlayan, analîzên rexneyî

«Em hemû Grekî ne»

Berî du qirnan, di adara 1821ê de, Grekan ji bo jihevxistina serdestîya osmanîyan serî hildidan. Wî şerê serxwebûnê yê heşt salan dewam kir, coşeke mezin da gelek ronakbîrên ewropî. Pirtûk, boroşur, sitran: hemû rê û rêbaz baş in ji bo destekdayîna serhildêran. Hin ji wan, bo nimûne helbestvan Lord Byron biryarê didin tevlî têkoşeran bibin. Ev coş çawa dikare were îzahkirin?

Edgar Quinet, di 1857an(1) de dipirse, gelo ka ‘‘Îro ew hesta ku di navbera salên 1821- 1829an de bi gotina Yûnanistan tenê’’ derdiket holê, tê bîra kê?

Coşeke bêhempa peyda bûbû. Ew coş, di radeyeke wisa de bû ku ji bo kesên weki şairê brîtanî Lord Byron li bin dîwarên bajarê Missolonghiê da, ku mirin dabûn ber çavê xwe. Armanca wan ew bû ku alîkarîya yûnanan bikin da ku ji bindestîya tirkan xelas bibin. Di destpêka sedsala 19em de, Împaratorîya Osmanî ji çar sed salî vir ve li ser Behra Egeyê hikim dikir.

Ew li ser gelên Ortodoksê Yûnanî, serwerîyê dike; dest datîne ser ‘erdên wan û mafên wan bin pê dike. Di 1821ê de, dema ku yûnanîyan serî hildan, li çar alîyê Ewropayê piştgirîyek mezin girtin.

Hêza vê tevgerê ku em ê wê bi philhellénismeê (heval û hogirên yûnanan) bi nav bikin, di demeke kin da gihişte hejmarek cidî. Di serî da, hêvîyek ku serhildana yûnan li ser parzemînê bikaribe bibe çirayeke berxwedanê da ku bêhêvîyê ji ser Tifaqa Pîroz (Sainte-Alliance) rake. Hêzên serfiraz ên Napolyon -bi taybetî Awusturya,  Prûsya,  Rûsya, Îngilîstan- piştî şerê Waterloo, dixwestin ku nîzamê li Parzemîna Kevn saz bikin.

Di sala 1815an da, sê hêz -Awusturya, Prûsya, Rûsya- biryar didin ku «li ser xala parastina aştîya giştî, piştgirîyê bidine hev» yanî destpêka agirê şoreşgerî ku bi midaxeleyeke leşkerî bi encam bibe, bitemirînin. Bîst û sê salên şer (1792-1815), ku girtibû ber derîyê Ewropayê, li gorî wan, çirûskên şoreşa Fransî geş kirin. Ji bo ku parzemîn were ser rewşa xwe ya aştîyane, divîyabû ku tewra şoreşger vegere mala xwe.

Klemens von Metternich parêzvanê sereke yê ewropî ye. Ew di heman demê da, serokê hikûmeta Awusturyayê û dildarê Tifaqa Pîroz e. Wî, ew polîtîka, bîlhesa di dema Kongreya Vîyanayê de (çirîya pêşîn 1814 – hezîran 1815) parast. Mirov, kevneperestî veguherand dînê xwe. Ew di bîranînên xwe de weha tîne zimên.“Li cem min, hêmana yekem a exlaqî, bêtevgerî ye“. Ew di temenekî ciwan de bûye balyozê Fransayê. Welatekî ku li ber çavên wî „Ew kargeha mezin a şoreşan, bayekî ku ji şikeftê dertê û ku mirinê berî ser laşê civakê dide“.

Bi awayekî fermî, Brîtanyaya ku xwe bi nêzîkatîyek lîberal a têkilîyên navneteweyî serbilind dibîne, di nav cendirmeyên nû yên Ewropayê da nayê hesibandin. Lê belê, sekreterê wê yê karên derve, Lord Castlereagh, di navbera endamên parzemînî yên Tifaqa Pîroz da cihêtîyeke mezin nake. Li gorî wî: Armanca yekitîya hêzên mewcûd (Concert européen) ew e ku li hemberî tevgerên şoreşgerî ku li hemû dewletên Ewropayê kêm û zêde di nav liv û tevgerekê de ne, ewlehîyê saz bike. „Ji ber vê rêwazîyek (taktîk) tenê heye: „Divê dev ji nakokîyên rojane yên navxweyî berdin û li derdora prensîbên nîzama civakî, werin cem hev.“ (2) Di salên piştî Kongreya Vîyanayê da, atomên şoreşê (les atomes de révolution) di bin derbên çewisandinê de belav bûn, di forma (ex-sans-culottes de France -tevgerek şoreşgerî ku di Şoreşa Fransayê da cih girtin) û şiklekî civakeke veşartî ku ji hêla polîtîkayê da bêbandor hebûna xwe domandin.

Tirk, hovê kevnare

Lê, dem dema şîyarbûna Yûnanîs-tanê ye! Civatek veşartî, Hétairie (Komeleyek kêm û zêde veşartî, bi gelemperî xwedî helwestek sîyasî ye), çend sal berî serhildanê, li Odessyê ava bû. Ew ji bo serhildanek li Epîrûsê (bajarekî Yûnanîs-tanê) li dijî hêzên Siltanê Osmanî -Mehmûd II ku bajar dagir kirine dikevin nav liv û tevgerekê. Di nav mehekê da, di nîsana 1821ê de, çar alîyên welêt xwe bi rext û çekan xemilandin. Di vê navberê da; rewşenbîr, hunermend, rojnamevanên Occident-Rojavayî tavilê xwedî li doza neteweya Helenî derdiketin.

Eugène Delacroixê wênesaz ku di tabloya xwe ya „Scènes des massacres de Scio“ da, tabloyek bi rengekî ku em nizanin bê ka xwedîyê nirxeke estetîk an jî qêrînek, êşek ku ji hêla niştecihên giravek piçûk a Yûnanîstanê tê kişandin.

Li ser Yûnanîstanê du pêşangehên ku ji zêdeyî sed tabloya pêk tê, têne organîzekirin. Pêşengeha ‘ewil pêşwazî li sî hezar kesan dike. (3) Wêjevan jî li derveyê vê pêvajoyê namînin. Charles-Augustin Sainte-Beuve, Alfred de Vigny, Alphonse de Lamartine, Gérard de Nerval, bestekar Béranger, lê herweha Benjamin Constant, Jean-Baptiste Say wekî din François-René de Chateaubriand jî di nav de hemû jî hibra pênûsên xwe ji Deryaya Spî digirin da ku destana Homerosê dirêj be.

Di sala 1829an de, asta herî bilind ya tevgera edebî, çapkirina pirtûka Victor Hugo bi navê „Les Orientales“ ye. Heşt sal beriyê, rojnamevanek rewşê weha îronîze dikir: „Ez îda dikim ku hejmara beytan tenê ji ya leşkerên çekdar ên ku li dijî zaliman derkevin zêdetir e.“ (4) Di navbera salên1821ê û 1830î (5) de bi giştî, zêdeyî çar sed pirtûk an jî belavok li ser rewşa Yûnanîstanê hatine weşandin.

 Gelo mirov çawa dikare coşek bi vî rengî bîne zimên?  Yewnanîstan, li ber çavên qismek mezin ên elîta çandî ya Rojavayî ciheki taybet digre.

Şairê brîtanî Percy Shelley, nivîskarê helbesteke bi navê Hellas, di 1822yan da bi gotina „Em hemû yûnanî ne. Qanûnên me, edebîyata me, dînê me, hunerên me hemî koka xwe li Yûnanîstanê ne.“ (6) Hesteke hevpar, xulase dike. Ji bo welatê Périclèsê, mirov çi bike jî nikare heqê wan bide. Shelley weha pê de diçe. „Ger Yûnanîstan nebûya, em ê hîn jî hov û pûtperest bûna“. Xulase, rewşenbîrên Rojavayî têkoşîna gelekî bindest ku xwedîyê îhtîşama şaristanîya kevnar a ku ew bi xwe jî wekî mîratgir dihesibînin, silav dikin.

Nêzikatîyek bi vî rengî, dibe sedem ku dijberê xwe wekî dijminek şaristanîyê bibîne, nemaze jî dema ku ew misilman be. Ew îradeya ku bi Îslamê ra dixwaze di nav şer da be, qismek ji wan ên ekstremîst, xaça wan di sitûyê wan da ber bi Rojhilat ve bi rê dikevin. Ji bilî dij-bertîyê, mezinkirina Yûnana Kevnar û tawanbarkirina tirkan wekî barbarek prîmîtîf,  Chateaubriand bi gotina xwe jêr de bê adîlane tevdigere. ‘‘Gelo dê sedsala me bibe şahid ku qebîleyên hov werin û gelekî ku xwedîyê vejîna şaristanîyê ye bifetisîne, ji holê rake?’’ (7)

Bi zimanekî fîtek, çapemenî rastî-yan berovajî dike û bi afirandina nûçeyên xeyalî, yek alî tevdigere, zilmên ku ji hêla yûnanan ve hatine kirin, bi awayekî sîstematîk ji nedîtî ve tê. Komîteyên piştgirîyê, li her du alîyên Atlantîkê (8) her diçe zêde dibin. Ew, kampanyayên bexşî organîze dikin û alîkarîya însanî (xwarin, kinc, fon) berhev dikin. Lê belê, ji bilî piştevanîya yekcarî ya ji bo xelqên mezlûm, tevger li pey hedefek biîdîa ye ku Hugo weha wê xulase dike: „Xwes-tina artêşekê ji şahên xwe, fikreke beyhûde ye“. Armanca vê seferberîyê ew e ku zorê bidin hikûmetên ewropî da ku piştevanîyê li yûnanan bike. Ji ber ku ew xwedîhêzeke girîng in û ji Lord Byron ku bi Bâb-i Âlî ra (navenda Împaratorîya Osmanî ya li Stenbolê) di nav şer da bûn, pirtir bi bandor in.

Di destpêkê da, ev wek pirsgirêk nedihate dîtin. Ji bo serokên sereke yên ewropî, divê hevsengîya jeopolîtîk a parzemînî were parastin. Ew di encama Kongreya Vîyanayê da hate dîyarkirin, ku ev yek temînata parastina sînorên tirkan dike. Wekî din, midaxeleyeke bi vî rengî, dê ji bo hilweşandinê wekî ronahîyeke kesk neyê fêmkirin, ji bo Metternich, ev yek mimkin nîne. Her wekî ku serhildêran ji Şoreşa Fransî îlham girtine û îdia dikin ku hîn tekstên wan rasterast ji Destûra Bingehîn a 1789an têne wergerandin, xewna komarekê dibînin. Rayedarên Tifaqa Pîroz, her çiqas di nav de çendî xirîstîyan qurbanên Siltan hebin jî ew tembîhkirina sekinandinê dikin. Di sala 1822an da, dema ku şandeyek yûnanî ji Kongreya Veronê ra hat şandin „Da ku ji Ewropa Xirîstîyan alîkarîyê bixwaze; lê ew dest vala vegerîyan“ tîne zimên Anne Couderca (9) dîroknas. Tenê Qralîyeta Yekbûyî di sala 1823an da bi statuyeka leşkerî yûnan nas kir.

Sê sal şûn da, bûyerekê ji nişka ve rûda. Di 1826an de, Londra bêyî hêzên parzemînî bi Rusyayê ra peymanek veşartî, li dar xist. Li gorî vê peymanê, avakirina dewleteke yûnanî bi girêdayî Împaratorîya Osmanî dihate fikirîn. Londra, bi vê biryarê şikestinek di nav enîya hêzên parzemînî de çêkir. Gava ku Nicholas I. dertê ser text dibe Împratorê Rûsyayê; Brîtanya, bi hin manevrayan hewl dide ku pêşîyê li midaxeleyeke Çarê nû (Rûsyaya Çarî) ya yekalî bigre û di wê navberê de serokatîya Ewropayê ji Awûstûryayê bistîne. Dewleta Fransayê, ku ji sala 1818an vir ve ye ku di nav Concert Ewropî de cih digre, bi tevlîbûna wê ya bloka Îngiliz-Rûs, tirsa Prûsya û Awûstûryayê li gel soza xweserîya yûnanan ku bi serxwebûnekê encam bibe, berteraf nake. Dûvra, bi „Azadbûna sîyasî ya yûnanan, serfirazîya şoreşeke nû li Ewropayê dê ji holê rabe.“ Metternich, ji ber vê yekê xeman dixwe. Dê paşeroj, li ser xalekê wî mafdar derxe. Pêvajoya ku ji hêla protokola veşartî ya Saint Petersbûrgê ve hat destpêkirin, ne tenê bi mirina Tifaqa Pîroz, ku temamî ji holê radibe. Herweha ev dibe sedema serxwebûna Yûnanîstanê. Piştî redkirina Siltan, rûxandina fîloya Osmanî (hevalbendê keştîyên Misirî) ji hêla fîloyeka Îngilîz-Fransiz-Rûs li bendergeha Navarînê di 20ê çirîya pêşîn a 1827an da, rê li ber şerekî rûs û tirkan (1828-1829) vedike. Di encama vî şerî de, Îmratorîya Osmanî, neçar dimîne ku hezîmetê qebûl bike.

Di gel vê yekê, gelo van bûyerên hanê, serfirazîya rewşenbîrên Philhellènes (dostên yûnanan) û hatina „tifaqa lîberal“ e ku Metternich dike nav xofekê? Dewleta teze ya Yûnan, îmkan dide bersivdayina vê pirsê. Di encama Protokola Londrayê da ku di 3yê sibata 1830î de di navbera Împaratorîya Yekbûyî, Rûsya û Fransayê de hat imzekirin, Yûnanîstana serbixwe vediguhere monarşîyekê.

Ji bo serkêşîyê, hêzên îmzeker, ji malbatên desthilatdar ên Ewropayê, mîrek dixwestin. Léopold de Saxe-Cobourg Gotha, ji bo Belçîkayê dev ji pêşnûmaya ku ji bo Yûnanîstanê tê destnîşankirin, ber dide. Piştî hinek taloqkirinê, hikimdarî dikeve destê Otho, kurê Louis I. de Bavaria. Padîşahê ciwanê 17 salî -di sibata 1833an de, ji Nafplionê- ji grava Peloponneseê derdikeve û deh sal şûn de ji bo welatê xwe, zagona bingehîn ava dike. Derket holê ku damezrandina nû, di asta herêmî de teng e û ji hêla aborî ve ne pir bi kêr e. (10) Ew tenê sêyeka yên ku xwe yûnan dihesibînin, dihundurîne. Dirûşmên nivîskarên lîberal ên alîgirê „şaristanîyê“, dibe sedema têkçûna lîberalîzma sîyasî. Yûnan, dê neçar bimînin ku heya 1875î bisekinin ku pergaleke parlamentoyê nas bikin. Li ser Yûnanistanê stran hatibûn gotin, pesnê Parthenon hatibû dayîn, li ser Shopa Ulysses û Ashîl Akhilleus çûbûn û monarşîyeke mutleq a îlahî ku bi rewşeke berbiçav ve girêdayî ye, hatibû wergirtin.

Balyozê Rûsyayê yê Konstantinopolîsê yê ku sûcdarkirina îhmalkarîya Awusturyayê qebûl nedikir (pê kêfxweş nedibû),  stratejîya  dewleta xwe ya bi salan weha dianî zimên: “Bi rêvebirin û pesendkirina hêz û pergalê, bi du şêweyan pêk dihat: Dawîlêanîna skandal (sosret) û sehneyên ji xwînê yên ku hemû mirovahî ditirsandin, bi xirakirina şoreşa li Yûnanistanê avakirina hikûmeteke bi fikr û nêrînên hêz û aştîya Ewropayê ve lihevhatî’’. Bi kurtayî ji bo ku tu tiştek neguhere, her tiştî biguherin….

Otorîteyên monarşîk ên ku Helen anîne ser kirdeyekî, pêşengîya avakirina dewleta xwe bi xwe dikirin, van otorîteyan, Helen ji pênasekirineke polîtik bêpar hîştibûn û ew di destpêka  serxwebûna xwe de û li şûna nasnameyeke hevpar, ber bi aîdîyeteke etnîk a çêkirî (derewîn) ve dibirin.

Tengbûna herêmî ya vê dewleta nû, li gel şikestina hêvîyan, derketina holê ya nasnameya yûnanan a ku li ser krîterên etnîkî ava bûye, li gel xwe tovên netewperestîyekê jî dianî.

Di nîveka duyemîn a sedsalê de, di bin navê “fikra mezin” da, bi wê xeyalê, bilind dibû ku dixwest hemû yûnanîyên Asya û Ewropayê bigihîne hev. Li Rojava bi mezinkirina Yûnanistana ebedî û fantastîk, bi awayekî neyekser şair û weşanger jî bibûn piştgirê vê yekê.

 Wergera ji fransî: Mehmet Tayfur

 

_______

1) Ji hêla Hervé Mazurel, “Nous sommes tous des Grecs”. Le moment philhellène de l’Occident romantique, 1821-1830 , Monde(s), n° 1, Rennes, 2012.

2) Eric J. Hobsbawm, L’Ère des révolutions, 1789-1848, Hachette, coll. «Pluriel», Paris, 2002 (çapa yekem: 1969).

3) Denys Barau, «Médiatisation de la guerre d’indépendance grecque et mouvement philhellèn », Le Temps des médias, n° 33, Paris, zivistan 2019.

4) Le Miroir, 9 kanûna pêşîn 1821. Ji hêla Frédérique Tabaki-Iona, «Chants de liberté et de solidarité, pour la Grèce et la Pologne», Mots. Les langages du politique, n° 70, Paris, 2002.

5) Denys Barau, «Médiatisation de la guerre d’indépendance grecque et mouvement philhellène», art. cit.

6) Ji hêla Hervé Mazurel, “Nous sommes tous des Grecs”, art. cit.

7) François-René de Chateaubriand, Note sur la Grèce, Le Normant, Paris, 1825.

8) Le mouvement philhellène, véritablement international, aura tout au long du conflit plusieurs bases successives: la Suisse, Londres, Paris et enfin l’Amérique du Nord-Est.

9) Cf. Anne Couderc, «L’Europe et la Grèce, 1821-1830. Le Concert européen face à l’émergence d’un État-nation», Bulletin de l’Institut Pierre-Renouvin, n° 42, Paris, îlon 2015. Les citations du paragraphe suivant sont issues, sauf mention contraire, de cet article stimulant.

10) Hervé Georgelin, Réunir tous les “Grecs” dans un État-nation, une “grande idée” catastrophique», Romantisme, n°131, Paris, 2006.

Hemû gotarên nivîskar

+ Hemû gotarên nivîskar
Social media & sharing icons powered by UltimatelySocial